KCK'ê têkildarî kîmyasalê bang li OPCW û MSF'ê kir

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê li ser bandora gaz û çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, agahî da û bi taybetî OPCW û MSF vexwend qadê.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Doktorên Sînornenas (MSF), Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan kir.

Komîteyê, ji bo lêkolînkirina gazên bi jehr û çekên bi kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve têne bikaranîn bang kir û ragihand ku ew amade ne ji bo vê lêkolînkirinê bi her awayî alîkariyê bikin.

Daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê wiha ye: Rêberê me 23 sal in di nava tecrîdeke giran de li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dîl tê girtin. Rêberê me ku ji mafên xwe yên hiqûqî hemûyan bêpar hatiye hiştin, bi polîtîkayên tecrîdê yên ku cihê xwe di nava hiqûq û exlaqê de nîne, tê ragirtin û mafê hilmstandinê jî jê tê standin. Salên dûr û dirêj e ku em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê me agahiya me nîne û di vê mijarê de jî em gelekî bi fikar in. Divê ji aliyê her kesî ve were zanîn ku di nava şert û mercên welê giran de pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dikarin rû bidin û divê kontrolên tenduristiyê bi rêk û pêk bêne kirin. Lê belê heta niha derfeteke bi vî rengî pêşkêşî Rêberê me nehate kirin. Di vê mijarê de ti saziyên berpirsyar bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn; hîn jî xwe bêdeng dikin. Di vê mijarê de pêwîste tavilê derfet bêne avakirin, saz û kesayetên pêwendîdar jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Mirovekî normal nikare salekê jî di nava van şert û mercan de îdare bike, lê belê Rêberê me 23 sal in li ber xwe dide. Ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo gelên cîhanê hemûyan û tevahiya mirovahiyê dibe hêvî, paşerojeke azad pêşkêşî her kesî dike. Hêzên sîstema kapîtalîst ku li pêşberî sîstema modernîteya demokratîk a xwe dispêre paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêberê me ketine nava tirsê, tecrîdê girantir dikin. Tecrîdê li ser Rêberê me girantir dikin û bi vî rengî li nava gelan belav dikin, bi taybetî jî li Kurdistanê û li zindanan bi rengekî şênber bi polîtîkayên qirkirinê vê yekê li pêş çavên tevahiya cîhanê dimeşînin.

BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ KIRYARÊN QIRKER

Tevî ku kiryarên qirker bi vî rengî eşkere têne kirin jî cîhan bi bêdengî lê temaşe dike. Êşkenceya ku li girtiyên nexweş tê kirin, binpêkirina mafên mirovan, bikaranîna her cûre çekên qedexekirî li ser gelê Kurd tenê çend ji van mînakan e. Beriya niha jî gelek caran çekên kîmyewî li ser gelê Kurd hatibûn bikaranîn û bandora wê li Helebçeyê hîn jî dewam dike. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk a qirker salên dawî li dijî gelê Kurd bi kar tîne, nayên dîtin û têne rewakirin.

ÊDÎ PÊWÎSTÎ BI VEŞARTINÊ JÎ NABÎNIN

Dewleta Tirk a qirker salên dûr û dirêj e ku li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Ev yek heta niha bi rengekî veşartî dikir. Van 6 mehên dawî li çiyayên Kurdistanê şerekî giran diqewime û hêzên dagirker ên dewleta Tirk derbên giran ji gerîla dixwin. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku li gel derfetên xwe yên teknîkî jî li pêşberî hêzên me yên gerîla bêçare mane, giranî dane ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr. Beriya niha gelek caran bi belgeyan hate ispatkirin ku li Rojava çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên dewleta Tirk li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê jî çekên kîmyewî û gazên bi jehr gelek caran bi kar anî û ev yek hate ispatkirin. Dewleta Tirk a qirker êdî nikare çekên kîmyewî yên bi kar tîne veşêre û hêzên NATO û PDK jî nikarin veşêrin ku piştevanê herî mezin ê dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê jî pêwîstiyê bi veşartinê nabînin û êdî bi rengekî eşkere bi kar tîne.

BANDORA KÎMYASALA TÊ BIKARANÎN

Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên têne bikaranîn, tevî ku hilberandin, veşartin, hilgirtin û bikaranîna wê gelekî hêsan e, tespîtkirin, bandor û encamên wê bi zehmetî tê fêhmkirin. Her kes zane ku ji bo vê jî pêwîstî bi gelek amûran heye. Li pêş çavan e ku bandor û zerareke çawa dike û ji bo lêkolînkirinê daneyên têrker pêşkêşî her kesî dike.

Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tînin ew çekên kujer in ku bêhtir mirovan difetisînin, dişewitînin, bandorê li sinir dikin, xisarê li raçînkan dikin û bandora xwe ya rizandinê heye. Li cihên ku têne bikaranîn zindî û hawirdorê tune dikin. Li gel vê yekê tevlî hewa, ax, av û nebata li herêmê dibe û bandora xwe bi salan dewam dike, gefeke mezin li jiyan û tenduristiya xelkê herêmê dixwe.

LI DIJÎ XELKÊ SIVÎL JÎ TÊ BIKARANÎN

Tê zanîn ku ev çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla tê bikaranîn, her wiha li dijî xelkê me yê sivîl ê li herêmê jî têne bikaranîn. Ji ber vê yekê hîn ji niha ve pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê li mirovên me yên sivîl der bûne û hejmara van mirovan jî ne kêm e. Mirovên ku ji ber bandora van çekên kîmyewî û gazên bi jehr dixwazin biçin nexweşxaneyê ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve têne astengkirin û bi rengekî veşartî li nexweşxaneyên leşkerî têne tedawîkirin. Li gel van rastiyên têne zanîn, sûcê li dijî mirovahiyê yên hêzên dagirker ên dewleta Tirk bi israr nayê dîtin û bi bêdengiyê yan jî bi piştgiriyeke eşkere tê rewakirin.

Ev çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne ne tenê zerarê dide gerîla, di heman demê de xisarê li tevahiya cîhanê û mirovahiyê dike. Dewlet û saziyên pêwendîdar ên vê demê ji bo Konferansa Guhertina Avhewayê li hev civiyane, bi hişyariyên 'Ji bo mirovahiyê alarma sor' û 'Şensê dawî ji bo mirovahiyê' dixwazin mirovahiyê û cîhanê rizgar bikin. Eger wê zerara çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên dewleta Tirk bi kar tîne ya li ser mirovan û hawirdorê nebînin, divê zanibin ku encama dixwazin bi dest bixin û ev hewldana girîng wê bi kêrî mirovahiyê neyên û bandoreke xwe ya erênî jî nebe.

BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYA BI BIKARANÎNÊ

Bi navê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê em bi rengekî eşkere bang dikin. Bi taybetî saziyên ku xwe weke temînata paşeroja mirovahiyê dibînin, parêzvanên mafên mirovan, kesên ku jiyana xweza û heywanan diparêzin çima ewqasî bêdeng mane?

Em bang li OPCW, NY, CPT û bi taybetî jî MSF'ê dikin; Li pêşberî sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike, hûn çima bêdeng dimînin? Bêdengiya li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya hevkarî û piştgiriya bi bikaranînê re.

Banga me li OPCW û MSF'ê ye; Tavilê bi rola xwe rabin û çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk li qadên gerîla bi kar tînin lêkolîn bikin û pêşî lê bigirin. Em amade ne ku di vê mijarê de bi her awayî piştgiriyê bidin."