Kampanya Ji Kurdan re Edalet li Kerkûkê hat ragihandin

Bi pêşengiya kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzerên bajarê Kerkûkê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hat ragihandin, daxwaza derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Îro êvarê li Navenda Diyalogê ya li Kolana Komarî yê bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna çendîn kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzeran kampanya Ji Kurdan re Edalet hat ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de kesayetiyên Kerkûkê ji welatiyan daxwaz kirin ku bi hemû çîn û kesiman tevlê kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin û her wiha daxwaz ji hemûyan kir ku piştgiriyê bidin kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’.

‘TERORÎSTÊ RASTEQÎN TIRKIYE YE’

Di civîna çapemeniyê de Nivîskar, Rewşenbîr û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatih Ferec axivî û got, “Ev demeke ku kampanyayek navnetewî bi pêşengiya çendîn fîlozof, nivîskar û kesayetên rewşenbîr ên cîhanê bi navê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hatiye destpêkirin ku armanca vê kampanyayê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ye. PKK ne terorîst e lê mixabin di vê rewşa bê edalat ya navnetewî de navê tevgera azadîxwaz salên 80’î xistine vê lîsteya terorê û dewletên zalim jî dike rizgarker. Terorîstê rasteqîn dewleta Tirkiyê ye ne PKK.”

‘EM DAXWAZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN DIKIN’

 Têkildarê hewldanên cîhanî yên ji bo piştgiriya kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ Ferec ev tişt anî ziman; “Niha hijmarek zêde ji parlementer û senatorên cîhanê ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dixebitin û her wiha daxwaza azadiya Birêz Ocalan jî dikin ku bi ne heqî li girava Îmraliyê tê ragirtin.”

‘XWEDIYÊN XELATA NOBELÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN Û DERXISTINA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DIKIN’

Nivîskar û Rewşenbîr Letîf Fatih Ferec ji Kurdan xwest ku di vê kampanyayê de zêdetir rol bigirin û got, “Niha fîlozof û rewşenbîrên navdar ên cîhanê û xwediyên xelata nobelê ji bo azadiya Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dengê xwe bilind kirine û nabe ku Kurd bê deng bin, bi taybetî Kurdên Kerkûkê ku bi dirêjahiya dîrokê zilm lê hatiye kirin, lewma pêwîste di vê kampanyayê de zêdetir rpl bilîzin.”

‘APOCÎ BÛN KU BI XWÎNA XWE ROJHILATA NAVÎN JI DAÎŞ’Ê PARASTIN’

Pisporê Yasayên Navnetewî jî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, “Em îro ji bo ragihandina piştewaniyê li kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û her wiha azadiya Birêz Ocalan li wir in.

Ev pêngav ji bo Kurdan girînge ku di asta cîhanê de ji bo vê kampanyayê xebat tê kir. Em wek lîderê partiyekê li Birêz Ocalan temaşe nakin, belku ji lîderê partiyekê vêdetir em li Birêz Ocalan temaşe dikin. Ji ber ku Birêz Ocalan rêberekî diyar ê Kurd e. Piştî sala 2014’an yên şerê DAÎŞ’ê kir û bi xwîna şehîdan Rojhilata Navîn parast Apocî bûn. Eşkere bû ku ew dewletên ku behsa demokrasiyê dikin hevkarê DAÎŞ’ê bûn ku ew belgeyane li hemû cîhanê eşkere bûn.”

‘JI BAJARÊ KERKÛKÊ VE BANG DIKIN’

Kakeyî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi ragihandina kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya li bajarê Kerkûkê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Îro em li bajarê Kerkûkê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ radigihînin û hêvîdarin ku di rojên pêş de welatî zêdetir tevlê vê kampanyayê bibin û bibin berê bingehîn ê kampanyayê. Ji welatiyan dixwazîn ku ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê îmze bikin û piştewaniya azadiya Birêz Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê bikin.”

‘WÊ ÇARENÛSA TIRKIYÊ JI YA REJÎMA BAAS A IRAQÊ BAŞTIR NEBE’

Çavdêrê Siyasî û Siyasetmedarê Kerkûkî Mela Ferman Mihemed jî axaftinek pêşkêş kir û ragihand; “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ku bi rengekî pir ne rewa xistine navê, her çiqasê wê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bi qazanca PKK’ê be wê ewqasê di qazanca Tirkiyê de be jî. Ji ber wê pêwîste Tirkiye dersekê ji ezmûna hikumeta Iraqê wergirtiba ku çawa hikumeta Iraqê nekarî bi tunekirina şoreşên Kurdan encamekê bi dest bixîne, Tirkiye jî bi heman şêwazê ye, wê çarenûsa Tirkiyê ji ya rejîma Baas a Iraqê baştir nebe.”

‘HEYA KU APO LI GIRTÎGEHÊ BE TIRKIYE AZAD Û DEMOKRATÎK NABE’

Dubare Rewşenbîr û Nivîskar Letîf Fatih Ferec ji bo dawîkirina civîna çapemeniyê ev axaftin kir; “Pêwîste Tirkiye û netewa Tirk bizanin ku heya ku Apo li girtîgehê wê dewletek bi navê Tirkiyeya azad û demokratîk tunebe. Heya ku Apo li girtîgehê be wê Tirkiye li girtîgehê be, ji ber ku bi azadbûna Ocalan re Tirkiye jî azad dibe. Daxwaz ji hemûyan dikim ku di tije kirina formên ji Ocalan re azadî  û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya teror de tevlêbûna xwe çêbikin. Ji ber ku heya Ocalan azad nebe wê aşitî jî pêk neyê.”