KCK: Hedefa sala 2'yan hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, azadiya Rêber Apo ye

Konseya Rêveber a KCK'ê: Di sala duyan a pêngava me ya azadiyê de jî, hedefa me ya sereke hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo û li hemû parçeyên Kurdistanê bidawîkirina dagirkeriyê ye.

Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî Salvgera 1'ê ya pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' daxuyaniyeke niviskî da.

Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser van hêlan:

Pêngava me ya ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye''  ku 12'ê Îlona 2020'an me dayî destpêkirin sala xwe ya pêşî li pey xwe hişt. Ev pêngava me 12'ê Îlona sala 2020'an, ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê li dijî Rêber Apo tecrîd û şerê taybet didomand, êrîşên dagirker zêde kirî, li dijî jin û gel êrîşên giran anî, bi rihê 14'ê Tîrmehê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bûye pêngaveke dîrokî ku me dayî destpêkirin. Ev pêngava me bi pêngava, ''Ji qirkirina jinan re bes e, dema parastina jina azad û civakê ye'' bûye yek, xurt bûye, bi têkoşîneke zêde ku salekê dom kirî, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn AKP-MHP ya faşîst a dijminê azadî û demokrasiyê aniye ber hilweşandinê.

Sala 2020'an faşîzma AKP-MHP'ê li hundir û derve ji bo ku çok li gelê me û hêzên demokrasiyê bişkîne êrî aniye. Bi polîtîkaya êrîşkar a li ser Sûriyê, Iraqê, Libya û Deryaya Rohhilat xwestiye ku dewletên herêmê hêsîr bigire û li Rojhilat û Deryaya Spî hegemonyaya xwe ya emperyal bide qebûlkirin. Bi vê êrîşkariya xwe şantaj li hêzên navnetewî kiriye, zor li wan kiriye ku li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî hegemonyaya xwe bi wan bide qebûlkirin. Dagirkeriya li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, êrîşên dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û Iraqê yên domdar û daigrkerî, şandina çeteyna a li ser Libyayê û xwesteka ku karîgeriya siyasî bike, sala 2011'an ku Azerbaycan şandî ser Ermenîstanê, bi wê armancê bû ku vê hegemonyaya siyasî bide qebûlkirin. Armanca esasî ya di van êrîşan de jî ew bû ku giraniya siyasî û hêza xwe zêde bike, Tevgera Azadiya Kurd biçewisîne û qirkirina Kurdan temam bike. Jixwe dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya navxwe û derve li gorî vê eyar dike.

PÊNGAVÊ SERKEFTINÊN MEZIN ANÎ

Me pêngava ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye''  di demeke wiha de ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîka û êrîşkariyeke wiha zêde êriş dianî, da destpêkirin. Dema ku mirov li sala dawî ya pêngavê dinere aşkere ye ku pêngavê destkeftiyên mezin bi xwe re aniye. Ji vî alî ve, şehîdên pêvajoya pêngavê bi minet bi bîr tînin, her kesê ku keda xwe di pêngavê de heye silav dikin.

Ev pêngava me li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tifaqa fiilî ya gelan û hêzên demokrasiyê û eniya têkoşînê derxistiye holê. Ev geşedaneke pir girîng e ku pêngava me afirandiye. 14'ê Îlona 2020'an di çarçoweya vê pêngava ku me bi rihê 14'ê Tîrmehê dayî destpêkirin de, li dijî faşîzma AKP-MHP2ê serdemeke nû ya têkoşînê daye destpêkirin.

Têkoşîna ku di çarçoweya vê pêngavê de derketî holê li navxwe û derve rûyê rastî yê desthilata AKP-MHP'ê ku bi şerê taybet nixumandî bû derxistiye holê. Ev rastiya ku têkoşîna me afirandî, kiriye ku li derve û derve têkoşîna dijî desthilata AKP-MHP'ê geş bibe. Wiha, wêrekiya ku vê pêngavê dayî ne tenê li nav Kurdan, li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û li her devera cîhanê kiriye ku gel, jin, derdorên civakî û hêzên demokasiyê li dijî mêtingeriya qirker tevbigerin. Desthilata AKP-MHP'ê bi maneya rastî ji rewşa êrîşê kiriye rewşa parastinê. Êrîşkariya wê ya berdest bi esasî ji bo astengkirina hilweşandina xwe ye.

