KCK’ê ji bo Cejna Qurbanê peyam weşand

KCK: Di têkoşîna li hemberî zaliman de bawerî, cesaret, israr û yekîtî her dem bi ser ketiye.  Di vê cejnê de tişta herî bi xêr ev e ku em yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst em têbikoşin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê derbarê Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz kir.

Di daxuyaniya  Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Em Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz dikin. Em bawer dikin ku li hemberî zalim û minafiqan û li hemberî dijminên edalet û aştiyê wê ev cejn bibe wesîleya geşkirina têkoşînê.

Li ser axa Misilmanan zilmeke mezin heye. Ev zilm bi destê rêveberên dewletên minafiq û çeteyên wan tê kirin. Ev zilm dijminatiya ummetê dike. Gelê Kurd di serî de li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nefreteke mezin êrîşê dike. Erdogan û Bahçelî seroktiya vê zalimtiyê dikin.

Dewleta Tirk li hemberî Misilmanan ji xaçparêz û dagirkerên Moxolan bêtir bi xetere ne. Ji Lîbyayê heta Efganistanê çi qas kesên xwînrêj û faşîst hebin têkiliya wan bi dewletê re heye. Êrîşên dewleta Tirk ên li Bab, Cerablûs û Ezazê û qirkirina Kurdên li Efrînê diyar dike ku ew ola Îslamê ji bo armancên xwe yên emperyal û qirkirinê bi kar tînin. Em gelê Ereb ên Sûriyeyê di serî de bang li hemû Misilmanan dikin ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst bila helwesta xwe xurt bikin.

DEWLETA TIRK BI TECRÎDÊ RE HEMÛ NIRXÊN DÎNÎ ÎNKAR DIKE

Tecrîda li ser Rêbertiya me, tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd. Dewleta Tirk hemû mafên dînî û mirovayetiyê înkar dike. Li hemberî tifaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî hemû çalakiyên me yên li dijî dewleta Tirk a dagirker rewa ye. Divê em ji bîr nekin ku Cejna Qurbanê li hemberî Fîrewn û Nemrûdan bûye serfiraziya Îbrahîmiyan. Di têkoşîna li hemberî zaliman de bawerî, cesaret, israr û yekîtî her dem bi ser ketiye.  Di vê cejnê de tişta herî bi xêr ev e ku em yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst em têbikoşin.

Di vê cejnê de divê mirov biçin serdana gorên şehîdan, biçin serdana rêhevalên girtî û malbatên wan. Divê mirov xêrên xwe bide sazî û dezgehên ku wê wan xêran bigihînin ber destê kesên hejar. Divê em kesên ku bi ajîtasyona dînî hatine xapandin, wan bînin ser rêya rast.

Misilmanên ji Kurdistanê di serî de em cejna hemû gelên Misilman pîroz dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke birêxistî pêk bînin. Em di şexsê rêheval Helmet de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Em careke din cejna malbatên şehîdan pîroz dikin.”