KCK: Ew ê hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin!

KCK’ê ji bo Haydar Işık peyameke sersaxiyê weşand û got “Gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin!”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Haydar Işik ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin.

“Em bi xemgînî pê hesiyane ku nivîskarê Kurd ê hêja û hevalê me yê têkoşîna azadiyê rehmet kiriye. Em ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ew zarokekî Dêrsimê bû, wî qirkirina Dêrsimê di dil, mejî û hemû şaneyê xwe de hîs dikir, heta kêlîka dawîn a jiyana xwe jî hêrsa wî ya li hemberî vê qirkirinê kêm nebûbû. Wî cangoriyên qirkirina Dêrsimê ji bîr nekir û neda jibîrkirin. Ew li gorî gotina ‘Jibîrkirin îxanet e’ tevgeriya û her dem li ser qirkirin û polîtîkayên qirkirina Dêrsimê nivîsand. Daxwaza wî ya herî mezin ev bû ku gelê Dêrsimê û nifşê nû yê Dêrsimê vê qirkirinê ji bîr nekin. Dixwest ciwanên Dêrsimê di serî de hemû gelên Dêrsimê di nav têkoşîna Kurdistana Azad û Dêrsima Xweser cih bigirin. Bi romana ‘Memik Axayê Dêrsimî’ wî hewl da şehîdên qirkirinê û kesên zilm dîtine tu carî neyên jibîrkirin.

Wî temenê xwe da têkoşîna azadiya gelê Kurd. Li ser esasê paradîgmaya nû ya Rêber Apo ew jî delegeyê Kongra-Gel a di sala 2003’an de bû. Ev tevlî vê kongreyê bû û di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de berpirsyarî stend. Hemû hevrêyên wî yên di nav KONGRA-GEL de ji Haydar Işik hez kirin. Ketin bin bandora hestên wî yên xurt ên welatparêz.

Ji ber nexweşiyê Haydar Işik nedikarî bi awayekî çalak tevlî nav têkoşînê bibe lê wî bi hest û hebûna xwe piştgirî dida têkoşînê. Ji bo wî wateya jiyanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû.

Gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û ji hesreta wî re bibin bersiv. Bila ruhê wî şad be.”