KCD’ê sala nû pîroz kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya sala 2020'an peyamek nivîskî weşand û got ku “Em hêvî dikin ku sala 2020'an bibe sala xweşî, aştî û demokrasiyê û avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya sala 2020'an peyamek nivîskî weşand.

KCD di peyama xwe de bal kişand ser qewimandinên 2019'an û hêviyên ji bo 2020'an anî ziman.

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

"Sala 2019’an di serî de li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn, bûye sala ku zordestiya metîngeran derketiye lûtkeyê, polîtîkayên qetlîam û sirgûnkirinê ketine dewrê, li dijî demografiya Rojava mudaxaleyên metînger pêk hatine, li dijî xwezayê û mîrateyên dîrokî sûcên mirovahiyê pêk hatine û ji bo tevahî mirovahiyê bûye salek gelek dijwar.

Lê ligel ewqas zextan û sepandinên polîtîkayên tasviyekirinê jî sala 2019’an bûye dika berxwedan û deskeftiyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.

Bi hêviya ku sala 2020’an; di şexsê gelên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê de, demokrat, dorhêlên welatparêz û saziyên wan ên aktîf li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê tifaqa xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê hêj bêhtir bilindtir bikin. Bi heviya ku hemû hêzên demokratîk ên li 4 parçeyên Kurdistanê fêm bikin ku tekane rêya serkeftinê di ruhê Yekîtiya Netewî de ye. Bi hêvî û baweriya ku wê di navbera gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de li ser esasê edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê, yekîtiya hêzên nû bi pêş keve, bi bawerî û têkoşîna me ya bi biryar wê bibe sala fînalê.

Bi baweriya ku wê azadî û demokrasî bi berxwedan û têkoşînê bê bidesxistin, em sala nû ya gelê xwe, gelên Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahî civaka navneteweyî pîroz dikin.”