KCD: Roj roja avakirina Modernîteya Demokratîk e

Meclisa Tendirustiyê ya KCD’ê daxuyaniyek da û ragihand: “Roj roja avakirina civaka exlaqî û polîtîk û Modernîteya Demokratîk e.”

Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniya xwe ya têkildarê rojevê de îşaret bi gelek mijar kir.

Di daxuyaniya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê de wiha hat gotin: “Bi payîza meha Kanûnê re ev nêzî 2 sal in ku li ser yekem haletên vîrusa koronayê yên sala 2019’an li Çînê hatibû dîtin re derbas dibe. Bê guman ev rastiyeke ku sedemê sereke yê derketina vê nexweşiyê ku 2 sal in hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, pergala şaristaniya desthilatdar/dewlet û nûnerê wê yê dawî sîstema Modernîteya Kapîtalîst e, rastiyeke din a ku di nava van du salan de nîşan daye jî ew e ku ev rewş û rewşên bi vî rengî yên ku mirovahî pê re rû bi rû maye, bi kod û pêkhateyên zihniyetê yên pergala heyî nayê derbaskirin.

PIRSGIRÊK DAXISTINE ASTA HEJMARÊN ABORÎ

Bê guman li welatên cuda hin caran nêzîkatiyên cuda hene, lê belê sîstema heyî û netew-dewletên ku rêveberên wê ne ev pêvajo daxistine asta 'hejmarên aborî' yên ku ti têkiliya wan bi civak û rastiya jiyana civakî re nîne û ev yek bûye sedem ku jiyana mirovan veguhere hejmarên 'erzan' ku her roj li ser ekranan têne nîşandan. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ku qaşo rûyê pergala heyî ye, ku di nava saziyên ku herî zêde bi jiyan û tenduristiya mirovan ve mijûl in de di rêza pêşîn de ye, nekarî ji çend hewldanên şermokî wêdetir tiştekê bike û ew jî mîna pêkhateyên din ên pergalên di refê de ma. Ev pêvajo rastiyeke pir zelal derxistiye holê ku divê civaka polîtîk a exlaqî û pêkhateyên wê yên ku hem di warê tenduristiyê de hem jî di hemû qadên jiyanê de bersivê bidin pêdiviyên mirovahiyê bên avakirin.

LI DIJÎ CIVAKÊ REWŞA ŞER

Li gel ku rastiyeke wiha heye ku  ji bo li hemberî kaosa ku di pêvajoya pandemiyê de çêbûyî bi awayekî serketî bikarin têbikoşin, pêwîst e bi civakê re vê pêvajoyê bi hev re were rêvebirin û meşandin, li Tirkiyeyê ji bilî çend sermayedar û alîgirên hikûmeta AKP-MHP’ê, bi destê wan li hemberî hemû beşên civakê şer hatiye vekirin. Bê guman yek ji sedemên herî mezin ên vê 'rewşa şer a li dijî civakê' ya ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev tecrîda girankirî ya ku dibe sedem ku pirsgirêka azadiya Kurd mehkûmî bêçaretiyê bibe, di heman demê de nahêle ku Birêz Abdullah Ocalan ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji her cûre pirsgirêkên civakî re çareserî pêş xistiye û xwedî hêza van çareseriyan e, bigihêje civakê. Di rewşekê ku Birêz Abdullah Ocalan nikare dengê xwe bide bihîstin û nikare pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi cih bîne de, desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nikare bersivê bide ti pêdiviyên civakê yên mayî, şerek e ku li dijî daxwazên herî biçûk ên civakê yên ji bo edalet, wekhevî, azadî û aştiyê birêve dibe.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê qadeke din a ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bêyî ku ti pîvanên hiqûqî û exlaqî nas bike li wê derê vî şerî dimeşîne û hewl dide tecrîd û êşkenceya ku li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan pêk tîne belavî her derê bike. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Nîsana 2021’an, di zindanan de hezar û 605 girtiyên nexweş hene ku 605 jê giran nexweş in û bi awayên cuda pêşî li dermankirina van girtiyên nexweş tê girtin. Halîl Guneş, Abdûlrezzak Şûyûr, Bangîn Muhammed ên di meha Kanûnê de di zindanan de jiyana xwe ji dest dabûn jî di nava girtiyên di lîsteya van girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digirin bûn ku gelek caran ji bo dermankirin û serbest berdana wan bangawazî hatin kirin. Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku ev demeke dirêj e ji bo serbestberdana wî bangewazî tê kirin bi vîrûsa koronayê ketibû, piştî dermankirina çend rojan şandin girtîgehê û careke din testa wî pozîtîf derketibû.

