Karasû: Gerîla wê dagirkeran careke din têk bibin

Karasû diyar kir, AKP a ku piştî têkçûna li Garê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hewl dide desthilatdariya xwe rizgar bike û got, "Çawa ku gerîla li Zapê dagirker têk bir, di vê êrişê de jî wê têk bibe."

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeke Medya Haberê bû û li ser rojevê nirxandinên girîng kir.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Milîtan û rêveberekî girîng ê partiya me bû. Li Tirkiye, Ewropa û gelek herêman kar kir. Li çiyê demekê berpirsyarê ciwanan bû. Her tim li refên herî pêş ên têkoşînê bû. Hevrê Sînan bi coş, germahiya xwe xeta PKK'ê temsîl dikir û paradîgmaya Rêbertî digihand civakê, rêxistinên çep û bi wan dida fêhmkirin. Têkoşînek têr û tijî meşand. Şehadeta wî zû bû, lê belê tevkariyeke mezin li têkoşînê kir. Partî û xeta Rêbertî temsîl kir. Gelê me, ciwan û jin wê xwedî li têkoşîna wî derkevin."

'LI ÎMRALIYÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINA KURDAN TÊ MEŞANDIN'

Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û got, "Kes nikare rewşa li Îmraliyê bi hiqûqê vebêje. Li wê derê polîtîkaya qirkirina Kurdan tê meşandin. Lewma ne rast e ku kiryarên li Îmraliyê bi hiqûqê yan jî bi qedexeyan bê nirxandin. Divê bê dîtin ku mesele polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiya li Rêbertî nêzîkatiya li gelê Kurd e, nêzîkatiya li gelê Kurd jî nêzîkatiya li Rêbertî ye."

Têkildarî berxwedana li zindanan a li dijî tecrîdê jî Karasû got, "Berxwedana li zindanan ji bo me gelekî girîng e. Çawa ku gerîla rûmeta gelê Kurd e, berxwedana li zindanan jî rûmeta gelê Kurd e. Bi deh hezaran girtiyên siyasî bi dehan sal in bi rengekî fedayî li ber xwe didin. Li cîhanê mînakeke bi vî rengî nîne. Lewma heta ku gerîla û girtiyên bi vî rengî yên fedayî hebin wê kes nikaribe li ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bisekine."

Di vê çarçoveyê de Karasû pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi bîr xist û destnîşan kir ku pêngav gihîştiye qonaxeke pêşketî, dema bê wê xurtir bibe û teqez bi ser bikeve.

'DEWLETA TIRK BI BERDÊLA QIRKIRINA KURDAN DIXWAZE TÊKILIYÊN XWE BI DYE Û EWROPAYÊ RE SERERAST BIKE'

Mûstafa Karasû işaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên vê dawiyê kir û anî ziman ku êrişên li ser qadên Metîna, Zap, Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke plana têkbirinê ye ku ji sala 2014'an ve tê meşandin.

Karasû got, "Eger mirov bala xwe bide ser, tê dîtin ku desthilatdariya dewleta Tirk dixwaze têkiliyên xwe yên bi DYE û Ewropayê re sererast bike. Di berdêla çi de dixwaze vê bike? Di berdêla qirkirina Kurdan de. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere ji DYE'yê, ji Ewropayê re gotiye, 'Eger tu piştgiriyê bide şerê min ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, ez ê jî bibim parçeyek ji polîtîkaya te ya li herêmê'. DYE û Ewropayê jî di berdêla tavîzan de destûra vê êrişê dane. Piştevanê vê êrişê DYE û Ewropa ye. Heman piştî hevdîtina Erdogan û Biden, dewleta Tirk dest bi êrişan kir. Manîdar e ku êriş di salvegera Qirkirina Ermenan de hate kirin. Bi rengekî eşkere dibêje, 'Me sala 1915'an Ermen qir kir, niha jî dor hatiye we'.

'EWROPA Û DYE PIŞTÎ QIRKIRINA ERMENAN NIHA JÎ QIRKIRINA KURDAN ERÊ DIKIN'

Lewma êrişên tên kirin divê weke dewama komploya ku sala 1999'an li dijî Rêber Apo hate kirin, bê nirxandin. Doh li dijî Rêber Apo bû, îro bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re dixwaze tevgera me tasfiye bike û Qirkirina Kurdan bibe serî. Ev êriş di şexsê gerîla de li dijî gelê Kurd e. Di heman demê de hewldanek ji bo dagirkirina Başûr e. Eger îradeya gerîla bê şikandin, wê îradeya Kurd û hêzên siyasî yên li Başûr jî bê şikandin."

Karasû bi bîr xist, ku sala 1915'an di dema Qirkirina Ermenan de Elmanya ya wê demê piştgirî dida Împaratoriya Osmanî, lê Ewropa jî bêdeng ma, destwerdaneke xurt nekir. Karasû got, "Piştî şerê cîhanê yê 1'emîn li gel ku Tirkiye têk çû, ev mijar nexistin rojevê. Ji ber ku wê demê daxwazên xwe bi Tirkiyeyê dan qebûlkirin. Niha jî bi destûra ji bo qirkirina Kurdan daxwazên xwe bi Tirkiyeyê didin kirin. Divê vê yekê bêjim; piştî têkçûna li Garê ji xwe em li benda vê êrişê bûn. Piştî Garê, AKP û dewleta Tirk hejiyan, hatin ber hilweşînê. Lewma desthilatdariyê hem ji bo xwe rizgar bike, hem jî plana têkbirinê bigihîne asteke nû ev êriş kir."

'DEMA KU ÊRIŞ LI SER PDK Û YNK'Ê DIBE, PKK YEKSER LI BER WAN ÊRIŞAN RADIBE'

Li ser bêdengiya hin hêzên Başûrê Kurdistanê jî Karasû ev nirxandin kir:

"Helwesta hêzên siyasî yên li Başûr, bi taybetî ya PDK'ê girîng e. Eger êrişek li dijî Başûr bibe, li dijî PDK, li dijî YNK'ê bibe gelo wê helwesta PKK'ê çi be? Wê gelê Kurd helwesteke çawa nîşan bide? Wê teqez li ber êrişê rabin. Rabûna li ber êrişek li dijî hêzên azadiyê yên gelê Kurd, wezîfeya neteweyî ya gelê Kurd e, ya hêzên siyasî yên Kurd e. Dewleta Tirk ku dijminê Kurdan e êrişeke wiha dike, lê PDK û hêzên siyasî yên Kurd helwestê li dijî êrişê nîşan nadin. Ev bêberpirsyariya neteweyî ye. Ji xwe Rêber Apo 23 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Xwedî li rêberekî Kurdan dernakevin. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, PDK û hêzên siyasî yên Kurd helwestê nîşan nadin.

Eger lîderekî din ê siyasî yê Kurd ketibûya vê rewşê, di serî de PKK wê tevahiya hêzên siyasî yên Kurd li ber rabûya. Baş e li dijî vê tecrîdê gelo berpirsyariya PDK'ê û hêzên siyasî yên Kurd nîne? Di demekê de ku êrişa dagirkeriyê tê kirin û tê xwestin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tasfiyekirin, gelo berpirsyariya hêzên siyasî yên Kurd nîne ku li ber vê yekê rabin? Mixabin em vê nêzîkatiyê nabînin, di ser re bi helwest û nêzîkatiyên xwe, dagirkeriya dewleta Tirk rewa dikin. Ev yek ji aliyê Kurdên bi wijdan û welatparêz ve nayê qebûlkirin."

Karasû destnîşan kir ku li dijî êrişeke wiha berfireh berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên siyasî û got, "Gelê Kurd ji xwe berpirsyariya xwe bi cih tîne, li her deverê li dijî êrişan rabûye ser piyan."

