Karayilan: Gerîla bi rengekî dîrokî li dijî dewleta Tirk li ber xwe dide

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe dide û got, "Em bi ser ketine, lê bila heval bi serketinê serxweş nebin."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya 1'ê Gulanê bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla yên li eyaleta Metîna, Zap û Avaşînê re axivî. Karayilan 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û wiha axivî:

"Bi pêşengiya partiya me PKK'ê doza karker û kedkaran a li Kurdistanê îro bi têkoşîna gel û gerîla gihîştiye asta herî bilind. Têkoşîna sosyalîzma demokratîk û kedê li ber fikir û ramanên Rêber Apo li Kurdistanê berz dibe.

Weke ku tê zanîn meha Gulanê di heman demê de meha şehîdan e. Di şexsê hevrê Hakî Karer de em şehîdên şoreşger ên Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em ê çeka wan li erdê nehêlin, ala wan bêhtir bilind bikin û xeyalên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê, bi mezinkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Li dijî dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedanek tê meşandin ku berxwedaneke ne ji rêzê ye. Berxwedaneke dîrokî ye. Niha li Avaşînê, Zapê û Metînayê têkoşîneke gelî bi wate bi rê ve diçe. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve wê encamên xwe gelekî girîng be. Lewma em dibêjin ku berxwedaneke ji rêzê nîne. Pêvajoyeke dîrokî ye û di şerê azadiya Kurdistanê de ev têkoşîn di asteke stratejîk de tê meşandin.

Dewleta Tirk li dijî gelê me û gelên herêmê hesabên qirêj dike. Ji bo karibe van hesabên xwe yên qirêj bi cih bîne jî vî şerî dimeşîne. Lê belê heta niha bi ti awayî bi ser neketiye. Niha dixwaze li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe. Hem dixwaze herêma tampon çebike, hem jî qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destketiyên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe. Pêkhatina rewşeke bi vî rengî di heman demê de ji bo gelê Ereb û gelên herêmê jî gef û metirsiyeke mezin e.

'DIVÊ ŞERÊ LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ WEKE ŞEREKÎ TAKTÎKÎ NEYÊ DÎTIN'

Dewleta Tirk a dagirker kketiye demeke lawaz. AKP-MHP ne xurt e, berevajî; di dema xwe ya herî qels de ye. Ji bo karibe temenê xwe yê li ser desthilatdariyê dirêj bike êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Man û nemana xwe di vî şerî de dibîne. Lê belê eger li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser nekeve û têk biçe, wê wextê rejîma AKP-MHP'ê wê bi temamî hilweşe. Bêguman têkçûna wan wê ji bo gelê me, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên li herêmê bibe destketiyeke mezin û serdemeke nû. Yanî şerê ku niha li Zap, Metîna, Avaşîn û Heftanînê tê meşandin di heman demê de şerê demokrasiyê yê Tirkiyeyê ye. Paşeroja hêzên demokrasî û azadiyê bi vî şerî ve girêdayî ye.

Rast e, şer niha li çiyê bi rê ve diçe lê belê wê bandorê li tevahiya Tirkiye û  herêmê bike. Lewma bala her kesî li ser vî şerî ye. Haya hevalên me ji girîngiya vî şerî heye. Yanî ev şer ne tenê şerê parastina herêmekê ye. Şerê paşeroj, hebûn û azadiya gelê me ye, şerê demokrasiyê ye. Encamên xwe yên bi vî rengî heye. Lewma em dixwazin di vî şerî de bi ser bikevin. Weke tevger eger rîsk hebe divê em bidin ber çavên xwe, divê fedakarî bê kirin. Bila heval hemû zanibin ku biryara me bi vî rengî ye. Yanî ne bi rengekî taktîkî nêzî vî şerî bibin, divê bi rengekî stratejîk nêzîkatî lê bê kirin. Di demekê de ku dijminê me lawaz e, gelek firsend hene ku em dikarin bi kar bînin. Eger dijmin bişikê wê encamên gelekî mezin bi dest bikevin.

Berxwedana ku 8 roj in dewam dike encamên gelekî girîng bi xwe re aniye. Par li Heftanînê, meha Sibateê jî li Garê berxwedan hate nîşandan. Niha jî ev 8 roj in li Mamreşo, Şehîd Serdar, Kela Bêdewê, Cîloyê Biçûk û Zendûrayê careke din tê nîşandan. Ev ji bo e gelekî girîng e. Ya rast ne tenê ji bo me ji bo tevahiya hêzên herêmê û cîhanê girîng e. Li herêmê niha li dijî teknolojiyê em gerîlayên serdema 21'ê diafirînin. Ji ber vê yekê encamên ku heta niha hatine afirandin ji bo me gelekî girîng in.

