Karasû: Tevger gelek tiştan deyndarê Huseyîn Mahîr e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû qala endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Huseyîn Mahîr kir ku di 2'ê Tebaxa 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Karasû got, "Tevger gelek tiştan deyndarê Huseyîn Mahîr e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Huseyîn Mahîr di 2'ê Tebaxa 2012'an de li Fermandariya Herêma Botanê dema ku karê pratîkî dikir li Kato Jîrka pê li mayinê kir û şehîd bû. Bi wesîleya salvegera şehadeta Mahîr Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû qala wî kir.

LI HER DEVERÊ HER WEZÎFE PÊK ANÎ

Karasû bi bîr xist ku Huseyîn Mahîr gelek wezîfeyên girîng pêk anî; endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê, Komîteya Rêveber a PKK'ê û Konseya Leşkerî bû û got, Fermandariya Eyaleta Amedê kir û dema şehîd bû di Fermandariya Eyaleta Botanê de bû. Karasû diyar kir, beriya wê jî li Botanê şer kir, Fermandariya Hêzên Taybet kir, di nava Komîteya Parastina Gel de xebitî; yanî li her qada têkoşînê her wezîfe pêk anî û bal kişand ser kesayeta wî: "Bi kesayetiya xwe nîşan da ku PKK partî û tevgereke çawa ye. Di nava partiyê de yek ji wan kesan im ku destpêkê hevalê Huseyîn Mahîr nas kir. Dema ku mirov pêvajoya piştre jî binirxînin hingî kesê destpêkê me ku min ew nas kir."

Karasû diyar kir ku wî Huseyîn Mahîr li Enqereyê nas kir, wê demê sempatîzanek bû, lê mîna kadro dixebitî.

Karasû diyar kir ku Huseyîn Mahîr piştî 12'ê Îlonê tevlî bû û got, "Bi rastî jî yekî rasteqîn ê partiyî bû, fedayî bû. Hevalekî me bû ku her rengî xwe fedayî partiyê û gel kir. Hewl da her wezîfeyê bi rengê herî baş pêk bîne. Bi rastî jî hevalekî me yê kedkar bû."

Karasû destnîşan kir ku bi dilnizmiya xwe jî Huseyîn Mahîr ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin.

BI ISRAR XWEST TEVLÎ ŞER BIBE

Karasû anî ziman ku Mahîr timî hewl dida karê herî giran bike.

Karasû diyar kir ku wan nedixwest wî bişînin Botanê û got, "Hevalekî kevn bû. Temenê xwe 50 derbas kiribû. Lewma me nedixwest wî bişînin Botanê, Amedê, Dersimê. Ji me xwest ku em wî bişînin Dersimê. Xwest em wî bişînin Amedê. Di dawiyê de jî ji ber ku Botan herêmeke berfireh e bi hevalan re li hev kir û çû Botanê. Wê biçûya Botanê lê belê kesî wê nezanîbûya çûye Botanê. Şerê sala 2012'an şerekî gelekî giran bû. Desthilatdariya AKP'ê di sala 2011'an de ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê êrîşeke giran kir. Jê re modela Srî Lankayê digotin. Ji bo tasfiyekirina tevgerê êrîş dikir. Wî jî digot, 'Di demeke wiha de nabe ku li vê deverê bimînim. Ji bo vê tevgerê divê tiştekî bikim. Divê vê tecrûbeya xwe li qada şer bimeşînim'."

Karasû destnîşan kir ku bi vî rengî çû Botanê.

Karasû êrîşên dema dawî yên ji bo tasfiyekirinê bi bîr xist û got, "Em niha jî şer dikin, şehadet rû didin. Divê hevalên me hemû, gelê me, her kes helwesta hevalê Huseyîn Mahîr zanibin, mînak bibînin. Di demekê de ku dijmin êrîşên giran dike, helwesteke çawa dikare bê nîşandan? Îradeyeke çawa dikare bê nîşandan? Hevalê Huseyîn Mahîr ev hemû nîşan da. Wî bi rêz û minet bi bîr tînim. Tevger gelekî deyndarê wî ye. Wî nasname û kesayetiya Tevgerê gelekî xurt kir. Nirx afirand. Ne tenê şer kir, ne tenê rêveberî kir. Bi sekn û kesayetiya xwe di afirandina çanda PKK'ê de roleke mezin pêk anî."