'DIXWAZIN JI PKK'Ê RIZGAR BIBIN Û TEVAHIYA KURDISTANÊ DAGIR BIKIN'

Mûstafa Karasû anî ziman ku divê gelê Kurd zanibe li pişt vê êrişê DYE û Ewropa hene û wiha dewam kir, "Ev hêzên ku qala demokrasiyê dikin, bûne hevparê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Divê gelê me li her cihî li dijî vê rabe ser piyan, lê belê wezîfeyeke girîng bi taybetî dikeve ser milê gelê me yê Başûr. Çawa ku di dema dagirkirina Zapê de xelkê Deralûk, Amediyê û Şêladizê rabûn ser piyan, her wiha di dema nêz de çawa ku xelkê Şêladizê bi ser baregehên dagirkeran ve meşiya û ji hev xist, ev helwest divê li Başûr belav bibe. Li Hewlêr, Silêmaniye, Zaxo, Ranya, Diyanayê divê helwest li dijî vê dagirkeriyê bê nîşandan. Ji ber ku bi vê dagirkeriyê dixwazin Kurdan qir bikin. Di heman demê de êrişî destketiyên Başûr dikin.

'EGER ÎRO PÊŞÎ LI DAGIRKERIYÊ NEYÊ GIRTIN, SIBE WÊ HEWLÊR Û SILÊMANIYEYÊ DAGIR BIKIN'

Eger gerîla derbê bixwe, wê gel û hêzên siyasî yên Başûr di asta herî mezin de destketiyên xwe ji dest bidin. Di vê mijarê de divê baldar bin. Dema ku dor hate Başûr wê hingî dereng be. Eger îro pêşî li dagirkeriyê neyê girtin wê sibe Hewlêr û Silêmaniyeyê jî dagir bikin. Ji xwe vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin. Lê belê niha li hemberî wan PKK heye, dixwazin destpêkê ji PKK'ê xilas bibin. Eger ev astengî ji holê rabe wê armancên wan hêsantir bibe. Ji ber vê yekê rewşenbîr, nivîskar, hunermendên Başûr divê helwestê nîşan bidin. Divê bang li gelê Başûr jî bê kirin ku helwestê nîşan bide. Helwesta heyî ya hêzên siyasî ne ya qebûlkirinê ye.

'ÇAWA KU LI ZAPÊ TÊK ÇÛN, WÊ ÎRO JÎ TÊK BIÇIN'

Gelê me yê Başûr welatparêz e. Di dema dagirkeriya li ser Rojava û Zapê de rabû ser piyan, helwesta gel li holê ye. Lewma em li bendê ne ku gelê Başûr li dijî vê dagirkeriyê jî helwestê nîşan bide. Bêguman gelê me yê li Bakur, Rojava, Rojhilat û Ewropayê divê li ber dagirkeriyê rabin. Gerîla li dijî dagirkeriyê bi rengekî fedayî li ber xwe didin, wê li ber xwe bidin. Çawa ku li Zapê dagirker hatin têkbirin di vê êrişê de jî wê bên têkbirin. Êrişên dagirkeriyê çiqasî berfireh bin, wê berxwedan jî ewqasî xurt û berfireh be. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan ne tenê êrişên dagirkeriyê berfireh dike, di heman demê de dike ku berxwedan û têkoşîn jî berfireh bibe, wê zemînê diafirîne ku gerîla hîn bi xurtî û bi bandor têbikoşe. Li dijî van êrişên dijmin wê berxwedana gerîla berfireh bibe.

