Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

KCK: Kesên Şukru Serhat kuştine wê teqez werin cezakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê Şukru Serhat daxuyanî da û got “Kesên êriş kirine û êriş dane kirin wê teqez werin cezakirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Hevrêyê me Şukru Serhat ê ku hemû temenê xwe daye têkoşîna azadiyê û Endamê Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê bû, li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’ê ve hate kuştin. Em hevrêyê xwe yê şehîd bi hurmet bi bîr tînin û sozê didin ku kesên ev êriş kirine û dane kirin wê werin cezakirin.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Welatparêzekî ku ji ber zilma faşîst a li Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû çend roj berê li Silêmaniyê êrişî wî hatibû kirin û bi giranî birîndar bûbû. Pêşmergeyekî Dêrin ê ku li dijî dagirkeriyê bû MÎT’ê êrişî wî kirbû. Ev jî diyar dike ku li Başûrê Kurdistanê MÎT’ê gelekî xwe rêxistin kiriye û wê ji niha şûnde van êrişan bidomîne.

ARMANC QIRKIRIN E

Ev êrişên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û ya li dijî welatparêzên kurd diyar dike ku ev êriş ji bo qirkirina Kurdan e. Ev êrişa li dijî heval Şukru wekî parçeyekî vê polîtîkayê ye. Zilm û zexta li Bakurê Kurdistanê, êrişên dagirker ên li dijî Rojava û êrişên li ser Mexmûr û Şengalê bi kîjan armancê tê kirin, ev cînayet jî bi vê armancê tê kirin.

Dewleta Tirk şîddeteke wisa dike ku li dinyayê tu mînakeke wê tune û ev jî diyar dike wê hebûna xwe bi qirkirina Kurdan girêdaye. Sedema ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser desthilatdariyê dimîne jî li ser esasê tasfîyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Hebûna xwe di têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û qirkirina Kurdan de dibîne.

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ TEŞWÎQ DIKIN

Dewleta qirker û mêtinger xwe difiroşe, welatên Ewropa û DYE’yê jî dike piştgirên polîtîkaya xwe ya qirkirinê. Ewropa û DYE jî piştgiriyê didin tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan û polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan, Rojhilata Navîn di serî de Tirkiyeyê li qadên cihê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji vî aliyî ve DYE û welatên Ewropayê li her derê şirîkên sûc in. Car caran ji bo ku vê piştgiriya xwe ya di êriş û polîtîkayên qirêj de veşêrin, dibêjin bila sivîl neyên kuştin. Bi van gotinên xwe polîtîkayên qirkirina Kurdan ên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê teşwîq dikin.

KÎ MEŞRÛ DIBÎNE EW ŞIRÎK IN

Em bi eşkeretî vî tiştî dibêjin, kîjan dewlet û hêza siyasî êrişên dewleta Tirk normal û meşrû dibîne, ew dewlet û hêza siyasî jî şirîkê qirkirina li ser Kurdan e.

Dewleta Tirk bi piştgirî û şirîkatiya DYE û Ewropayê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan konsepteke tasfiyeyê dimeşîne. Vê konsepta êrişê ji aliyê desthilatdariya herî neheq, herî qirêj, herî sûcdar û herî derveyî mirovayetiyê û ji aliyê piştgirên wê tê meşandin. Helwesta li hemberî vê qirkirina li ser Kurdan, têkoşîna li hemberî wê, hilweşandina desthilatdariya AKP û MHP’ê berxwedana herî mafdar û meşrû ye. Ev berxwedan gelên Rojhilata Navîn di serî de ji bo hemû mirovayetiyê dibe xizmeteke mezin.

Dewleta Tirk diyar dike ku li ku derê siyasetmedarekî xwedî fikreke azad û Kurd hebe, ew ê wan bikuje. Jixwe li her derê êrişî şoreşgerên li dijî qirkirinê, siyasetmedarên xwedî fikra aad û Kurdan dike. Bêdengiya li hemberî van êrişan, Kurdên azad sûcdar û kesên polîtîkaya qirkirinê bi rê ve dibin jî mafdar nîşan dide. Divê her kes bizanibe ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan û Kurd têkoşîna herî mafdar dimeşînin. Têkoşîna li dijî mêtingeriya qirker mafê Kurdan e. Li ku derê hêzên mêtinger hebe, ew ne bi tenê hedefa têkoşîna azadiyê ne ya ku PKK pêşengtiya wê dike, di heman demê de hedefa Kurdan û hêzên demokrasiyê ya şoreşgeran e. Yên sûcdar ev in ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê ye ya ku polîtîkayên qirkirina Kurdan didomînin û hêzên îstîxbaratê, hêzên milîtarîst û hevkarên wan in ên ku xizmeta wan dikin.

LI HER CIHA KU KURD HENE, PKK JÎ HEYE

Li her ciha ku Kurd hene, PKK jî heye. Tu kes nikare bibêje ku kesên fikra Rêber Apo diparêzin divê li vir bin û ne li cihekî din bin. Wê Kurd xwedî li fikra siyasetmedar, fikirdar û zanayê herî mezin ê di dîroka Kurdan de derkevin. Kesên li dijî vî tiştî faşîst, dijminên fikrê û qirkerên Kurdan in. Li ku derê Kurd hebin wê fikrên Rêbertî li wir bin. Êrişa li dijî kesên xwedî li vê fikrê derdikevin, tê wateya dijminatiya Kurdan. Jixwe desthilatdariya AKP û MHP’ê ji ber ku dijminê Kurdan e, li Bakur, Rojava, Başûr, Şengalê û li her ciha ku Kurd lê hene, êrişan dike. Li Ewropayê li Parîsê êrişa li dijî heval Sakîne, Fîdan û Leyla encama vê ferasetê ye.

DEWLETA TIRK DIVÊ WERE DARIZANDIN

Dewleta Tirk tu hiqûq, qanûn û normên navneteweyî qebûl nake û êrişan dike. Sivîlan qetil dike, nexweşxaneyan bomberdûman dike û daristanan dişewitîne, gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcên wisa ne ku divê li dadgeha mafên mirovan were darizandin. Heke li vê dinyayê mafên mirovan, heq, hiqûq, demokrasî, wijdan û exlaq mabe, divê dewleta Tirk were darizandin.

DYE DIVÊ DÎKTATOR Û KUJERAN MEŞRÛ NEKE

Serokê Dewleta DYE Bîden dema hate ser desthilatdariyê got wê girîngiyê bide mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê. Serokê dewletekê yê ku wisa dibêje dema sûc û êrişên desthilatdariya AKP û MHP’ê nabîne û wekî nûnerên desthilatdariyeke normal e hevdîtinan dike, ji bo gelê Emerîkayê û hemû mirovayetiyê tê wateya meşrûkirina dîktator û kujeran. Heke ew ê di warê demokrasî û azadiyê de wê gotinên mirov hevdu bigre, divê nirxên wisa nebin qurbaniyên berjewendiyan.

Li cîhana modernîteya kapîtalîst ya ku berjewendî dikeve pêşiya her cure nirxan, divê gelê Kurd li hemberî her cure êrişan yekîtiya xwe pêk bîne, bi helwesta xwe ya welatparêz divê li hemberî wê têbikoşe. Bi taybetî îroj têkoşîn û helwesta li hemberî dewleta Tirk, dahatûya azad û demokratîk a gelê Kurd eleqedar dike. Ji ber vê jî divê hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê li hemberî êrişên li ser şoreşgerên li ser fikra Rêber Apo derkevin. Bêhelwestbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk û bêdengî tê wateya ku dewleta Tirk hemû Kurdan wekî eşqiya, hov û terorîst dibîne. Ev jî gelekî eşkere ye ku ji bo hemû Kurdan rastiyeke li hemberî rûmetê ye.

DIVÊ DIJMINÊN KURDAN Û HEVKARÊN WAN JI HOLÊ WINDA BIBIN

Gelê Silêmaniyê di serî de divê gelê Başûr û hêzên siyasî wekî şoreşgerekî welatparêz ê Kurd xwedî li heval Şukru derkevin û divê ev bibe helwesteke mînak. Li ku derê Kurd, kadroyekî PKK’ê yan jî sempatîzanekî xwedî li fikra Rêber Apo derdikeve were kuştin, divê xwedî lê were derketin. Bersiva herî rast a li hemberî mêtingeriya qirker jî ev . Bi nêziktêdayînên wisa ev êriş dikarin werin sekinandin. Divê gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê helwesteke wisa nîşan bidin ku, divê îstîxbaratvanên faşîzma AKP û MHP’ê, hêzên wan ên milîtarîst li Başûr û li tu dera Kurdistanê nikaribin bimînin. Divê qirker û hevkarên wan ên ku dijminatiya Kurdan dikin, ji holê winda bibin.

Gelê Kurd û zarokên wan ên fedaî gerîla li hemberî her cure dijwariyê berdêlên giran didin û têdikoşin, wan desthilatdariya AKP û MHP’ê anîna ber asta hilweşandinê. Hemû Kurd û hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat heke li hemberî vê desthilatdariyê helwesta xwe diyar bikin û têkoşin, wê di demeke nêzik de ev desthilatdarî hilweşe. Dema ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê were hilweşandin, wê li Tirkiyeyê pêşiya demokratîkbûn û çareseriya doza Kurdan vebe, ev jî wê ji bo mîsogeriya destkeftiyên Kurdan û demokratîzebûna Rojhilata Navîn de gaveke mezin be.

Li ser vî esasî em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdan û hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê têkoşînê geş bikin, Kurdistanê azad û Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bikin.”