KCK: Tu êrîş nikare gelê me bêzar bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku welatên ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirine, Rûsya û Iraq hevparên van êrîş û kuştinan in. KCK'ê da zanîn ku tu êrîş nikare gelê Kurd bêzar bike û bang li gelên cîhanê kir ku bibin xwedî helwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK'ê, sivîl û şervanên di encama êrîşê de şehîd bûne bibîr anîn û ji kesên birîndar bûne re şîfa xwest.

SEDEMA ÊRÎŞAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ev êrîşên dewleta Tirk îfadeya herî şênber a dijminahiya gelê Kurd e û got:“ Sedema bingehîn a vê yekê tirsa ji Kurdbûna azad e ku ji bo Bakurê Kurdistanê bibe mînak e.“ KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Vê yekê dibîne ku eger li Rojava rêveberiya xweser hebe, nikare li Bakurê Kurdistanê kolonyalîzma qirker bidomîne. Ji ber vê yekê li kûderê destkeftiyên Kurdan hebe, êrîşî wir dike. Sedemek din a van êrîşan jî ew e ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê hewl dide xwe li ser piyan bigre. Difikire ku bi dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan şovenîzmê gur bike, di vê rewşê de dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Dema ku tirsa windakirina desthilatdariyê bi dijminatiya Kurdan re tê li cem hev, bi fermana şefê faşîst Erdogan ev êrîş pêk tên. Ji xwe her roj Erdoganê faşîst dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan bi aweyek vekirî tîne ziman. Sedema din a van êrîşên hemwext jî, piştî daxuyaniya civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê bû. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê timî bi gotinên min wiha derbe li PKK’ê xist û min xilas kiriye, li gel van axaftinan dîtin ku daxuyaniyek xurt û bi îrade ya ku têkoşînê bilind dike derket pêşberî wan, bi vê yekê dîn û har bûn.“

GELÊ KURD LI HER DERÊ LI SER PIYAN E

KCK’ê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd a li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî xiste asta têkçûnê û wiha pê de çû:“Tevî hemû êrîşan gelê me li derveyî welat, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başurê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Ewropayê li dijî polîtîkaya şkandina îradeyê ya faşîzmê, berxwedaneke dîrokî nîşan da. Gelê Kurd li her derê li ser piyan e. Li aliyê din êrîşên li hemberî gerîla rastî berxwedaniyek fedayî hat û hetin şikandin. Dema ku Komîteya Navendî ya PKK’ê encamên van hemû rastiya berxwedanê aşkera kir û helwesta Kurdê azad wê ji niha û pê ve çawa be. Faşîzma AKP-MHP’ê hişê xwe winda kir û êrîşî Mexmûr, Şengal û Rojava kir. Cihê ku êrîş kiriye jî cihên ku sivîl lê dijîn e. Vê yekê armanc kirin ku gel bitirsînin û serî bi tewînin. Armanca êrîşa li ser Mexmûr, Şengal û Rojava ev e.“

PDK DIXWAZE ÊRÎŞAN REWA BIKE

KCK’ê, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku PDK dixwaze van êrîşan rewa bike û got: “PDK propaxandaya li gorî dewleta Tirk dixwaze dike û dibêje, êrîş ne li dijî sivîlan pêk hatiye û li dijî hêzên leşkerî pêk hatiye. Dewleta Tirk timî êrîşî cihên ku sivîl lê dijîn dike, PDK jî amûrên wê yên propagandayê ne.“

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê got ku taybetmendiya hevpar a Şengal, Mexmûr û Rojava berxwedana fedaî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ye û di têkbirin û paşvebirina DAIŞ'ê de roleke bingehîn lîstin û got: "Di şerê li dijî DAIŞ'ê de, Rojava 12 hezar şehîdên xwe hene. Şengal bi sedan, Mexmûr bi dehan şehîd dane. Bê guman gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di berxwedana gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ya li dijî DAIŞ’ê de li kêleka wan rawestiyan. Vê berxwedana gelê me bi hêzên xwe yên xweparastinê re rê li dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava girt. Bi vê berxwedanê nehiştin Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn bikeve destê DAIŞ’ê. Nehiştin ku DAIŞ bibe bela serê hemû mirovahiyê. Hêzên xweparastinê yên li Rojava, Şengal û Mexmûrê gel bi xwe ye. Hêzên xweparastinê ji gel veqetandin, tişek şaş e. Êrîşa li ser hêzên xweparastinê, êrîşa li ser gel e. Êrîşa li ser QSD’ê êrîşa li ser gel e. Di vî warî de hêzên xweparastinê yên ku ne tenê gelê sivîl, li Şengal, Mexmûr û Rojava jî li dijî DAIŞ’ê û her cure êrîşan diparêzin rewa ne û li dijî êrîşên li dijî van hêzan jî divê li ber xwe bidin.“

