Kalkan: Li dijî komployê sîstemeke alternatîf hate afirandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku PKK ji siyaset û zîhniyeta komploya navneteweyî bihurî ye; sîstema dewlet û desthilatdariyê ya komployê derbas kiriye û got, her wiha sîstemeke alternatîf afirandiye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diayr kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ne tune bû, ne jî teslîmî komployê bû û got, "Li dijî komployê têdikoşe, di asta fikir de ew derbas kiriye, ji aliyê pratîkî ve jî têkoşîneke welê dimeşîne ku wê têk bibe. Ji bilî wê sîstemeke alternatîf diafirîne. Rewşeke bi vî rengî ji sînorê Kurdistanê derbas kiriye, li Rojhialta Navîn û tevahiya cîhanê gelekî balê dikişîne."

Beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan re wiha ye:

Rêberê Gelê Kurd bi paradîgmaya ku weke 'Zayîna sêyemîn' pênase dikir, bersiv da komploya navneteweyî. Gelê Kurd û PKK'ê li dijî komployê li ber xwe dan. Vê rewşê bandoreke çawa hem li komplo û siyaseta wê kir, hem jî li ser polîtîkaya hêzên komploger a li ser Kurd û Kurdistanê çiqasî bi bandor bû?

Bi dayîna yek du agahiyan besiv dayîna pirsa mijara gotinê wê hê rastir be. Rêber Apo hemû rewş û pêşketinên di vê bûyerê de jiya nivîsand û got: “Dem ali Kenyayê li nava balafirê ez girtim û girêdam, divê qet tiştekê nembêjim, bûn xwedî helwesteke welê ku berxwedanek qebe û dîsa berxwedaneke fîzîkî nîşan bidim wê rastir be.” Ev sekin û helwestek bû. Helwesta yekem a Rêbertiyê wiha bû. Her ku dem çû Rêbertî ev gotibû: “Piştî demekê wisa fikirîm ku ji xwe dixwazim min tine bikin, eger ez jî xwe tine bikim, ev yek wê bikêrî wan bê yên ku ez xistim vê rewşê bihata û karê wan hesan bikira. Ji bo wê ezê li têkoşînê bikim. Divê vê pilanê kifş bikim, li dijî vê têkbikoşim û pilan kfiş bikim, pêşketin li ser vî esasî pêk hatin. Piştî vê min helwesta xwe guherand. Ji bo tehşîrkirina komployê li ser bingehê bikaranîna fersend û derfetan biryara têkoşînê da.”

Pêvajoya lêpirsînê dîsa esasê parstina nivîskî û gotinî ya li darezîna Îmraliyê, derxistina komployê, tehşîrkirin û tehşîrkirina komplogeran, bi vî rengî eniyeke têkoşînê ya li dijî komplogeran vekirin bû. Niha li vir çûna encamekê, di encama têkoşîneke wiha de, pêşiya darvekirinê hate girtin, têkoşîna Îmralî kete rojev, wê demê ji nû e rewş hate nirxandin. Pêvajoya têkoşîna Îmralî 11’ê Çileya 2000’î wê biryara darvekirinê ya hikûmeta Ecevît pêk neyê, neşîne meclîsê, wê di destê xwe de bihêle, wê li nava êşkenceya Îmralî li ber xwe bide hate ragihandin. Piştî rawestandina biryara darvekirin Rêber Apo got; ‘Li Îmraliyê divê têkoşîn bê xurtkirin û pêşketina bi dest bixin.’ Rêxistinê û gel destek da vê. Rêveberiya TC’ê bi êşkeceya Îmralî û sîstema tecrîdê xwest Rêbertiyê bi fetisîne, di warê îdeolojî û siyasî de têk bibie, bê çare bike, bi vî rengî PKK’ê bê raman bihêle, belav û tesfiye bike. Eger ku Rêbertî bi darve bikira, wê Kurdan hemû bikira dijminê xwe, li şûna vê Rêbertî li Îmraliyê bide rizandin bêje; ‘jiyan wiha bû’ xwestin nerazîbûnên gel ji holê rakin. Ev yek jî dem bi Rêbetiyê da qezençkirin. Di nava derfet û fersendên kêm de Rêbertî li ber xweda. Ji rêxistin û gel destek xwest. Dema ku destekek wiha pêk hat, kete nava têkoşîneke wiha. Têkoşîna Îmralî wiha ye. Rizîna di nava dewletê de, rê li ber vê vekir ku Rêber Apo rewşê ji nû ve binirxîne, li dijî komployê têkoşîneke ku wê bin bixe derxist holê.

