KCK: Biryara DYE'ê derfetên nû pêşkêşî MÎT'ê û DAÎŞ'ê dike

KCK'ê diyar kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê derfetên nû pêşkêşî MÎT'ê û DAÎŞ'ê dike û xwest, ku ev biryara li berjewendiyên gelê Emerîkayê nayê, tavilê bê betalkirin.

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya têkildarî têkoşerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

"Di 20’ê Nîsana 2021’ê Wezareta Derve ya Emerîka biryara derbarê sê şoreşgerên Kurd û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku sala 2018’an derxistibûn dubare kir. Emerîka bi piştdayîna derew û tomehtên xeyalî ku daxwazê ji xelkê dikin ku sîxûriyê ji bo Emrîka bikin û ziyanê bigihînin van hevalan.

'BIRYARA EMERÎKA LI DIJÎ WIJDAN Û HESTÊN DADPERWERÎ YÊN GELÊ EMERÎKA YE'

Divê li vir bidin nîşandan ku ev biryar û tohmetên ku tên kirin ne li gorî dîrok, siyaset, civak, hiqûq, mirovahî, exlaqê mirovahiyê ne û ne rewa ye. Bi vê biryarê siviktiyê li wijdana gelê Kurd û gelê Emerîka tê kirin. Ne Rêber Apo, ne jî her sê hevrêyên me û ne jî ti endamekî PKK’ê û tevgera Apoyî heta niha ne raste rast û ne jî neyekser ti çalakiyek li dijî dewlet û gelê Emerîka nedaye û berjewendiyên Emerîka nekiriye armanc. Berovajî tim bang û daxwaz li Emerîka kiriye weke hêzekî bi bandor ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rolê erênî rabe. Di serî de ew sê hevrê û felsefeya ku nûnertiya wê dikin, bi têkoşîna xwe di serî de gelê Kurd, gelê Emerîka û hemû mirovahî ji belayeke mîna DAÎŞ’ê rizgar kirin. Gelê Emerîka çawa di mijara Kobanê û Serê Kaniyê de hate dîtin piştevaniya gelê Kurd kir û têkiliyeke wijdan û exlaqî li gel gelê Kurd û doza wê danî. Ev biryara Wezareta Karê Derve ya Emerîka derxistî, biryareke li dijî wijdan û hestên dadperwerî ya gelê Emerîka ye. Ne ji têkoşîna di serî de ya Rêber Apo, her sê hevrêyên me, bi hezaran pêşeng û hezaran şehîdên PKK’ê nebûna, DAÎŞ wê têk neçûba, wê biba beşek siyasî ya Rojhilata Navîn û Emerîka çawa neçar ma li gel Talîbanan wê li gel DAÎŞ û dîsa komên çete yên birêdayî Tirkiye têkilî danîba û biketa nava danûstandinan.

'YÊN BÊN DADGEH KIRIN ERDOGAN Û HEVKARÊN WÎ NE'

Ên ku bên dadgehkirin divê di serî de Erdogan û hevkarên dewleta Tirk ku di rastî de li pey îdeolojiya û siyaseta DAÎŞ’ê ne. Bi deh hezaran çete li çar aliyên cîhanê bi rêya Tirkiye veguhêstin Sûriye û Iraqê. Van çeteyan li Sûriye û Iraqê komkujiyên mezin kirin. Ev çete bi rêya Tirkiye derbasî Ewropa, Efrîka û Kafkasan hatin kirin û li van deran jî komkujî û sûcên dijmirovahiyê kirin û dikin. Tirkiye ev hem li ber çavê Emerîka kir, hem jî di encamê de bi erêkirina Emerîka dixwaze bibe sponsorê hemû komên çete yên cîhadîst li seranserî cîhanê.

'EV BIRYAR KÛRKIRINA PIRSGIRÊKA KURD Û NEÇARESERIYA PIRSA KURD E'

Ev biryara Wezareta Karên Derve erêkirina biryara berî niha bi sê salan hatibû girtin û dîsa neçareserkirina pirsgirêka Kurd. Di heman demê de dibe hevkariya siyaseta qirkirina fizîkî û siyasî ya li ser gelê Kurd ku desthilata faşîzan a Erdogan û Bahçelî serkêşiyê dike. Ev yek hewldaneke bazirganiyê ye ya li ser xwîna gelê Kurd û gelên din ên herêmê ku dixwaze dewleta Tirk a faşîst û Erdogan razî bike, ji bo siyaseta li herêmê û navdewletî ku Emerîka piştevaniyê dike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, kilîda çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Bi vê biryarê Wezareta Karê Derve ya Emerîka dide nîşandan ku li ser kûrkirina pirsgirêka Kurd dixwaze krîz, alozî û komkujiyên li Rojhilata Navîn bidome.

'DIVÊ EMERÎKA JI VÊ BIRYARÊ VEGERE Û LÊBORÎNÊ JI GELÊ KURD Û ROJHILANA NAVÎN BIXWAZE'

Berî 22 salan dewleta Emerîka bê ku pîvaneke yasayî ya hiqûqa navdewletî û dîsa pîvanên exlaqî û siyasî li ber çav bigire, hemû hêzên xwe xiste nava tevgerê ji bo dîlgirtina Rêber Apo û radestî dewleta Tirkiye ya faşîst kir. 22 sal e Rêber Apo ne li gorî ti yasayek ya mirovî tê dîlgirtin û di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev sûcekî mezin ê siyasî, exlaqî û mirovî ye. Li şûna ku Emerîka sîxûriyê li ser pêşeng û kesayetên siyasî Kurd bike, divê ji ber dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda giran lêborînê di serî de ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bixwaze. Ji ber ku ev siyaseta kiriye ku Emerîka pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêle, rêya rijandina xwîna bi hezaran mirovî vekiriye. Ev biryara ku li ser sê hevrêyên me yên pêşeng hatine danîn, berdewama heman siyaseta berê ye, ji bo wê ye ku tavilê divê rêveberên Emerîka lêborînê ji gelê Kurd û gelê Emerîka bixwazin. Vê dîroka şaş û derexlaqî rast bike, ji bo rastkirina wê bikeve nava tevgerê. Ew jî azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk dibe.

'BIRYAR TÊ WATEYA DERFETÊN NÛ JI BO MÎT'Ê Û DAÎŞ'Ê'

Ev biryara Wezareta Derve ya Emerîka ne xelat e, berovajî bertîle ji bo sîxûrîkirinê ye. Emerîka bi vê yekê dixwaze tevnên sîxûriyê li nava civaka Kurd rabiçîne. Sîxûriyê rewa bide nîşandan, bi vê yekê çand û exlaqê civaka Kurd tine bike. Ev biryara Emerîka tê wateya sîxûrîkirin ji bo dezgeha MÎT’a Tirk û derfetên nû ji bo DAÎŞ’ê bide avakirin. Ji ber ku ev her sê têkoşer di mijara têkbirina pîlan û tevgerên DAÎŞ’ê û MÎT’a Tirk ya li Rojhilata Navîn xwedî rolên esasî û sereke ne.

'BI RÊYÊN DEMOKRATÎK Û SIYASÎ ZEXTÊ LI EMERÎKA BIKIN KU JI BIRYARA XWE VEGERE'

Li vir bang li raya giştî ya mirovahî û bi taybet raya giştî ya Emerîka û gelê Kurd dikin; ev biryar rast e rast di berjewendiya dewleta faşîst a Tirk û DAÎŞ’ê de ye. Bi hemû rêyên demokratîk û siyasî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li Emerîka bikin ku ji vê biryar û hewldanê veger û hew komkujî û jenosîdê li ser gelê Kurd û herêmê pêk bîne."