JIN BÛNE PÊŞENGÊN PÊNGAVÊ Û PÊNGAV DOMDAR KIRIN

Di pêngava ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye''  ku bi pêngava Tevgera me ya Azadiya Jinê ya, ''Ji qirkirina jinê re na, dema parastina jina azad û civakê ye'', jinan bi azweriyeke zêde ya azadiyê re û kelecaniya azadkirinya Rêber Apo, bûne pêşengên vê pêngavê ew domandin. Di serî de li Rojava, li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê û Başûrê Kurdistanê li çalakiyan tim li pêş bûn. Li dijî êrîşan bi azweariya azadiyê sekinîn û kirin ku têkoşîn domdar be.

RAMANÊN RÊBER APO BÛ XETA KU LI HEMÛ CÎHANÊ GEŞ BÛYÎ

Ji ber ku têkoşîna hilweşandina faşîzmê, bidawîkirina tecrîdê û bicihanîna azadiya Rêbertî di zik hev de bûn, di nav salekê de têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî gihaşte asteke girîng. Ji ber ku ne tenê li nav Kurdan, ji bo hêzên demokrasiyê jî, hatiye dîtin ku tecrîda li ser Rêber Apo, kana xwe ji hêza ser hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiya Kurd digire û berbiçav dibe. Ji ber vê, hatiye dîtin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşîna berbiçav a demokrasiyê ye; ji î alî ve jî, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn geş bûye û hatiye asteke girîng .Êdî têkoşoîna azadiya Rêbertî bûye cîhanî, ji bo hemû jinan, sosyalîstan, kedkaran, rewşenbîran û hêzên demokrasiyê bûye dozeke ku lê xwedî derdikevin.  Bi tecrîda li ser Rêber Apo her çendî hatibe xwestin ku li ser ramanên Rêber Apo û li ser xeta demokratîk sosyalîst a bi azadîxwaziya jinê û civaka ekolojîk ku pêşbîniya wê dike tecrîdê deynin jî îro ramanên Rêber Apo li hemû cihanê bûye xeta îdeolojîk û siyasî ya ku geş dibe.

ZINDAN BI RÊÇA BERXWEDANÊ DI PÊNGAVÊ DE ÇALAK BÛN

Dema ku mijar bûye azadiya Rêbertî û geşkirina têkoşîna azadiyê zindan tim bi berpirsyariya xwe rabûne û bi rihê 14'ê Tîrmehê û rêça berxwedanê ya zindanê tevlî têkoşînê bûne. Di daxuyaniya xwe de ya ji bo pêngava Dem Dema Azadiyê ye, li gel ku me bang li zindana kir ji, hevrêyê me yên li zindanan bi grêvên birçîbûnê di pêngavê de aktîf bûne, ji bo pêngav bibe rojev bi roleke girîng rabûne û peywirên xwe bi cih anîne.

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DÎWARÊ TIRSÊ HILWEŞANDIN

Pêngava me ya ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re, Dema Azadiyê ye'' li gel êrîşên giran ên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiriye ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bibe rojev û domdar bibe. Li gel êrîşên li ser jin, ciwan, HDP'ê û hêzên demokrasiyê, têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, ji berxwedana li her qadê ya têkoşîna me ya azadiyê sûd wergirtine, dîwarê tirsê yê desthilata AKP-MHP'ê heta bi asteke girîng hilweşandine.

Pêngava ''Dema Azadiyê ye'' li Bakurê Kurdistanê, di demeke wiha de ku pêla Covîd-19'ê pir zêde bû, 8'ê Adarê jinan, Newrozê di serî de jin, tevahiya gelê Kurd bi helwesta ku nîşan dayî bersiv dane pêngavê û tevlê bûne. 8'ê Adarê û Newrozê, biryardariya jinan, ciwanan û gelê Kurd ku Rêbertî azad bikin û li her devera Kurdistanê dagirkeriyê bidawî bikin bi rengekî pir xurt nîşan daye. Daye ber çavan ku êrîşên faşîzmê yên bi armanca ku gel çavtirsandî bike bi ser nektiye, berevajî, zext û êrîşkarî li nav gel bûye sedema teqîna hêrsê û hêzeke mezin a azadiyê daniye holê.