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku welatên ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirine, Rûsya û Iraq hevparên van êrîş û kuştinan in. KCK’ê bibîrxist ku qada hewayî ya Rojava ya DYA û Rûsyayê ye, Şengal û Mexmûr di bin kontrola DYA’yê de ne. KCK’ê diyar kir ku Iraq jî weke dewleteke serwer ji vê qada hewayî berpirsyar e, li cihê hatiye bombebaran din ala Iraqê jî hatiye parçekirin.

Bi domdarî KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “ Hêzên Koalîsyonê, bi taybetî DYA, destûrê dide balafirên şer ên Tirk ku hevkarê yekem ê DAIŞ’ê ye, êrîşî gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê yên li dijî DAIŞ’ê û hêzên wan ên xweparastinê dikin, bikin. Di êrîşên li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê de heta niha gelek komkujî hatine kirin.  Bêdengî û helwest ne nîşandana DYA, Rûsya û hemû hêzên koalîsyonê hevkariya van êrîşan e. Hevkarê van komkujî û kuştin in. Ev helwest êdî tam bêexlaqiyeke siyasî ye. Di dema ku dewleta Tirk êrîşî gelê Rojava, Mexmûr û Şengalê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin; Bêdengiya kesên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne, wê weke mînaka herî zelal a bêexlaqiya siyasî bikeve dîrokê. Ji van hêzan dipirsin gelo hûn alîgirê wan in ku li dijî DAIŞ‘ê şer dikin yan li gel DAIŞ‘ê û hevalbendên wê ne.“

DIVÊ GELÊ CIHANÊ RABE LI SER PIYAN

KCK’ê anî ziman ku divê tevahiya gelê cîhanê li dijî êrîşan bertekên xwe bînin ziman û rabin li ser piyan. KCK’ê wiha got:“ Li hemberî vê rastiyê ne tenê gelê Kurd û dostên wan, divê hemû gelên cîhanê, kesên demokrat, rewşenbîr, hunermend û kesên xwedî wijdan û exlaq in, divê li dijî Tirkiyeyê û DYA, Rûsya, welatên Ewropa û Iraqê ku rê li ber van êrîşan vedike, bibin xwedî helwest û rabin li ser piyan. Ev helwesta ku wê pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire, divê li her derê were pêşxistin. Ger wiha nebe hêzên li pişt dewleta Tirk a faşîst, qirker, kolonyalîst wê xwe veşêrin û ev jî wê cesretê bide êrîşên dewleta Tirk.

Divê gelê me û hemû dostên wan li her derê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku bi armanca tepisandina gelê Kurd li her derê rabe li ser piyan.  Dema ku li dijî dewleta Tirk di nava têkoşînê de ne, divê li hemberî meşrûkirina van êrîşan a PDK'ê jî helwesta xwe ya vekirî nîşan bidin.

Dewleta Tirk çiqasî êrîş bike jî nikare gelê Rojava yê xwedî 12 hezar şehîdan û bi deh hezaran birîndaran ji têkoşînê dûr bixe. Zarokên Dewrêşê Evdî yên ku Şengal neterikandin, li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û Şengal rizgar kirin, wê li hemberî van êrîşan serî natewînin û nikaribin dest ji têkoşîna xweser a Êzidxanê berdin. Tu êrîş nikare wargeha şehîdan, Mexmûrê ku di her malbatê de şehîdên wê hene bêzar bike û nekare hêviyên wan ên ji bo Kurdistana azad bişkîne. Ev êrîş wê hişyarî û hêrsa gelê me bilind bike û bibe sedema mezinkirina têkoşînê.

Em weke Tevgera Azadiya Kurdistanê timî li gel, gelê xwe yê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne. Em di têkoşîna wan ya azadiyê de serkeftinê dixwazin.“