Karayilan: Newroz wê bibe destpêka pêvajoyeke nû

Karayilan ji Stêrk TV re axivî û li ser êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê, şerê dewam dike, pîrozbahiyên Newrozê û pêvajoya ji niha û pê ve daxuyaniyên girîng da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, polîtîkayên wehşetê yên AKP'ê yên li Kurdistanê dimeşîne nirxand û got, "Yên rê li ber wehşetê vekirin, emrê wan kurt e." Karayilan bersiv da îdîayên dibêjin 'PKK'ê şer daxist nava bajaran' û destnîşan kir ku PKK'ê hînê li bajêr dest bi şer nekiriye.

Karayilan bal kişand ser dijminatiya li gelê Kurd tê kirin û got, "Eger dijminatî dewam bike, wê Kurd veqetin."

Bi hatina biharê re ji bo 21’ê Adarê amadekarî hene. Her wiha Newroz ji bo gelek gelan pîroz e. Bi taybetî ji bo gelê Kurd xwedan wateyeke cuda ye. Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd Newrozê çawa pêşwazî bikin?

Destpêkê ez cejna Newrozê li Rêber Apo, li tevahî gelê Kurdistanê, li gelên herêmê yên ji Newrozê bawer dikin û li tevahî hevalan pîroz dikim. Bi taybet li dayikên şehîdan, li malbatên şehîdan cejna Newrozê pîroz dikim. Di şexsê Kawayê hemdem rêheval Mazlûm Dogan de, di serî de şehîdên Cizîrê, Sûr, Hezex û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistan bi bîr tînim. Li pêş bîranîna wan ez serê xwe dîtewînim. Sozê me dayî wan bi wesîleya ev roja pîroz cardin dubare dikim. Emê bîranîna wan di bilindkirina agirê Newrozê de, di bilindkirina têkoşîna azadiyê de û avakirina Kurdistana azad de bidin jiyan kirin. 

Newroz di dîroka gelek gelan de bi taybet di dîroka gelê Kurdistan de û cardin di dîroka têkoşîna me de cihekî xwe yê girîng û bi wate heye. Bi kurtahî Newroz tê wateya roja berxwedanê, roja geşkirina agirê Newrozê û bilindkirina têkoşînê. Newroz, roja yekîtiyê, têkoşînê û roja azadiyê ye. Ger ku azadî hebe wê aştî jî hebe. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje Newroz roja aştiyê jî dike hedef. Rojeke wisa girîng e. Bi taybet di têkoşîna me de wekî gelek kevneşopiyê gelê Kurd Newroz jî wateyek nû qezenc kir. Her Newroz di têkoşîna me de bûye destpêkek nû, bûye destpêka pêngavên nû. Bi vî awayî Newroz li Kurdistanê hat nûjen kirin û wekî cejneke gelî û netewî hat rewakirin. Û gelê me bi têkoşîna azadiyê di Kurdistanê de, bi taybet di Kurdistana Bakur de pîroz kirina Newrozê kir tiştekî rewa û vê mafê girt. Ji destpêka têkoşînê de berxwedana hatiye pêş xistin, bi taybet ji salên 90’î û heta salên 2000’î her Newroz bi berxwedan, bi şehîd û bi xwîn hat pîroz kirin. Lê ji 2000’î vir ve hêdî hêdî bi civakî, bi girseyî û di hundirê aştiyê de dihat pîroz kirin. Divê niha jî wisa be. Em wekî tevger wisa difikirin. Ango Newroz cejnek e, cejna gelek gelan û ya gelê Kurd e. Divê di wê rojê de gelê me li gorî kevneşopiyan Newroza xwe pîroz bike, bi girseyî pîroz bike. Ruhê têkoşînê, netewî û agirê Newrozê geş bike. Divê ku bi van hestan Newroza xwe pîroz bike. 

Di Newrozên berê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn, lê di Newroza 2016’an de peyama wê bê dayin çi ye?

Ez ê li ser wê jî bisekinim. Lê îsal di nûçeyan de jî derdikeve dewleta AKP her roj li çend bajaran Newrozê qedexe dike. Ev ne rast e. Ev di çarçoveya plana cog xistina erdê de tê kirin. Ji bo weke tê xwestin gelê Kurd di her mijarê de têxin bin zextê, mafê wê jê bistînin ne ku mafê wê bidin wisa dikin. Dixwazin biçin ser, çav bitirsînin, bipelixînin û bihenciqînin. Di çarçoveya konsepteke wisa de herî dawî nav lêkirin gotin ‘plana master’ bi esasî ev planana hemû berdewama plana Şerq Îslehatê ne. Ji bo civaka Kurd îsleh bikin, bihelînin û qirkirinê pêk bînin ev planana tê pêşxistin. Di vê çarçoveyê de niha Newrozê qedexe dikin. Ev ne rast e. Divê gelê me Newrozê pîroz bike. Li cihên qedexe nebûye Newrozê bi girseyî pîroz bikin. Ne hewceye çi bûyeran çêbike. Me ji kesî re negotiye, wê di Newrozê de bûyer biqewimin û tiştek çêbibe. Na. Wê pîrozbahî çêbibe. Lê wê pîrozbahî bi girseyî çêbibe. Cihê ku hatiye qedexekirin jî wê cardin gelê me Newrozê pîroz bikin. Ji ber ku kevneşopiya xwe wisa ye. Ji ber ku di qedexebûnê de pîroz kir, pîroz kir wisa Newroz rewa bû. Divê ku gelê me li helwestên dewletê na, helwestê xwe û kevneşopiyê xwe esas bigre û Newroza xwe teqez bi girseyî, bi çoş û moral pîroz bike. 

Rast e, şehîdên me hene, her roj şehîd hene. Têkoşîn heye, lê şehîdên me ji me dixwaze ku em şopdariya wan bikin, bi moral û coş têkoşînê bilind bikin. Ji me vêya dixwazin. Divê em Newrozê jî wisa pêşwazî bikin. Wekî gel û netew divê em di Newrozê de îradeya netewî eşkere bikin. Jixwe dewleta AKP ji vêya ditirse. Niha çima li hinek cihan qedexe dikin? Ew ditirsin ku cardin bi mîlyonan însan derbikeve kolanan û îradeya xwe eşkere bikin, li xweseriyê xwedî derbikevin, li Rêber Apo xwedî derbikevin, li Tirkiye demokratîk xwedî derbikevin. Ew ji vêya ditirsin lewma naxwazin girseyî bibe û li gelek cihan qedexe dikin. Dibe ku li gelek cihên din jî qedexe bikin. Ev ji encama tirs û xofekê ye. Ew dixwazin pêşî bigrin ku gelê me tevî tevgerên demokratîk ê Tirkiyê îradeya xwe bi wesiyleya Newrozê eşkere bikin. Ji vêya ditirsin dixwazin pêşiya vêya bigrin. Ev tiştekî ne rast e. 

Li dîrokê binêrin dema ku Newroz hat gelê me li qedexeyan mêyze nekiriye û teqez pîroz kiriye. Û wê li her derê pîroz bike divê ku pîroz jî bike. Ev tiştekî rewa ye. Çawa ku berê di bin qedexeyê de pîroz kir wê niha jî pîroz bike. Lê ev nêzbûna dewleta AKP nêzbûneke şaş û nêzbûneke di çarçoveya pelçiqandina îradebûna gelê Kurd e û pêşî girtine. Me kesî ne gotiye, wê di Newrozê de şer çêbibe û buyer biqewime. Na. Ez bixwe jî berê axivîme, rêveberiya me hemû destnîşan kir wê Newroz girseyî bê pêşwazîkirin. Lê ew ji girseyîbûna gelê me ditirsin ji bo pêşî lê bigrin qedexeyan pêşdixînin. Jixwe fêrî qedexeyan bûne, her tiştî qedexe dikin, ji bo her tiştî qanûnê dagirkeriyê avakirine bi van qanûnana dixwazin pêşiya daxwaziyê gelê Kurd ê rewa bigrin. Lê divê gelê me cardin jî di vê Newrozê de îradeya xwe deynin holê. Bi girseyî pêşwazî bikin. Li her deverê, li her kolanan divê ku bi agirê Newrozê, bi ruhê şehîdên Newrozê, li berxwedana Newrozê xwedî derbikevin, yekîtiya xwe xurt bikin, ala azadiyê bilind bikin. Vêya pêwîst e. 

