KCK’ê bang li gelê Başûr kir ku destekê bide gerîla

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bang li gelê Başûr kir ku bibe xwedî helwest û destekê bide gerîla. KCK’ê got heke gelê Başûr ranebe ser piyan dibe ku dagirkerî were berfirehkirin.

Hevseroktiya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li kûdera ku Kurd lê dijîn li dijî jiyaneke azad û demokratîk in.

Da daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li kûderê Kurd bi nasname û çanda xwe jiyaneke azad û demokratîk bi dest ve anîbe dijminatî li vê kiriye. Bi înkarkirina hebûna Kurdan hewl daye ku qira Kurdan bîne. Ne tenê dijminê jiyana azad û demokratîk a Kurdan a li bakur e. Li derveyî Tirkiyê jî naxwaze ku Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Mînaka vê ya herî berbiçav referanduma Başûr, nêzîkatiya wê ya li bara dagirkirina Kerkûkê û dagirkirina Efrînê ye. Li dijî daxwaza jiyana xweser a Êzîdiyan a li Şengalê dijimnatiyê dike. Her roj gefê li qadên jiyana azad û demokratîk a Kurdên Roava dike. Ev helwest karaktere desthilata faşîst a AKPM-MHP’ê ya bi dijminahiya Kurdan nîşan dide.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê zivistana 2015-2016’an bi êrîşa ser bajar û bajarokên herî niştimanperwer ên Kurdan, bi hilweşandin û şewitandina her deverî, bêyî ku bibêje ev zarok e, ev yixtiyar û ciwan e, bi kuştina bi sedan Kurdî xwestiye ku vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan bişkîne. Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ku fermana van êrîşan dayî, dema ku 14 gerîla bi çekên kîmyewî hatin kuştin û ev hate protestokirin, gotibû, ‘’jin be jî, zarok be jî, tişta hewce em ê bikin’’ û piranî jê zarok gelek Kurd dabû kuştin.

Şefê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê niha jî dibêje ew ê êrîşê bînin ser Şengal, Mexmûr, Qendîlê. Wezîrê Berevaniyê yê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê Nurettîn Canîklî daxuyanî daye û gotiye, ‘Niha em 25-30 km derbas bûn, em ê biçine Qendîlê û cihên dî, cihê ku em çûnê jî em ê jê dernekevin.’’ Bi rengekî vekirî gotiye wê baregehên xwe yên ku ev ji 15 salan zêdetir e li Başûrê Kurdistanê ne,  ji bo ku deverên dî dagir bikin, bi kar bînin.

BÊYÎ DESTEKA PDK’Ê Û PEJIRANDINA WÊ NIKARIN TEVGERA DAGIRKIRINÊ BIDIN DESTPÊKIRIN

KCK’ê got, ‘’Ev zelal e; hêzên leşkerî yên dewleta Tirk bêyî destek û pejirandina PDK’ê ne dikarin li ser Mexmûrê, ne li ser Şengalê û ne jî li ser Qendîlê nikarin tevgera dagirkeriyê bidin destpêkirin’’ û domand: 

‘’Di vê rewşê de desthilata faşîst a AKP-MHP’ê wiha bi zelalî çawa dikare behsa tevgera dagirker bike û bibêje devera ku ketinê ew ê nema jê derkevin. Li gel ku hêzên HPG’ê ji Şengalê derketine jî faşîzma AKP-MHP’ê çima ji behsê dikin ku ew ê êrîşê bi ser Şengalê de bibin. Diyar e ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û zextê li Iraqê bikin vê dikin rojev.

Mirov şaş namîne ku faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinger a qirker a dijminê Kurdan, politikaya wiha êrîşkar bidomînin. Di şertên Şerê Cîhanê yê 3’yan, ê Rojhilata Navîn de, li her deverê bi êrîşbirina ser Kurdan dixwazin pergala xwe ya qirker li ser piyan bihêlin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku ne xwedî vîn û hişmendiya çareseriya demokratîk e, li bara vîn û têkoşîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan ji bilî êrîşkariya wiha faşîst tiştekî ku bike nemaye. Her wiha gotinên êrîşkarî û gefên van demên dawî bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re jî têkildar in. Niha ji bilî êrîşên hewayî, ku ji berê ve hebûn, li gel ku li ser Qendîlê ti tevgereke tine ye jî, mîna ku tevgereke bejaahiyê ya li ser Qendîlê dikin propagandayê dikin û ji vê armanc ew e ku şowenîzmê rakin û wiha dengê xwe zêde bikin. Lê ji bilî politikaya şer ti palpişta ku desthilata AKP’ê li ser piyan bihêle nemaye. Ji vî alî ve, ne pêkan e ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dev ji polîtîkayên xwe şer û êrîşan biqerin.’’

