Kampanya dijî qedexeya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe

Li navçeya Kelar a Başûrê Kurdistanê kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bi tevlêbûna gelek kesayetiyên wê derê hat ragihandin. Banga dayina piştgiriyê li gel hat kirin.

Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê bi amadebûna hejmarek ji kesayetên rewşenbîr, rojnamevan, çalakvan û mamostayan kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî hat ragihandin.

Di merasîma ragihandina kampanyayê de Herêm Mehmud axivî û got: “Ji bo pêkhatina aştî, demokrasî û mafên mirov daxwaz ji Parlementoya Yekitiya Ewropayê dikin PKK’ê ji nava lîsta rêxistinên qedexekirî derxe. Divê çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd re were dîtin daku demokrasî û aramî li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi giştî pêkwere.”

Herêm Mehmud di dewamê de da zanîn di dîroka Kurdan de ti rêxistin û tevgerek Kurdî mîna PKK’ê nekariye bi milyonan Kurd ji bo bi destxistina mafên xwe bi rêxistin bike û têbikoşe.

Piştî axaftinan kesên di merasîmê de amadebûne îmze avêtin. Di çarçoveya vê kampanyê de wê di rojên pêş de jî li herêma Germiyanê îmze werin komkirin.