'GERÎLAYÊN LEHENG NEHIŞTIN KU DIJMIN BIGIHÊJE ARMANCA XWE'

Bêguman ev berxwedan bi hêsanî pêk nehat. Bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi wêrekiyeke mezin, bi kedeke mezin, bi fedakariyeke mezin hate afirandin. Heval niha li her çeperê, li her tunelê, li binê her darê bi vê kelecanê ne. Em bi vê zanin û vê hîs dikin. Em zanin ku kedeke gelekî mezin tê dayin, sekneke dîrokî tê meşandin. Lewma 8 roj in li gel teknîkê jî nekarîn encamê werbigirin, wê nikaribin. Ew bi xwe dibêjin, 'Em duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê ne, di destê me de her cûre teknîk heye'. Ji xwe ew tenê bi xwe nayên, li gel çeteyên ku ji Sûriyeyê anîne tên. Hemû derfetan bi kar tînin. Tevî vê yekê jî ji ber ku gerîlayên leheng bersivê didin wan, me dît ku dewleta Tirk nikare bigihêje armanca xwe.

Li gorî agahiyên ku heval didin niha li Girê şehîd Dilgeş û li Avaşînê 4 hevalên me yên leheng şehîd bûn. Heval Çiyager, Dilşêr, Ekîn û Asya. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin. 4 şehîdên me yên leheng. Gerîlayên me tatkî û rêbazên dijmin hemû, her wiha êrişên ji hewayî û bejahî pûç kirine. Dîsa li gorî agahiyên ku hevalan dane, heta niha zêdeyî 120 leşkerên dijmin hatine kuştin, derb li 3 helîkopteran hatine xistin. Ev encamên ji rêzê nîne, encamên mezin in. Niha divê em ji van 8 rojan dersên girîng derxînin. Di şerê ku 8 roj in dewam dike kêmasiyên me çi ne? Divê em kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tevbigerin. Divê em kêmasiyên xwe çareser bikin. Ev mijareke girîng e. Eger îro em dersê ji kêmasiyên xwe derxînin em ê encamên hîn mezintir bi dest bixin.,

'EV HÎN DESTPÊK E'

Ji aliyê me ve serketinek derketiye holê lê divê heval serxweşiya serfiraziyê nejîn. Ev hê destpêk e. Ji ber ku dijmin nêzîkatiya xwe ne ji rêzê ye. Ji ber vê divê em jî baldar nêz bibin, encamên girîng derxînin holê û sivikatî li dijmin nekin. Lê divê em geştir bikin. Dijmin ev bi rojan, bi seatan, bi deqîqeyan li berxwedana gerîla rast tê. Em ê dijmin wiha têk bibin. Ango li ti deverê divê em fersendê bi dest dijmin ve neyînin. Weke ku min gotî, gerîlayên serdemê îro li Kurdistanê dijî lê divê ji hemû cîhanê re bibe mînak.

Li vir divê em şanî herkesî bidin ku teknolojî çawa tê pûçkirin. Ji ber vê em biryargeh û piştre heval divê fedekariyê bikin. Ji ber ku em pê dizanin ku ev ji bo gelê me, ji bo gelên herêmê û gelên cîhanê mînak e. Ji ber vê çi fedekarî hewce be divê em bikin. Divê em fersendê bi dest dijmin ve neyînin û nehêlin ku rê lê vebe bi erzanî serkefitan bi dest bixe. Ji vî alî ve divê em baldar bin. Ji aliyê dî ve ev şer şerê hemû Kurdan, şerê parastina Kurdan û destkeftiyên gelê Kurd e. Lê hêzên Başûr bi rikdarî li bara vî şerî bûne temaşeven. Ditirsin ku li bara dijmin dengê xwe rakin. Ev jî ne mesele ye, bila alîkariyê nedin dijmin, bes destekê nedin dijmin. Bila têkoşîna gerîlayên leheng bibînin.

'HIŞYARÎ LI HÊZÊN BAŞÛR'

Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal li Kanî Masî 2 derb li dewleta Tirk dan. Her wiha hêzên Şehîd Bedran Gundikremo li Şeladizê derb li hêzên Tirk dan. 2 tang îmha kirin û hin leşker kuştin. Ev du çalakî ji bo hişyariyê ne. Ango hêzên dagirker ku beriya niha li Başûr bi cih bûne divê tevnegerin, divê tevlî vî şerî nebin, ev hişyarî bû. Heke ev hêz tevlî şer bibin li her deverê wê bibin hedefa hêzên me. Ev derfet hene. Em bawer dikin ku ev peymana me wê bigihije cihê xwe.

Em bawer dikin hemû hevalên me hay ji girîngiya vê pêvajoyê hene. Heval bi berpirsyariya xwe dizanin, dizanin li kûderê jî bin wê çi bikin, çawa tevbigierin, çawa bi insîyatîv rabin. Ji vî alî ve heta dawî em ji hevalan bawer dikin. Em Fermandariya Navendî ya Parastina Gel, hemû hevalan ku di berxwedana azadkirina Kurdistanê û Rêber Apo de cih digirin pîroz dikin. Êdî ji niha û pê de her heval divê xwe, hevalên xwe biparêzin û fersendê bi dest dijmin ve nînin.

Divê derbên hewce liş dijmin were xistin. Li çiyayên Zagrosan berxwedaneke dîrokî heye. Her heval divê zanibe ku îro li Kurdistanê dîrokeke nû tê nivîsîn. Ji ber vê ev meş divê meşeke bi lehengî be. Bi vê çarçoweyê em bawer dikin ku heval di vê meşa pîroz de serfiraz bibin. Bi vê wesîleyê em serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin."