KCDK-E'yê 10'ê Cotmehê weke 'Roja Kûrewî ya Azadî ji Ocalan re' ragihand

KCDK-E'yê 10'ê Cotmehê weke 'Roja Kûrewî ya Azadî ji Ocalan re' ragihand û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û bang li alîgirên azadî û wekheviyê kir ku 10'ê Cotmehê tevlî çalakiyan bibin.

Daxuyanî wiha ye:

"Komploya navneteweyî sala 22'an li pey xwe dihêle. Ne tenê li Tirkiyeyê li gelemperiya Kurdistanê êrişên qirkirinê dewam dikin. Îzolasyona giran a li ser Rêber Ocalan hatiye berfirehkirin û li çar parçeyên Kurdistanê weke amûreke şerê taybet li dijî gelê Kurd tê bikaranîn. Ev hewldana psîkolojîk a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi rengê dagirkerî, êşkence, destavêtin, lînç, komkujî û qirkirinê tê meşandin.

Eger pêşî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê neyê girtin, di serî de ji bo Kurdan wê ji bo tevahiya Tirkiye, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê bibe felaketên mezin. Ne siyaseta navxweyî ne jî ya derve êdî nema dikarin faşîzma AKP-MHP'ê rabigirin. Niha ew dem e ku aştî, aramî û azadî li dijî faşîzmê weke alternatîf bê destnîşankirin.

Rêber Ocalan ramangerekî mezin, rêberê gelekî ye ku bi felsefeya xwe ya aadîparêziya jinê û jiyana azad a hevpar a ji bo gelên Kurd, Tirk, Ereb, Asûr, Çerkes, Fars, Ermen, baweriyên Elewî, Êzidî, Xiristiyan û Misilman, çareseriya jiyana wekhev afirandiye. Rêber Apo bi fikrên xwe bûye ronahiya Rojhilata Navîn, bi pêşniyara xwe ya konfederalîzma demokratîk bûye misogeriya pêkanîna jiyana hevpar û aştiyê. Tecrîda ku li dijî wê tê bicihanîn, tecrîda li fikir, nêrînên wî, tecrîda li dijî jiyana wekhev, azad û hevkar a gelan e.

Armanca hêzên ku di şexsê Rêber Ocalan de komploya navneteweyî kirine ew e ku pêşî li jiyana hevpar û azadîparêziya jinê bigirin, bi kûrkirina nakokî û şer, serwerî û berjewendiyên xwe bidomînin. Gelên cîhanê hay ji vê armanca komployê heye, lewma xwedî li Rêber Ocalan derdikevin. Bi berxwedana Rêber Ocalan, gel û dostên Kurdan ev siyaseta qirêj hatiye pûçkirin, lê belê hîn bi temamî nehatiye beralîkirin.

Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe û rêberê gelan Ocalan azad bibe, têkoşîna me wê bidome. Em zanin ku bidawîbûna şerê li Kurdistanê û herêmê, azadiya gelan û azadiya Rêber Ocalan di zikhev de ne.

Azadiya Rêber Ocalan, bidawîbûna komkujî, dagirkerî û zextên faşîst ên li ser gelan bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelan dibe.

Yekane muxatabê bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriyê Rêber Ocalan e. Lewma dixwazin wî bêdeng bikin û ji ber vê yekê tecrîd dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna herêmê, dema ku Rêber Ocalan bi rengekî azad rola xwe lîst, hingî pêkane. Bi vê armancê em dibêjin 'DEM HATIYE, DIVÊ RÊBER OCALAN AZAD BIBE' û bang li mirovahiya pêşverû ya cîhanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û wekheviyê hemûyan dikin ku bi çalakiyên cihêreng û afirîner '10'ê Cotmehê Roja Kûrewî ya Azadî ji Ocalan re pêşwazî bikin."