Karabaş ê hatibû êşkencekirin careke din hate destgîrkirin

Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoqê yê navçeya Hezoyê destgîrkirîbûn û êşkence kiribûn, careke din hate destgîrkirin.

Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoq ê navçeya Hezoya Êlihê kîs xistibûn serê wî û di dema destgîkirinê de 4 rojan êşkence lê kiribûn, careke din hate destgîkirin. Karabaş ê bi hêceta ku di dosya wî ya lêpirsînê de delîlekî nû hatiye dîtin, der barê wî de careke din biryara destgîkirinê hatiye dayîn, bi parêzera xwe Bahar Demîr re ji bo îfadeyê bide çû Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.

Tê payîn ku Karabaş ê hatiye destgirkirin wê piştî îfadeya cendermeyan sibê derxînin dozgeriyê.