KCD: Yên dengê xwe li êrîşên li ser Kobanê nakin, sûcdar in

KCD'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Kobanê îro dîsa bûye hedefa êrîşên hêzên mêtinger û faşîst."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hêzên noker û mêtinger ji bo Şoreşa Rojava ji holê rake, çekên herî pêşketî dan destê çeteyên xwe, berê wan wan Kobanê û bi vî rengî xwestin şoreşê li bajarê ku lê afiriye bitefisînin.

KCD'ê diyar kir, gelên berxwedêr bi pêşengiya gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku dijminê xweza, mirovahî û dîrokê ne, bi xurtî li ber xwe dan û bi canfedayî Kobanê parastin.

KOBANÊ BÛ NAVENDA ŞOREŞÊ

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin, çalakiya Arîn Mîrkan ku yek ji sembolên berxwedana Kobanê ye, pêşengî ji rizgariya Kobanê re kir û hate gotin, "Bi hezaran berxwedêr, kolan bi kolan, mal bi mal li dijî çeteyê paşverû şer kirin û Şoreşa Rojava gihand nava gelên cîhanê. Şoreşgerên ji çar aliyên cîhanê li Kobanê li dijî çeteyan şer kirin û Kobanê kirin navenda şoreşê. Di dawiya vê berxwedanê de bi banga zanyar, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li gelemperiya cîhanê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin."

'CAREKE DIN ÊRÎŞÊN FAŞÎST LÊ TÊN KIRIN'

KCD'ê bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û got, "Kobanê îro dîsa bûye hedefa êrîşên hêzên mêtinger û faşîst. Yên ku bi gotina 'Kobanê li ber ketinê ye' destek dan çeteyên DAÎŞ'ê, bi hêrsa têkçûna xwe, di salvegera azadiyê ya Kobanê de careke din êrîş dikin û hewl didin ruh bidin çeteyên xwe. Yên ku li pêşberî van êrîşa bêdeng in li hemberî nirxên mirovahiyê sûc dikin.

Em hemû şervanên azadiyê û şoreşgerên enternasyonalîst ên di berxwedana Kobanê de canê xwe feda kirin bi minetdarî bi bîr tînin û vê rojê ku serketina berxwedana gelan e pîroz dikin."