Di serî de kuştina Denîz Poyraz, li dijî êrîş û zextên AKP-MHP'ê geşbûna têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê û demokrasiyê, nişanî hemû Tirkiyê û cîhanê daye ku dawiya desthilata AKP-MHP'ê nêz bûye. Li nav civaka Tirkiyê fikra ku desthilata AKP-MHP'ê qels bûye û dawiya wê hatiye çêbûye, vê jî kiriye ku têkoşîna li dijî desthilatê lez bike. Vê rewşê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn û cîhanê rastiyeke civakî û siyasî ya wiha aniye ku bala xwe bidin ser piştî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê. Pêngava 'Dema azadiyê'' ji bo ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê were vê rewşê bi roleke diyarker rabûye.

KEDEKE GIRÎNG A GELÊN ROJAVA, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI PÊNGAVÊ DE HEYE

Di serketina pêngava 'Dema azadiyê'' de kedeke girîng a gelên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê heye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi fikra, ji bo ku Kurd û tevahiya Rojhhilata Navîn bibin xwedî jiyana azad û demokratîk diyarker e ku hişmendiya faşîst a qirker a li Tirkiyê were hilweşandin, tim li ser piyan maye, ji bo ku pêngava 'Dema azadiyê ye'' serkeftî be hemû hêza xwe daniye holê. Têkoşîna bi fikra bidawîkirina dagirkeriyê, çareserkirin û mîsogerkirina pirsa Kurd a li her deverê û demokratîkbûna Rojhilata navîn demokratîkbûna Tirkiyê ye û bi çareseriya pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê wê pêk bê, di geşbûna pêngavê de bi roleke girîng rabûye. Ev helwesta wan rêxstinî û têkoşîna gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîş û dagirkeriyê xurt kiriye.

EWROPAYÊ JI BO DOMANDINA PÊNGAVÊ ROLA XWE YA PÊŞENGTIYÊ LÎST

Gelê me yê li Ewropayê ya ku yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê temsîl dike, di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de rola xwe ya pêşengtiyê lîst. Ligel ku astengiyên ji ber şewba Covîd-19’ê jî hêzeke xurt dane pêngava azadiyê. Ji bo ku azadiya Rêbertî li hemû dinyayê xwedî lê were derketin û bibe rojev, wan roleke girîng lîstine, ji bo teşhîrkirina rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, ji bo ku gel û hêzên demokrasiyê li hemberî vê desthilatdariyê helwesta xwe zelal bikin û têbikoşin, wan rola xwe bi cih anîne. Gelê me yê li Ewropayê bi dehan sal in ji bo parastina hebûna gelê Kurd, pêkanîna azadiyê û azadiya Rêbertî di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de qet nesekinîne, di nav vê têkoşînê de cihê xwe stendine. Gelê me yê li Ewropayê nîşan daye ku ew dengê herî xurt û piştevanê herî xurt ê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê ne.

GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LIGEL HEMÛ ASTENGIYAN HÊZ DAN PÊNGAVÊ

Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Dawî li dagirkeriyê bîne û dem dema azadiyê ye’ tevlî pêngava azadiyê bûye. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê di her firsendê de diyar kiriye ku ew li dijî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê û li dijî bargehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ne. Ew dizanin ku dewleta Tirk ji xwe re kiriye hedef ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û gelê me yê Başûr bi ruhê yekîtiya neteweyî  di şexsê AKP û MHP’ê de li dijî mêtingeriya qirker her dem têkoşiyaye. Dema ku helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan daye û di têkoşîna parastina Kurdistanê de her dem astengî derketiye pêşberî wê. PDK wekî ku dewleta Tirk ji bo Kurdistanê ne xetere ye, wekî ku mirov dikare bi kesên xwedî feraseta mêtinger û qirker re be, têkoşîna gelê Başûr a li hemberî dagirkeriyê asteng kiriye. Çi çalakiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wekî li dijî wê ye, êrişî çalakiyan kiriye. Li dinyayê hemû hêzên siyasî û gel, AKP’ê wekî dijminê demokrasî û Kurdan dibîne, lê vê helwesta PDK’ê xizmet ji êrişên dagirker ên li dijî gelê Kurd kiriye, bûye alîkar ku rûyê rastîn ê mêtingeriyê were veşartin. Gelê Başûrê Kurdistanê, jin di serî de ligel ku li ser wan zext û astengî heye, di her firsendê de helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dane, hêz dane pêngava dem dema azadiyê ye.

Gelê Mexmûr û Şengalê jî wekî gelekî ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê herî zêde êrişî wan kiriye, her dem piştgirî dane pêngava dem dema azadiyê ye, li hemberî êrişan têkoşîna xwe domandine û ketine nav helwesteke ku ji gelê Kurd re bibe mînak. Grevên birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrîo'yê jî bûne çalakiyên herî girîng ên ku pêngava dem dema azadiyê xurt kiriye.

GELÊ ROJHILAT DI PÊNGAVÊ DE CIHÊ XWE STEND

Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê jî bi şîara ‘Dawî li darvekirinan bîne, dema demokrasiyê ye’ di vê pêngavê de cihê xwe stendiye. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bi fikra ku dizane dewleta Tirk di dijminatiya li hemberî Kurdan de pêşeng e, têkoşîna li hemberî dewleta Tirk wekî têkoşîna azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dîtiye. Dewleta Tirk di her firsendê de diyar dike ku ew li dijî têkoşîna azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Di demeke nêz de li hemberî hêzên leşkerî û siyasî yên têkoşîna azadiyê ya gelê Rojhilat dimeşîne, êrişên xwe zêdetir kiriye.

GERÎLA BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ PÊNGAVÊ BÛ

Bêguman gerîla wekî pêngavên din, bi hemû hêza xwe tevlî vê pêngavê bûye. Li hemberî her cure êrişên giran ên dijminên mêtinger û qirker, bi rengekî fedayî li ber xwe daye, cesareteke mezin daye têkoşerên li dijî faşîzma AKP û MHP’ê têdikoşin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê di 10’ê Sibatê de hewl dabû bi êrişa li dijî Garê re derbên giran li gerîla bixe, tevî dîlên şer ji xwe re serfiraziyekê îlan bike, li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êrişeke pelçiqandinê pêk bîne. Ji bo derban li gerîla bixe, çekên kîmyewî jî tê de, her cure çek bi kar aniye, bi helîkopteran xwe bera qadên gerîlayan daye, lê di şevekê de ji nişka ve reviyaye. Dema ku dixwest gerîlayan îmha bike û dîlan rizgar bike, tevî gerîlayên şehîd bûne hemû dîlên şer kuştine, ne bi tenê li dijî gelê Kurd û mirovayetiyê li hemberî gelên Tirkiyeyê jî sûc kirine.

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê îro ji bo pêşiya vê têkçûn û hilweşandinê bigire, di 23’ê Nîsana 2021’an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirker daye destpêkirin. Faşîzma AKP û MHP’ê ligel ku PDK’ê dora qadên gerîlayan girt, xwest di navbera hêzên gerîlayan de têkiliyê qut bike û pêşiya kişandina her cure lojîstîkê bigire, li berxwedana gerîlayan a çar meh û nîvan ketiye, di warê leşkerî û siyasî de têk çûne.

