Karayilan: Em dixwazin komployê bi temamî têk bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku pûçkirina komployê têrê nake û got, "Divê bi temamî bê têkbirin. Têkbirin jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Armanca me ev e."

Komploya navneteweyî ku 15'ê Sibata 1999'an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, dikeve sala 24'an.

Her wiha êrişa berfireh a dewleta Tirk a li ser Garê û têkçûna dewleta Tirk a li vê derê, ku 10'ê Sibatê dest pê kir, salekê li pey xwe dihêle.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi vê wesîleyê ji Hêzên Parastinê yên Gel re axivî.

'RÊYA TÊKOŞÎNÊ YA LI DIJÎ KOMPLOYÊ ZELAL KIRIN'

Karayilan di salvegera 23'an a komploya navneteweyî de hêzên komploger hemû şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, di şexsê Halît Oral, Tayhan Ûmût (Ahmet Yildirim) û Rojbîn Arap (Fatma Ozen) de bi rêzdarî bi bîr anî. Karayilan got, "Van lehengên Apoyî bi sekna xwe ya fedayî nîşan dan ku helwesta li dijî komployê divê bi çi rengî be û rêya têkoşînê diyar kirin."

'JI BO MEŞANDINA SIYASETA QIRKIRINÊ'

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku armanca komploya navneteweyî tunekirina xeta Kurdên azad û meşandina siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bû û got, "Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de ji bo tasfiyekirina xeta Kurdên azad, tunekirina gelê me û meşandina siyaseta qirkirinê bû. Wan xwestin ku ji bo berjewendiyên xwe gelê me bi kar bînin, daxwazên rewa yên gelê me qebûl nekin, civaka me bitepisînin û tune bikin. Bêguman ev yek heqareteke mezin a li rastiya m irovahiyê û êrişeke dijminane ya li dijî gelê me ye. Ev yek zilmeke mezin e."

Karayilan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwest ku bi rêya diyalogê li Ewropayê çareseriyekê ji pirsgirêka Kurd re peyda bike û got, "Ji bo vê jî li Romayê deklarasyonek weşand. Komplogeran ev yek ji nedîtî ve hatin, êrişên xwe dewam kirin û dawiya dawî 15'ê Sibata 1999'an bi binpêkirina mafên mirovan, bi tunekirina hqiûq û feraseta exlaqî Rêber Apo revandin û radestî dewleta Tirk kirin.

PIŞTÎ KU DÎTIN NIKARIN ÎMHA BIKIN, DEST BI RÊBAZÊN DIN KIRIN

Bi rêya komployê wan dixwestin ku Rêber Apo îmha bikin. Dema ku dîtin nikarin vê bikin, hingî dest bi tecrîda giran kirin, xwestin têkiliya Rêbertî bi tevgerê re bibire, bi vî rengî tevlîheviyê li nava tevgerê çêbikin û tasfiye bikin. Lê belê ji 9'ê Cotmeha 1998'an û pê ve li dijî pêvajoya komployê gelê Kurdistanê li çar aliyên welêt dakete qadan."

Karayilan anî ziman ku bi taybetî piştî 15'ê Sibatê serhildêr û berxwedêriya milîtan, welatparêzên Kurd, jin û ciwanên Kurd nîşan dan, raxistin pêş çavan ku dijmin nikare bi hêsanî bigihêje armanca xwe û got, "Ji ber vê sekna gelê me, biryara îdamê ya li dijî Rêber Apo dan, nekarîn pêk bînin. Dîtin ku eger vê yekê bilkin, ev serhildan wê çi bîne serê Tirkiyeyê, metirsiya li ser Tirkiyeyê dîtin. Tirkiyeyê ji ber vê yekê di nava xwe de gelekî nîqaş kir û dawiya dawî îdam rakirin. Lê belê bi sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê xwestin ku Rêbertî di nava demê de tune bikin."