Rast e, we got Newroz her sal bi daxuyaniyên Rêber Apo dihat pîroz kirin. Ne her sal ev 3 salên dawî 2013’an de Rêber Apo wisa gavek nû û dîrokî avêt. Deklarasyoneke wekî manîfesto di Newrozê de weşand. Û heyeta HDP’ê li pêş 2 mîlyon însan ev deklerasyona xwendin. Sala piştî wê di 2014’an de jî cardin daxuyaniyek girîng hat dayîn. Sala 2015’an jî hat dayîn. Êdî sala 2015’an pêvajo hatibû gihiştibû qonaxa muzekereyan. Peymana Qesra Dolmabahçe hatibû weşandin. Ji bo vê jî ew daxuyaniyên Serokatiya me di her Newrozê de hêvî mezin dikir. Niha jî hêviya gelê me mezin e. Çawa mezin e? Ev Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ye. Her têkoşîna vî gelî bilindbûye ev gel nêzî azadiyê bûye. Newroz cardin hêviyê dide. Em cardin rêbaza ku Rêber Apo pêşxistî, deklerasyona 2013’an em di ruh, perspektîf û xeta wê de îro jî girêdayî ne. 

Îro em Newrozê di qonaxeke pir girîng de pêşwazî dikin. Ango li hêlekê de li herêma Rojhilata Navîn de şer heye. Şerê ji nû ve dîzaynkirina herêmê heye. Di vê qonaxê de doza gelê Kurd ketiye pêş. Hêza gelê Kurd di herêmê de bûye faktorekeke esasî. Hem li Başûrê Kurdistan statuya gelê Kurd, hem jî li Rojava statuya gelê Kurd heye. Û li Bakurê Kurdistan jî statuya xwe weke xweseriya demokratîk li gelek bajaran îlan kiriye û dagirkeriya Tirkiyê AKP’ê ji bo ku pêşî lê bigre, ji bo ku xweseriya gelê Kurd, statuya gelê Kurd nas neke niha êrîşên xwe heye. Li Sûrê, li Hezexê, li Cizîrê, li Silopiya û Ferqînê êrîşên pir hovane pêş xistin. Kuştin û şahadet çêbûn, lê li hemberî wê berxwedanên dîrokî ku dîrokê ji nû ve nivîsandî weke berxwedana Cizîrê û Sûrê avabû. 

Niha jî di vê Newrozê de şer heye. Li Bakurê Kurdistanê li her derê şer heye. Di serî de li Geverê, li Şirnexê, Nisêbinê û Amedê şer heye û li her derê şer heye. Şereke ku tê de tang, top û bi her awayî çek tê bikaranîn heye. Em di serdemeke wisa de niha Newroza 2016’an pêşwazî dikin û em eşkere dibêjin, Newroz dikare bibe destpêkên nû. Weke ku Rêberiya me di 2013’an de gav avêt, Newroza 2016’an jî ji vêya re namzet e. Ger ku Tayip Erdogan û AKP ji ev helwestên xwe yê kujerî, nijadperestî dest berdin mumkûne ku Newroz bibe pêngaveke nû û pêşxistina çareseriyê. Hemû kesên ku di vî alî de di bendewariyê de ne taybet ji me; em wisa dibêjin, bila şert û mercê azadiyê ji Rêber Apo re avabikin û bila li ser esasê cavderî jî hebin di çarçoveya peymana Dolmabahçe de muzekera destpêbibin em wekî tevger jê re amade ne. 

Pratîk eşkere kir ku heya Rêber Apo derfetên azadiyê pê re tinebin ev pêvajo pêşnakeve. Yê ku ev şera bisekine, bi rastî Tirkiyeke demokratîk avabibe, ne bi zorê, ne bi tang û top bi dil Tirk û Kurd bibe yek, divê ku ev çarçove esas bigre. Çarçoveya ku Rêber Apo berê destnîşan kirî, rol bide Rêber Apo û di eksena peymana Dolmabahçe diyalog û muzakere destpêbikin wê pêvajo rengê xwe bê guhertin. Ev deriya niha vekiriye. Di vê Newrozê de jî niha vekiriye. Siyasetmedarên Kurd di serî de HDP û rêveberiya HDP’ê her roj vêya di qadan de bang dikin. Lê niha dixwazin wan jî hemû bigrin û têxin zindanan. Bi rastî ew jî di ortê de mane. Her roj banga wan aştî ye. Ji ber ku ew bangî aştiyê dikin niha dixwazin herin ser wan wan jî û wan bitepisînin. Heta ewên ku deklerasyona aştiyê di Newrozê de xwendî dixwazin dadgeh bikin. Vêya tê çi wateyê? Tê wateya ku naxwazin bi Kurd re wekhev û azad jiyan bibin. Dixwazin Kurd bi darê zorê cong di erdê xin, teslîm bigrin û bikin kole. Lê êdî ne mumkûne Kurd vêya qebûl bikin. Kurd ne Kurdên 1925’an in. Ne wisa nezan û ji hev belave ne. Na. Kurd niha xwedan derfet in. Niha xeta xwe heye. Rêveberiya xwe heye. Quweta xwe heye. Hêza xwe heye, destkeftiyên xwe heye. Kurd faktorek e. Û dewleta Tirkiyê ev çend sal in bi vê tevgerê şer dikin nikarin pê niha jî nikarin. 

Divê gelê me hemû bizanibin û dostê me hemû bizanibin di dîrokê de ti caran ewqasî derfet bi me re çênebûne. Derfetê her şêwazî yê rêxistinî, siyasî, civakî yê giştî em îro ji her demê bêhtir xurt in. Ên beriya Erdogan nikarîbûn cogê me bixistana erdê wê ew çawa têxe erdê? Eşkere ye ew jî dizanin ev nabe. Vana çi dikin? Dinêrin her Kurd bikujin muqabilî wê ji bingehê MHP ray jê re tê. Her tim anket çêdike. Her dinêre li Cizîrê qetlîam kir ray tê dibêje, ‘temam.’ Ew li desthilata xwe difikire. Ev tiştekî rast e. Dagirkeriya li ser Kurdistanê ne bi AKP’ê re hatiye. AKP duh pêr hatiye. Dagirkeriyek heye. Lê êdî pirsgirêka Kurd ket qonaxa çareseriyê. Heta heta di qonaxa çareseriyê de AKP beşdar bû û hat asta muzakereyê. Hat asta ku êdî Rêveber APO bang bike em wekî PKK kongre kom bikin û êdî di pirsgirêka Kurd de çek deynin aliyekî. Em hatin gihiştin vê rojevê. Di vê rojevê de Erdogan lingê xwe li masê xist. Şer destpêkir. Ji bo vê rast e, li hemberî me sîstemeke dagirker heye ev dagirkeriya li ser Kurdistanê dimeşîne. Lê şerê îro Erdogan ji bo desthilata xwe dimeşîne. Divê her kes vêya bizanibe. Wê çareserî pêşbiketana. Di dewletê de êdî ev nêzikatî pêşket. Lê Erdogan hat piyê xwe lê xist, her tişt xera kir û niha dinêre çiqasî nijadperestî bike û dijîtiya gelê Kurd bike ewqasî hîn zêde ji bingehê ew kesên weke MHP, an jî xelkên hestên şovenî pê re heyî wana hîn ber bi wan tê. Rayê xwe zêde dibin ew jî berdewam dike. Ango vî şerî ji bo qesra xwe dike. Ev wisa ye. 