GİRTÎ NAYÊN BERDAN

Her wiha nûçeyên mirinan ên ji zindanan berdewam dikin, hat gotin ku Vedat Erkmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû întîhar kiriye û cenazeyê wî bi saetan ji malbatê hatiye revandin. Garîbe Gezer a diyar kiribû ku berê li girtîgehê rastî êşkence û tecawizê hatiye, bi guman jiyana xwe ji dest da. Tevî rapora Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê ya derbarê Aysel Tûglûk ku ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nikare di girtîgehê de bimîne hatiye dayin jî serbestberdana wê tê astengkirin, û ev nêzîkatî dibe sedem ku ji girtîgehan nûçeyên nebaş ên din bên. Dema êrişên ku ji aliyê çawîşên pispor, polîs, cerdevan û kesên ji aliyê dewletê ve hatine organîzekirin li ser jinên Kurd, li gel ya ku li Garîbe Gezer û Aysel Tûglûk hatiye kirin werin nirxandin, bê guman di heman demê de  ev êrîş li dijî nasnameya Jinên Kurd ên Azad e.

DİJMİNATİYA KURDAN

Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdîtiya azad bi destê dewletê şer tê rêvebirin, li Bakurê Kurdistanê hema bêje her roj destgîrkirin û girtin pêk tên, li aliyê din jî bi riyên curbecur hewl tê dayîn ku ciwan, jin û gel bi giştî civakeke ji têkoşînê qutbûyî bê afirandin. Çeteyên madeyên hişbir û fuhûşê ji aliyê dewletê ve tên organîzekirin û hewl tê dayîn ku belavî nava civakê bikin. Rojek beriya rûniştina doza çeteyên dewletê yên ku Denîz Poyraz di avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de qetil kirin û di salvegera Komkujiya Roboskî de jî li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê êrîşeke komkujî pêk hat. Heta ku ev êrîş di rojeke wiha de hat kirin jî, di şexsê AKP-MHP’ê de nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Komkujiya Denîz Poyraz û Roboskî û dijminatiya li Kurdan pir zelal nîşan da.

BANGA TÊKOŞÎNÊ

Di eniya AKP-MHP’ê ya ku xitimandinê li ser pirsgirêka azadiya Kurd ferz dike û êrîşa li ser Kurdan weke yekane rêya derketina ji alozî û tengezariya ku ketiye navê dibîne de ev tişt diqewimin, civak gihîştiye asta herî dawî ya di welatekî ku azadî û demokrasî lê tunebe û hejariyê kiriye ku mirov nekaribin nefesê bigrin. Ligel ku daketina nirxê diravê welat û xitimandinên ku wekî çareserî ji van ziyanan re têne pêşkêş kirin ne çareserî ye, lê niha xelk di dabînkirina pêwsîtiyên bingehîn de jî zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku li nexweşxaneyan gelek alavên tibbî nîn in, gelek emeliyat nayên kirin û piraniya nexweşiyên ku hewceyê dermankirinek taybetî ne, mîna penceşêrê nikare bê derman kirin. Roj bi roj heqdestên herî kêm û mûçeyên karmendan kêm dibin, ji ber wê jî xebatkarên tenduristiyê ji bo mafên xwe yên desteserkirî neçar man ku dest bi grevê bikin. Ev hemû tiştên diqewimin ji welat re nîşan dide ku ger têra xwe têkoşîneke civakî neyê dayîn wê welat bi rojên hê xerabtir re rû bi rû bimîne.

Bi têgihîştina ku hemû destkeftiyên ku me heta niha weke Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk bi têkoşîna civakî û rêxistinbûyîn pêk hatiye bi dest xistine; Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî tecrîd, êşkence, şer, bêedaletî û hejariyê têkoşînê bilind bikin û li her dera ku lê bin xwe birêxistin bikin. Ji Herêmî heta Gerdûnî, ne hêzên heyî yên Modernîteya Kapîtalîst û ne jî yên ku dixwazin dewsa wan bigrin û bibin kopiyek xirabtir ê wan, tiştekî wan nemaye ku bidin mirovahiyê, roj roja avakirina civaka polîtîk û exlaqî, pêşxistina pêkhateyên wê yên azadîxwaz û avakirina Modernîteya Demokratîk e.

Em sala nû ya gelên me pîroz dikin û hêvîdarin ku sala 2022’an bibe sala bihara gelan.”