KCD: Yên bêdeng bin dipejirînin; helwestê nîşan bidin

KCD'ê nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û bang li raya giştî kir ku helwestê nîşan bide.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'HELWESTEKE DIJMINANE YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tayînkirina qeyûman li şaredariyan darbeyeke nû ya siyasî ye, helwesteke dijminane ye û hate gotin, " Wezareta Karên Hundir navenda darbeyê ye, tetîkkêşê kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane.

Ev desthilatdariyê û Wezareta Karên Hundir tehemûl nekirine ku karên nelirê yên dema bihurî ya qeyûman, rezîltiyên qeyûman ên li dijî çavkaniyên gel kirin eşkere bibin.

Bi qasî serê derziyê meşrûiyeta demokratîk a vê desthilatdariyê nemaye. Xespkirina îradeya gel, tişta di sindoqan de bi dest nexistine bixwazin bi dek û dolab û şîddeta dewletê bi dest bixin, bûye tiştekî asayî ya tifaqa AKP û MHP’ê.

Wê gelê me tu carî van tiştan qebûl neke. Wekî berê wê xwedî li îrade, nûnerên xwe yên hilbijartine û wê xwedî li partiya xwe derkeve.

Li hemberî vê desthilatdariyê bikaranîna rêyên demokratîk ên meşrû û demokratîk, mafekî destûra bingehîn û ya hiqûqa navneteweyîye. Bi têkoşîna hevpar û bi biryar a hêzên demokrasiyê em dikarin demokrasiyê bi dest bixin.

Em bang li hemû kesan dikin ên ku di 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de dengê xwe dane û ji bo têkçûna tifaqa AKP û MHP’ê û ji bo serketina demokrasiyê xebitîne. Ev ne bi tenê kêşeya HDP û gelê Kurd e, ev kêşeya hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Bêdeng nemînin, bedengî tê wateya pesendkirinê."