Feqet di binî de binêrin dewlet jî heye. Ango hêzên pê re îtîfaq kirî heye, Ergenekon û yên din hene. Lê bi esasî yê vêya dane destpêkirin ew in. Ji bo ev bisekine divê ji ev helwestên xwe dest berdin dîsa werin ser hevpeymaniya qesra Dolmabahçe ku ew jî aliyek bûn. Yan jî pêwîste vana ji desthilatê bikevin. Ev bi çi dibe? Bi têkoşîna gelê me û bi têkoşîna hêzên li  demokrasî yên li Tirkiyê bibe. Ji ber ku vana dixwazin gelê Kurdistan bikin kolê, lê li Tirkiyê jî sîstemeke faşîzan hakim bikin. Ji bo vê şerê dibe ne şerê bi esasî yê PKK û dewletê ye. Yan jî PKK û AKP’ê ye. Ne wisa ye? Medyaya havuz dixwaze wisa raber bike. Lê bi esasî ne wisa ye. Şerê dibe şerê dewleta AKP’ê û şerê gelê Kurd e.

PKK'Ê HÎNÊ DEST BI ŞERÊ BAJARAN NEKIRIYE

Wisa tê raber kirin ku PKK û dewlet li herêmên xweseriya demokratîk şer dike. Bi vê raberkirinê dixwazin bigêjin armanceke çi ye?

Ev dereweke dewleta AKP’ê ye. Şerê bajaran PKK destpê nekiriye. AKP çû ser ciwan û gelan, gel ji bo polîs neyê taxan bi şêwazekî masumane xendek kolan ku ji bo panzêr derbas nabin. Dûre ciwan bi molotofan çûn ser xendekan sekinîn, dûre bi çekên neçirê çûn sekinîn, dûre klêş peyda kirin çûn sekinîn. Lê vana bi çi awayî çûn ser, bi tang, top lêdan û bi kuştin bajaran xera kirin. Li wir PKK tinebû. Li şehîdên Cizîrê binêrin ka çend ji wan kadroyên PKK’ê ne. Hemû şehîdên me ne, hemû PKK’iyên xwezayî ne, lê gelên li wir in û sivîl in. Dayika Taybet dayika 8 zarokan e. Bebeka Mîray 4 mehî ye. Vana çawa PKK’iye ne? Bi sedan xelkê me yê Botan, Cizîrê, Silopî, Amed û Mêrdînê wisa hatin şehîd kirin. Bajar e, di bajar hemû de PKK nîne, hejmar zêde raber dikin min şopand dibêjin li Geverê 1800 PKK’î li wir e. Diwerimînin û berê top û tangên xwe didin wir bi rojan lêdidin. Ev 4 roj in destpêkirine li Geverê dixînin. Gever nifûsa xwe 150 hezar heye. Li Nisêbinê û Şirnexê dixinîn. Li gel dixinîn. Gel li pêşiya wan e, li gel dixinîn dibêjin, ‘PKK’î ne.’ Ger gel hemû PKK’î ye rast e. Lê ev şerê gelê Kurd û dewleta AKP’ê ye. Kes nikare vêya veşêre. Em lê xwedî derketin. Em li ciwanan xwedî derdikevin. Em li îradeya gelê Kurd xwedî derdikevin. Em li hember her zulma li gelê Kud dij derdikevin. Ji bo vê elbet PKK lê xwedî derketiye, lê kadroyê PKK li wir nîne. Beriya her tiştî zivistan bû. PKK li serê çiyê di perwerdê de bû. 

Şer tenê ne şerê dewlet û gel e. Ev şerê tê meşandin şerê azadiyê ye. Şerê demokrasiya Tirkiyê ye. Şerê mirovatiyê ye. Li hemberî qirêjiya AKP, faşîzma AKP’ê, qirkirina AKP’ê li Cizîrê, Sûrê û Hezexê îradeya mirovatiyê xwe dide axivandin. Îro li Şirnexê, li Nisêbinê, li Geverê û li Amadê berdewam dibe. Ev dozek e, dawek e, ango ev tiştekî wisa bi rûmet û hêja ye. Lê ew dixwazin raber bikin PKK’î li wir in bi hezaran hatine em jî dijî wan şer dikin. Wana hatine di destê wan de top hene, tang hene. Di destê berxwedêran de doçka hene? Na. Hawan hene? Na. Ger tu zilamî, bi xwe bawer dikî tu jî dakeve bi çekê ferdî here kolan li kolan operasyon bike. Na. Dibêje, ‘destpêkê ez ê bajar xera bikim, bila pir kes di bin enqaz de bimîne, ez ê ava gel qut bikim, erzaq qut bikim li gel bidim yê bimre bimre, yê bar bike bar bike. Bila kes têde nemîne. Ez ê her im. Em ê bajaran xera bikin ji nû ve avabikin.’ Niha dixwazin Silopî ji nû ve avabikin. Dibêjin, ‘em ê Sûrê ji nû ve avabikin.’ Ev qirkirin e. Tiştê li Dêrsim, Zîlan û Amed, Hanî, Palo û Genç bûye niha vana bi hev re AKP dike. Yanî terbiye kirin, qirkirin, asîmîle kirin û teslîm girtin dimeşînin. 

YÊ WEHŞETÊ DIKE, EMRÊ XWE HINDIK E

Bi keremeta gelê Kurd dileyîzin. Jinê Kurd şift û tazî dikin. Ev bi namûsa Kurdan leyîstin e. Ciwanê Kurd wana bi saxî şift û tazî dikin û heqerat li wan dikin. Li pêş kamerayan dike û di televîzyon û Facebook’an de belav dikin. Dayikê Kurd dikujin bi rojan li kolanan dihêlin. Kiyê vêya qebûl bike? Kîjan wîjdan, kîjan îman, kîjan mezheb vêya qebûl dike? Ev wehşet e. Lê bi rêya çapemeniyê vêya cuda raber dike. Ev wehşet e. Lê em ê li hemberî vê wehşetê bisekinin. Ev ji wan re namîne. Yê vê wehşetê bimeşîne emrê xwe hindik e. Wê bikeve. Ew ji newêrekiya xwe wisa dikin, ji tirsonekiya xwe wisa dikin û ew ji lewaziya xwe wisa dikin. Îro ew ne xurt in, em xurt in. Di dîrokê de roja îro dagirkerî li Kurdistanê ne xurt e. Mirov dikare bibêje dagirkerî di serdema xwe ya herî lewaz de ye. Berê hemû dewletên dagirker bi hev re yek bûn. Li pişt wan NATO û hêzên derve hebû kes li Kurdan xwedî dernediket. Niha ne wisa ye. Ew bi tenê ne. Em bi wan dikarin. Ev wisa ye. Ev ji vê tirsê dijîtî bi Rojava re dikin dijîtî bi giştî Kurd re dikin. Ango wisa dixwazin ev asta Kurd giştî teqez têkbibin û derbe lêbidin. Bi esasî armanca wan ev e. Ji lewaziya wan e. Ev hovitiya wan lewaziya wan nîşan dide.

Di vê demê de agirê azadî û berxwedaniya li herêmên xweseriya demokratîk geş dibe piştî ku bi awayekî hovanê Cizîr, Sûr, Hezex û Silopî hat hilweşîn, lê agirê xweseriya demokratîk belav dibe niha jî çar cihan bi heman awayî dorpêça dewleta Tirk destpêkir ev di serî de li Nisêbin, Şirnex, Baglar û Geverê dan destpêkirin. Gelo wê dîsa bajaran hilweşînin bi vêya çi armanca dikin?

DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ, JI TÊKÇÛNÊ TÊR NABE

Bi esasî dewlet li hemberî berxwedana Cizîrê, mirovê hêja Mehmet Tunçan û berxwedana Sûrê bi esasî dewlet ket. Niha naxwaze ketina xwe qebûl bike. Wisa bi berfirehî dixwazin biçin ser Gever, Şirnex û Nisêbin. Vaye li Amed Baglar jî wekî piştevaniya van deverana û Sûrê xuya ye berxwedanek nû destpêbû. Ango ev raber dike ku dewleta AKP’ê dixwaze komkujiya li Cizîrê kirî li van deverana jî bike. Dibêjin ya, ‘pehlewanê çiqasî dikeve ji ketinê têr nabe.’ Ew jî wisa bûne di rastiyê de vana dewleteke mezin in encex di 99 rojan de dikarîbûn têketana Sûrê. Di 79 rojan de encex dikarîbûn têketana taxa Cudî ya Cizîrê. Ev ji bo dewletê ketin e. Lê evana ji ketinê têr nabin. Dixwazin bajarê Kurdan xera bikin zerarê pir bidin civaka Kurd. Li civaka Kurd wer bikin ku têxin teredûtê û bişkînin. Ew wisa dihesibînin; ger niha di civaka Kurd de şkandinek çênekin wê Kurdistanek avabikin. Niha Kurd dibêjin, ‘Kurdistana xweser.’ Lê ew xweseriyê qebûl nekin wê Kurdistana azad jî çêbibe. 

Wan jî biryar girtine ku ji bo Kurd neçin armacek wisa divê bên şikandin. Her çendî dewlet bikeve jî, zerar bike jî divê Kurd bên şikandin. Ji bo vê jî berdewam kirin. Vê carê çûn ser Gever, Şirnex û Nisêbin. Niha vêya bû şerekî neteweya Kurd û dagirkeriya AKP’ê û dewleta Tirkiyê. Hinek niha wisa dibêjin, ‘wê çawa bibe çawa nebe?’ Dewlet wisa biryar daye û tê ser. Wisa xuyaye rêbazê şerê taybet pir bikartînin. Çawa? Li her deverê însanên pêşeng hene. Pêşengên civakê yan reîs eşîr in, an mele ne, seyîd in, şêx in. Ango mezinê civakê ne, rûsipî e. Heta serokê cerdewanan e. Dewlet dixwaze vana bigrin aliyê xwe. Ji bo vê sîstema îstixbaratê, qeymeqamtî, walîtî heta diyanet hemû ji bo vêya dixebitin. Xebateke pir berfireh dimeşînin ji bo berxwedêrên bajaran tenê bihêlin û gel jê dûr bixînin. Xebateke berfireh dikin. Hinek kes jî naxwazin bajar xera bibe, kuştin çêbibe. Însanên me yê welatparêz pir zêde hene. Dixwazin vana bikin navbeynkar ji bo di nav refên berxwedanê de teredût çêbibe, hem jî gel jê bikşînin. Bi taybet van derdorana jê bikşînin. Ji ber ku tiştek heye ger mirov dîrokê baş bizanibe û bixwîne mirov dikare pêşerojê jî fêm bike. Ev wisa tiştekî rast e. 

Dema mirov li dîroka berxwedana Kurdistanê binêre. Hemû berxwedan cardin bi destê Kurdan hatiye şikandin ev heqîqetek e. Niha dewleta Tirkiyê di vê xisûsê de di wexta Osmaniyan heta niha tecrûbeya xwe heye dîsa dixwazin vêya tecrûbe bikin. Li hêlekê pir ser cerdewanan disekinin, li ser însanên oldar, rûspî, bê teref û aqilmendên herêmê disekinin ku dibêjin; ‘vaye PKK şer dixwaze.’ Heta ji hinekan re dibêjin, ‘Serok Ocalan baş e, lê Qendîl ne baş e, Qendîl vî şerî dike em mecbûr in li hember bisekin. Hûn jî beşdar bibin.’ Ew însanan dibêjin, ‘na. Em dikarin bibin navbeynkar Qendîl jî aştî dixwaze. Ocalan jî dixwaze.’ Ew jî dibêjin, ‘biçin binêrin.’ Herî dawî ev însanan tê dibêjin, ‘ger hûn daxuyaniyek wisa erênî bidin dewlet amadeye korîdorek vebike. Ji bo berxwedêr ji wir derbikevin dûre jî pêvajoya muzakereyê destpê bibe.’ Niha walî, qeymeqem û hinek alîkarê wezîrê hundir ji bo vê pir dixebitin û hinek kes dişînin gel me. Em dibêjin, ‘me vê biryarê nedaye ev biryara meclîs û ciwanê wî bajarî ne. Erê em wan piştevanî dikin lê biryar a wan e. Erê hûn tên wisa dibêjin Erdogan gef dixwe. Biryarên herî tund digre û gef dide xwarin.’ Niha pêwîst e, ev însanên me yê welatparêz. Bi rastî em wan fêm dikin ku ew naxwazin kuştin çêbibe dixwazin aştî çêbibe. Em jî wisa dixwazin, lê li Erdogan binêrin, li dewletê binêrin. 

Niha çawa dikin? Dora Gever, Şirnex girtine bi tangan lêdidin û dibêjin, ‘daxuyaniyek bidin em ê korîdor vekin bila wisa şer nebe.’ Ev xapandin e. Ev dişibe çi? Însanek mahkum tê girtin polîs ew dixe îşkence û falaqeyê dibêje, ‘baxive tu neaxifî ez ê te bikujim, teslîm bibe. Ger tu teslîm bibî ez te nakujim.’ Ev jî wisa ye. Dora bajarên me girtine dibêjin, ‘hûn teslîm bibin ez li we nadim.' Beriya her tiştî biryara wê bajarê ye. Em wekî rêveberiya vê tevgerê ne di destê me de ye. Meclîs û rêveberiya wî bajarî heye. Ev wisa ye. Dixwazin civaka me teslîm bigrin. Dixwazin ew însanên me yê welatparêz, aştîxwaz, dilê wan dişewite ez wan fêm dikim. Ev dewlet bê merhemet e, dewlet dixwaze cogê me têxe erdê me ji hev sar bike, dûr bixe, qut bike û wisa bi ser keve. 

Binêrin duh di çapemeniyê de çi derket? Gotin ku ‘PKK dixwaze Geverê li korîderek vebe û PKK daxwaz kiriye ji korîdorê biçin Başûrê Kurdistan.’ Tiştekî wisa nîne. Walî û qeymeqam tiştekî wisa xwestiye û hinek general. Daxwaza walî û qeymeqam e. Ew însanên hêja daxuyanî dan gotin, ‘tiştekî wisa nehatiye rojevê.’ Lê em dizanin ku dewlet ji bo leyîstokê wisa dikin ne ku ji bo bi heqîqî tiştek wisa çêbibe. Ev rûpoşka dewletê eşkere dike. Dîqet bikin hem wisa bixwe gotine dûre jî vêya dikin propaganda dibêjin, ‘maneya xwe li Geverê tengav bûne, em biçin ser em dikarin encam bigrin.’ Bi vî awayî dixwazin moralê civakê bişkînin. Vana şerê taybet in. Em rica dikin ji dost û welatparêzên di vê mijarê de dixwazin rol hilbigrin. Ev heqîqeta dewleta Tirk nas bikin. Vana ne dirust in. Ger dirust in bila dora bajaran vekin û topan navêjin gelê me. Xaniyê gelê me ku keda eniya xwe çêkirine xera nekin bila heyet werin diyalog bikin. Em dikarin bi diyalog çaraser bikin. Ne ku tu dorê bigrî bi zorê, bi îşkence û wekî teslîm girtin nabe. Ev çû bihûrî. Em êdî îradeyek in. Lê em bi rastî dixwazin ev meseleya bi rêbazeke aştiyane çareser bibe. Me vêya dixwest lê ew naxwazin. Pêwîste hemû dostên me û hemû demokratîkxwazên Tirkiyê hemû aştîxwazên Tirkiyê, hemû kesên dixwazin Tirkiye bibe yek û biratiya gelan hebe divê vê heqîqetê bizanibin. 