Bêguman ev têkoşîn tenê bi berxwedana gerîla bi ser nakeve. Têkoşîneke rizgariya neteweyî ya gel e. Têkoşîna azadiyê ye. Nêzîkatiya ku dibêje, bila tenê bi berxwedana gerîla encam bê bidestxistin, nêzîkatiyeke şaş e. Bi serhildanê, bi têkoşîna ciwan û jinan, bi dîplomasiyê û bi rabûna ser piyan a Kurdan li her devera cîhanê ev têkoşîn dikare encamê bi dest bixe. Bi vê wesîleyê em berxwedana gerîla silav dikin. Eşkere ye ku gerîlayên li ser xeta Rêber Apo wê vê berxwedanê heta dawiyê dewam bikin."

'BERXWEDANA XELKÊ ÊZIDÎ PÎROZ E'

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qadeke din a berxwedanê Şengalê û got, "Berxwedana dayikên Êzidî, berxwedana xelkê Êzidî pîroz e. Hewl didin ku baweriya herî kevn a dîrokê biparêzin. Eger sala 2014'an Êzidî xweser û xwedî hêza xweparastinê bûya, wê DAÎŞ nekarîbûya biketa nava Şengalê. Ji xwe beriya ku gerîla bigihêje Şengalê, tenê Êzidiyan li ber xwe dan. Windahî jî dan. Her wiha wê berxwedanê hişt ku qirkirin gelekî giran nebe. Nêzî 5 hezar jin dîl hatin girtin, lê belê eger Êzidiyan li ber xwe nedabûna wê ev hejmar bibûya 50 hezar dîlgirtî. Wê demê diyar e eger hêza xweparastinê ya vî gelî hebûya, DAÎŞ teqez nikarîbû biketa nava Şengalê. Xelkê Êzidî çima li ber xwe dide? Ji ber ku dîtin ku tenê ciwanên wan li ber xwe didin. Artêşa Iraqê li ber xwe neda, PDK'ê li ber xwe neda. Tenê ciwanên wan li ber xwe dan. Piştre jî gerîla gihîşt wan û ew ji qirkirinê rizgar kir.

Niha jî dayik naxwazin careke din bikevin nava heman rewşê. Ji bo dayikekê zilma herî mezin çi ye? Zilma herî mezin ew e ku keça wê bê revandin û bixin nava pergala destavêtinê. Ji ber vê yekê, berxwedana dayikan pîroz e. Ya ku Iraq dike neheqî ye. Gelo tiştekî wiha dibe? Vê yekê hem ji bo PDK'ê dibêjim hem jî ji bo Iraqê. Dema ku DAÎŞ hat tu wê derê neparêze, piştre jî bê parêzvanên wê derê biqewirîne. Ev bêexlaqî ye. Gelo ev li kîjan wijdanî tê? Yên ku piştgiriya vê dikin jî bêexlaq in. Li pişt peymana navbera PDK û Iraqê, DYE û Fransa jî hene. Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku piştgiriya wê dikin. Gelo ev ne bêexlaqî ye?"

Karasû diyar kir ku artêşa Iraqê artêşa tevahiya Iraqê ye û got, "Êzidî nabêjin ku bila artêşa Iraqê nebin, lê belê dixwazin xweser bin, xwedî xweparastinê bin. Li wir ji xwe hêzek heye ku sînor diparêze. Li nava bajêr, li wargehan hêzên parastinê yên Êzidiyan dikarin hebin. Daxwazên Êzidiyan maqûl in. Dixwazin ku Iraqê û Êzidiyan li ber hev rakin. Çawa ku xelkê Êzidî ji bo li ber ranebe bi baldarî tevdigere, divê Iraq jî bi heman baldariyê tevbigere. Divê rêyeke çareseriyê peyda bikin. Eger naxwazin rêyeke çareseriyê peyda bikin, wê demê dixwazin mîna beriya sala 2014'an bikin. Ez berxwedana dayikan careke din silav dikim. Ew bi berxwedana xwe xwedî li keçên xwe, xwedî li rûmet û baweriya xwe derkevin. Lewma têkoşîna herî rewa ya cîhanê dimeşînin."