Kalkan: Wê bibe sala azadiya Rêber Apo

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê têkoşîna leşkerî, îdeolojîk û civakî hîn bi berfirehî û hevdemî bimeşînin û got, "Me biryar dane ku sala 50'î ya Rêber Apo û PKK'ê bikin sala azadiya Rêber Apo."

Beşa çaremîn û ya dawî ya hevpeyvîna bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan re hate kirin, wiha ye:

Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyaye UniteTheUnion û GMB’ê di sala 2016’an de dest bi kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ (Ji Ocalan re azadî) kiribûn. Par jî Saziyên Sivîl ên Civakî yên Efrîkaya Başûr jî bi navê ‘Dema wê hatiye, ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ kampanyayek dabûn destpêkirin û ji gelek welatan bi sed hezaran name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandibûn. Gûterres jî salek e bêdeng e û ji bo van nameyan tu gotinek jî nekiriye. Ev tê çi wateyê? 

Beriya her tiştî hemû kesên li ser vê zemînê têdikoşin û di serî de pêşeng û yên vê helwestê bi rê ve dibin sendîkayên karkeran ên Îngîlîz û saziyên civakî yên sivîl ên Efrîkaya Başûr di serî de, hemû kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi metodên cihê têdikoşin, silav dikim. Li ser navê rêveberiya partiya me, ez serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez bawer im wê bi ser bikevin. Bi rastî jî li dinyayê ji bo naskirin, fêmkirin, xwedîlêderketina Rêber Apo û dixwazin zêdetir dengê wî bibihîzin, sûdê ji fikrên wî werbigirin û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî û têkoşîna ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê geş dibe û li her derê belav dibe. Aliyê derve yê pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ di vê wateyê de gelekî geş bû, bêtir xwe rêxistin kir, li ser daxwaza şênber, dizane ku armanca wê çi ye û wê çawa pêk bîne. Di vî warî de ez bawer im wê bi ser bikevin. Di vî warî de rewşa li Efrîkaya Başûr tê fêmkirin. Rêber Apo piştî Romayê dixwest biçe Efrîkaya Başûr. Ev tişt bi ser neket. Rêveberiya Yewnanistanê asteng kir, di vî warî de xapand.Ji ber ku li wir pergaleke nû ava bûbû, li hemberî rejîma Apartheîdê dîroka gelên reşik têkoşiyabûn û bi pêşengiya Nelson Mandela bi ser ketibûn. Di gelek qadan de Rêber Apo dişibînin Mandela. Mandela jî 28 salan di zindanê de ma. Li hemberî her cure zext û zilmê li ber xwe da û di dawiyê de bi ser ket. Pergala Efrîkaya Başûr a nû li ser vî bingehî ava bû. Pergaleke demokratîk e, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê nas dike. Pergaleke wisa ye ku di asta herî bilind de piştgiriyê dide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan.Di serî de xwestin xelata Ataturk bidin Nelson Mandela lê ji ber mêtingerî û qirkirina ku TC li Kurdistanê dike, wî qebûl nekir û daxwazeke wisa red kir. Wî helwesta xwe li gorî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd diyar kir. Gelek dostên Kurdan ên hêja li Efrîkaya Başûr derketin holê, têkoşiyan û hê jî têdikoşin. Ev jî bandorê li qadên din dike. Lê rewşa li Îngîltereyê balkêştir e. Ji aliyekî ve hêza ku pergala qirkirina Kurdan derxistiye holê û heta îro didomîne, hê jî di qirkirinê de israr dike û siyasetê diyar dike Îngîltere ye, rêveberiya kraliyetê ya Îngîltereyê ye. Bi vî awayî dijminatiya Kurdan dikin û herî zêde dixwazin Kurdan tune bikin. Li hemberî vî tiştî karkerên Îngîlîz, kedkar û sendîkayên ku rêxistiniyên wan in, berevajî wê hebûn û azadiya gelê Kurd nas dikin. Piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan, Rêber Apo wekî îradeya azadiyê qebûl dikin, ji hemû aliyan ve xwedî li Rêber Apo derdikevin û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Van sendîkayan çalakiya giştî û rêxistinkirî dan destpêkirin. Ji ber têkoşîna li Kurdistanê Îngîltere bûye du beş. Avadaniya dewletê ya serwer afirîner û domdarê siyaseta qirkirina Kurdan e, karker û kedkarên wê jî dixwazin qirkirina li ser Kurdan were rakirin û hebûn û azadiya gelê Kurd bi pêşengtiya Rêber Apo pêk were û ji bo vê jî ji hemû kesan zêdetir têdikoşin. Parçebûn û têkoşîneke navxweyî ya wisa heye. Ev gelekî watedar e, li gorî me ev gelekî hêja ye. Nexwe li cihekî wekî Îngîltereyê dewletên xwedî hêzên mezin jî nikarin li ser civakan serwer bibin, nikarin mirovan li gorî xwestekên xwe bi rê ve bibin, dibe ku fikra civakê cihê be, karker û kedkar dikarin fikreke din ava bikin û helwesteke cihê derxînin holê. Têkoşîna dîrokî ya çîna karkeran a Îngîlizan û rêxistinkirina wê ya dîrokî ya sendîkayên karkeran ev rêxistinên gelekî kevn in, awayên herî xurt ên sendîkavaniyê li Îngîltereyê derketine holê. Ev tişt jî li gorî layiqî dîroka xwe helwesta xwe ya azadîxwaz û demokratîk, di nêzikatiya li hemberî Rêber Apo û azadiya Kurdan de didin nîşandan. Gelekî watedar û girîng e û hêviyê dide mirov. Ji bo geşbûna mirovatiyê ya karker û kedkarên Ewropayê jî hêviyê didin mirov, di vî warî de li gorî me ev helwesteke rêhevaliyê ye, hêja ye, watedar e û em bawer dikin em ê her cure hevkarî û piştgiriyê bi hev re bikin. Ev alî jî heye. Bi vê wesîleyê ez dixwazim îfade bikim. Silav û daxwaza me ya serkeftinê li ser vî esasî ye û bi têkoşîneke wisa ne bi tenê li Kurdistanê, em ê li dinyayê jî encamên serkeftî bi dest bixînin. Dema ku Kurdistan azad dibe, em dibînin ku dinya jî demokratîk dibe.Em dibînin Şoreşa Azadiya Kurdistanê wekî Şoreşa Demokratîk a Dinyayê didome. Ji ber vê jî dema piştgiriya têkoşîna azadiya Kurdan tê kirin di heman demê de em diyar dikin ji bo demokrasiya cîhanê jî têkoşîn tê kirin, bi serkeftina têkoşîneke wisa wê pergaleke demokratîk ava bibe ya ku wê hemû karker û kedkar, jin û ciwan bi azadî bijîn. Li ser vî esasî em ji bo demokrasiya xwe jî têdikoşin, her kes ji bo xwe têdikoşe. Divê mirov vê serwextbûnê geş bike, ne bi tenê di pozîsyona hevgirtinê de be, divê rêxistin werin xurtkirin û têkoşîn were geşkirin.

HÊZÊN KU RÊYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIYAR DIKIN, KURDAN JÎ QIR DIKIN

Ev têkoşîn geş dibe, evqas daxuyanî tê dayîn, çalakî tê kirin, kes û saziyên navdar helwesta xwe nîşan didin, dimeşin, mîtîngan dikin, daxuyaniyan didin, herî dawîn name şandin, bi çalakiyeke wisa helwesta xwe nîşan dan. Ligel van tiştan li hemberî nameşandina ji bo wan jî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî tê pirsîn, nexwe Neteweyên Yekbûyî li dijî van daxwazan e. Li hemberî azadiya Kurdan û demokratîkbûna Kurdan in. Baş e aliyê kê digirin? Ew alîgirên dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ne, alîgirên pergala dinyayê ne ya ku dixwaze Kurdan qir bike. Jixwe NY li ser vî tiştî hatiye avakirin. Navê wê ‘Neteweyên Yekbûyî’ ye lê tu eleqeya wê bi neteweyan tune. Mirov bibêje ‘Dewletên Yekbûyî’ wê rasttir be. Li ser esasê herî paşverû û herî dîktatoriyel de, tê wateya yekîtiya pergalên dewletparêz. Di nav dewletên heyî de jî yên ku bala wan li ser demokrasiyê ne jî ne zêde ne, berevajî wê, bandora kesên di pozîsyona faşîst û dîktatoriyel de ne, zêdetir in. Ya TC’yê zêdetir e. Nexwe NY van aliyan temsîl dike. Ji van tiştan pêk hatiye. Ev bi awayekî zelal derdikeve holê. Ji ber vê bersivê nade. Ji ber vê dewleta TC û dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bi qasî ku tu exlaq û hiqûq qebûl neke êrişên qirker ên faşîst dike, ji ber vî tiştî ye. Pişta xwe spartine NATO û NY’yê. Bûye endamên wê derê, ew çi bike jî dibêje wê piştgiriya min bikin. Pîvaneke wisa beredayî bi NY dane qebûlkirin. Têkoşîna li dijî terorîzmê, dewleta TC bi komployên cihê ji cînayeta Palme ya di sala 1986’an de û ji sûîkasta li ser Papa ya di sala 1981’an de hemû kesên ji bo azadiya Kurdan têdikoşin wekî terorîst nîşan didin û qaşo li dijî terorîzmê têdikoşe û her tişt bi wir girêdide. Bi hinceta ku li dijî terorê têdikoşe, hemû heqaret, qetlîam û êrişên dermirovî yên ku faşîzma AKP û MHP’ê dike, meşrû tê dîtin. Li hemberî van tiştan ranabin û helwest nayê nîşandan. NY ne bi tenê li hemberî nameyan bêdeng e, li hemberî kirinên TC’yê jî bêdeng e. Ma qey nabîne, nabihîze, rêxistina wê tune, heke wisa ye bila xwe fesih bike, heke ne wisa ye nexwe bi qestî dike û her tiştî dibîne. Divê mirov tiştekî ji NY nexwaze, riziyaye, tu hukma wê tune. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn NY xwest rewşê îdare bike, rêxistinkirineke li gorî wê bû. Jixwe blokên dijber ên DYE û Sovyetê bandoreke zêde li wê kir, her tiştê xwe bi wir girêda. Niha pergala Sovyetê hilweşiya, encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn guherî, şerekî nû yê cîhanê heye. Şertên ku NY ava bûbû, êdî ji holê rabûye û tune bûye. Ji ber vê jî NY nikare tiştekî bike, ne rast e ku mirov hinek tiştan ji wir hêvî dike. Divê em saziyê rast fêm bikin. Kî rê li ber NY dixe? Saziyeke bi navê Konseya Ewlekariyê heye. Konseya Ewlekariyê kî ye? DYE, Îngîltere, Fransa, Rûsya û Çîn. Jixwe Îngîltere û Fransa bi vî awayî pirsgirêka Kurdan derxist holê. DYE jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn didomîne. Rûsyayê jî piştgirî da hêzên ku li Kurdistanê qirkirinê dikin. Heta niha bandoreke Çînê nehatiye dîtin. Tevlî siyaseteke wisa nebû. Dûr ma. Ji ber vê tiştên hatine kirin jî pesend kir. Di demên dawîn de li hemberî Tirkiyeyê du sê daxuyaniyên dijber da, dibe ku ji ber şerê wan ê berjewendiyê be, li ser esasî vî tiştî ye ku li hemberî kirinên TC’yê yên li hemberî Kurdan û gelên din be. Nexwe hêzên ku rê li ber NY dixin, heman hêz in ku pirsgirêka Kurdan ava kirine, vê pirsgirêkê bi rê ve dibin û qirkirina li ser Kurdan dikin. Ji ber vê divê em baş bizanibin NY çi ye. Ji dêvila ku mirov tiştekî ji wan hêvî bike, wê rast be ku mirov rastiya NY baş analîz, tahlîl bike, rexne bike û deyne holê ku nikare tiştekî bike. 

Ji ber berxwedana bênavber a gelê Kurd û dostên wan Konseya Ewropayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku dikare rê li ber azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veke, biryara bi navê ‘binpêkirina mafê hêviyê’ ya ku di sala 2014’an de dabû, piştî 7 salan bi bîr xist û di meha Kanûna borî de ji bo ku gavên qanûnî biavêje heta meha Îlonê dem da dewleta Tirk. Hûn vê biryara Konseya Ewropayê çawa dinirxînin? Di vê pêvajoyê de peywirên saziyên mafên mirovan, saziyên hiqûqê, gelê Kurd û dostên wan çi ye?

Me di vî warî de berê fikrên xwe diyar kiribû, rewş nirxandibû, min jî wekî şexs kir, hevalên din jî fikrê xwe gotin. Di warê rêxistinî de jî tevgera me daxuyanî da. Em li ser gotina xwe ne.
Ez dikarim vî tiştî bibêjim: Ez bi hûrgulî bi hiqûqa Ewropayê nizanim. Lê ew hiqûq bêyî ku xwe bispêre bingeheke şênber şeş salan ez di zindanê de hiştim. Li ser wî esasî min fêm kir ku ew hiqûq çi ye, çawa didome. Li gorî wê jî min hinek nirxandin kir. Tişta ku ez ê niha bibêjim ji ew ên berê wê ne cihêtir be. Li Ewropayê cezayê girtîgehê yê muebet heye. Cezayekî girankirî heye yan na, ez baş bi wêya nizanim, lê hinek tiştên cihê di dewletên cihê de li Ewropayê hebû. Ez evqasî dizanim lê zanîna min a bi kitekit û şênber hindik e. Em bi vî tiştî dizanin: cezayên girtîgehê yên muebetê, piştî demekê tên nirxandin. Nexwe cezayê girankirî li wir jî heye. Muebet 15 sal in. Piştî 10 salan dîsa tên nirxandin. Ez dizanim ku li ser vî esasî hinek girtî rewşa wan hatine nirxandin û piştre hatine berdan. Lê hinceta wan a girtîbûnê, heke ji holê nehatibe rakirin, tê domandin. Lê her sal rewş tê nirxandin. Her dem biryareke nû tê dayîn, xwe naspêrin biryarekê û heta dawiyê naçin. Derfet tê dayîn ku biryareke nû were stendin û ya heyî jî were guherandin. Ev girîng e. Hinek rewşên giran jî heye, bi qasî ku ez dizanim hinek jê ne 15 sal lê di 20 an jî 25 salan de tên nirxandin. Lê ji van tiştan çi pêk tê, hêviya berdanê, nirxandina rewşa ceza û girtibûnê ya ku jê re dibêjin ‘mafê hêviyê’, ev rewş dîsa tê nirxandin û ji nû ve tê dadgehkirin. 
Tişta ku ez jê re dibêjim nirxandin ev e. Dadgeh ji nû ve nîqaş dike. Dikare biryarê betal bike, biguherîne yan jî li gorî rewşê biryarên nû bide. Vê rewşa ji guherînê re vekiriye, tê wateya biryarên cihê werin stendin, ji vî tiştî re dibêjin mafê hêviyê. Di pergala TC’yê de ev tişt tune. Tirkiyeyê di 2’ê Tebaxa 2002’an de dema ku cezayê darvekirinê ji Makeqanûnê derxist, li şûna wê cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî anî. Piştre li ser vî tiştî di demên cihê de nîqaş hatin kirin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de hate nîqaşkirin, kesên AKP’yî yên qaşo hiqûqnas in ev tişt qebûl kirin. Heke ne şaş bim, Mehmet Alî Şahîn daxuyaniyeke wisa dabû û gotibû “Em pergaleke wisa ava dikin, bi tu awayî wê dîsa neyê nirxandin, guherandina biryarê, pê re jî wê derketina ji Îmraliyê pêk neyê, em hemû daneyên nîqaşkirina derketina ji Îmraliyê ji holê radikin, em hewl didin pergaleke wisa bibînin.” Nexwe pergaleke wisa ava kirine. Rewşa Rêber Apo dikin esas û vî tiştî dikin. Wê demê Rêber Apo li hemberî vê rewşê hişyarî da û got “Ji ber rewşa min qanûnên taybet ava dikin, ev tişt ne bi tenê min wê bandorê li hemû kesan bike, ji ber min wê gelek girtî nikaribin tehliye bibin, divê her kes vî tiştî bizanibe û helwesta xwe li gorî vî tiştî diyar bike.” Lê tu kes li ser vî tiştî nesekinîn, nîqaş nekirin, derbarê vê rewşê tênekoşiyan. AKP’ê bi ya xwe kir. Pergala xwe ya hiqûqî ava kir. Vê rewşa ku nabe were nîqaşkirin, li dijî hiqûqa Ewropayê ye. Ya Ewropayê cihê ye, piştî demekê dest bi nîqaşkirina rewşa girtiyan dikin. Ya Rêber Apo bû 23 sal lê tu nîqaş nehate kirin. Ne ji bo hemû dozan be jî DMME di hin mijaran de biryara darizandina ji nû ve da, ew tişt jî pêk neanîn. Bi heman awayî, kesên cezayê girtîgehê ya muebet li wan hatine birîn dema rewşa wan a mayîna zêde ya di girtîgehê de hate nirxandin, hemû tişt veşartin gotin “Tiştekî wisa tune.” Niha rewş ev e, nakokî di vir de derdikeve holê. Hê çend sal berê DMME li ser vê rewşê biryar daye. Di sala 2014’an de biryar dane û diyar kirine pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê û ya Ewropayê dijberê hev in, divê were sererastkirin û li gorî hiqûqa Ewropayê bin. Heft sal derbas bûye. Piştî heft salan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê fêm kir ku biryareke wisa ya DMME heye û ev tişt xist rojeva xwe. Em bifikirin heke şaşiyek hebe jî kesek heft salan girtî dimîne, pergaleke wisa. Ev çi demokrasî, edalet û azadî ye. Bi ser de dibêjin “Edaleta derengmayî ne edalet e”, wê hê çiqasî dereng be, piştî heft salan komîteyeke li ser wê biryara DMME dixe rojeva xwe. Ma divê 70 sal derbas bibe ku em bibêjin ev edaleteke derengmayî ye, temenê mirovan têrî vî tiştî nake. Rewşeke wisa nabe. Divê li ser wî esasî were rexnekirin. Ev çima ne di demeke maqûl de ye û piştî heft salan xistine rojeva xwe. Ev jî rewşa Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nîşan dide. Nabe ku ev rewş ji nezaniyê ye. Prosedur ne wisa ye. Ev tişt tê wateya nêzikatiya li hemberî Rêber Apo û azadiya Kurdan. Ji ber vê wisa tevgeriyane. Bi vî awayî nêzî tu kes û dozê nabin. Heke wisa nêz bibin wê qiyamet rabe lê wisa nêzî Rêber Apo û Kurdan dibin. Ji ber ku qirkirina li ser Kurdan qebûl dikin, li gorî wan heqê hebûnê yê Kurdan tune, mafê demokrasiyê tune, mafê azadiyê tune, dikarin bibêjin ‘Kurd’ mafên wan ên şexsî hene, lê piştî wê dibe ku li ser wan her cure asîmîlasyon û qirkirin were pêkanîn. Feraseta wan ev e. Ji bo vî tiştî jî mijareke li ser azadiya Kurdan divê zûzûka têxin rojeva xwe û nîqaş bikin, xistine rojeva xwe lê nîqaş nekirine. Divê mirov vî tiştî bibîne û rexne bike, divê ev alî zêdetir were rexnekirin. 

WÊ TIŞTEKÎ NEKIN, BIRYARA WAN A HEVPAR E

Ji aliyê din ve Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryar da ku divê heta meha Îlonê biryara DMME pêk were. Çima heta Îlonê me ew tişt fêm nekir û rexne kir. Çima demeke wisa dirêj? Heke hatiye qebûlkirin û ketiye rojevê, saziyeke wekî DMME biryar dabû. Dewleta TC qewl daye ku wê li gorî biryarên vê saziyê tevbigere, dikaribû ev tişt bi lezgînî bikira, dibe ku dem 15 roj an jî mehek bûya. Heta Îlonê bi kêmanî deh meh heye, ev jî gelekî zêde ye. Em ji ber vî tiştî ketin gumanê û me fikarên xwe diyar kir. Ev bi qestî û bi plan tê kirin, gelo vê saziyê û Tirkiyeyê li hev kirine? Dema ku diyar kirine em evqasî demê didin we, nexwe dixwazin bibêjin metodên cihê biceribîne û biryara DMME’yê pûç bike. Li Tirkiyeyê bênavber cezayên dîsîplînê tên dayîn. Cezayên dîsîplînê didin nîşandan û şoreşgerên ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Tê diyarkirin ku di demên dawîn de cezayê dîsîplînê li Rêber Apo jî tê birîn, ev tişt tê wateya rewşeke xerab û xetere. Nexwe qet pêdivî pê tuneye ku li ser rewşa wî nîqaşan bikin, jixwe biryara divê were dayîn diyar e, cezayên dîsîplînê vî tiştî nîşan dide ku bêyî nîqaş tiştekî wekî mafê hêviyê nabe û dixwazin encameke wisa nîşan bidin ku heta hetayê di girtîgehê de be. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê demeke evqasî dirêj daye û ev jî derfetê ji dewleta TC’yê re ava dike ku amadekariyan bike. Em ji ber vî tiştî ketin gumanê, me fikarên xwe diyar kir û xwest deşîfre bikin. Rewş hê jî wisa ye. Divê li hemberî vî tiştî têkoşîn were kirin. Gotinên me ji bo DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û derbarê CPT’ê qaşo saziya têkoşîna li hemberî êşkenceyê ye, jî hene. Herî dawîn Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kom bû lê derbarê tecrîdê tu biryar nedan. Ji ber vê jî salek derbas dibe, li gorî qanûnan tevnagerin û hevdîtin tune. Rêber Apo nikare bi parêzerên xwe rûnê, nikare malbata xwe bibîne, tu têkiliya wî ya bi derve re tune, derbarê tendirustî û ewlekariya wî civak û malbat di nav fikaran de ne. Kesek tiştekî nizane. Ji bo vî tiştî jî binesazî hewce bû, dikaribû bigotina ‘Wê qanûn werin pêkanîn’. Mirov bala xwe bidiyê ev tişt negot, ev tişt nexistin rojeva xwe û çareser nekirin. Wê demê derdikeve holê ku ne CPT û ne jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tiştekî nekin. Ji ber ku derdikeve holê kirinên TC’yê yên heyî qebûl dikin, li gorî wan rast e û biryara wan a hevpar e. Bi tenê TC van tiştan nake, nexwe bi wan re dikin, bi hev re biryaran didin. Divê em xwe nexapînin.

TÊKOŞÎNA PIRALÎ HEWCE YE

Li hemberî vî tiştî divê helwest çawa be? Divê li hemberî vî tiştî têkoşîn were kirin û ev rewş were teşhîrkirin. Têkoşîneke piralî hewce ye. Me berê jî ev tişt got û niha jî hewce ye. Wekî mînak têkoşîneke hiqûqî ya bi bandor hewce ye. Divê baş li ser hiqûqê were sekinandin, ji ber ku gelek tişt piştî ku wexta wê derbas dibe, tê rojevê û wê demê jî dibêjin dema wê derbas bûye. Di hiqûqa Ewropayê de ûsûl girîng e, jixwe li wir qanûna ûsûlan heye, li wê derê qanûnên din naxebitin. Nexwe divê em li ser ûsûlê bisekinin. Di vî warî de têkoşîna hiqûqî girîng e.  Parêzer divê baş li ser vî tiştî bisekinin. Di warê hiqûqî de çi hewce be, divê di wextê de li gorî wê tevbigerin. Em careke din nekevin rewşa ku dema wê derbas bûye.
Ji aliyê din ve jî divê têkoşîna siyasî rewşê di rojevê de bihêle, gelê me yê li derveyî welat di serî de, jin, ciwan û dostên me, tevî gelê me yên li her çar parçeyan divê li hemberî van tiştên bêhiqûqî çalakiyên ji bo parçekirina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo geştir û zêdetir bikin. Divê armanca xwe şênbertir bikin, divê em li ser saziyên cihê zexta siyasî bikin. Em di warê hiqûqî de li ser wê bisekinin, saziyên ku neheqiyê dikin, saziyên ku li gorî hiqûqê tevnagerin hebe em bêtir biajon ser wan saziyan, divê werin teşhîrkirin, zext li wan were kirin, ji wan doza helwesta rast were kirin. Zexta siyasî girîng e. Zexta siyasî ya demokratîk, çalakiyên demokratîk girîng in. Dibe sedem ku hinek sazî dest bi tevgerê bikin. Ya rast dema ku mesele Kurd bin rewş piçekî cihê ye lê dîsa jî divê çalakiyên girseyî yên demokratîk ên ku wê zexta siyasî zêde bike, li her qadê were xurtkirin. Ji xeynî wê rêyeke din tune. Divê em bihistyar bin. Rîskeke mezin heye, xetere heye. Divê em van tiştan bibînin. Divê nêzikatiyeke yekgirtî hebe û têkoşîna hiqûqî, siyasî, demokratîk di nav de di çarçoveya plansaziyeke hevpar de, bi awayê ku hev xurt bikin, em geş bikin. Rewş cîddî ye, divê em bihistyar bin. Em hemû welatparêz, rêxistin û girse divê em bihistyar bin, divê dostên me jî bihistyar bin. Em di qada navneteweyî de kesên dikarin bandora xwe li ser wan bikin em wan têxin nav tevgerê, bila bi awayên cihê zextan bikin. Bi mîtîngan, xwepêşandan, protestoyan, bi şandina nameyan bi pêşkêşkirina projeyên çareseriyê divê têkoşîn were geşkirin. Li ser vî esasî divê em çareseriyên ku karibe rewşa heyî biguherîne bibîne û xebatên xwe rêxistinkirî û bi plan bimeşînin. 

Gelo çi têkiliya biryara rêveberiya DYE ya li hemberî rêveberên têkoşîna azadiya Kurdan, êrişa Garê ya di 12’ê Sibata 2021’an de bi piştgirî/pesendkirina hêzên global hate kirin û tevgera dagirkeriya berfireh a ku di 24’ê Nîsana 2021’an de hate destpêkirin, bi tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê heye? Bi taybetî jî berxwedana ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di warê parçekirina vê konsepta êrişê roleke çawa bi cih anî? 

Ev tişt û êrişên ku we qala wê kir, hemû jî têkiliya xwe bi komploya navneteweyî hene. Ev tişt ji bo serkeftina komploya navneteweyî hatine kirin. Divê wisa were nirxandin. Divê mirov pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê û pêkanîna wê ya herî giran jî li van tiştan zêde bike. Ev dûmahîka komploya navneteweyî ye. Jixwe Îmrali dûmahîka komploya navneteweyî ye. Zext û êrişa li ser Rêber Apo bi pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tê meşandin. Heke mirov bala xwe bidiyê, ev tişt her dem heye û her carê girantir dikin. Her tişt vî tiştî diyar dike. Heke ev tişt li hemberî Rêber Apo were kirin, wê li hemberî hêzên din jî hêzên ku xeta Rêbertî ji xwe re dikin esas û dixwazin bikin pratîk jî, dibe ku heman zext were kirin. Ji ber vê jî ji ber biryara girtina hevalên me yên rêveberiya partiyê ya ku di Mijdara 2018’an de hate dayîn, divê mirov şaş nebe. Biryarnameya ku Bîll Clînton di 9’ê Cotmeha 1998’an de jî îmze kiribû, wisa bû. Ev tişt komplo ye. Wê demê biryar dabûn heke Rêber Apo neyê girtin divê were îmhakirin. Di 6’ê Mijdara 2018’an ev biryar li hemberî min û du hevalên din dan. Biryara li ser Rêber Apo çi bû? Erê êrişa li hemberî kesayetiya wî ji xwe re kirin hedef lê di şexsê wî de PKK, hebûn û azadiya Kurdan bû hedef. Êrişa li hemberî her sê hevalan jî wisa ye. Kesayetiya wan dikin hedef lê wisa hatine diyarkirin û hilbijartin, di şexsê wan de hemû tevgera azadiyê ya Kurdan dibe hedef. Ev jî li hemberî hebûn û azadiya Kurdan dibe êriş. Ev tişt yekser dûmahîka komploya navneteweyî ye. Divê tiştekî bibêjim, wê baş be, berê biryar dan dest deynin ser mal û milkên me, DYE berê jî biryareke wisa dabû. Dema ji me re got, em keniyan. Dibe ku hay ji rewşê nebûn, qaşo wê bi desteserkirina mal û milkên me, zextan li me bikin. Lê piştre dîtin li holê tu mal û milk tuneye ku karibin desteser bikin, li holê bi halê xwe man, dema ku nekarîn ji ser wir zextê bikin, vê carê biryara girtin û îmhayê dan û xwestin zexta komploya navneteweyî bidomînin. Ev zelal û şênber e. Pergal û tecrîda li Îmraliyê diyar dike ku komplo didome. Biryara li ser me diyar dike ku komplo didome. Ev jî dibe xebat û hewldana ku komployê didomîne û dixwaze komplo bi ser bikeve. Ev rewş gelekî zelal û eşkere ye. 
Ji aliyê din ve jî hêza sereke ya ku gelê Kurd û tevgerê geş dike, moral dide û têdikoşe kî ye, gerîla ye. Jixwe ji berê ve li hemberî gerîla operasyonên pelçiqandin û tunekirinê dikin. Min di pirsên berê de jî qal kir, ev tişt berê di salên 87-88’an de dest pê kir. Armanca sereke ya plansaziya li wir pelçiqandina gerîla bû. Li ser taktîka ‘Sindan û çakûç’ artêşên Tirkiye, Îran û Iraqê bi cih kirin, di 87-88’an de xwestin gerîlayên Kurd ên li ber pêşveçûnê bipelçiqînin. Dema ku ji wir encam nestendin, qonaxa duyemîn bû Şerê Başûr ê di Cotmeha 1992’an de hate kirin. Hedefa wan gerîla bû. Polîtîkayên xwe yên wisa bi êrişa li ser gerîla re meşandin. Piştî 93’an ji aliyekî ve xwestin Rêbertî nas bikin, ji aliyê din ve jî ji bo gerîla bipelçiqînin û tasfiye bikin, li ser esasê konsepta şerê taybet, ji 93’an heta 98’an êrişa leşkerî ya di dîroka TC’yê de herî mezin e kirin. Gerîla bi qehremanî li ber xwe da, her sal bi hezaran şer çêbû, her sal me herî kêm bi hezaran şehîd da, dewleta Tirk her sal bi hezaran hêzên wê hatin kuştin. Vî şerê pazdeh salan di dîroka Kurdan de şerê leşkerî yê herî mezin, herî kûr û herî demdirêj e. Ji bo dewleta Tirk jî şerê leşkerî yê herî demdirêj û herî kûr e. Asta şerê wan ê rizgariyê yê neteweyî li hêlekê ma. Di navbera salên 93 û 98’an de wê ev şer wekî şerekî biçûk bûya. Êrişên wisa hate kirin. Komplo li ser van êrişan hate rêxistinkirin û xistin pratîkê. Dema ku di komployê de bi ser neketin, ji bo domandina wê û komplo bi ser bikeve, rêyên cihê diceribînin. Em bala xwe bidinê pergal û tecrîda Îmraliyê giran dikin û wisa didomînin. Bi biryara girtina rêveberiya me, li ser tevgera me zext û êrişan dikin. Ji aliyê din ve jî bi taybetî bi êrişên li ser gerîlayan re, van êrişan derdixînin asta herî jor. Ev rewş zelal e li ber çavan e û bi hêsanî tê fêmkirin. Di pêvajoyên berê de jî ev tişt kirin. Di sala 2020’an de bi operasyona Heftanînê re kirin. Di sala 2019’an de bi planên wekî wê, êriş kirin. Ev demek e ji sala 2015’an û vir ve planên nû dikin û li ser esasê wan planan êrişên ji bo pelçiqandina gerîlayan didomînin. Di nîveka Sibata 2021’an de jî  bi Garê re ev tişt dan destpêkirin. Li qadeke teng êrişeke berfireh rêxistin kiribûn. Ji aliyekî vê wê wê wan girtiyan birevînin, wê îtîbara PKK û gerîla bişkînin, qaşo wê ew ê serfirazî bi dest bixistina, heke derfet bi dest bixistina wê derb li rêveberiya me bixistina. Bi serkeftineke wisa erzan xwestin têkevin salê û planê bi rê ve bibin. Bêguman bi ser neketin, têkçûneke giran hate serê wan. Wekî têkçûna li Zapê ya di Sibata 2008’an de, têkçûna duyemîn a meha Sibatê li Garê hate serê wan. Piştî vê di 23’ê Nîsanê de êrişên dagirker û qirkirinê li ser Metîna, Zap û Avaşînê dan destpêkirin. Xwestin gerîlayên li vir bipelçiqînin, îmha bikin, van deran desteser bikin û beşeke girîng a Herêmên Parastinê yên Medyayê têxin bin kontrola xwe. Ji bo êrişeke wisa hemû hêzên xwe seferber kirin. Dewletê hemû derfet seferber kir. Her kes vî tiştî dibêje, îro budçeya dewletê diçe ji şer re. Ew şerekî çawa dikin Hûlûsî Akar bêhemdê xwe gelek caran eşkere kir lê ligel hemû êrişan jî nekarîn van qadan dagir bikin. Di meha Sibatê de li Garê derbeke giran xwarin û li ser xeta Metîna, Zap û Avaşînê jî heman derba wekî ya Garê xwarin. Di nava salê de şerên giran çêbû. Hinek kes dibêjin “Li gorî hesabê wan wê di 15 rojan de ev der dagir bikirina.” 8 meh derbas bû, ji xeynî stendina çend giran, tu encameke din bi dest nexistin. Derbên giran xwarin. Di tunelên wekî çeperên biçûk de 5,6 gerîla bi mehan li ber xwe dan û bi sedan hêzên artêşa Tirk kuştin. Li Werxelê, Mam Reşo, Girê Sor (Tepê Sor) û Zendûrayê berxwedanên wisa hate kirin. Îro li ser xeta Metîna û Kaşûrayê, li Zap û Avaşînê şer û berxwedaneke wisa hate kirin. Gerîla amadekariyeke mezin kiribû. Piştî Şerê Zapê ya di sala 2008’an de rewş piçekî hatibû fêmkirin, li gorî wê amadekariyên cîddî hatibû kirin, dijmin hat ket nav amadekariyan, gerîla bi hêzeke biçûk li gorî wê amadekariyê derbeke giran li wan da. Planeke wisa pûç kir, sala 2020’an bi ser neket, heke bi ser biketina wê encamek bistendina. Plana 2021’an jî li ser vî esasî pûç bû. Dewleta Tirk û artêşa Tirk di êrişa xwe de têk çûn, bi ser neketin. Niha ev tişt bi tenê hedef û plana dagirkeriya leşkerî pûç nake. Di heman demê de di asta komploya navneteweyî de jî êrişan pûç dike. Pêşiya serkeftina wan digire. Berxwedana gerîla berê gel dide berxwedanê, dike ku partî li ser xwe be. Pê re jî êrişa ji bo belavkirina partiyê, melisandina gel a ku armanca êrişa komploya navneteweyî bû, li ser vî esasî pûç dibe, bi ser nakeve. Bi vî awayî plana dagirkeriyê pûç dibe. Ev plan ne bi tenê plana TC, AKP û MHP’ê ye, mirov bala xwe bidiyê wê bibîne ku plana DYE, TC û PDK’ê ye. DYE heta dawiyê piştgiriyê dide. Di vî warî de gelek caran daxuyanî dan. Her cure alîkariya siyasî û leşkerî dide. PDK’ê jixwe di pratîkê de piştgirî da wan û hat asta ku li hemberî PKK’ê şer bike. Ji ber şerê PKK’ê, şerekî mezin li hemberî PDK’ê nehate kirin. Bila PKK polîtîkaya xwe biguherîne, wê şerekî herî giran derkeve holê. Di vî warî de PKK’ê gelek caran daxuyanî da û got “Bila zextê li sebra me nekin, nebêjin qey em ê heta hetayê wisa bimînin” û gelek hişyarî kir. Niha wê PDK çi bike, êdî dem diqede, dawiya sebrê û demê tê. Gelo wê tevî faşîzma AKP û MHP’ê Kurdistanê dagir bike û li ser esasê îmhakirina PKK’ê tevlî şerê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan bibe yan jî wê polîtîkayeke din bide ber xwe. Divê PDK helwesta xwe zelal bike. Ev rewş gihiştiye asteke wisa. Ji aliyekî ve faşîzma AKP û MHP’ê hatiye ber hilweşandinê, di beşên din de me qala vî tiştî kir. Ji aliyê din ve jî PDK baş hate teşhîrkirin û deşîfrekirin. Zelal bû ku polîtîkaya wan xizmeta dijmin dike, ew êrişên dagirker ên dewleta Tirk xurt dikin û dikin ku êrişên dagirker li ser xwe be. Rewş wisa ye. Di vî warî de berxwedana gerîla jî encamek da, serfirazî bi dest xist û ev tişt bi qehremanî pêk hat. Careke din vê berdxwedana mezin a dîrokî silav dikim û şehîdan jî bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li qada ku saziyên Yekîtiya Neteweyî lê ne, di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Ev çalakî dikeve sala 11’emîn. Hûn peyameke çawa ji gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên tevlî vê çalakiyê re bûne, dişînin?

Erê, ev rewşeke girîng e, bi rastî jî di dîroka me ya têkoşînê de bûye çalakiya herî demdirêj a ku bênavber hatiye domandin. Rast e têkoşîna gerîla jî demdirêj e û şer dike, 24 saetan di şer de ye, di serdema borî de carinan pêvajoyên agirbestê jî çêbû lê ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta sala 1993’an bênavber şer domiya. Niha jî ji Tîrmeha 2015’an û heta niha şerekî bênavber didome. Ji 1’ê Hezîrana 2004’an heta 2013’an şer domiya. Ev jî çalakiyên demdirêj in. Çalakiyên girseyî û meşên din beş bi beş dibin. Li zindanan jî berxwedaneke bênavber heye lê teşeyên çalakiyan beş bi beş in, ew jî di nav xwe de domdar e. Em dikarin wisa bibêjin, çalakiya li Strasboûrgê wekî berxwedana zindanan çalakiyeke domdar e. Çalakiya ku wekî ya gerîla domdar e, belkî bi qasî wê ne kûr e, şîddeta wê kêm e lê girêdan, domdarî û bandora wê ya propagandayê wekî ya wan e, doza Kurdan, pergala zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê, mafê azadiya Kurdan bi dinya, mirovayetî, gel, jin û bindestan dide naskirin û ji wan re qal dike, ev jî dibe hewldan û çalakiyeke mezin. Gelê me yê li Ewropayê, karker, jin û ciwanan bi rastî bi kedeke mezin ev çalakî bi biryardarî domandin. Dostên me bêyî ku xwe vekişînin, bêyî ku bi qels tevbigerin xwedî li vê çalakiyê derketin, ji bo ku ev çalakî bi deh salan bidome, hêz û piştgirî dan çalakiyê. Rewşenbîr, hunermendên Kurd û yên dostên me, tevlî vê têkoşînê bûn. Bandoreke girîng çêkir. Ji bo ku rastiya Rêber Apo, pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û têkoşîna azadiyê ya ku em bi rê ve dibin, ji gelên Ewropayê, bindest, jin û ciwanan re were danasîn, cih û roleke wê ya girîng heye. Deh sal ne demeke hindik e, her dem daxuyanî dan, materyal belav kirin, propaganda kirin, bandor li mirovan kirin. Şev û roj, sal diwanzdeh meh, bênavber ji bo azadiyê nobet girtin. Li cihên din jî nobetên azadiyê hene, gihişt asta wan, wekî dem jî mirov dikare bibêje gelek jî derbas kiriye. Ev di serî de jî wisa hatibû rêxistinkirin, îddîa ev bû. Domandina wê diyar kir ku çiqasî li gorî vê îddîa û armancê girêdayî ne. Diyar dibe ku gelê me yê li Ewropayê û dostên me, bi têkoşîna azadiyê ya li welat re û bi rastiya Rêber Apo çiqasî girêdayîne, pê re bûne yek û berpirsyariya wî li dinyayê bidin nasandin û di her şertan de vî tiştî bi rê ve dibin. Di vê çarçoveyê de bi rastî jî bi qîmet e, girîng e û hêjayî hurmetê ye. Nirxên mezin tevlî têkoşîna me kir. Ji ber vê ez hemû kesên tevlî vê çalakiyê bûne, jinan, ciwanan, karker û kedkaran, ronakbîr û rewşenbîran, gelê Kurd û dostên me bi hurmet silav dikim. Bi rastî roleke mezin bi cih anîn. Ez vê berxwedana deh salî ya bênavber domiya, silav dikim. Bêguman wê nesekine, bingeheke zexm hate danîn.  Heta ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê parçe bibe, azadiya Kurdan pêk were û li ser vî esasî herêm û dinya demokratîk bibe wê ev têkoşîn bidome, belkî di demên pêş de teşeya wê biguhere lê ew ê ev berxwedan bidome. Teşe biguherin jî, wê çalakiya nobeta azadiyê ya li Strasboûrgê di wan çalakiyên cihê bûne de bijî û were jiyîn. Ev teqez wisa ye, divê mirov ji vî tiştî bawer be. 
Strasboûrg girîng e. Di warê komployê de jî girîng e, ji bo têkoşîna li dijî komployê jî girîng e, ji bo ku têkoşîna me ya azadiyê û doza mafdar a gelê Kurd bi dinyayê bidin danasîn jî girîng e. Zeman jî girîng e û zemîn jî girîng e. Encamên girîng da. Divê mirov wisa nêz nebe: Nekeve nav atmosfereke reşbîn û nebêje va ye deh sal derbas bûye, ka encameke şênber tune, pergala Îmraliyê parçe nebûye, Rêber Apo azad nebûye. Tiştekî wisa tunebû ku wê pergala tecrîdê ya Îmraliyê parçe bibe, wê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata, me yê Kurdistan azad û demokratîk bikira, tiştekî wisa tunebû ku wê encameke wisa pêk bihata. Têkoşîna ji bo vî tiştî esas bû. Çalakî jixwe li ser esasê vê têkoşînê dest pê kir û ev têkoşîn didome. Wê ev têkoşîn bibe têkoşîneke domdar. Divê em wisa bibînin û wisa fêm bikin. Ji ber vê divê mirov serkeftina wê li cihên din bibîne. Bandor li ser berxwedana li Ewropayê kir, bandor li ser welat kir, demdirêj e. Carekê, bi hezaran kes tevlî vê çalakiyê bûn. Ev jî hevkarî, rêxistinbûn, ruhê hevpar û armancê diyar dike. Ev tişt derxist holê. Bi sedan dost tevlê bûn, hate dîtin ku dostên hêja yên gelê Kurd derketin holê. Bû qadeke ku mirovan ber bi xwe ve dikişîne. Rastiya Rêbertî û têkoşîna azadiyê bi deh hezaran kesî da nasandin,  propagandaya wê kir. Ev serkeftin e. Divê mirov vî tiştî bibîne. Ji ber vê jî divê nirxandineke şaş neyê kirin. Ji ber vê jî divê tiştên wekî bêhêvîtî û reşbînî tunebe. Berevajî wê vê çalakiyê rola xwe bi cih anî. Di salvegera wê ya dehemîn de heke qelsiyên wê heye, mirov dikare binirxîne, rast bike û guhertinan bike lê berxwedana ji bo azadiyê wê heta serfiraziyê bidome. 

EM Ê SALA 50’EMÎN A RÊBER APO Û PKK’Ê BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera we daye destpêkirin, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û qada navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanek hate kirin. Vê berxwedana du salan veguherî daxwazeke global û têkoşînê. Hûn ê di sala 2020’an de vê pêngavê çawa bidomînin? Di qada civakî de çi dikare were kirin, di vê çarçoveyê de tu bangeke we heye?

Erê biryara me heye ku em sala 2022’an ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo geşkirina têkoşînê ya berfireh em sala 50’emîn a sala Rêber Apo û PKK’ê bikin sala azadiya Rêber Apo. Me gelek caran ev tişt eşkere kir. Îradeya sereke ya civîna me ya dawîn a Komîteya Navendî jî li ser vî esasî pêk hat û me ragihand ji raya giştî re. Me bang li rêheval, gelê xwe yê welatparêz, jin, ciwan û hemû dostên xwe kir ku li ser vî esasî pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê’ li her derê bi metodên nû û afirîner geştir û xurttir bikin. Ez di serî de vê banga me dîsa diyar dikim.

EM Ê ŞER GEŞ Û BERFIREHTIR BIKIN

Derbarê tiştên em ê bikin jî hin gotinên me hene. Em ê şer geş û berfirehtir biki. Wê gerîla li ber xwe bide. Wê berxwedana gerîla ji ya niha cihêtir be. Berê jî min gelek caran eşkere kir, tişta ku gerîla dikare bike û kiriye, ne ji sedî sî û çilê wê ye. Hê ji sedî şêst an jî heftê potansîyela wê heye, derfet heye, metod û tarzên nû heye, rewşên têkoşîna li ser zemînên nû heye, di sala 2022’an de bi metodên afirîner em ê berxwedanê geş bikin. Em ê geştir û xurttir jî bikin. Şer bi qasî li çiyayan didome wê li deşt û bajaran jî zêde bibe. Wê hêzên leşkerî bi qasî hedefa xwe li hêzên siyasî û aborî yên faşîzmê bidin. Bi qasî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome wê li her dera Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bidome. Şengal û Rojava jî li gorî xwe li ber xwe dide, li ser wan jî êriş hene. Me ev tişt wekî encama civîna xwe ya Komîteya Navendî eşkere kir. Faşîzma AKP û MHP’ê êrişî ku derê bike, wê li wir berxwedan were kirin. Ev helwesteke giştî ye û wê ji niha û şûnde jî gerîla bi metodên bi bandor, kûr, nû û afirîner şer bike. Wê hemû aliyên sîxur û xayîn bibin hedefa me. Kesên xizmetê ji dewleta Tirk û MÎT’ê re dikin wê teqez hesab bidin. Wê hesabê îxanetê li her derê zêdetir were pirsîn. Ez dikarim vî tiştî bi eşkeretî bibêjim. Divê her kes hay ji xwe hebe, helwesta xwe rast nîşan bide û têkiliyên xwe ji ber çavan derbas bike. Di warê gerîla de jî ez dikarim vî tiştî bibêjim, ji bo geşkirina şer ez dikarim vî tiştî bibêjim. Heta niha li hinek deran em bi baldarî tevgeriyan, artêşa TC’yê hêza xwe ya teknîkî jî bi kar anî, êrişî her derê kir, bila nebêje ez êriş dikim û tiştek bi min nayê. Lê ev ne wisa ye, ev helwestek bû, ji niha û şûnde wan çi kiribin wê berdêla wê zêdetir bidin, wê şerê me yê tolhildana şoreşgerî geş bibe, wê li her derê tolhildana wê zêdetir were kirin, wê hesappirsîn li ser vî esasî be. Aliyekî girîng ê pêngava me ev e.

EM Ê TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK PIRALÎ GEŞ BIKIN

Ji aliyê din ve girêdayî têkoşîna leşkerî em ê têkoşîna îdeolojîk jî piralî geş bikin. Êrişên qirker ên faşîst, rastiya dijmin û kirinên wan dermirovî wê werin teşhîrkirin. Em ê xebatên propaganda, ajîtasyon, çand û hunerê ya ku gelê me, ciwanan, jinan û dostên me motîve dike, perwerde dike, moral dide wan û berê wan dide rêxistinkirin û çalakiyê bikin. Li hemberî her cure êrişên lîberal em ê têkoşîneke bi bandor bikin, em ê vî tiştî di nav partiyê de û di derveyî partiyê de jî bikin. Em ê xeta Rêbertî, rastiya Rêbertî li ser vî esasî bêtir têxin meriyetê, li her dera dinyayê belav bikin, bêtir bigihênin ber destê kedkar û karkeran, jin û ciwanan. Li hemberî êrişên modernîteya kapîtalîst û lîberalîzmê yên ku mirovan ji rêxistinkirin û çalakiyê û ji têkoşînê dûr dixîne, em ê têkoşîneke îdelojîk a ku wê parçe dike, li her derê di her warî de bidomînin. Li hemberî her cure şexsparêziyê em ê têbikoşin. Ji bo ku li ser xeta komunal demokratîk şexsê azad û bîr, feraset û jiyana wê pêk were, Kurdistan di serî de li Rojhilata Navîn û dinyayê em ê tevî hêzên şoreşger û demokratîk tifaqê deynin û her cure têkoşîna perwerdehî, rêxistinkirin û propagandayê geş bikin. Em gelekî li ser vî tiştî disekinin. Li ser vî esasî em ê têkoşîna Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê geş bikin. Em ê xebatên xwe yên enternasyonal, hevgirtin û yekîtiya xwe xurttir bikin. Em ê hewl bidin hemû kesan li ser vî esasî tevlî nav têkoşîn, azadiya antîfaşîst û demokrasiyê bikin. 

DI QADA CIVAKÎ DE GELEK KARÊN GIRÎNG HENE KU DIVÊ WERIN KIRIN

Di qada civakî de gelek karên girîng hene ku divê were kirin. Jixwe heta niha têkoşîneke girîng hatiye kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat bi pêşengiya jin û ciwanan, berxwedaneke girîng a gelê me heye, di vî warî de bîrek, rêxistinkirin û çalakî hene. Bi rastî jî em ji ber hemûyan kêfxweş in, bi rêzdarî wan silav dikim. Di demên dawîn de bêtir bûne afirîner. Ji çalakiyên nobetê heta mîtîngên ku bi deh hezaran tevlê dibin û heta protestoyan çalakiyên girseyî yên dewlemend derketin holê. Li Bakur jî wisa ye, li derveyî welat jî wisa ye, Rojava jixwe her dem wisa ye. Başûr û Rojhilat jî tevlî vî tiştî dibe. Li ser vî esasî li gelek deran dostên me çalakiyên ji bo teşhîrkirina faşîzma AKP û MHP’ê dikin. Em ê di pêvajoya pêş de van çalakiyan geştir bikin. Ez van çalakiyan hemûyan silav dikim, ev bi rastî jî gelekî watedar in. 
Di vî warî de dikarim vi tiştî bibêjim, potansiyela van çalakiyan gelekî xurt in. Gelek mirov hene ku dikarin tevlî van çalakiyan bibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat evqasî zêde ye, potansiyela gelê me evqasî zêde ye, mutefîk zêde ne, karker, kedkar, jin, ciwan, li Tirkiye, Sûriye û Iraqê li her çar aliyên dinyayê hêzên demokrasiyê zêde ne. Hêzên dewletê ne ji sedî sisê an jî çarê nifûsê ye, ji sedî nod an jî nod û pêncê wê hêza gel û civakê ye, ev mutefîkên me ne, li derveyî pergala desthilatdarî û dewletê ew potansiyela pergala demokratîk in. Em dikarin van hemûyan têxin nav tevgerê. Em bala xwe bidinê, potansiyeleke me ya çiqasî mezin heye. Ya duyemîn jî em dikarin çalakiyên gelekî xurt û afirîner bikin. Em dikarin çalakiya girseyî li qadên berfireh zêde bikin û li her dera dinyayê belav bikin û him jî metodên dewlemend geştir bikin. Heta niha dewlemendiyeke xurt heye. Ji nobetên azadiyê bigire heta çalakiyên ku dayikan ji bo zindanan li dar xistin. Meş, mîtîng û protesto hatin kirin. Daxuyanî û agahdarkirin hate kirin. Ji bo hişyariya gelek aliyan çalakî hatin kirin. Ev xurt in û divê zêdetir were geşkirin. Divê afirînertir bibin. Hinek çalakî dibe ku girseyîtir bin, divê çalakî bi qelsî neyên kirin, di hinek çalakiyan de dikarin helwesteke tund û zelal nîşan bidin. Divê şîddeta girseyê di astekê de were bikaranîn, yan na terora faşîst nayê sekinandin. Ji aliyê din ve jî divê rê û metod werin dîtin ku çalakî domdar bin. Ne çalakiyên ku demkurtî û zû diqedin, divê çalakiyên ku domdariya wan heye, mezin dibin û ji wir encamên siyasî werin derxistin. Em ê li van tiştan bigerin. Em KCK wê lêgerînên me yên wisa hebe, ew ê hinek ceribandinên me hebe, em ê metodên nû teqez geş bikin. Wê rêxistinên me yên jin û ciwanan teqez vî tiştî bikin. Di vî warî de divê hemû welatparêz bihistyar bin û di nav lêgerînê de bin. Ji bo çalakî li gelek qadan werin belavkirin, ji bo bi metodên afirîner gelek çalakî werin kirin û çalakiyên encamwergir divê geşedanên nû werin derxistin. Em dikarin vî tiştî bibêjin. 

XWEPARASTIN GELEKÎ GIRÎNG E

Tevî van tiştan divê tiştekî din lê zêde bikim: Xweparastin gelekî girîng e. Girîng e ku mirov karibe xwe biparêze. Ji ber vê jî alîkariya ji bo gerîla gelekî girîng e. Ji aliyê din ve jî girîng e ku mirov ewlehiya jiyan û çalakiyan werbigire. Divê em ewlekariya xwe pêk bînin. Divê em xweparastina xwe pêk bînin. Divê em vî tiştî bi bîr, rêxistin, perwerdehiyê bikin. Divê em xwe ji însafa kesên din re nehêlin. Divê em xwe bi însafa siyaseta paşverû feraseta mêrserwer, êrişên hîsterîk ê nijadperest û şoven nehêlin. Jin divê li hemberî feraset û siyaseta mêrserwer xweparastina xwe pêk bînin û xwedî bîr, rêxistinbûn û perwerdehiyê bin. Ji ber vê divê em li ber xwe bidin. Em ê berxwedana antîfaşîst li her derê geş bikin. Faşîzm bi kîjan zimanî wê were sekinandin, em ê bi wî zimanî bersivê bidin wan. Em ê berxwedana şoreşger a ku wê terora faşîst bide sekinandin, li her derê geş bikin. Em ê xweparastinê bikin bingeha vî tiştî. Xweparastin yek ji şertê pêşîn ê hebûn û azadbûnê ye. Kesên ewlehiya wan tune, ne dikarin hebin û ne jî dikarin azad bibin. Nabe ku ewlehî dewrî kesên din were kirin. Kesên din nikarin ewlehiyê pêk bînin. Ewlehiya ku dewrî kesên din were kirin, tê wateya ku azadî jî hatiye dewrkirin. Ji ber ku wê kesên din azadiya me pêk neynin, nexwe ew ê nikaribe ewlehiya me jî pêk bînin. Em ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin, em ê bi bîra xweparastinê, rêxistinbûn, çalakî û berxwedanê bikin. Hewce bike em ê serî hildin, şer bikin, bigihêjin rastiya gelê şer dike. Gelek gel wisa dikin, bi vî tiştî re hene. Li dinyayê yên di vî halî de gelek in, divê em li ser asta gelê kedkar û li ser esasê jiyana azad û demokratîk pêk bînin. Ji bo vê em ê avakirina civakî, rêxistinkirin û çalakiyê li ser bingeha xweparastinê bikin. Yên ku xwe naspêrin xweparastinê, ne li ser esasê xweparastinê bin wê azad nebin, dahatûya wan tune û wê nikaribin komunal bin. Bingeha avakirina jiyana komunal û jiyana komun a kesên azad û demokratîk di asta civakî de were avakirin, xweparastin e. Berê ewlehiya li ser bingeha xweparastinê, piştre jî jiyan û xebata hevpar û parvekirin a ku vî tiştî di pratîkê de pêk tîne. Ev tişt li pey hev tên û di nava hev de geş dibin. Nexwe em ê xebata xwe ya girseyî, perwerdehiya xwe ya civakî û rêxistinkirina xwe li ser vî esasî geş bikin. Em ê xebatên xwe yên avakirina civakî li gorî rêxistinkirina xweparastinê û berxwedanê bikin ku, ev jî wê kapasîteya me ya çalakiyan zêdetir bike, dema ku hêza me ya çalakiyê zêde bibe û metodên çalakiyên me jî xurttir bibin. 
Ji bo nirxandina van tiştan û li ser van bingehan guhertin were kirin, jin û ciwan di serî de em ê bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin. Bi vê wesîleyê careke din berxwedana Îmraliyê ya ku li hemberî komploya 15’ê Sibatê 23 sal in didome û hemû berxwedanên li dora wê hatine kirin, berxwedêrên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a ku li dora Rêber Apo xeleqeke ji agir ava kirine silav dikim. Ji bo ku 15’ê Sibatê ya ku gelê me jê re dibêje ‘Roja reş’ bibe roja azadiyê, ji bo ku em 15’ê Sibatê ya ku Rêber Apo dibêje ‘Roja qirkirina Kurdan’ bibe roja hebûn û azadiya Kurdan divê em rastiya komployê û rastiya têkoşîna li hemberî wê rast fêm bikin. Ji bo ku pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku wê komployê hilweşîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne, di xeta serfiraziyê de geş bikin, ez bang li hemû kesan dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.

ANF | Kalkan: Komplo êrîşa qirkirina Kurdan e (anfkurdi.com)

ANF | Kalkan: Komplo êrîşa qirkirina Kurdan e (anfkurdi.com)

ANF | Kalkan: Komplo bi rê û rêbazên nû tê meşandin (anfkurdi.com)