Kelberê bi mayînê birîndar bûye wê lingê wî were jêkirin

Li herêma sînorî ya bajarê Bane beriya niha bi du hefteyan di encama teqîna mayinekê kolberek birîndar bû. Tê gotin ku dibe pê wî were qutkirin.

Hat zanîn ku beriya niha bi du hefteyan li ser sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Kemal Qadirî ku ji gundê Sebedlû ye dema kolberî dike, mayinek yên ji şerê berê yê di navbera Îran û Iraqê de mayî diteqe.

Di encama teqîna mayinê de Qadirî ji lingê xwe bi giranî birîndar bibû. Ji bo dermankirinê Qadirî rakiribûn nexweşxaneya bajarê Bane. Piştî du hefteyan ew rakirin nexweşxaneya bajarê Tebrîzê û tê gotin ku dibe pê wî were qutkirin.

Salane bi dehan kolber ji ber êrişên hêzên rejîma Îranê û ji ber teqîna mayinên berê li erazî manî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.