KCK: Ethem Xemgîn li dijî mêtingeriyê gelekî hewl da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn peyameke sersaxiyê weşand û got, "Gelê me wê keda Xemgîn ji bîr neke."

Peymana Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Me bihîst ku nivîskarê dîroknas, welatparêzê hêja Ethem Xemgîn çûye ser dilovaniya xwe û em gelekî pê êşiyan. Bila serê malbatê, heval û dostên wî û gelê Kurdistanê sax be. Bi karê xwe yê li ser dîroka Kurdan, Elewîtî û Êzidiyatiyê, kedeke mezin a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê. Karê dîrokî ku wî bi hişmendiya xurt a welatparêziyê kir, di nava gelê me de rê li ber pêşketina hişmendiya dîrokê vekir û daxwaza azadiyê mezintir kir.

Mêtingerên qirker herî zêde dîrokê çewt nîşan didin. Beriya her tiştî bi berevajîkirina rastiyên dîrokê hîmê asîmîlasyon û qirkirinê datînin. Lewma dîroka Kurdan her tim ji aliyê hinekê din ve hatiye nivîsandin; ya jî ev dîrok nehatiye ronîkirin û nirxandin li ser nehatiye kirin. Ethem Xemgîn ji bo van hewldanên mêtingerên qirker ên ji bo berevajîkirina dîrokê ji holê rake û rastiyan eşkere bike, gelekî hewl da. Ji bo mirovên ji niha û pê ve li ser dîrokê lêkolînê bikin, materyalên girîng hiştiye. Ji ber vê yekê, dîroknas jî gelê me jî wê vê kedê ji bîr nekin. Berpirsyariya dîroknasên Kurd e ku ked, hewldan û rastiyên ku Ethem Xemgîn û dîroknasên din derxistine holê, xurt û berfireh bikin.

Nivîskarê dîroknas Ethem Xemgîn bi welatparêziyeke xurt têkiliyeke dostane bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re danî û ev dostaniya xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe dewam kir. Ji ber vê yekê, em bang li gelê Kurd û hemû dostan dikin, ku li gorî ked, hewldan û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re, xwedî li Ethem Xemgîn derkevin û di vê astê de wî oxir bikin."