Li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrişên dagirker ên ji bo ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li ser pêyan bimîne, berxwedana gerîlayan a fedaî armancên siyasî yên faşîzma AKP û MHP’ê daye sekinandin, piştgiriyeke herî xurt daye pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’. Em hemû şervanên azadiyê yên li dijî desthilatdariya faşîst a qirker û mêtinger şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

JI BO AZADIYA RÊBER APO GEŞEDANÊN MEZIN PÊK HAT

Pêngava dem dema azadiyê ya salekê derxistiye holê ku, ev pêngav di dema xwe de hatiye destpêkirin, ji bo pêşîlêgirtina desthilatdariya AKP û MHP’ê roleke mezin lîstiye. Heke pêngaveke wisa nehata destpêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê me berê hêza têkoşînê ya gelê Kurd û ya hêzên demokrasiyê nedaya desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, vê desthilatdariya faşîst nedaya sekinan, wê îro ev encamên erênî derneketa holê. Dibe ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê îro xurttir bûye. Me yê ne yekîtiya gelê Kurd û ne jî têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê û ya gelan bianiya vê astê.  Bi pêngava dem dema azadiyê re, pêşiya rewşên neyînî hate girtin, hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, azadiya Rêber Apo jî nêziktir bûye. Îradeya gelê Kurd xurttir bûy, li her çar parçeyên Kurdistanê ketine nav têkoşîneke xurt, ev tişt jî diyar dike ku wê dagirkerî piştî demeke kurt bi dawî bibe.

Pêngava me di salekê de desthilatdariya AKP û MHP’ê hejand, qels kir û anî asta hilweşandinê, lê ew nehate hilweşandin. Tecrîda li ser Îmraliyê hate qelskirin, hate asteke bêbingeh û bêwate, ji bo azadiya Rêber Apo geşedanên girîng pêk hatin. Lê tecrîda li ser Rêber Apo hê jî didome. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker û mêtinger, helwest û têkoşîna gel bi vê pêngavê derketiye holê. Lê dagirkerî û êriş hê jî didomin.

BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ ENCAM TÊ STANDIN

Gelê Kurd û dostên wan, hêzên demokrasiyê jî dîtine ku encex bi hêza rêxistinî û têkoşînê encam tê standin. Pêngava salekê nîşan daye, heke têkoşîn hinekî dî bihata geşkirin wê bigihaşta hemû hedefên xwe. Ji vî alî ve di têkoşînê de kêmasî hê jî hene. Derdorên civakî û siyasî yên li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dikarîbûn werin tevgerandin. Paradîgmaya Rêbertî xwedî wê hêzê ye ku ji ya îro zêdetir encaman derxîne. Lê rastiyek e ku me bandor û geşedaneke hevtayê vê yê neafirandiye. Ji hêla îdeolojîk û siyasî ve, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi qasî ku di ti demên dîrokê nebûne, li ser zemîna mafdar û meşrû, xwedî wê derfetê ne ku bi her rengî bi ser bikevin. Dijminên Kurd û demokrasiyê yên qirker û mêtinger jî di nav krîz û zaboqekê de serdema xwe ya herî qels dijîn. Ev rastî xweş were dîtin, di sala duyan a pêngavê de bi baweriya serkeftina mezin bi rêxistiniyê, heke hemû hêzên dijî faşîzma AKP-MHP'ê mirov têxe nav têkoşînê, diyar e ku destkeftiya herî mezin a dîrokê wê bi dest were.

Di sala duyan de jî ya pêngava me de hedefa me ya sereke ew e ku faşîzma AKP-MHP were hilweşandin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo were bicihanîn û li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkerî were bidawîkirin. Bi hilweşandina desthilata AKP-MHP'ê wê ne ku tenê Tirkiyê demokratîk bibe û bike ku pirsa Kurd çareser bibe, her wiha wê Rojhilata Navîn jî demokratîk bike. Ji vî alî ve, hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê li ber gelê Kurd û hêzên demokrasiyê fersend û peywireke dîrokî ye.

Li Kurdistan, Tirkiyê û hemû Rojhilata Navîn ya ku wê pirsên ku çareser nabin û dibin zaboq çareser bike, pergala dmeokratîk a alternatîf biafirîne, Kurd in ku li ser xeta Rêber Apo têdikoşin û her wiha ew gel û hêz in ku bi Kurdan te tifaq danîne. Ji vî alî ve em bang li gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bang li gelên xwîşk û bira, hêzên demokrasiyê dikin ku bi pêşengiya jin û ciwanan di sala duyan a pêngava 'dema azadiyê ye'' de, zêdetir bibin yek, li ser vê bingehê têkoşînê geş bikin, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin, Kurdistana azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirinînin.”