KCK: Divê gel û raya giştî ya Kurd bi helwesteke eşkere li ber êrişên PDK'ê rabin!

KCK'ê diyar kir ku PDK bi êrişên li ser gerîla bûye hevparê konsepta dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û bang li gel û raya giştî ya Kurd kir ku bi helwesteke vekirî li ber vê yekê rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişên PDK'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Komeke gerîla ya ji 7 kesî, dema hewl dida ji qadeke gerîla derbasî qadeke din a gerîla bibe, PDK'ê li qada Xelîfanê kemîn danî ber û êriş bir ser vê komê. Beriya niha kemîn danîbû ber komeke gerîla ya ji 3 kesî û êriş biribû ser wan. Hîn jî li ser aqûbeta van 3 gerîlayan daxuyaniyek nedaye. HPG'ê ragihand ku 7 gerîlayên li Xelîfanê êriş li wan hate kirin, şehîd bûne. Her wiha li Metînayê 7 berxwedêrên Zendûrayê ji aliyê hêzên dagirker ên ku sûd ji dorpêçiya PDK'ê wergirtin, hatin qetilkirin. PDK bi vê helwesta xwe bi rengekî eşkere xwe daye aliyê dewleta Tirk û li dijî gerîla ketiye nava şer.

PDK'ê bersiv da daxuyaniya HPG'ê û bi gotina 'Çi karê gerîla li Xelîfanê heye' berpirsyariya vê êrişê daye ser milê xwe. PDK ji bihara 2020'î û vir ve hewl dide qadên gerîla dorpêç bike. Hewl dide rêyan hemûyan bigire, bi vî rengî nehêle ku gerîla ji qadekê derbasî qadeke din bibe û liv û tevgera gerîla teng bike.

PDK'ê bi gotina 'Çi karê gerîla li qada Xelîfanê heye' mikurhatina wê yekê ye ku dorê li hêzên gerîla digire û ji bo têkiliyê navbera gerîla bibire, gavê diavêje. Ji xwe kemîna ku beriya niha danîbû pêşiya 3 gerîlayan, her wiha kemîna ku li heman qadê danî pêşiya 7 gerîlayan, encamên vê dorpêçkirinê ye.

Bi gotina 'Çi karê gerîla li Xelîfanê neye' dixwaze êrişên li dijî gerîla rewa bike. Ji vê yekê tê fêhmkirin ku wê ji niha û pê ve jî hewl bide qadên gerîla dorpêç bike, kemînan deyne pêşiya gerîla û bi vî rengî piştgiriyê bide êrişên dewleta Tirk ên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd.

PDK BÛYE HEVPARÊ KONSEPTA TASFIYEKIRINA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD

HPG'ê di daxuyaniya xwe de bi taybetî destnîşan kir ku ew heta niha xwe ji şerekî gengaz ê PDK li ser wan ferz dike, vedigire. HPG'ê diyar kir, ku gerîla bi xwevegirtina ji şer, armanca PDK'ê ya derxistina şer pûç kir, lewma vê carê PDK bi rengekî yekalî dest bi êrişê kir. HPG'ê bi gotina 'Em vê helwesta PDK'ê ji wijdan û edaleta gelê Kurd re dihêlin' bang li raya giştî û gelê Kurd kir ku li dijî vê helwestê bikeve nava liv û tevgerê.

Gerîla çar meh û nîv e li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ji bo tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide. Dewleta Tirk li herêmên ku xwe gihandiyê, asê maye. Dewleta Tirk a qirker mêtinger ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo xwe ji vê çiravê rizgar bike êrişî herêmên Şengal, Mexmûr, Pencewîn, Şehrazor û Rojava dike. Di encama van êrişan de bi dehan Kurd hatin qetilkirin û gelek birîndar bûn.

Di demekê de ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişên dagirkeriyê dewam dike û êrişî her devera Kurdistanê dike, hewldanên dorpêçkirin û êrişên PDK'ê yên li ser gerîla zêde bûne. Ev êriş bi rengekî eşkere, destê dewleta Tirk sivik dike, bêhnê tîne ber û ji êrişên dagirkeriyê re dibe alîkar. Ev yek hevkariya li konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

DEWLETA TIRK BI CESARETA JI HELWESTA PDK'Ê WERDIGIRE, ÊRIŞ DIKE

Dewleta Tirk ji vê helwesta PDK'ê cesaretê werdigire û êrişî Şengalê, Pencewîn, Mexmûr û Rojava dike. Êrişên PDK'ê ji bo xwe weke bingehek rewatiyê û zêdekirina êrişan dibîne. Ji xwe rayedarên dewleta Tirk bi awayekî vekirî ragihandin ku êrişên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê bi rengekî koordîneyî dikin. Têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re û êrişên hevpar ên li dijî PKK'ê ku di vê çarçoveyê de dikin, êdî zerarê dide destketî û têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, zerarê dide gelê Kurd. Ev polîtîkayên PDK'ê encamên welê bi xwe re tîne ku Kurdan hemûyan lawaz dike; eger ev polîtîka bê dewamkirin wê hîn bêhtir zerarê bide û qels bike.

Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanin ku şerekî li dijî PDK'ê wê zerarên gelekî mezin bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û paşerojê, lewma bi hesasiyeteke mezin xwe ji rewşeke bi vî rengî vedigirin. Xuya ye PDK vê nêzîkatiya me ya berpirsyarane weke lawaziyekê dibîne û bi ser gerîla ve diçe. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, di vê pêvajoya têkoşînê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû têne danîn, mîna di sedsala 20'î de bû, wê metirsî zêde bibin ku Kurd nikaribin bi xurtî cihê xwe di nava hevsengiyan de bigire. Ji xwe dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo di pêvajoyeke wiha siyasî de Kurd xurt nebin û statuyeke mayinde bi dest nexin, li her derê êriş dike. Polîtîka û têkiliyên xwe yên dîplomatîk hemûyan ji bo pêşîgirtina li xurtbûna Kurdan bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe ya qirkirina Kurdan a di sedsala 20'î de danîbû ber xwe.

BANGA LI REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN

Gelê Kurd û raya giştî divê li hemberî vê rewşê ku yekser hebûn, paşeroj û jiyana azad û demokratîk a Kurdan eleqedar dike, bi rengekî eşkere helwesta xwe nîşan bide. Eger bi gotina 'Rêxistineke Kurd e, li qadekê serweriya xwe ya siyasî heye' li dijî polîtîkayên PDK'ê helwest neyê nîşandan, dibe ku rewşeke welê rû bide ku piştre jê poşman bibin. Li dijî têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re, li hemberî nêzîkatiyên PDK'ê yên dijminatiya li PKK'ê û li dijî êrişên li ser gerîla divê partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê helwesta welatparêziyê nîşan bidin. Ev rewşa ku wê bibe sedema lawazbûna hêza siyasî ya Kurdan, wê li çar parçeyên Kurdistanê hêzên siyasî jî qels bike.

Li hemberî helwesta PDK'ê ku bi êrişa li ser gerîla piştgiriyê dide êrişên tasfiyekirina PKK'ê yên dewleta Tirk ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, wezîfe û berpirsyariya dîrokî ya gelê Kurd, rewşenbîr û hunermendên xwedî wijdan e ku bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li vê rewşê bigirin ku zerareke mezin dide paşeroj û hebûna Kurdan.

Divê gelê Kurd û raya giştî zanibe; PDK bi polîtîkayên xwe, bi dorpêçkirina qadên gerîla û bi êrişên xwe, şer ferz dike û bingehê ji vê yekê re amade dike. Li ser tevgera me teslîmiyetê ferz dike, her wiha ferz dike ku dest ji têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker berde. Tevî ku tevgera me ya azadiyê û hêzên me yên gerîla bi sebir û bi berpirsyarî tevdigerin jî, PDK dest ji vê polîtîka û helwesta xwe bernade. Ji ber vê yekê divê êdî rastî bi her awayî bêne dîtin.

Gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend û hêzên siyasî yên Kurd, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê û rastiya naskirina dijminê Kurdan ku di nava têkoşîna sed salî ya gelê Kurd de bûne xwedî vê hişmendiyê, em di wê baweriyê de ne ku ê pêşî li van polîtîka û helwestan bigirin ku paşeroj û hebûna gelê Kurd dixe nava metirsiyê."