'SEKNA DAHÎANE YA RÊBER APO'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku li dijî vê projeya tunekirinê ya dijmin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekneke dahîane nîşan da, bi rengekî mûcîzewî bi sekna ku li nava şert û mercên Îmraliyê nîşan da, komplo pûç kir û wiha dewam kir, "Rêber Apo bi kûrbûna xwe ya li wê derê, Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê afirand. Rêber Apo bi vî rengî hem komplo pûç kir, hem jî rê danî pêşiya tevgerê ku karibe bêhnê bistîne, xwe nû û berfireh bike. Li ser bingeha perspektîfên Rêberê me têkoşîna me ji aliyekî ve xwe li gorî paradîgmaya nû di modela rêxistinbûnê de derbasî qonaxên nû bû, li aliyê din jî şer rawestand û rê da çareseriyeke demokratîk û siyasî."

'DEWLET NEÇAR MA LI OSLOYÊ LI DORA MASEYÊ RÛNÊ'

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji ber vê pêşketina bi lez a têkoşînê di sala 2008'an de neçar ma ku li Osloyê bi tevgera wan re li dora maseyê rûnê û nirxandineke wiha kir: "Li ser bingeha navbeynkariya dewleta Norwêcê û hin hêzên navneteweyî li Osloyê hevdîtin hatin kirin û sê salan dewam kir. Bi bihara 2011'an re nîqaşên şandeyên hevdîtinê gihîştin encamekê û protokoleke hevpar amade kirin. Tevgera me soz da ku wê vê protokolê bi cih bîne, lê belê hikumeta Erdogan ku wê protokola dewleta Tirk temsîl dikir biryar li ser bida, bi mehan tiştek negot û 16'ê Tîrmeha 2011'an bi ragihandina şer bersiv da. Piştî demeke kurt eşkere bû ku hevdîtinên li Osloyê û li pişt konsepta êrişê ya piştre rû da, plana tasfiyekirinê ya Tamîlwarî heye. Dewleta Srî Lankayê jî mîna AKP'ê destpêkê li Osloyê hevdîtin kiribû û piştî van hevdîtinan ji nişka ve êriş kiribû, bi vî rengî Tamîl tasfiye kiribû. Ji wan hebû ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêviya xwe bi temamî bi çareseriyê ve girê dane, ji ber vê yekê sist bûne û wê karibin tasfiye bikin. Li ser vê bingehê li dijî tevgera me dest bi têkoşînê kirin.

Di vê pêvajoya şer de gelek windahiyên giran ên gerîla çê bûn. Li ser bingeha taktîka nû ya şer de di êrişan de gerîla heta astekê tengav bûn, lê belê bi bihara 2012'an re bi hin guhertin û sererastkirinan re tevgera me kete nava pêvajoyeke nû ya pêngavî. Bi pêvajoya berxwedanê ya li ser vê bingehê re di dawiya sala 2012'an de dewleta Tirk xitimî. Ji ber pêngava gerîla nikarîbû xwe bigihîne gelek çiyayên Kurdistanê, li gelek eyaletan ji aliyê fîzîkî ve nikarîbû bi gelek alayan re ku bi hezaran leşker lê bûn têkiliyê dayne. Gelek rêyên Kurdistanê ketibûn bin kontrola gerîla. Bi esasî artêşa Tirk di wê pêvajoyê de têk çû.

'JI BO ŞEREKÎ NÛ, AGIRBEST QEBÛL KIR'

Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê ku dawiya xwe di vê pêvajoyê de dîtin, di destpêka sala 2013'an de qebûl kir ku pêvajoyeke agirbestê bikeve rojevê. Dewleta Tirk ev pêvajoya agirbestê ya ku bi Newroza 2013'an re kete meriyetê ne ji bo çareseriyê, lê belê ji bo amadekariya ji şerekî nû re qebûl kir, ku ev armanca wan hîn di destpêkê de eşkere bû. Di demekê de ku hevdîtinan dest pê kirin, destpêkê fermandarê me yê eyaleta Amedê hevalê Nûman û 10 hevrêyên me yên pê re bi rengekî nemerdane hatin şehîdxistin. Piştre jî li Parîsê hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî bi nemerdane û komployê hatin şehîdxistin. Tevî vê yekê dema ku li Bakur agirbest hebû, bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra êrişî destketiyên gelê me dikirin. Yanî pêvajoya ku jê re 'Pêvajoya çareseriyê' digotin, projeya şerê taybet a AKP'ê bû."

Karayilan bi bîr xist ku di encama vê pêvajoyê de jî Tayyîp Erdogan û hikumeta AKP'ê maseya hevdîtinê qeliband û 24'ê Tîrmeha 2015'an dest bi pêvajoyeke nû ya şer kir.

GARÊ: PARÇEYÊ DESTPÊKÊ YÊ PLANA MEZIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, dijminê ku li gel hemû hewldanan nekarî encama dixwaze bi dest bixe, bi planeke duyemîn a komployê xwest ku komploya navneteweyî bi ser bixîne û got, "Ji bo vê jî di 10'ê Sibata 2021'ê de li ser Garê dest bi êrişeke giran kir. Lê belê fedayiyên Apoyî yên bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytuşşebap, li dijî vê yekê li ber xwe da û bi vê berxwedanê dijmin têk birin; pêla êrişan berevajî kirin û kirind estpêka şikestineke mezin a dijmin."

Karayilan di şexsê Şoreş, Rojhat û Seyfî de şehîdên bexwedana Garê-Siyanê bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku li ser xeta şehîdan wê komployê bi temamî têk bibin.

Mûrat Karayilan anî ziman ku êrişa 10'ê Sibata 2021'ê ya li ser Garê parçeyê destpêkê yê planeke mezin bû û wiha dewam kir, "Ev plan ne tenê ji bo xilaskirina dîlgirtiyan an jî dagirkirina Garê bû; hîn berfireh û mezin bû. Komployeke duyemîn hatibû plankirin û bi rêxistinkirin. Ji xwe Serokê Fermandariya Giştî ay Tirk Yaşar Guler got, ku 6 meh bû amadekariya leşkerî hatibû kirin, leşker hatibûn perwerdekirin û ceribandin."

Karayilan ragihand ku gelek hêzên di komploya 15'ê Sibatê de cih girtin, di nava vê plana duyemîn de jî amade bûn û got, "Bi alîkariya wan, Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî dewleta Iraqê tevlî vê pêvajoyê kir. Komploya duyemîn bi giranî li dijî Başûrê Kurdistanê hatibû plankirin."

Karayilan got, "PDK'ê jî ev konsept li gorî berjewendiyên xwe guncaw dît û tevlî bû. Derxistin û tasfiyekirina PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd jî be, PDK'ê ev yek li gorî berjewendiyên xwe yên rêxistinî guncaw dît. Ji ber vê yekê ew jî tevlî vê planê bûn.

Hêzên hegemon ên mîna DYE û Îngilistanê jî xwedî hesabên cuda bûn. Berevajî daxwazên xwe yên berê vê carê nedixwestin ku PKK bi temamî bê tunekirin, lê belê bê lawazkirin û hin endamên rêveberiyê yên PKK'ê tasfiye bikin, piştre jî ji mîrateya PKK'ê sûdê werbigirin û ji bo xwe bi kar bînin."

Karayilan anî ziman ku van hêzan li ser bingeha berjewendiyên xwe di plana dewleta Tirk de gihîştin hev û li ser vê bingehê êrişî Garê hate kirin.

Mûrat Karayilan got, "Ev plan hewldana ji bo biserxistina komployê bû ku sala 1992'an li dijî tevgera me hate destpêkirin û di heman demê de weke komployeke duyemîn a navneteweyî bû. Li dijî vê yekê, weke gava destpêkê helwesta dîrokî ya hevrêyên me yên leheng li tunelên li Syanê nîşan da, gelekî girîng e. Di şexsê Rojhat, Xeyrî û Seyfiyan de liv û tevgera bi tîm a hevrêyên li derveyî tunelan, destwerdaneke gelekî girîng bû ku rêveçûna şer guhert.

