Karkerekî Mexmûrî jiyana xwe ji dest da

Karkerek ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê yê bi navê Welat Mehmûd Îzer li bajarokê Erbetê li ser kar de jiyana xwe ji dest da.

Îro li bajarokê Erbetê yê ser bi Silêmaniyê di şîrketeke înşaatê ya çêkirina Benzînxaneyê de karkerek di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji hevalên wî yên kar hatine bidest xistin karkerê jiyana xwe ji dest daye ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye û navê wî Welat Îzer ê temen 27 salî ye.

Hate gotin ji ber Mixer (wesayîta beton rijandinê) di dema kar de li Welat Îzer xistiye, jiyana xwe ji dest dest daye. Piştî bûyerê ji bo lêkolînê cenazeyê Îzer rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Hate gotin, lêkolîna li Tiba Edlî temam bûye û cenaze ber bi Mexmûrê ve hatiye şandin.

Têkildarî ajokarê Mixer jî hate gotin, ji aliyê ewlekariya şîrketê ve hatiye destgîrkirin û nizanin wî radestê Polîsên Silêmaniyê kirine yan na.

Welat Îzer zewicî û bavê zarokekê bû.