Karasû: Wê li berxwedaneke dîrokî rast bên

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû: Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo rojeva me ya bingehîn e. Tenduristî û ewlekariya Rêbertî ji bo me her tim mijareke têkoşînê ye.

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû, di serî de Rojava, Sûriye û Bakurê Kurdistanê, gelek mijar ji ANF'ê re nirxand.

Karasû da xuyakirin ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber dike û bi vî rengî hewl dide li hemberî gerîla encamekê werbigire. Karasû dedstnîşan kir, li pêşberî berxwedana gerîla ya bi rêbaza fedayî, dewleta Tirk nikare encamê bigire û got, "Gerîla ku bi rengekî bê navber li ber xwe dide, wê nehêle ku desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê li ser piyan bimîne. Bêguman êrîşen dewleta Tirk wê dewam bikin. Ji xwe gotina 'li ku di bin bila bibin em ê êrîş bikin. Havîn ya jî zivistanê em ê êrîş bikin' a Tayyîp Erdogan, nîşan dide ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê çiqasî tengav bûye. Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya êrîşkariyê wê bixwaze bikeve nava Başûrê Kurdistanê. Ji xwe ji niha ve gefan dixwe û sînyala vê dide. Her ku AKP li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe, hê bêhtir êrîşkar dibe."

WÊ LI BERXWEDANEKE DÎROKÎ RAST BÊN

Karasû diyar kir ku şerê bi dewleta Tirk re di dema pêş de ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dibe ku li Başûr, Rojava û li herêmeke gelekî berfireh biqewime û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd ji vê re amade ye. Eger dewleta Tirk berê xwe bide Başûrê Kurdistanê wê li berxwedaneke dîrokî rast bê. Ev berxwedan wê dawî li desthilatdariya AKP/MHP'ê bîne."

ŞEHÎDÊN ME NÎŞANEYA TÊKNEÇÛNÊ NE

Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de ragihand ku her şehîdeke/î berxwedana bê eman a li Kurdistanê tê meşandin, hêzê dide rastiya têkneçûnê ya têkoşîna azadiyê û wiha dewam kir: "Eger hevrêyên mîna Delal Amed di têkoşîna azadiyê de şehîd dibin, hingî ne pêkan e ku ew şoreş û ew gel bê têkbirin. Divê rastiya şehadetê bi vî rengî were fêhmkirin."

'EM JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE TÊDIKOŞIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser nûçeyên der barê ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin weşandin û got, "Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo rojeva me ye. Tenduristî û ewlekariya Rêbertî ji bo me her tim bûye mijara têkoşînê. Ya rast, têkoşîna azadiya gelê Kurd û têkoşîna ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertî di zikhev de ne. Em van her duyan ji hev cuda nakin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna rast a ji bo azadiya Rêber Apo bi xurtkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd dibe."

Karasû destnîşan kir ku têkoşîna ew ji bo ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşînin wê bê navber dewam bike.

KURD LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ GELEKÎ XURT BÛN, LÊ XWE QELS KIRIN

Karasû di dewama axaftina xwe de rewşa li Başûrê Kurdistanê nirxand û anî ziman, ku Kurd li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelekî xurt bûn, lê belê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nekarîn vê rewşê binirxînin.

Karasû got, "Li şûna ku li ser bingeha demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê û demokratîkkirina Iraqê bi rista xwe rabe, rabû pişta xwe spart Tirkiyeyê û bi vî rengî hewl da pozîsyona Başûrê Kurdistanê xurt bike. Ji ber ku ket nava şaşitiyeke bi vî rengî, rewşa heyî ya Kerkûkê derket holê. Dewleta Tirk ku serkêşê înkar û dijminatiya li Kurdan e, ne tenê li Bakur her wiha naxwaze li Rojava û parçeyên din jî Kurd bi bandor bin. Yên ku ji wan hebû ku bi desteka dewleta Tirk dikarin pozîsyona xwe xurt bikin, li encameke bi vî rengî rast hatin."

DERÎ LI ŞOREŞA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ Û ROJHILATA NAVÎN VEBÛ

Karasû işaret bi rewşa Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê kir û anî ziman ku bi serketina Reqayê re têkoşîna navbera hêzên siyasî yên li Rojhilata Navîn di nava Şerê 3. ê Cîhanê de ne, mezintir bûye. Karasû diyar kir ku ev rewş bû sedem ku hêzên navborî pozîsyona xwe diyar bikin û li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava bibin.

Karasû ragihand ku ligel hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo astengkirinê jî Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin û wiha dewam kir: "Bi rizgarkirina Reqayê re Federasyona Bakurê Sûriyeyê hebûna xwe ya li nava siyaseta Sûriyeyê xurtir kir. Wekî din, bi Reqayê re hevsengiyên hêza bingehîn a li Sûriyeyê jî derketin holê. Rejîm li ser piyan maye. Lê belê nepêkane ku rejîm mîna berê weke otorîteyeke navendî tevahiya Sûriyeyê bi rê ve bibe. Nepêkane ku bi zîhniyeta berê ya siyasî rêveberiya xwe bidomîne. Sûriye êdî Sûriyeya berê nîne. Gelek tişt bihurîn. Di hevsengiyên civakî û siyasî de guhertinên girîng pêk hatin. Ji ber vê yekê rejîm li ser piyan bimîne jî wê Sûriyeya niha ji ya berê cudatir be."

Karasû diyar kir ku li Sûriyeyê hêzên QSD û Federaysona Bakurê Sûriyeyê weke hêza herî bi bandor li holê ne û got, "Ji ber vê yekê, di nava Sûriyeya nû de wê Kurd bibin xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Gelên li Federasyona Bakurê Sûriyeyê dijîn wê di demokratîkkirina Sûriyeyê de rola xwe bilîzin û bi rêxistinbûn û nirxên xwe yên demokratîk wê bibin hêzeke demokratîk a bi bandor li nava Sûriyeyê. Her alternatîfa li derveyî vê yekê wê çareserî nebe. Berevajî wê şer ji nû ve bixe nava şerekî giran û pêvajoyeke tevlîhev."

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku bi rizgarkirina Reqayê re DAIŞ'ê derba giran xwar û êdî mîna berê nikare bi bandor be.

Karasû da xuyakirin ku rewşa ne diyar a paşeroja Sûniyên li Iraq û Sûriyeyê zemînê dide DAIŞ'ê û got, "Tirkiye jî wê nikaribe pêşî li avabûna Sûriyeya demokratîk bigire."

XETA RÊBER APO LI ROJHILATA NAVÎN DIYARKER E

Karasû bi berdewamî got, "Li Rojhilata Navîn alozî û têkoşîna navbera hêzên statukoparêz û pêngava şoreşgerî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd wê timî bidome û got, "Lê pêwîste ev rastî were gotin: Ne rast e ku mirov bêjin rewşa siyasî ya li Iraqê wê bi vî rengî bidome. Têkoşîna siyasî ya li Iraqê wê hîn dewam bike. Aramî hê nehatiye Iraqê.

Wekî din divê ev rastî bi taybetî were zanîn; heta ku li Tirkiye û Îranê nêzîkatiyeke demokratîk dernekeve holê, heta ku ev dewletên navborî polîtîkaya xwe ya ji bo parastina statukoya netewe dewletê bidomînin, nepêkane ku aramiyeke mayinde bê Rojhilata Navîn.

Dewamkirina statukoya berê jî wê êdî nepêkan be. Lewma heta ku Tirkiye û Îran bên guhertin û demokratîk bibin wê têkoşîna siyasî ya li Rojhilata Navîn bidome."

DEWLETA TIRK GEFÊ LI AŞTÎ Û ARAMIYA LI ROJHILATA NAVÎN DIXWE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku li Sûriyeyê herêmên ku QSD lê serdest e, herêmên ku rejîma Baas a destekê ji Îran û Rûsyayê digire lê serdest e û herêmên ku artêşa Tirk û komên wê yên çete lê serdest in derketine holê û wiha dewam kir: "Ev rewş veguherî pirsgirêkê. Hebûna Tirkiyeyê li rojavayê Firatê, dagirkirina Îdlibê bû gefek ji bo aştî û aramiya li Sûriyeyê.

Yekane armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Kurdan e û hebûna xwe ya li Sûriyeyê weke şantajê bi kar tîne. Polîtîkayên dewleta Tirk ne li gorî berjewendiya gelan e.

Rûsya û Îran mîna dewleta Tirk nafikirin. Îran bi taybetî li Sûriyeyê naxwaze Kurd bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Di pozîsyoneke astengkirina wê de ye. Rûsya jî mîna ku bi rola lihevanîna aliyan radibe.

Xuya ye alî hewl didin bi demê re pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin. Naxwe nepêkane ku mirov bêjin li Soçiyê li ser hemû mijaran li hev kirine. Ji xwe Tayyîp Erdogan gotibû 'eger bi vî rengî nebe wê ev bibe, em vê qebûl nakin, wê qebûl nakin'. Ji vê nirxandina Erdogan jî mirov dikarin vê rastiyê fêhm bikin.

Ji xwe eger li gorî gotina Tirkiyeyê lihevkirin çêbibe, ev ê were bêçarehiştina pirsgirêkên li Sûriyeyê, xistimandina çareseriya siyasî. Eşkere ye ku aliyê Rûsyayê nikare vê qebûl bike. Ji ber ku Soçiyek bêyî Kurdan nabe bê kirin. Cenevreyeke bêyî Kurdan êdî nikare ji pirsgirêkên Sûriyeyê re bibe çare. Ji ber vê yekê Kurd wê teqez li civîna li Soçî hebin. Wê cihê xwe di civînên li Cenevreyê de jî bigirin.

Civînên navborî wê di nava têkoşîneke siyasî de derbas bibin. Di demeke kin de encam ji vna civînan dernakeve. Pûtîn gotibû, 'Divê hemû alî tawîzan bidin'. Ev gotin jî tê wê wateyê ku ji bo lihevkirinê wê pêvajoya têkoşînê, pêvajoya rêze civînan dewam bike."