Em niha di salvegera yekemîn a vê berxwedana mezin de ne. Bi vê wesîleyê ez şehîdên leheng ên berxwedana Garê; Şoreş, Cûdî, Bawer, Erdal, Argeş, Avareş, Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabûr, Rêber, Seydo, Seyfî, Arhat û Gelhat bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Van lehengan bi şerê tîm û tunelan, bi biryardariya di berxwedanê de û bi ruhê fedaî mîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê nehiştin ku dijmin bi ser bikeve, bûn ew leheng ku pêşengî ji têkoşîna demê re kirin.

'SÎSTEMA MÊTINGER A TIRK ŞIKAND'

Berxwedana wan hevalan a çar rojan û giran, bi xwe re gelek pêşketinên girîng afirand. Beriya her tiştî yekemcar kirin ku sîstema mêtinger a Tirk bişikê, partiyên muxalefetê yên ku timî piştgirî didan êrişên li dijî Kurdan nîqaşa 'çima bi vî rengî bû?' bikin. Bû wesîleya vê yekê. Yanî di nava sîstemê de şikestineke bi vî rengî çêkir."

Karayilan ragihand ku vê pêvajoya şer di heman demê de bandor li hêzên navneteweyî kir, hêzên navneteweyî ev pêvajo dişopandin û got, "Vê yekê di asta cîhanê de rola tevgera me raxist pêş çavan û cîhanê careke din dît ku tevgera me ne tevgereke welê ye ku bi hêsanî bê tasfiyekirin."

Karayilan diyar kir ku rêbaza şerê tîm û li tunelan a li Garê mohra xwe li taktîka demê ya gerîla xist û got, "Piştre bû rêbaza hêzên HPG'ê yên li Metîna, Zap û Avaşînê û derbên gelekî giran li artêşên dagirker xist. Gerîlayên li Avaşîn, Zap û Metînayê ku sûd ji têkoşîna li Garê wergirtin, rê nedan artêşa Tirk a faşîst û dawiya dawî jî hêzên dijmin ên ku 23-24'ê Nîsanê ji hewayê leşkerên xwe li qadê danîn, li cihê ku lê bûn çikiyan. Dijmin jî li wan qadan asê maye. Yekane cihê ku karibe lê bimîne ew der e. Berxwedana Garê-Siyanê bandoreke bi vî rengî ıya girîng kir."

Mûrat Karayilan got, "Bi kurtasî şerê 2021'ê yê ku li Garê destpê kir û li Werxelê dewam kir, di heman demê de berxwedana azadiyê ya gelan û şerê demokrasiyê yê li Tirkiyeyê ye. Berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê meşand û berxwedana bi rêbazên nû yên gerîla kir ku hem civaka Kurd zindî bimîne û hêviyên serkertinê xurt bibe, hem jî gefên li ser gelên herêmê bêne têkbirin."

'DEWLETÊ DEST JI ARMANCÊN XWE BERNEDAYE'

Karayilan ragrihand ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst-qirker dest ji armancên xwe bernedaye û got, "Ew xwe ji nû ve amade dikin û dixwazin şensê xwe careke din biceribînin. Neçar in ku vê bikin. Eger nekin, weke ku ji anketan jî tê fêhmkirin wê di hilbijartinan de têk biçin. Eger têk biçin ne tenê yên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirin, her wiha yên ku ji desthilatdariyê sûd wergirtine û tevlî sûcê rantê bûne bêne zindanîkirin. Erdogan û Bahçelî ji bo nekevin zindanê çi ji destê wan bê wê bikin. Di vê demê de wê rezervên Tirkiyeyê hemûyan bi kar bînin, rewşa jeo-polîtîk a welêt pêşkêş bikin, di navbera NATO û Rûsyayê de bilîzin, bazariyên qirêj bikin, zextê li hêzên herêmê bikin; hewl bidin ku nîfakê bixe navbera Kurdan û li ser vê bingehê xwe li ser piyan bihêlin. Em zanin ku di vê mijarê de hewldanên wan ên cidî hene û leşkeran li ser vê bingehê perwerde dikin. Ev têk çûn, lê ji têkçûnê têr nabin. Dewleta Tirk li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çiqasî têk biçe, hewl dide ji nû ve xwe komî ser hev bike û şer bike."

'WÊ BIBE SALEKE GERM A TÊKOŞÎNÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin nîşan didin ku sala heyî wê bibe saleke germ a têkoşînê û got, "Em vê salê weke saleke awarte dibînin. Zemîna pêwîst heye ku ev sal ji bo gelê me û tevgera me bibe saleke ji serketinên mezin. Di meşa azadiya Rêber Apo û Kurdistanê de wê bibe saleke dîrokî."

Karayilan bi dewamî got, "Tevgera me xwe bi rengekî baş ji salê re amade kiriye. Herî dawî civîna salane ya asayî ya Komîteya Navendî ya PKK'ê ku bi rengekî serketî pêk hat, çarçoveya pêvajoya heyî bi berfirehî nirxand, rewşa îdeolojîk, polîtîk û leşkerî her wiha rewşa dijmin nirxand, perspektîfa têkoşînê ya serdema nû diyar kir. Helwest, biryar û plansaizya ku di civîna Komîteya Navendî de hatin destnîşankirin, ji bo serketina di sala 2022'an de hîmekî xurt diyar kiriye. Weke hêzên rêxistinî berpirsyariya me ye ku pêwîstiyên van biryaran bi cih bînin.

ROLA SEREKE YA DIYARKIRINA RÊVEÇÛNA TIRKIYEYÊ

Tayyîp Erdogan çend car in qala Rêber Apo dike. Ev axaftin nîşan didin ku tecrîda li ser Rêber Apo hatiye pûçkirin. Ev rewş nîşan dide ku ew hewcedarên Rêber Apo ne. Her çend Tayyîp Erdogan van daxuyaniyan ji bo armancên dûrî exlaqê dide jî li aliyê din hêza Rêbertî jî îtiraf dike. Rêber Apo hêzeke xurt e. Ev rastî careke din ispat bûye. Ji vir jî tê fêhmkirin ku niha zexteke giran a psîkolojîk li Rêber Apo tê kirin. Tê fêhmkirin ku Rêber Apo sekna xwe ya şoreşgerî ya ji bo çareseriya demokratîk hîn bi xurtî dimeşîne; lewma tecrîd nayê rakirin. Tayyîp Erdogan bi yek alî diaxive, lê belê tecrîdê bi dawî nake. Ev yek jî hêza Rêber Apo ya di diyarkirina siyaseta Tirkiyeyê de nîşan dide. Ev yek ji bo me perspektîfeke girîng e. Eşkere ye ku di vê serdema girîng a dîrokê de rola sereke ya ku rêveçûna welatê me û Tirkiyeyê diyar dike, ya Rêber û gelê me ye.

'JI BO TÊKBIRINA KOMPLOYÊ WÊ BIBE SALEKE GIRÎNG'

Em dixwazin ku di sala 2022'an de komploya navneteweyî êdî bi temamî tune bikin. Eşkere bûye ku pûçkirina komployê bi tena serê xwe têrê nake. Divê komplo bi temamî bê têkbirin û ji holê bê rakirin. Têkbirina komployê jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Lewma armanca me ya îsal ev e. Bi berxwedana ku sala 2021'ê hate nîşandan, sekna hevrêyên ku li ber xwe dan, wê li nava hêzên me yên gerîla hemûyan û tevahiya hêzên têkoşer serwer bibe. Bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo bersiva encamgir li dijî êrişên dijmin ên li hemû parçeyên Kurdistanê bê dayin, şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in.

Eger Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê Apoyî, li ser bingeha jiyana azad û wekhev têkoşînê bimeşîne, ti hêz nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe, her cûre êrişên dijmin wê têne şikandin. Li ser vê bingehê eşkere ye ku sala 2022'an wê ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistanê bibe saleke girîng a têkoşînê. Bi vê baweriyê hemû hevrêyên ku li dijî komploya navneteweyî têdikoşin bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û serketinê dixwazim."