KCK: Di sala 24'an de em komploya navnetewî pûç bikin

KCK'ê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd ku ketî sala 24'an şermezar kir, bang li gelê Kurd, dostên gele Kurd kir ji bo bibe xwedî şertên tendiristiyê, ewlehî û şertên azadiyê xwedî li Ocalan derkevin û hesab ji hêzên komploger bipirsin.

KCK'ê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir,  berxwedana gelê Kurd ê welatparêz û dostên Kurdan ya li bara komployê û asta xwedîderketina li Abdullah Ocalan slav kir.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê têkilî sala 24'an a komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oaclan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hikûmeta faşîst a Erdogan li ser hîmê dijminatiya li Kurdan komplo nûjen kiriye û hate gotin, ''Ji bo rakirina tecrîda mitleq a li ser Kurdan, ji bo pûçkirina planên şerê giştî yên nû û taloke yên hêzên komploger û li ser vî hîmî, ji bo têkbirina komployê di sala bîst û çaran de, em bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikin heta ku encam were standin têkoşînê hildin asta herî jor.''

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê wiha ye:

''Em komploya navnetewî ya ku bi rengekî korsanî Rêbertiya me revandin û teslîmî dewleta Tirk a mêtinger kirîn, di sala 24'an de bi hêrs û kîna xwe ya mezin şermezar dikin. Em Rêber Apo ku li dijî komplo û şertên esaretê bi bexwedaniya mezin û têkoşînê bersiv dayî slav dikin. Em Şehîdên xwe yên leheng ku bi dirûşma, ''Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin'' ku li dijî komployê li dora Rêbertî xwe li dora hev girtin û bûne xelek, di şexsê hevrêyên me Halît Oral û Viyan Caf de careke dî slav dikin, em soz didin ku pêgirê bîranînên wan bin. Em berxwedana 23 salan a domdar a gelê me yê leheng û welatparêz û dostên me yê li bara komployê û asta xwedîderketina li Rêber Apo slav dikin.

ARMANCA XWE EW BÛ KU KUD BI RENGÊ CIVAKEKE AZAD NEKEVIN SEDSALA 21'Ê

Hêzên komploger ên bi pêşengiya DYE'yê, dema ku xwe hazir dikirin bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin têkevin sedsala 21'ê,  Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê tê rêveberirin li ber hesabên xwe yên kapîtalîst û emperyalîst weke talokeya herî mezin dîtin. 'Kurdê Azad', 'Mirovê Azad', ''Civaka Demokratîk û Azad' ku Rêber Apo hewl dida bi ked û hewldaneke mezin biafirîne, li ber projeya kapîtalîst a mezin a Rojhilat Navîn weke astenga herî mezin dîtin. Komploya navnetewî ku bi derxistina Rêber Apo a ji Sûriyê kirin dewrê,  pê xwestin ku gefa herî mezin a li ber berjewendiyên xwe yên kapîtalîst û emperyal, astenga herî mezin ji holê rakin û bêkarîger bikin. Hedefa herî mezin a komployê ew bû ku nehêlin Kurd bi rengê civaka azad, xwedî vîn, xwedî nasnameya netewî bikevin sedsala 21'an û bi vî rengî qada Rojhilat aNavîn li ser hGîmê berjewendiyên xwe yên mêtinger ji nû ve dîzayn bikin. Ji ber vê jî di şexsê Rêber Apo de, gelê Kurd, Tevger û destkeftiyên demokratîk ên netewî yên ku hatine afirandin, bi çarçoweya hevkariyeke mezin a navnetewî kirin bin esaretê.

GELÊ ME HÊSÎRTIYA RÊBERTÎ WEKE HÊSÎRTIYA XWE DÎT

Rêbertiya me bi hîmê ku plan û projeyên hêzên komploger ên li ser Kurdan û Rojhilat Navîn pûç bike, bersiva da vê komploya mezin. Hem Rêbertiya me û hem jî gelê Kurd û Tevgera wê bi rengê berxwedaniya mezin mû nûjenbûnê bersiv da kompoloyê.  Xeleka berxwedanê ya gelê me û Şehîdên me yên Leheng ên ku li dora Rêbertî ava kirin, bûe xeleke sereke ya pûçkirina komployê. Ji ber ku Rêbertiya me ji bo xwe weke pevgihîna giştî ya nirxên ku hatî afirandin dît. Dît ku ya ku di şexsê Rêbertî de tê vederkirina, tê xwestin ku li Girtîgeha Giravê ya  Yekkesî de were mehkûmkirin bi esasî 'Kurdatiya azad' e, ango ew bi xwe ye. Ji ber vê jî hêsîrbûna Rêbertî weke hêsîrtiya xwe dît. Gelê me girêdana vê dozê ya bi trajediya dîrokê xwe re dît û bi zanîna ku rizgarî bi xirakirina vê trajediyê ye, xwedî li berxwedana fîrokî ya Imraliyê derket.

BI ŞOREŞA ZÊHNÎ YA MEZIN BERSIV DA KOPLOYÊ

Helwesta Rêbetiya me ya li bara vê komploya mezin û vê lîstika emperyalîst, li ser hîmê xirakirina vê qedra trajîk a li ser Kurdan hatî diyarkirin, berxwedaniya mezin bû.  Li ser mijara xirakirina qedera qirkirinê ku weke qedera vê sedsala dawî ya Kurd hatibû diyarkirin, hemû biryardariya xwe danî holê. Li bin hemû şertên sotîner ên esaretê, bi şoreşeke mezin a zêhnî bersiv da komployê. Bi rengê Rêberê Gel ê Şoreşger dema wê hat bi rengê feylezofekî, dema wê hat weke zanyarê siyasetê, weke dîrokzanekî,  bi wê hewldanê rabû ku qedera trajîk a ku gelê wî tê mehkûmî vê kirine biguherîne, ji hêla raman û zêhnî ve û hem jî ji hêla fizîkî ve li ber xwe da. Fikir û ramanên herî pêşverû ên serdemê di şexsê gelê Kurd de, li ber hemû gelan, jinan û derdorên çewisandî danî. Bi têgîn û teoriyên ku geş kirî, paradîgmaya jiyana nû ya azad û demokratîk derxiste holê. Bi Tezên Jiyana Azad û Civaka Azad a Kurd hazir kirî, bi parastina herî mezin bersiv da komploya herî mezin a serdemê. Parastina Şaristaniya Demokratîk, di serî bi navê Kurdan û jinan, bi navê hemû çewisandiyan bû bersiva herî xurt. Wiha, bi navê Mirovê Azad, bû parastineke bi wesfê ku bi nvaê Civaka Demokratîk hatî kirin.  Rêber Apo, di bin şertê esaretê yên Imraliyê de, paradîgmaya civaka demokartîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê,  bi rengê ku di sedsala 21'ê de têra guherandina qedera hemû çewisandiyan bike, weke paraîmga û bernameya jiyan û têkoşîneke nû danî holê. Jê re Modernîteya Demokratîk got.

RAMANÊN WÎ VEDIGUHERIN TEVGERA HÊVIYÊ

Ji van hemû aliyan ve pêvajoya esaretê ya 23'an a Imraliyê, weke ku hêzên komploger armanc dikirin neçû, berevajî, bû pêvajoyeke wiha ku ji bo mirovahiyê, ramana civaka azad ji her alî ve hate geşkirin û gihandin.  Ev fikir û ramanên ku Rêber Apo danî holê, îro li hemû deverên ku Kurd lê dijîn dibe pergaleke civakî.  Diqulibe ser hişmendiya jiyan û bexwedaniya nû. Di şexsê Kurdan û jinan de hemû çewisandî ji van geşedanan îlhameke mezin distînin. Diqulibe ser coşî û kelecanî, tevgereke mezin a hêviyê.

HIKÛMETA FAŞÎST KOMPLO NÛJEN KIR Û GEŞ KIR

Hêzên komploger ên bi pêşengiya DYE'yê, bi komploya navnetewî ya xwestin ku Tirkiyê û Kurdistanê bikin cihê şewatê. Xwestin ku şerê Tirk û Kurdan ku li sedsala 21'an berbelav bûyî biafirînin. Xwestin ku Tirk û Kurdan ku di tevahiya dîrokî de li ser hîmê xwîşk û biratiyê di zik hev de jiyane bixin qirika hev. Ji ber vê jî ev Komplo ne tenê li dijî Kurdan, li dijî tevahiya Tirkiyê kirin. Lê Rêbertiya me bi pêşbîniya xwe ya kûr û nêzîkatiya bi bêhna fireh, ev plana tarî ya li ser hîmê ku gelan bixin qirika hev pûç kir. Ji bo ku Tirkiyê ji zaboqa serwer a 'mirin-kuştin'ê xilas bike çi tişta ji dest hat texsîr nekir. Ji bo çareseriya demokratîk û bi aştî ya pirsa Kurdan, hewl da derfeta herî biçûk jî ya ku dîtî binirxîne. Got ji bo çareseseriya demokratîk û aştiyê heke bi qasî serê derziyê jî derfet hebe, ev neyê nirxandin ev tê maneya rijandina xwînê û ''kuştin'ê. Ji bo ku bi diyalog û muzakereyê çareyê ji pirsên heyî re bibîne pir lê rawestiya. Lê her carê rêveberiya dewleta tirk a mêtinger û hikûmeta faşîst a  Erdogan gavên bi çareseriya demokratîk û bi alîgiriya aştiyê ya ku Rêbertiya me avêtîh yên ku Rêbertiya me avêtin pûç kir. Helwest û nêzîkatiya hikûmeta faşîst a Erdogan ku hevdîtinên sala 2015'an ên bi Rêbertiya me re û pêvajoya çareseriyê xira kirî, li dijî gelên Tirkiyê weke komploya herî mezin derkete holê û di encama êrîşên qirker ên li nav sînor û derveyî sînor, komploya navnetewî nûjen kir û geştir kir.

Dewleta Tirk a mêtingeriya qirker, bi desteka hin hêzên ku di nav komployê de cih girtin, tişta ku bi komploya navnetewî ya Sibata 1999'an bi ser nexistin, bi pêngavên Nû yên qirker niha dixwazin bi ser bixin. Yên ku komployê dîsa zindî dikin û dixin rojevê, hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê û mitefîkên wan ên navnetewî ne ku xwe dispêrin wan. Polîtîkayên ku rojane li girtîgeha Imraliyê têne bicihanîn, plîtîkayên taybet ên ji bo şexseklî ne û bi pergal in, ti bingehên xwe yên hiqûqî nînin. Wê bibe şaşîtiyeke mezin ku mirov weke polîtîkayên normal ên girtîgehan bibîne.  Sİyaseta tecrîda mitleq a ku li Imraliyê bi rengekî taybet têne meşandin, di pira Kurd de, sedema sereke ya çaresernebûn û şer e. Ji ber ku ne gelê Kurd û ne jî Tevgera wê, wê pergala êşkenceyê ya Imraliyê û siyaseta tecrîda mitleq qebûl nekin. Bi her cure berxwedanê besivê divin vê û vê bidomînin jî.

Pergala kapîtalîst a sedsala 20'an Kurd ti caran weke gel, neteweyeke xwedî ziman, çand û nasname û rûmet qebûl nekin. Hebûna wê ya netewî tim înkar kir, red kir. Dewletên kapîtalîst ên hegemonîk ên eynî sedsalê, cografyaya Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe yên empergal mêtginger kirin, bi çavbirçitiyeke mezin, zenginiyên wê yên binerd û sererd di nav xwe de par ve kiriye. Li gel gelê ku li ser dijî jî dabeş kirin û parçe kirin. Ji bo ku netewdewleta Tirk a ku bi rola ku li dijî Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sowyetan bi rola notirvaniyê ava kirin û peywirdar kirin, li herêmê serweriya wê pêk bîne, parçeyê herî mezin ê Kurdistanê danê. Stratejiya li ser Kurdan ya ku netew dewleta Tirk ku xwe weke xwediyê para herî mezin dibîne û li ser van peymanan rê ve dibe, siyaseta bipergal a înkar û îmhayê ye ku ev bi qasî sedsalekê ye tê domandin. Her hikûmeta ku ji bo ku dewleta Tirk rê ve bibe hatî ser kar, hewl dane vê siyaeta înkar û îmhayê ya ku li dijî Kurdan hatiye standin, vê siyaseta qirkirin û mêtingeriyê ji yên beriya xwe kûrtir bimeşînin. Di pêşbirka qirkirina mêtginger de gelek hikûmet derketine pêş lê yek ji wan bi ser neketiye û li bara serhildan û berxwedana Kurdan nekarîne ku xwe ji têkçûnê xilas bikin. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ku halê hazir dewleta Tirk rê ve dibe, di vê pêşbirkê de bûye hikûmeta herî har. Di dîroka komarê de ti hikûmeta ku hatî ser kar, bi qasî hikûmeta AKP-MHP'ê dijminatî li Kurdan nekiriye. Hikûmeta AKP-MHP'ê bû ew hikûmet ku dijminatiya li Kurdan herî zêde geş kirî .Lê divê neyê jibîrkirin ku dijminatiya li Kurdan her wiha dijminatiya li Tirkiyê ye jî .Dijminatiya li Kurdan dijminatiyeke wiha ye ku xizmetê ji berjewendiyên herêmî yên Tirkiyê re nake. Divê êdî her kes bibîne heta ku dijminatiya li Kurdan neyê terikand Tirkiye wê demokratîk nebe û nikaribe hêza çareseriyê ji bo pirsên din ên li ber xwe deyne. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ne tenê li ser serê Kurdan, belaya herî mezin e ku hatiye ser tevahiya Tirkiyê.  Navê xwe ji niha ve bi rengê rêveberiya êşkencekar, qirker, zilimkar, heq-hiqûq-dad nenas, tacîzkar, tecawizkar, derewîn û dizek li dîrokê daye nivîsandin.

REJÎMA FAŞÎST HIKMÊ XWE DAGIRTIYE 
Dijminatiya li Kurdan a hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ku di qirkirinê de sînoran nasnake, tenê di nav sînorên Tirkiyê de nema, li hemû deverên ku Kurd lê dijîn berbelav bû .Bi derewa têkoşîna dijî terorê, her roj çiya û deştên Başûrê Kurdistanê têne bombekirin, gundên sivîl ên Kurdan bombe dike. Li Rojava her roj bi droneyên biçek wesayitên sviîl bombe dike, bi obûs û hawanan zarokên ku dilîzîn dikuje. Ji gelê me yê Êzîdî yê ku li Şengalê ji hovîtiya DAÎŞ'ê hatine xilaskirin, tola DAÎŞ'ê dihilîne. Her roj bi droneyên çekdar û balafirên şer bi hovîtî êrîşê tîne. Gelê me yê welatparêz ê li kampa penaberan a Mexmûrê dijî her roj bi balafirên şer bombe dike, bi çavtirsandin, teslîmstandinê dixwazê ji hêla vînê ve wan belawela bike. Herî dawî şeva 1'ê Sibatê  êrîşa hewayî ya bi xwînxwarî û hevdemî anî er Memxûr, Şengal û Dêrikê, berdewama êrîşên qirker ên bi hîmê dijminatiya li Kurdan e. Armanc dike ku Kurdan bi vî rengî çavtirsandî bike, bike ku ji têkoşînê biqerin. Lê aşkere ye ku Kurd li dijî vê  siyasta qirkirnê û êrîşan wê bi biryardariyeke mezin têkoşînê geş bike. Jixwe gelê me li dijî van êrîşên qirker ên faşîst li her deverên Kurdistnaê rabûne ser xwe, biryardarî û vîna têkoşînê careke dî dadnîne holê.

Ev êrên bi xwînxwarî nîşan didin ku faşîzma AKP-MHP'ê di pêvajoya ferfitînê de ye.  Di qonaxa berdest de rejîma faşîst a mÊtinger ketiye nav pêvajoya belawelabûneke mezin de. Li Kurdistanê û Tirkiyê siyaseta mêtingerî û qirkirinê hikmê xwe qedandiye û ji belawelabûnê wê nikaribe xwe xilas bike. Di qonaxa berdest de, ji bilî çareserkirina pirsa Kurd û demokratîkbûnê ti vebijêrk li ber Tirkiyê nemaye. Faşîzma ku tê kirin û siyaseta qirkirinê, tenê pêvajoyê dirêj dike, kaosê giran dike û berdêlan du alî zêdetir dike. Ji ber ku, ji bilî vî şerê bi dijminatî ya li dijî Kurdan, tiştekî dî nemaye ku pê xwe li ser piyan bigire. Halê hazir êdî gelên Tirkiyê dixwazin vê vê desthilata faşîst ya qof ji ser pişta xwe bavejin. Êdî ti derewa hikûmeta AKP-MHP'ê nikre wê xilas bike û li ser piyan bihêle. Mêtingerî wê nikaribe xwe ji zibilgena dîrokê xilas bike.

AZADIYA RÊBERTIYA ME AZADIYA ME YE
Civakeke ku rêbertiya xwe girtî be, ew civak jî girtî ye. Ji ber vê jî girtîbûna Rêbertiya me girtîbûna me, azadiya wî jî azadiya me ye. Heta ku Rêbertiya me girtî be, her nîqaşa bi navê çareseriyê wê vala, bêmane be. Divê were zanîn, em ê baweriyê bi nîqaşên xwedêgiravî alîgirê çareseriyê ne neyînin, heta ku çavê xwe li girtîbûna domdar a Rêbertî, esaretê û tecrîda mitleq a Imraliyê digirin. Gelê ku xwedî li nasname, çand û rûmeta xwe derdikeve û dixwaze qedera xwe bixe bin destê xwe, qîmetê dane nîqaşên wiha bêkok. Ji ber vê jî roj roja têkoşînê ye. Roj, li dijî her cure zext, zilm û zordariyê roja berxwedanê ye. Ji vî alî ve, di sala 24'an a komploya navnetewî de, bi gelê xwe re bi teqezî em ê komployê têk bibin.

BANGA LI GELÊ KURD Û DOSTÊN KURDAN

Ji bo rakirina tecrîda mitleq a li ser Rêbertiya me, ji bo pûçkirina planên nû û taloke yên hêzên komploger ên şer û bi vê bingehê di sala 24'an de ji bo têkbirina komployê, em bang li gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan û derveyî welta dikin heta ku encamê bistînin têkoşînê bi asta bilind bikin.  Di serî de ciwanên Kurd û jinên Kurd, berpirsyariya wan e ku pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Bi vê bingehê em banga li ciwanên Kurd û jinên Kurd dikin, ji bo şertên bitendirist û azadiyê yên Rêbertiya me pêk werin, rêxistiniyê geş bikn û çalakiyê xurtir bikin.

Dostên gelê Kurd di van 23 salên dawî de zêdetir bûne. Hem bi gelên Rojhilata Navîn re û hem jî li Ewropayê û gelek deverên cîhanê bi gelên cuda re dostaniyeke pir hêja û bimane û xwîşk û biratî hatiye danîn.  Ji ber ku têkiliya aştiya demokratîk û xwîşk û biratiyê, yekîtiya demokratîk ku Rêber Apo dixwaze di nav gelan, baweriyan û çandan de geş bike, ji bo mirovahiyê, ji bo demokrasî û azadiyê nirxen nû hilberandiye. Em bang li hemû dostên xwe dikin, ligel Kurdan, xwedî li Rêber Apo derkevin ku rê li ber xwîşk û biratiya gelan û yekîtiya demokratîk vekiriye, komploya navnetewî ku di sala bîst û çaran de didome û tecrîda mitleq a Imrlaiyê şermezar bikin û di serî de ji reîma mêtinger a qirker a TC'ê û rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya dijminê Kurdan, ji hemû hêzên komploger hesab bipirsin.''