Kampanya nû ya TJK-E'yê: Tundiya li ser jinê polîtîk e!

TJK-E, ji îro û pê ve dest bi kampanyayeke nû ya bi şiyara 'Tundiya li ser jinê polîtîk e' dike.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi beşdariya bi dehan meclîs, komun, însiyatîf û saziyên jinan ên li Ewropayê dest bi kampanyayeke nû kir. Kampanya bi şiyara 'Tundiya li ser jinê polîtîk e' dest pê kir û wê salekê bidome. Kampanya ji sê qonaxan pêk tê.

TJK-E'yê û saziyên jinan ên pêkhateyên kampanyayê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî dan.

KAMPANYA ÎRO DEST PÊ DIKE

TJK-E ku şîdeta li jinê weke mijareke 'nabe bê taloqkirin' dibîne, ji îro û pê ve dest bi kampanya bi navê 'Şîdeta li ser jinê polîtîk e' dike. Yek ji dirûşmên kampanyayê ev e: 'Ew kes dibe ku tu bûya'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin ji xwe dest pê bikin û civakê biguherînin. Li ser şopa rastiya xwe em dixwazin rêya rastiyê bibînin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya jinê heye û diyar kir, her jin û mêrên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, divê xwe ji nava şîdeta sîstema sîstema baviksalariyê rizgar bike.

KAMPANYA WÊ SALEKÊ BIDOME

Li gorî daxuyaniyê, kampanya wê salekê dewam bike. Di nava salekê de wê li dijî zîhniyeta ku çavkaniya şîdeta li jinê ye û xwediyên vê zîhniyetê çalakî werin lidarxistin û helwest bê nîşandan. Jin wê bi vê armancê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin. Ji bo analîzkirina aliyên siyasî, aborî, çandî û dîrokî yên şîdetê wê karê perwerdeyê bê kirin. Jinên ku şîdetê weke çarenûsa xwe dibînin wê bi rêxistinbûnê werin xurtkirin û mafên wan bên bibîranîn.

QONAXA DESTPÊKÊ YA KAMPANYAYÊ: PERWERDE

Di qonaxa destpêkê ya kampanyayê de wê li ser pêwendiya mêtingeriya jinê bi sîstemê re perwerde bê dayin. Bi vê armancê wê semîner, panel û çalakiyên din ên perwerdeyê werin organîzekirin. Bi rêya çapemenî û medya civakî jî wê pirsgirêkên jinan di rojevê de werin hiştin.

QONAXA DUYEMÎN: ÇALAKÎ Û RÊXISTINBÛN

Qonaxa duyemîn wê ji pratîkê, ji çalakî û rêxistiniyê pêk were. Bi vê armancê wê mîtîng, xwepêşandanên li qadan, meş bên organîzekirin, afîş bên daliqandin û belavok werin belavkirin.

QONAXA SÊYEMÎN: ÇAREYÊN MAYINDE

Di qonaxa sêyemîn de jî ji bo pêşî li şîdeta li jinê were girtin, wê bi rêya sazîbûn û rêxistiniyê çareseriyên mayinde bên afirandin. Li bajar û bajarokên ku meclîs lê hene, wê bi rêxistin û saziyên cuda yên jinan re platformên hevpar werin avakirin. Di bin sîwana van platforman de wê xetên şêwrê bên afirandin û komên xweparastinê werin birêxistinkirin.

ŞÎDETA LI JINÊ POLÎTÎK E, JI BER KU...

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her şêweyê şîdeta li jinê pêwendiya xwe bi êrîşên polîtîk ên sîstemê re heye û hate gotin, "Ji ber vê yekê şîdeta li jinê polîtîk e. Şîdeta li jinê çeka herî mayinde, bi bandor û daîmî ya sîstemê ye. Yekane mijar e ku afirînerên sîstemê û yên ku dibêjin ew dijberê sîstemê ne, li ser wê li hev dikin. Yekane rêbaza afirandin û dewamkirina sîstemê ye. Wateya rastî dide gotinên demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê."

NE PIRSGIRÊKEKE KU KARIBE BÊ TALOQKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em kesayetên tevgereke welê ne ku pirsgirêkên civakî taloq nake, hesabê paşverûtiya xwe ya civakî didin û şoreşê di nava şoreşê de pêk tînin. Ji ber ku em ewqasî bi pêş ve çûne, niha pirsgirêka herî jêrîn derketiye ser rûyê avê. Lewma, em şîdeta li jinê weke pirsgirêkeke ku karibe bê taloqkirin nabînin."

BEŞDARÊN KAMPANYAYÊ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, her kesên ji têkoşîna azadiyê ya Kurdan bawer dikin, ji bo karibin li gorî pîvanên azadiyê li xwe bipirse û xwe biguherîne, wê karên fikrî û fîzîkî werin kirin û hate gotin, "Ji bo şîdetê ji holê rakin em ê têbikoşin, ne ji bo ji rojevê derxînin."

Saziyên ku li gel Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) tevlî kampanyayê bûne:

* Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F)

* Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S)

* Yekîtiya Jinan a SARA li Swêdê (SARA)

* Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E)

* Yekîtiya Jinên Kurd li Belçîkayê (YJK-B)

* Meclîsa Jinê ya Sêvê li Kopenhagenê

* Meclîsa Jinê ya Ronahî li Den Haagê

* Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz li Arnhemê

* Komuna Jinê ya Rojîn li Amsterdamê

* Komuna Jinê li Rotterdamê

* Meclîsa Jinê ya Roj li Londonê

* Jinên Kurd ên Êzidî

* Jinên Kurd ên Elewî

* Jinên Ciwan ên Azad

* Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK)

* Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ)