KCK: Dagirker wê bi berxwedana gerîla û serhildana gel bên qewirandin

Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku li ser her parçeyên Kurdistanê êrişên dagirkerî û qirkeriyê hene û got, "Hêzên qirker wê bi berxwedana gerîla û bi serhildana gel bên qewirandin."

Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirker 10 roj in êrişên dagirkeriyê tîne ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Armanca wan ew e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi ser bixîne. Li dijî vê êrişa faşîst qirker, gerîlayên HPG û YJA Starê bi rengekî fedayî û dîrokî li ber xwe didin. Ji kêliya destpêkê ya êrişan û vir ve gerîla derbên giran li dagirkeran didin. Li dijî êrişa qirkirinê şerê man û jiyana azad a gelê Kurd dimeşînin. Em, hevrêyên xwe yên ku di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de şehîd bûn bi minet bi bîr tînin, gerîla û fermandarên ku li ser şopa Fermandar Egîd û şehîdan hemûyan vê berxwedana dîrokî dimeşînin, ji ber serketinên wan pîroz dikin û bi baweriya ku têkoşîna wan wê teqez bi ser bikeve bi hezkirinê silav dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gerîla şerê parastina gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê dike."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Berxwedana gerîla banga li gelê Kurd û hêzên siyasî ye ku bi hev re Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku ev berxwedan ne tenê ya Bakur û Başûrê Kurdistanê ye, parastina temamiya Kurdistanê ye. Berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.

Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn diqewime, di serî de dewleta Tirk a faşîst qirker dijminê Kurdan hemû ji bo Kurd nebin xwedî jiyaneke demokratîk û azad êrişî hemû destketî û çeperên têkoşînê dikin. Di nava şerên cîhanê de her tim li dijî hebûna hin gelan êriş hatine kirin. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîka û kiryarên xwe israr dike ku qirkirina Kurdan bibe serî. Kurd jî li dijî van êrişên qirker têkoşîna man û nemanê dimeşînin. Êrişên dagirkerî û qirkeriyê ne tenê li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, êriş li ser her parçeyekî Kurdistanê ye. Lewma erk û wezîfeya her Kurdî ye ku bi hev re Kurdistanê biparêzin.

EV BERXWEDAN BERXWEDANA PARASTINA KURDISTANÊ YE

Çawa ku êrişa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişa li dijî temamiya gelê Kurd e, berxwedana li dijî vê êrişê jî berxwedana parastina tevahiya gelê Kurd e. Lewma ev berxwedan divê weke berxwedana hebûna neteweyî ya temamiya Kurdan bê dîtin. Eger êriş û berxwedan di vê astê de neyê dîtin, Kurd wê bikevin nava xefleteke dîrokî. Encamên vê jî wê ji bo her parçeyên Kurdistanê giran be. Lewma, mîna ku fermandarê artêşa gerîla hevrêyê me Mûrat Karayilan destnîşan kir, ev berxwedan berxwedana parastina tevahiya Kurdistanê ye. Hêzên welatparêz hemû divê bi vê berpirsyariya dîrokî rabin ûu cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin.

TÊKOŞÎNA GEL A BI GERÎLA RE BÛYE YEK JI ALIYÊ TI HÊZEKE QIRKER VE NIKARE BÊ RAWESTANDIN

Gerîla weke rûmeta gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan didin. Her gerîla ji bo gelê Kurd û Kurdistanê dijî, hebûna xwe di oxira gelê Kurd de feda kiriye. Gelê Kurd bêguman wê xwedî li van ewladên xwe derkeve ku rûmeta wan e. Ji ber ku hêzên qirker wê bi berxwedana gerîla û bi serhildana gel bên qewirandin. Têkoşîna gel a ku bi gerîla re bûye ji aliyê ti hêzeke qirker ve nikare bê rawestandin. Gelê me wê berxwedana xwe bi gerîla re dewam bike û Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez pêk bîne.

Berxwedana lehengî ya gerîla ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne ne tenê ji aliyê gelê Kurd, di heman demê de ji aliyê gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ve bi coş û sempatiyeke mezin tê pêşwazîkirin. Hîn di hefteya destpêkê de ji bo mirovahiyê bûye cihê hezkirin û hurmetê.

Vê berxwdanê rûmeteke mezin daye Tevgera Azadiyê û gelê Kurd. Bi navê gelê xwe û tevgera azadiyê em hemû gerîlayên ku ev rûmet dane me silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin."