KCK: Biryara der barê qirkirina Êzidiyan divê giştî bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê pîroz kir ku êrîşa 3'ê Tebaxê ya çeteyên DAÎŞ'ê weke qirkirinê pejirand û destnîşan kir, divê biryar giştî bibe.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxê ya li dijî Şengalê, qetilkirina Êzidiyan, revandina bi hezaran jin û zarokên Êzidî û koçberkirina bi sed hezaran Êzidiyan weke 'Qirkirinê' pejirand. Em Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji ber vê biryara wê pîroz dikin.

Divê ev biryar ji aliyê Parlamenta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û meclîs û saziyên welatên demokratîk hemûyan ve bê pejirandin.

Qirkirina Êzidiyan tevî ku qirkirina baweriyekê ye di heman demê de qirkirina Kurdan e. Hem xwestin baweriyên cuda yên li Rojhilata Navîn qir bikin hem jî Kurdan qir bikin. Serokkomarê dewleta Tirk ê dijminê Kurdan vê yekê bi gotina 'yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al' pênase dike. Di nava van 'yekyekên' Tayyîp Erdogan de yek bawerî û yek ziman jî heye. Ji ber ku wê maskeya wî bi temamî ji rûyê wî bikeve yek ziman û yek baweriyê bilêv nake. Lê belê mejî û polîtîkaya xwe bi vî rengî dixe meriyetê.

Qirkirina Şengalê careke din nîşan da ku ji bo Êzidî neyên qirkirin divê tedbîr bên wergirtin. Berpirsyariya vê yekê jî beriya her tiştî dikeve ser milê partiyên siyasî yên Kurdan û hikumeta heyî ya Iraqê. Mirovahî û Neteweyên  Yekbûyî jî ji bo Êzidî careke din neyên qirkirin divê bi berpirsyarî tevbigerin.

Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir, ne xwerêveberiyeke Şengalê hebû ku biryarê der barê jiyana xwe de werbigirin ne jî hêza xweparastinê. Eger Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê bûya wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bida û jin, zarok û xaka xwe biparasta.

Ji ber vê yekê Parlamenta Kurdistanê ya Federal a ku êrîşa DAÎŞ'ê weke qirkirinê pejirand, divê ji bo Êzidxan bibe herêmeke xweser a xwedî xweparastinê îradeya xwe nîşan bide û di vê çarçoveyê de bixebite. Civaka Êzidî ancax bi vî rengî dikare ji gefa qirkirinê rizgar bibe. Pejirandina 3'ê Tebaxê weke qirkirinê wê yekê ferz dike ku xweseriya Êzidxanê jî bê qebûlkirin. Xweseriya Şengalê divê hem bi qanûnên Kurdistana Federal hem jî bi destûra bingehîn a Iraqê bê ewlekirin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ya li pêşberî civaka Êzidî ye. Nirxandina bi rengekî rast û watedarkirina fermanê jî bi vî rengî dibe.

Ji ber biryara wan a der barê qirkirinê de em parlamenta Kurdistana Federal pîroz dikin û bang dikin, li dijî êrîşên li dijî bawerî, çand û nasnameyên cuda yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn helwestê nîşan bidin û tevî gelê Kurd û hêzên wê yên berxwedêr li dijî êrîşan rawestin."