Kampanyaya derxistina dagirkeran: 10 hezar îmze hatine komkirin

Rêxistina Jiyaneweyî Gencan li ser kampanyaya îmzeyan a ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Kurdistanê bê derxistin ragihand ku heta niha nêzî 10 hezar îmze kom kirine, parlamenter û endamên rêxistinên sivîl jî tevlî kampanyayê bûne.

Li Parka Nalî ya Silêmaniyê Rêxistina Jiyaneweyî Gencan têkildarî xebatên kampanyaya îmzeyan a ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Kurdistanê bê derxistin, hatiye destpêkirin daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hawrê Melîk ve hat xwendin. Hawrê bal kişand ser armanca kampanyayê û got: “Armanca komkirina îmzeyan ew e ku em peyama gelê xwe bigihînin, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî. Me xwest em wan agahdar bikin ku gelê me bi ti awayî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake. Pêwîst e di demeke herî nêzîk de jî guh bidin daxwazên gelê me. Biryara derxistina artêşa Tirk bidin û serweriya xaka me biparêzin.”

Hawrê bang li her kesê kir ku tevlî kampanyayê bibe û wiha pêde çû: “Di vê çarçoveyê de em daxwaz ji her kesî û aliyên welatparêz dikin ku xwedî li vê pêngavê derkevin. Piştgiriya xwe nîşan bidin ku em karibin pêkve zexteke civakî ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker çêbikin. Beşek ji parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraqê, rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî kampanyayayê bûne û piştgiriya xwe nîşan dan. Heta niha me nêzîkî deh hezar îmze kom kirine.”