Kawa Garzan qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir

Li çiyê diçe payîz, êdî dibe zivistan. Em jî li nava gerîla digerin, komên nû nas dikin û li wan guhdarî dikin.

Ji bo bernameya Şopên Rojê, me dest bi rêwîtiyeke din kirin. Piştî meş û rêwîtiyeke dûr û dirêj a li çiyê, me gerîla Kawa Garzan nas kir. Garzan ji me re qala serpêhatiya xwe dike:

"Sala 1992'an piştî ku di operasyonê de birîndar bûm, em derbasî Şamê bûn. Li ber paceyê bi birîndarî sekinîbûm û ji nişka ve Rêbertî derket pêşberî min. Matmayî mabûm. Min bawer nedikir ku ew be. Dema ku Rêbertî ji min pirsî bê rewşa min çawaye, hingî pê hesiyam ku rast e."

Jê dipirsim bê careke din derfet dît ku Rêberê Gelê Kurd bibîne? Kawa Garzan dibêje, sala 1995'an careke din bi komek ji hevalan diçe 'qada Serokatî' û heta sala 1999'an li wir dimîne. Garzan qala kelecana hevdîtina duyemîn dike: "Rêbertî piştî ku mirov hembêz dike, her tiştî diqedîne. Kelecana mirovan ji nişka ve ji holê radibe, mirov aram û dilrehet dibe."

Di dewama sohbetê de jê dixwazim ku qala hin bîranînên xwe bike ku ji bîra wî naçe. Dibêje ku gelek bîranînên wî yên bi Rêbertî re hene ku qet ji bîr naçe û wiha dewam dike: "Rêbertî sala 1992'an dema ku qala berxwedana hevala Bêrîtan dikir, li wêneyê wê yê bi çekê kişandibû temaşe kir û got, 'Ez heyranê çekhilgirtina Bêrîtan im. Bêrîtan sembolek bû ku li wî kendalî şer dikir heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir'."

Gerîla Kawa ku di dema komploya navneteweyî de li 'Qada Serokatî' bû, bi hestên giran qala wê wextê dike: "Wer xuya bû ku Rêbertî pê hesiya bû. Beriya bi rê bikeve, li cihekî ku her kes lê amade bû civînek pêk anî. Hema bêjin xatir ji her kesî xwest. Piştre dema ku me Rêbertî di televîzyonê de dît, kesî bawer nekir ku Rêbertî hatiye girtin. Destpêkê em bi hestewarî tevdigeriyan. Mesela, li Rojava gel amadebû ku rabe ser piyan. Hinek difikirîn ku rahêjin çekê û Nisêbînê dagir bikin. Lê belê perspektîfên rêxistinê di demeke kin de gihîştin me. Me hewl dan hîn bi xwînsarî tevbigerin. Rêbertî dema ku pêvajoya Îmraliyê dinirxand û digot, 'nikarin gelekî li wir asê bikin', me bûyer fêhm kiribû. Em têgihiştibûn ku dijmin careke din têk çûye."

Piştî van gotinan gerîla Kawa Garzan berê xwe da çiyayên bilind...