Li hemberî me dewletek heye, li ser vê dewletê yekî weke Erdogan heye ew jî dinêre çiqas Kurd bikuje wê li ser desthilatê bimîne. Ji bo vê dixwaze xwîna ewladên Kurd û Tirk birjîne û ji vêya dest bernade. Û wê ew bikeve, emê w î bixinîn. Lê niha dileyîze bi rêya îstixbarat û saziyên cur be cur hemû xistine dewrê, dixwazin civakê ji hev bixînin. Di nav refên me de teredût û sîstkî çêbikin. Li hêlekê HDP bi kuştin, girtin û fezleke tehdît dikin. Fezleke çêkirine dibêjin, ‘em destlêdanê rabikin emê dadgeh bikin.’ Bi esasî dixwazin wan teslîm bigrin. Ev operasyonek li ser HDP û siyaseta Kurd e. Li aliyê din li ser gund, malbat û eşîran wisa wisa operasyon pêşdixînin. Armanc xistina şoreşê ye. Niha xeleka girîng di vir de çi ye? Cerdewan e. 

BIRYARA CERDEVANAN A TEVLÎ OPERASYONAN NABIN, HÊJA Û KURDEWAR E

Li Nisêbînê cerdewanan diyar kir ku tevlî şer nabin. Hûn vêya çawa dinirxînin?

Rast e. Li Mêrdînê cerdevan tevlî şer nebûn. Tenê ne li Mêrdînê bi esasî helwesta cerdevanan di vê demê de pêşxistî raber dike êdî gelê Kurd ne geleke ku êdî xelk pê bileyîze ye. Êdî xwedan îrade ye. Helwesta cerdevanan bi giştî helwesteke kurdewar û aştiyane ye. Tiştekî pir hêja ye. Em vêya hêja dibînin. Çawa? Cerdevan beşdar nabin. Dibêjin, ‘bila çareserî bibe.’ Hinek cih tek û tuk bû. Mesela ez dixwazim bi wesileya wê bibêjim li Şirnexê malbata Tatar heye cardin cerdewanên Navyana Şêxan heye ez dixwazim ji wan re bibêjim, ewqas sal di navbera me de şer çênebûye. Hûn her roj di nav me de ne, me li we nedaye û em li we nadin.  Niha ewladên Kurd ên li wir hemû yê Şirnexî ne, eşîrên derdorê we ne. Niha li Şirnexê ji bo gelê xwe jiyana xwe dane holê, têkoşîn dikin. Çi karê we heye hûn bi dewletê re operasyon li ser wan dikin? Ez bang wan dikim; dest jê berdin. Ma ne Tatar di navbera me de nermî çêbû, çûyin û hatin çêbû. Niha jî hûn rabin êrîş bikin ango îro hûn di ev berxwedana Kurd de beşdar bibin û xwîna ewladên Kurd birjînin wê ev li ser we lekeyeke mezin be. 50 salên din wê zarokên we ji ber we fedî bikin. Wisa nekin. Heya niha bihûrî em hemû ecemî bûn, şaşî çêbû. Me hev nas nedikir. Me gel nas nedikir, gel jî me nas nedikir. Cerdevanî çêbû hinek şer çêbû, lê ev 20 sal in şer nîne. Serokatî di 95’an vir ve ev sekinand. Piştî wê tektuk bû, lê sekinand 21 sal in şer nîne. 

DI TÊKOŞÎNA ME DE CERDEVAN HEDEF NÎNIN, LÊ YÊN BI SER GERÎLA DE WERIN, WÊ BERSIVA PÊWÎST BIBÎNIN

Ez vêya eşkere dibêjim binî xet dikim dibêjim; di têkoşîna me de cerdevan ne hedef in. Qet û qet ne hedef in. Ji ber ku cerdevantî plana dagirkeriyê ye û dixwaze Kurdan bi Kurdan bide kuştin. Em naxwazin Kurdan bikujin. Ji bo vê cerdevan ne hedef in. Lê yên rabin xwe bikin sîxur û kontra were ser gerîla elbet wê gerîla xwe biparêze û bersiva pêwîst bide. Wekî din ev filan kes cerdewan e em biçin ser... Na. Lê bes em rexne dikin. Pêwîst e mirov çeka dijmin negre. Em siyasî rexne dikin lê di leşkerî de ne hedef in. Divê mirov çek berde. Ger tu bernade jî em te nakin hedef divê tu jî me neke hedef. 

Ez tiştekî din bibêjim li Başûrê Kurdistan di 5’ê adara 1991’an de raperîn çêbû. Kê kir? CerdeVanan kir. Vana Kurd bûn, îro Başûrê Kurdistan azad bû destpêka wê cerdeVanan kir. Ji cerdeVanên Bakur re jî ez dixwazim bibêjim; rast e, Heta niha leyîsotikê dijmin bi şiklekî ket meriyetê ji vir û wê de divê em zerar nedin hev. Divê hûn jî destê xwe nexin xwîna keç û xortên Kurd. Vana keçên me şift û tazî dikin bi rûmeta gel Kurd hemû dileyîzin. Ev sucek e. Wê ev suç herî dawî di mahkemeyên navnetewî de bê dadgeh kirin. Ev qirkirin û jenosîd e. Wê bê dadgeh kirin. Derfetên me jî hene dosya niha tê çêkirin. Şert hene niha hêzên derve ji Tirkiyê çavê xwe digrin. Çima? Ji ber ku penaberên Sûriyê û Iraqê hene. Ewrûpayî hinekî durûtî jî dikin. Ji bo vê çavê xwe digrin. Lê her tim nagrin. Ev ji wan re namîne ev ji AKP û Erdogan re namîne. Çawa generalên Sirp hatin dadgeh kirin wê ew jî bên dadgeh kirin. Ew kesên di jêrzemînan de însanên bê çek û bîrandar benzîn bi ser dakirin û şewitandin ew suç nayê rakirin. Wê hesabê wê bê pirsîn wê bi her şêwazê bê pirsîn. Divê kes xwe ji vî sucî re neke hevpar. 

Birîndarên Cizîrê çawa şehîd dixînin? Şûşê benzînê davêjin hundir birîndar dibêjin qey av davêjin. Dûvre dinêrin ku heste davêjin hundir ji bo agir pêbikeve. Li Dêrsîmê Îhsan Sabrî Çaglayangîl vêya îtîraf kir, nivîsand got, ‘li Dêrsîmê di şîkeftan de me derman da wan wekî mişkan hemû mirin.’ Niha benzîn davêjin û dûre agir davêjin dişewitînin û wisa şehîd dixînin. Ha Dêrsîm ha Cizîre. Divê kesên Kurd û kesên xwedan wîjdan û Tirk her çi netew dibe bila bibe yên xwedan wijdan û demokratîk divê xwe beşdarî vî sucî nekin. 

Banga me ev e ji bo hemû kesên cerdevan di vê xisûsê de helwestê li Mêrdîn, Botan û Geverê heyî helwesteke hêja ye. Divê her kes vêya bişopîne. Heta hinek malbatên weke kontra hene wan îkna bikin jê derdînin. Em naxwazin berê çêkê xwe bidin Kurdan divê Kurd li Kurd nede. Dema ku em bi ser kevin hatiye. Em jî xwedan hêz, siyaset, Serokatî û derfet bûne. Êdî em dikarin xwe biparêzin û bi ser kevin. Ji bo vê divê em leyîstokên dijmin vala derbixînin. Her kes di aliyê xwe de têkeve vê hewldanê. Hêviyê me ji her kesî ev e. 