BÊDENGIYA PDK’Ê NAYÊ FÊHMKIRIN

KCK’ê rexne li bêdengiya PDK’ê anî û got: ‘’Êrîşkarî û haziriyên dagirkiriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê tê fêhmkirin. Ya ku nayê fêhmkirin ew e, li gel ku dagirker karaktere xwe bi zelalî diyar dike jî bêdengiya PDK’ê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku dibêje ew ji qadên PDK’ê derbas bibe û dagirkeriyê bike, rêveberiya Başûrê Kurdistanê û PDK wê nebe xwedî helwestek? Bikaranîna qaên wan û ji baregehên van qadan tevgera dagirkeriyê û êrîşkariyê ya tê maneya ku PDK ne xwedî vînekê ye ku li dijî vê hêzê nîşan bide yan jî bi pejirandin û hevkariya PDK’ê ev daxuyanî têne dayin û van êrîşan tînin.’’

GELÊ BAŞÛR DIVÊ HEELWESTA XWE BI RENGEKÎ ZELAL NÎŞAN BIDE

Bi berdewamî hate gotin: ‘’Faşîzma AKP-MHP’ên  tenê dijminê hêzên azadiyê yên bi xeta Rêber Apo ye. Çi Kurdê ku bi ziman û çanda xwe vîna jiyana azad nîşan dide dijminatiyê li wan hemû Kurdan dike. Dewleta Tirk  ji bo ku dema xwe pêşî li avaniya federal a Başûrê Kurdistanê negirtiye vê weke şaşîtiyekê dibîne. Heke fersendek ji vê şaşiyê re çêbibe wê rwere rastkirin. Ji vê hêlê ve, dema ku hêza herî  mezin û berxwedêr a Kurdan ku were çewisandin hişkere ye ku wê were xwestin ku vîna siyasî ya hemû Kurdan were çewisandin. Dema ku ev wiha neyê dîtin ev ê were wateya xwe xapandinê.’’

Gefên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Qendîl, Mexmûr û Şengalê gefa li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî di serî de PDK û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, em bang li hemû hêzên siyasî yên Başûr dikin ku li dijî polîtîka û hişmendiya êrîşkar a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bibin xwedî helwest.
Niha li qada Bardostê hin  gir hatine dagirkirin. Qadên Parastinê yên Medyayê û Qendîl bi balafirên şer tim têne bombekirin. Di van bombekirinan de bi dehan sivîl hatine kuştin. Heke gelê Başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşan helwesteke zealal diyar neke wê were xwestin ku ev êrîşên dagirkeriyê werin berfirehkirin. Niha bi bombeyan dixwazin ku gel şûnwarê xwe berde. Ji bo ku ev pêk were jî mîna Tayyîp

Erdogan gotî, hewce bike wê jin û zarokan bikujin.
Ji bo pêşî li vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirkerwere girtin divê gelê Başûrê Kurdistanê ji jin û zarok, ciwan û yixtiyaran rabe ser piyan. Li her deverê li dijî hêzên dagirker dive rabe ser piyan. Gel li Başûrê Kurdistanê li her deverê bi têkiliya bi gerîla re, bi destek ali gerîla dikare vê êrîşkariya faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Dema ku êrîşeke dagirker bi ser Qendîlê de yan jî devereke dî de were gerîla weke her carê wê heta dawî li ber xwe bide. Wê çiya, gelî, deşt, bajar, bajarok û gundên Kurdistanê ji vê faşîzmê re bike goristan.

Em bang li hemû gelê xwe û hêzên welatparêz dikin bi gerîla re li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibin xwedî helwest, li ser bingeha têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê em bang dikin ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.’’