KCK: Divê qadên Kurdistanê û Tirkiyê veguherin ser 1'ê Gulanê

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî 1'ê Gulanê daxuyanî da û got," Kedkar, gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê divê mil bidin gelê Kurd, li dijî vê desthilatê têkoşînê geş bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bînin."

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî 1'ê Gulanê daxuyaniyeke niviskî da. KCK'ê di daxuyaniyê de got, ''1'ê Gulanê ku roja piştevanî û têkoşînê ya yekîtî û piştevaniyê ya kedkaran e, li kedkarên hemû cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdan pîroz be. 1'ê Gulanê her wiha li dijî modernîteya kapîtalîst ku dijminê ked û civakê ye, roja hildana alaya sosyalîzmê ye. Reng, dîn, ziman, zayenda xwe çi dibe bila bibe, ew roj e ku tevahiya mirovahiyê bêrîkirina xwe li cîhana azad û demokratîk berz dike. Em hemû şehîdên 1'ê Gulanê û têkoşîna kedê bi minet û hurmet bi bîr tînin, ku 1'ê Gulanê kirine ji bo hemû mirovahiyê kirine roja demokrasî, azadî û civakîparêziyê.

1'Ê GULANÊ ÇESPANDINA DOZEKE MEZIN E

1'ê Gulanê, roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê  hê di serî de bi berdêlên mezin hatiye afirandin.  Darvekirina 4 rêberên karkeran a sala 1887'an diçespîne ku 1'ê Gulanê çawa dozeke mezin e. Ji wê rojê û heta niha gelek şehîd bûne, ferman û banga wan 1'ê Gulanê di demeke ne pir dûr de kiriye hêza pêkanîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê.

1'ê Gulanê ku derbirîna hişmendî û jiyana civakî ye, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku cografyaya civakîbûnê ye, bi rengekî pir xurt tê jiyîn. Li Tirkiyê 1'ê Gulanê gelek şehîd bûne û weke rojeke ku têkoşîna mezin tê dayin her demê bi rengekî xurt hatiye pîrozkirin. 1977'an 1'ê Gulanê qetilkirina 34 kedkar û demokraran 1'ê Gulanê kiriye rojeke hê meztir a têkoşînê.

Kurd jî, weke gelê kedkar ê civakîparêziya herî sereke yê Rojhilata Navîn tevahiya dîrokê bi berfirehî jiyaye. Ji salên 1970'yî û vir ve weke civaka ku li Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê li herî pêş dide, şanaz e ku yek ji parêzvanê herî mezin ê nirxên 1'ê Gulanê ye. Kurd îro bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk di rewşeke wiha de ne ku sosyalîzmê bi rengekî herî demokratîk diparêzin û dijîn. Jixwe ji ber vê sedemê faşîzma AKP-MHP'ê, ya ku li Rojhilata Navîn nûnerê sereke yê modernîteya kapîtalîst û dijminê demokrasiyê, êrîşê dibe ser hêzên azadiyê yên gelê Kurd.

Jina ku civakîparêzî, ango civaka mirov li Rojhilata Navîn afirandî, îro di şexsê jina Kurd de, jina demokratîk a civakîparêz bûye pêşengiya jiyana azad. 8'ê Adarê û 1'ê Gulanê ku weke rojên hev temam dikin, ji bo ku hişmendiya nû ya sosyalîzmê li hemû cîhanê serwer bibe bi rola xwe ya dîrokî radibin. Ev 1'ê Gulanê ne tenê li Kurdistanê, Tirikyê û Rojhilata Navîn, ji bo jinên ku 8'ê Adarê li tevahiya cîhanê rabûne ser xwe, 1'ê Gulanê wê bibe roja ku bi rengê civakê rabin ser xwe. Êdî 1'ê Gulanê wê weke roja jinan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê were pîrozkirin. 1'ê Gulanê ya li ser xeta azadîxwaziya jinê wê bibin rojên  yekîtî û piştevaniyê ku dawiya modernîteya kapîtalîst nêz dikin.

Îro desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ya li Tirkiyê bûye pêşenga dijminatiya demokrasî û azadiyê. Bi vî rengî, li gel ku desthilata faşîst a hêzên modernîteya kapîtalîst e jî, domandina têkilî û hevkariyê ya bi desthilata faşîst a AKP-MHP'ê re xweştir tê fêhmkirin. Hem ji vê desthilatê re dîktatorî û faşîzm dibêjin û hem jî destekê didin.

'DESTHILAT DIXWWAZE COVÎD-19'Ê BIKE MERTAL, DIVÊ EV NEYÊ QEBÛLKIRIN'

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê her wiha yek ji wan desthilat e ku hêla Covîd-19'ê ya ku hişmendiya hilberandina endûstrîyalîzmê û jiyanê ya kapîtalîzmê afirandî li dijî kedkaran û gelan herî li pêş bi kar aniye.  Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku destpêkê gotî li nav wan zêde nîne, nha jî dibêje li nav wan zêde heye, Covîd-19'ê li dijî li dijî têkoşîna hêzên demokrasî û kedkaran ya li didjî vê desthilata faşîst tê bikaranîn. Herî dawî bi hinceta pêşî li nexweşiyê were girtin, bi gotina tam xwegirtinê, dixwaze pêşî lê bigire ku gel li dijî şerê wan ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd dernekevin derve û hem jî dixwaze têkoşîna hêzên demokrasiyê 1'ê Gulanê neyên cem hev û li dijî vê desthilatê tênekoşin. Divê neyê qebûlkirin ku ev desthilata ku jê berpirs e Covîd-19 ev çend berbelav bûye, ji bo ku desthilata xwe li ser piyan bihêle Covîd-19'ê ji bo xwe bike mertal. Hemû kedkdarên Tirkiyeyî li her devera Kurdistanê û Tirkiyê divê tevdîrên xwe bi cih bînin, werin cem hev û têkoşîna demokrasiyê ya yekbûyî ya gelan deynin holê. Di vê 1'ê Gulanê de yekîtî, piştevanî û têkoşîna gelan û kedkadaran divê dawiya vê dethilatê nêz bike. Hemû qadên Kurdistanê û Tirkiyê divê bibin qadên 1'ê Gulanê.

Bêyî ku Covîd wer gotin, weke DAÎŞ'iyan bêyî ku were gotin meha Remezanê ye, geşkirina têkoşînê ya hemû gelan a li dijî vê desthjilatê ku hemû derfet û ciwanan dike şer de, peywireke dîrokî û pîroz e. Li dijî vê desthilatê ku dixwaze qira Kurdan bîne û heta niha ji berbelavbûna vê nexweşiyê berpirs e, bi navê xwegirtinê li dijî wê ku pêşî li têkoşîna kedkaran, gelan û gelê Kurd bigire, helwesta têkoşînê ya hewce dive were nîşandan.

Gelê Kurd jî divê bibîna ku desthilata AKP-MHP'ê şerê qirkirina Kurdan daye destpêkirin, têkoşîna bûyinê ya gelî bide, li dijî vê desthilatê li cem gerîla bisekine.

Hemû kedkar, gel, jin, ciwna û hêzên demokrasiyê divê mil bidin gelê Kurd, li dijî vê desthilatê têkoşînê geş bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bînin.''

1'ê Gulanê em li hemû gelan pîroz dikin, em bang dikin têkoşîna afirandina welat û cîhaneke wiha dikin ku her roj lê bûne 1'ê Gulanê.''