Bi taybet di vê derheqê de mezinê Kurd xelkên pêşengê malbat û eşîr, mele, şêx, seyît û dede hemû kesên Kurd divê xwe di ber vî demî de berpirsyar bibînin. Ev serhildana gelê Kurd e, dîrokî ye û îro dimeşe. Divê beşdar bibin. Binêrin di demê kevin de jî yên beşdar nebûne dûvre rexneyên xwe dan, poşmaniya xwe raber kirin ji ber ku dûvre ezabê wijdanê kişandin. Niha jî wisa ye. Divê ku her kes beşdar bibin. 

Bi taybet ez li vê derê dixwazim kesên welatparêz, ên di saziyên demokratîk de heta niha cih girtine, yên xebatê welatparêzî kirine, yên milîsî kirine, yên di nav xebatê de yan jî ne di nav xebatê de lê bes welatparêz û dixwazin welat azad bibe, dixwazin Kurdistanek ava bibe, Kurdistaneke xweser hebe, hemû kesên dilê xwe ji bo vê lêdidin hemû welatparêzên hêja îro rojek dîrokî ye. Ev roj fedakarî dixwaze pêwîste ev hûn berxwedanvanên bajaran tenê nehêlin. Bar û koç nekin. Ger hûn bar bikin jî zarokên xwe derbixînin, lê dîsa werin cihê xwe. Ev dem dema fedakarî ye. Dem hatiye pêwîste em li hember dijmin paşde gav navêjin. Divê her kes vêya bizanibe tîr ji kevanê derketiye, veger nîne. Wê ev şoreş pêşbikeve û bi ser keve. Li hember zulm û faşîzma AKP’ê û  dagirkeriya Tirk gelê Kurd stûxwarî nake. Nimûneya vêya Mehmet Tunç e. 

HER KES DIZANE, EM Ê RÊ NADIN KU CIZÎREKE DIN ÇÊBIBE, BIHAR E DERFETÊN ME HENE

Divê her kes vêya bizanibe. Niha ew dixwazin Geverê, Şirnexê û Nisêbinê jî bikin wekî Cizîrê. Em fersenda vêya nadin. Heta niha gerîla derfetên xwe tunebû. Gerîla, hinekî bi mesafe disekinî. YPS çêkiribûn bi rastî gerîla hinek piştevanî dayê, lê gerîla bi xwe ne têde ye. Piştevanî û destek dayin cuda ye, bi xwe têkevê cuda ye. YPS heye û piştevanî hinekî hat dayin. Lê em naxwazin êdî wisa dom bike. Her kes dizane ku em rê nadin Cizîreke din çêbibe. Bihar e derfetên me hene. 

Ev mudaxeleya gerîla wê bi şêwazeke çawa çêbibe? Divê em vêya wekî gerîla têkeve bajaran fêm bikin?

Na. Ez wê nabêjim. Wextê ez dibêjim, ‘ez’ wekî gel êdî em rênedin ku Cizîreke duyemîn çêbibe wekî bûyerên jêrzemînan çêbibe. Wê ev derfet çênebe. Gerîla jî elbet rolek xwe heye. Vaye li bajaran YPS heye. YPS têrî xwe heye. Ciwanên Kurd bila tevlî bibin niha li Baglar taxa Kaynartepe girtine. Ciwanên Amadê hemû tevlî bibin, mezin bikin, fireh bikin û tevahî Baglar bigrin. Roj ev roj e. Roj ne roja here mal jixwe re razê. Ev dem ne demeke ji rêzê ye. Demeke dîrokî ye. Pêwîste gelê me derfet nede û em jî wekî tevger derfet nadin. 

Gerîla stratejîk qadê xwe çiya ye. Wê koka xwe li çiya ye, lê wê hejê xwe berde her derê. Wê gerîla wisa rol bileyîze. Lê divê gel têkeve dewrê. Em çiqasî wekî gel destê xwe têxe bin ber û bar rabikin wê ewqasî ev şoreşa nêzî zaferê bibe. Ji bo vê berpirsyarî li ser welatparêzan e. Divê welatparêz wisa nebêjin, ‘bihar hat wê gerîla têkeve dewrê em ê jî temaşe bikin.’ Rast e wê gerîla têkevin dewrê, lê erkê gel û welatparêzan jî heye. Îro li Nisêbînê şer heye. Di gelek taxên Nisêbinê de xendek heye baş e; gundî hene, pirek kes derketin gundan bila gund jî xendek bikolin. Hemû der bibe Nisêbin. Hemû herêma Omerya, Bagok û Qoser, bila hemû der bibe Nisêbin. Ez nabêjim hemû der şer bike. Na her der li ber xwe bide. Dem dema berxwedanê ye. Her kes bi şêwazekî berxwe bide. Divê her der, her gund berxwe bide. Berê gund vala dikirin her kes diçû bajaran. Niha barajan vala dikin her kes diçe gundan. Divê li gundan jî berxwedan bibe. Divê girseyî bibe û bi gel bibe. Em gel in. Dewlet dixwaze tenê kadroyên PKK’ê û leşkerên pispor bi hev re şer bike û ji dinya alem re bibêjin, ‘em li terorê didin.’ Di rastiyê de jî li gel didin. 

Ev malbatên niha malên xwe diterikînin mumkûne hinek hebin. Lê divê welatparêz bizanibin ev xerab e, bisekinin, li ber xwe bidin. Ger çûn jî dûr neçin ji gundan dernekevin. Ji vir û wiha bihar e ne hewceye biçe dûr. Divê em vî axî rizgar bikin, divê em ax terk nekin. Ger tu ax terk bike, ew ax azad nabe. Wext hatiye em ê azad bikin ewqas kurt û eşkere ye. Tuyê ku de biçî? Ev ne welatparêzî ye. Tuyê di welatparêziyê de israr bikî. Mehmet Tunç ji bo me hemûyan nimûne ye. Me vala ne got ‘serokê herêma Botan e.’ Ew serokê Cizîra Botan e. Ewên di wê berxwedanê de dîrok nivîsandine hemû wisa ne. Ji bo vê yekê pêwîste em her kes li erkên xwe xwedî derbikevin. Em bizanibin ev demeke dîrokî ye. Dema azadî û berxwedanê hatiye. Mirov bêje; xanî hene, xera kirine însanên me 20 salan xebitiye xaniyê xwe li ser du qatan çêkiriye vana jî top lêdidin hildiweşin, dinya lê xera dibe. Pir zehmet e. Dijmin jî ji bo vê wisa dike. Zerar dide xelkê ku ji bo xelk beşdar nebe û teslîm bibe. Wan jî helwest danî. 

ŞER ŞERÊ GEL Ê LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ YE

Divê em di vê demê de zerarê madî bidin berçav. Zerarê madî divê ne takekesî be. Derfetê vê tevgerê û vî gelî heye. Divê her kes ji hevdû re bibe alîkar. Jiyaneke komunal çêbibe. Malê kê xera bûye em hemû bi hev re çêbikin. Kîjan bajar xera bû em hebû bi hev re çêbikin. Niha îro Nisêbin berxwe dide divê Qoser bizanibe ku li Qoserê heman tişt nabe sedema xwe çi ye? Divê hemû gelê Qoserê gelê Nisêbinê xwedî bike, mala xwe pê re parve bike û derbikevin qadan li berxwe bidin. Ger li Amadê berxwedan heye, şer heye; divê Bismil çi bike? Bismil jî zerar û ziyanê telafî bike ew jî bi girseyî lê xwedî derbikeve. Ev têkoşîn têkoşîna gel e. Divê em rûyê gel bidin pêş, gel beşdar bibe lê xwedî derbikeve. Newroz jî ji bo vê wesîleyek e, bi girseyî helwesta xwe deyne holê. Wisa xwe raber bike wisa wê doza me biçe encamê. Şer; şerê gel ê li hemberî dagirkeriyê ye. Şerê demokrasî û azadiyê ye. Şerê dahatuya gelê Tirkiyê giştî ye.

