KCD'ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir

KCD'ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji gelê Başûrê Kurdistanê re xwest.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê nivîskî êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji gelê Başûrê Kurdistanê re xwest.

KCD'ê bi domdarî wiha got; "23'ê Tîrmeha 2018'an saet 7'ê sibehê li dijî Walîtiya Hewlêrê êrîşeke terorîstî pêk hat. Em vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin. Rehma Xwedê li xebatkarê Walitiyê yê jiyana xwe ji dest daye be. Bila serê malbata wî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê me sax be û ji wan re dibêjin derbasbûyî be.

Wekî Kongreya Civaka Demokratîk, hestên alîkarî û piştevaniya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê parve dikin."