We balkişand ser şerê taybet. Piştî ku li Enqereyê teqînek çêbû hikûmet û dewleta AKP hemû rêxistinên Kurd tewamber kir ji PYD bigre heta HDP hemû sazî û dezgeyên gelê Kurd tewambar dike. her wiha TAK’ê çalakiya Enqereyê hilgirt ser xwe. Beriya wê endamê TAK’ê Zinar çalakî kir daxuyaniyek fermî dan û PKK’ê rexne dikirin. Têkiliya PKK û TAK’ê di çi astê de ye? 

Têkiliya me bi çalakiya li Enqereyê çêbûye re nîne. Jixwe yê çalakî kirî çalakî bi awayekî eşkere hildane ser xwe. TAK ne îro derketiye. Nizanim çend sal in, lê her hal 10-15 sal in TAK heye. Ew jî şêwazekî xwe heye. Em hemû şêwazên wan napejirînin. Di têkoşîna me de zerar dîtina sivîlan qet û qet nayê erê kirin. Ji ber ku em dixwazin gelê Kurd hemû qezenc bikin, lê gelê em Tirk jî hemû qezenc bikin. Em dozeke mafdar dimeşînin. Em dixwazin her kes bi vê dozê re piştevan bin. Tenê em têkoşîn dikin. Em dixwazin kes zerar jê nebîne. Divê ku em hedefên leşkerî bikin armanc, lê em heya heyî naxwazin sivîl zerarê bibînin û têkoşîna HPG meşandiye ji 25 tîrmeh heya roja îro jî berçav e. 

Ji xwe TAK jî xemginiya xwe raber kiriye, lê divê hîn zêde bi dîqet bin. Ger bi rastî di xetek rast de dixwazin tevbigerin ev rêxistina divê li tiştên wisa dîqet bikin. Em erê nakin. Lê ev heqîqet jî heye. Niha kesê vê çalakî kirî keçek Kurd Seher Çagla Demîr e û 24 salî ye. Zanîngeh heta du salan xwendiye û beşdarî TAK’ê bûye. Niha jî vê çalakiyê kiriye. Ev dihêle ku her kes li ser bifikire. Divê hemû gelê Kurd û heta dewleta Tirk jî li ser bifikire. Çawa ciwanek Kurd keçek Kurd zaningeh dixwîne ewqasî xwe feda dike? Nexwe kêr hatiye li hestî sekiniye. Her kes nikare wisa be. Her hal ew însan ne însaneke bê aqil e. Na. Dixuye bi zanebûn tevgeriya ye. Ev heqîqetek raber dike. Di vir de heqîqeta Kurd û Kurdistanê heye. Pelixandina îradeya gelê Kurd heye, zilum heye. Li hemberî vê zilmê bertek heye. Bi zanebûn seknek heye. Ev destnîşan dike. Dibe ku tu şêwaz nepejirînî lê tiştek li holê heye. Tu nikarî vêya derçav bikî. 

AKP hima xwe di heriyê de davêje erdê. Tiştek bibe dixwaze serî de PKK, HDP dûre YPG û PYD her kesê Kurd tewambar dike. Çi eleqeya xwe heye? Eleqeya xwe nîne. Di Kurdan de pir rêxistin hene û Serok Apo fikrek pêş xistiye, paradîgmaya xwe heye. Pir kes radibe dibêje, ‘em jî vê paradîgmayê esas digrin’ û jixwe re rêxistin çêdikin. Tu nikarî di ber de hima PKK berpirsyar bibîne. Tu nikarî yekî li aliyekî tiştek kir yê qet agahiya xwe tuneye berpirsyar bibîne. Diyar e, muqabilî van dixwazin pê hêza Kurd  biçewisînin, lêbixin. Vêya bikin wesîle û parlamenterên HDP terbiye bikin, hinekan bigrin dîzaynek çêbikin. Pir bi şiklekî elcexî û sinsî vêya bikartînin. Ne wisa be îstixbarata wan jî dizane qet eleqeya HDP pê re nîne û HDP jî dijî tiştê wisa ye. Ew ji bo aştiyê tevdigerin û dizanin çi ye ne çiye. Lê dîsa jî tawanbar dikin. 

Bi taybet Erdogan di van xisûsan de êrîş dike. Ango pir dijwar Hîtlerwarî her tiştî dixwaze bi hemû saziyên Kurd ê rûmet, siyasetmedarên Kurd û destkeftiyên Kurd hemû tewanbar bike û bike hedef. Li hemberî vê pêwîste hemû raya giştî hişyar be. Ev têkoşînek e. Gelek 40 mîlyon însan e mumkûne têde her cure rêxistin çêbibe û bi her şêwazî bixebite. Em dixwazin di xeteke rast de bin. Em wekî PKK û HPG em hewl didin ku her tişt di xeteke rast de bimeşe. Feqet têkoşîn bimeşe û têkoşîn biçe encamê û zaferê. Yê me hewldanê me di vê eksenê de ye. Lê dijmin her buyerekê li gorî xwe difertilîne, li gorî xwe çêdike, mezin dike û dixe wareke tewambarî. Yanî li gorî agahî heye; kuştiyê xwe yê wekî polîs vedişêrin. Hima dike sivîl. Dibe ku çend sivîl hebe, lê hemû weke sivîl raber dikin. Ji bo siyaset û hemû aliyên Kurd têxe bin zextekê ango li gorî xwe eyar dike û çêdike û dike bingehê êrîşekê. Li hemberî vê divê hemû raya giştî hişyar bin. Ev leyistokên dijmin ên wisa, yan jî rêbazên wisa şaş mezibûna tevgera azadiya Kurdistan nikare bisekinîne û li ser asteng çêbike. Wê ev mezinbûn biherike biçe bigêje armanc e.

Herî dawî peyamek we hebe hûn dikarin bînin ziman? 

Bi rastî em hem dikevin qonaxeke pir dîrokî û girîng û hem jî em dikevin salek û Newrozeke girîng. Newroza 2016’an wê bi rastî Newrozeke pir girîng be. Wisa dixuye. Wê Sala 2016’an ne saleke ji rêzê be. Di vê salê de heta di vê mehê de; di meha Newrozê de helwesta ku civaka Kurd raber bike, gelê Kurd raber bike, ciwanên Kurd, jinên Kurd raber bike wê pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja Tirkiyê diyar bike. Niha binêrin gelê Kurd Newrozê bi çi dirûşmê pêşwazî dike? Rêberiya Azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk. Ev tiştekî pir watedar e. Divê ku her kesê aligirê aştiyê û aligirê yekîtiya Tirkiyê rûmet bide vêya. Rayedarên Tirkiyê divê rûmet bidinê. Ku rûmet nedinê wê çaxê wê ev helwest jî bê guhertin. Lê çi dibe bila bibe meşa tevgera azadiyê di vê salê de di eksana azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistan de wê pêşbikeve. Elbet armanc Tirkiya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk û konfederal e. Di vê de wê pêşbikeve. Lê divê her kes li tiştên tê gotin wateya rast bidê û nirx bidê. 
Em niha dixwazin di Tirkiyê de veguherîn çêbibe, sererastî çêbibe. Gelê Kurd jî êdî bigêje mafê xwe. Erdogan dibêje, ‘cihêtîxwaz in’ ew cihêtîxwaz in û ew cudakariyê dikin. Ger ew wisa dijminatiya Kurdan bikin wê Kurd veqetin. Kurd heta ev Newrozê jî dirûşmeya xwe yekîtî ye. Ger qiymetê wê nizanibin elbet wê Tirkiye jî perçe bibe. Ev girêdayî hewlestê wan e. Divê rayedarên Tirkiyê hespê Erdogan lê siwar bûye pê re nebin yek. Ew tenê desthilata xwe difikire lewma wisa dike. Ev kirinên xwe kendalê kûr dike. Divê her kes wisa bizanibe.

Di ev dema girîng de Newroz tê pêşvazîkirin. Roj roja yekîtiyê ye. Ez bawer dikim li Bakurê Kurdistan û hem jî li tevahî Kurdistan helwesta yekîtiyê û xeta kongereya netewî wê pêşbikeve. Di vî demî de dagirkerî pir dileyîze. Dixwaze di navbera Bakur û Başûr de nakokî peyda bike. Di navbera me û PDK’ê de nakokî peyda bike. Di navbera Rojava û Başûr de nakokî peyda bike. Dixwaze hêzên Kurd perçe bike, siyaseta Kurd divê di vî demî de bi berpirsyar nêzbibin. Ger di nava xwe de yekîtî avanekin jî zerar nedin hev û bi berpirysarî nêz bibin. Bi rastî derfetên niha li Rojhilata Navîn heye derfetên zêrîn in. Divê em ji van derfertan sûd werbigrin êdî gelê xwe jî bibin azadiyê.  Du roj berê me salvegera komkujiya Helepçê şermezar kir. Ji bo cardin enfal nebin, komkujî û jenosîd nebin îro derfet hene. Divê em van derfetan rast bikarbînin. Ji bo vê divê em ti caran xeta yekîtiya netewî nedin alî. Li ser vê rawestin û bi israr hewl bidin. Ev yek e. 
Ya duyemîn; di Bakurê Kurdistanê de aliyên siyasî hene. Huda-Par heye û çend partiyê din hene. Em vêya dikarin eşkere bibêjin: Di Kurdistana azad de cihê her kesî heye. Têkoşîna îro ya her kesî ye û ya Kurd e. Divê her kes beşdar bibe. Ger beşdar nabe bila zerar nedê. Heta niha ez nabêjim kesî zerar daye. Lê propaganda heye. Divê her kes hişyar be. Lê em vekirîne. Mînak em vekirîne destpêkê em li Bakurê Kurdistanê yekîtiya netewî çêbikin. Bila her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe. Dûvre jî em li tevahî Kurdistan çêbikin. Bi wesileya Newrozê em bangî hemû aliyên siyasî, yê Kurdistanî giştî dikin li ser vê xetê rawestin. Em her kes di aliyê xwe de berpirsyarî pêş bixînin. Em nebêjin ev biçûk e yan mezin e. Kurdistan mezin e cihê her kesî heye. Cihê her fikir û ramanê heye. Hemû mezhebên Kurdistanê, hemû olên Kurdistanê, hemû rengên Kurdistanî, hemû netewên Kurdistanî, hemû fikrên Kurdistan bi azad û wekhev divê têde bijîn. Bi wesileya Newrozê ji bo van derdorana hemû banga berpirsyariyê dikim ku em di ev serdema dîrokî de bi hev re pêşwazî bikin.

Bi taybet ciwanên Kurd, jinên Kurd di vî demî de helwestê bigrin pir girîng e. Mesela ciwanên Kurd divê têkoşîner bin. Ciwanê Kurd divê beşdar bibin. Divê beşdarî rêxistinê bibin. Beşdarî berxwedanê bibin, beşdarî ev hewldana gelê me bibin. Kes di ev dema wisa girîng de nebe temaşrevan bibe beşdarvan û tiştek bike. Ev demeke wisa ye. Dijminê me dibêje em dikin wan bi giştî rabikin divê em jî bi giştî li hember bisekinin. Her kesê ku xwedan şeref, namûs, haysiyet, xwedan rûmet û hestiyê pozê xwe li ber ev kiriyarên dagirkeriyê Tirkiyê dişewite divê li mala xwe rûnenê û mala xwe ji navçeyên Kurdistan dûr nexînin û bar nekin. Divê em bisekinin. Ev şer hat ber deriyê me. Me xwest em aştî bikin, lê ev şer hat ber deriyê me. Em nikarin rûyê xwe jê vegerînin. Êdî hat ket derî. Û êdî veger nîne. Niha ew dixwazin terbiye bikin, dora Şirnex, Gever û Nisêbin girtine. Niha dora Amadê digrin divê em çavê xwe jê negrin. Herêmê Kurdistanê yê dîtir hemû çima berê rabûnê gelê Kurd bi ser nekeft? Herêmî bû. Niha ne herêmî ye divê em hev temam bikin û hemû herêm beşdar bibe. Ev barek e divê em her kes hinek ji vî barî rabikin. 

Banga me ji bo gelê me yê welatparêz ev e, bi rastî serdemeke fedakarî dixwaze. Serdemeke dîrokî û girîng e. Îro Serokatiya me ev 11 meh in di bin tecrîdê de ye. Bi esasî ev 3 meh in agahiya me ji Serokatî nîne. Lê Serokatî gav paşde navêje û li berxwe dide. Ji bo mafê gelê Kurd. Ev Serokatî emrê xwe ji bo mafê gelê Kurd da. Em giştî wisa ne. Berxwedêrên li Cizîrê ma xwestin xwe xelas bikin yan jî xwesetin teslîm bibin? Yê Sûrê û  herî dawî yên li Hezexê ma ne ji bo xatirê pêşeroja vî gelî xwe fedakirin. Ev egîdên wisa ev keç û xortên wisa divê gelê me wan tenê bernede. Her kesê ku wijdanê xwe heyî dorê bicivin û beşdar bibin. Divê em bizanibin em bibin yek emê bi ser kevin. Di xeta Rêber Apo de îro berxwedana me êdî gihiştiye qonaxa serkeftinê. Di vê qonaxê de em dest bidin hev serkeftin ne dûr e, nêz e. Di dîrokê de ti caran bi qasî niha pêşeroja me neketiye destê me. Niha pêşeroja me weke Kurd di destê me de ye. Em bixwe bi berpirsyar nêzbibin û bibin yek emê bi ser kevin. Ev derfeta kêm e û pir girîng e divê em ji destê xwe nerevînin. Tren rabe here em dûvre nagihijinê. Dijmin ewqas ne xurt e, xwe xurt raber dike. Ger em weke Kurd îradeya xwe diyar bikin helwesta xwe deynin wê dijmin paşde gav bavêje. Wê çaxê wê çareserî û aştî çêbibe. 
Niha hemû kesên aştî dixwazin hemû kesên dixwazin aramî çêbibe pêwîste berxwedan bibe. Beşdarî berxwedanê bibin ku berxwedan dijwar bibe, AKP binêre sernakeve wê çaxê wê mecbûr bimîne yan wê bikeve, yan wê mecbûr bimîne were ser masê. Rêya aştiyê îro di berxwedanê re derbas dibe. Divê em veya bizanibin. Demeke wisa ye. Dibe ku însanên me û welataparêzê me zehmetî dikşînin demeke zor e. Lê wekî şoreş giştî ez nabêjim demeke zehmet e. Ji ber ku demeke derfeta me heye, dema dîlanê ye, dema berxwedanê ye, dema dîlana azadiyê ye. Dema meşa azadî û zaferê ye. Di vî demî de divê em geşbîn û xweşbîn bin û beşdar bibin. Ger em wisa bikin û wisa nêzî Newroza 2016’an bibin ez bawer dikim ku wê serkeftin ne dûr be hîn zêde nêz be. Bi taybet di ev Newroza de helwestê gelê me raber bike, îradeya xwe eşkere bike, îradeya xwe deyne holê yekbûna xwe pêşî her kesî bike û helwest pêşbixe ez bawerim wê ev bibe bingehê gavek nû gevek ronahiyê. Ev dirûşmeya di Newrozê de têgotin Rêberiya azad, Kurdistan azad û Tirkiya demokratîk wê bibe heqîqet. Bi vê bîr û baweriyê ez Newroza hemû gelê me pîroz dikim.