Dema ku rewş giha pêvajoyeke wiha, Rêbertî rewş ji nû ve nirxand. Wê pêvajoyeke têkoşînê ya nû li dijî komployê pêş bixista, têkoşîna pêwîst ku ji bo komployê têk bibe bû. Baş e wê ev yek çawa biba? Ji bo ‘çawabûna’ vê bibîne, divê ev pirs bê kirin. ‘Çima em ketin komployê, çi me ber bi komployê ve dehf da, çima ji bo serketinê têkoşîn dihate kiri, hedefên cuda dabûn pêşiya xwe, negihan wir, li gel gelek pêşketin pêk tên, em bi komployekê re rû bi rû ma? Du astên vê hate nirxandin. A yekem; pirsa Kurd, taybetmendiyên qirkirina li ser Kurdan tê ferzkirin, di vê wateyê de hedefên sîstema modernîteya kapitalîst, aramnc, têkoşîna li dijî Rêber Apo û PKK’ê dihate birêvebirin, taybetmendiyên êrîşê; ev hatin nirxandin, hewldan hatin dayîn ku ev yek hê kûrtir bê famkirin, hatin nirxandin. Asteke wê ev bû.

LÊPIRSÎNEKE KÛR Û DORFIREH

Asta din jî; têkoşîna ku PKK’ê dikir bû. Raman, xet û îdeolojiya Rêber Apo bû. Tenê ji aliyekê ve eniya dijmin girtina dest û rewşa xwe nenirxîne, bi qasî pêwîst û rast encam jê negirtin, ne mimkûne ku encamek baş û rast derxîne, dîsa ramaneke çareseriyê, siyaset, plan, proje dernakeve holê. Li aliyekê ji nû ve rastiya dijmin hê kûrtir û yekpareyî girtina dest, berê xwe dana çareseriyê, li aliyê din rewşa xwe, rastiya Rêbertî, rastiya PKK’ê, têkoşîn û xeta polîtîk a îdeolojî ji nû ve hatin nirxandin. Ji ber ku aliyek ê wê encamê derdixe em û yê din jî dijmin e. Me pêşiya dijmin negirtibû, me nekarî êrîşên dijmin têk bibi, nimûne; me nekarî pêşiya komployê bigirta. Hişmendiya me ya nekarî pêşiya komployê bigire, asta me ya siyasetê, strajî û taktîkên me, asta me ya rêxistinî, terzê me çi bû, dîsa asta hişmendiya me ya ku wê komployê deras bike, bername, proje, xet, strateji, terz û taktik çi bûn, çawa bibînin? Van pirsan pirsin, bê ku teng nêzîk bibin, bi helwesteke rexnedaryînê kete nava lêpirsînekê. Hê nehatî dadgehê, wiha girt dest, vê rewşê bi vekirî gihand rêveberiyê û got: “Ez di lêpirsîneke wiha ya rexnedayînê de me. Ji serî bigire heta neynokê her tiştî lêpirsîn dikim, guherînê bikim, derveyî vê serketin wê nepêkan be. Her cûre hest, nerazîbûn û tengijînê derbas bikim, neçarim vê bikim û ez wiha dikim. Divê hemû hevrê wiha bike. Divê kes nekeve nava helwest û hewldanên teng, ji serî bigire heta neynokê xwe li ber lêpirsîneke rexneyî re derbas bike, nûvejen bibin, ji nû ve xwe rêxistin bikin, enceq wiha em ê bikarin komploya navneteweyî fam bikin, li dijî wê rê, rêbaz û hişmendiya têkoşînê derxînin holê û têkoşînê bikin.” 

Rêber Apo ji bo em wiha bikin agahî da me, diyar kir ku wî bi xwe jî wiha kiriye. Lêpirsîneke rexnedayînê ya kûr pêk hat. Ev lêpirsîn şexsî bû, ev rewxne bû partîyî, ev lêpirsîn li ser bingehê dîrokî ya gelê Kurd pêk hat. Ev lêpirsîn di asta mirovî de pêk hat. Ev di asta hebûna dîrokî ya mirovî, din ava hemûna azad a demokratîk de pêk hat. Di vê astê de lêpirsînek kûr û dorfireh hate kirin. Rewşa ku li nav bû, weke lihevketineke îdeolojîk hate nirxandin. Nebesiyên rewşa heyî, xeta, qet xwe neda paş, hemû hatin rojevkirin. Vê vekirî anî ziman.

GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ DI MEŞA AZADIYÊ YA MIROVAHIYÊ DE, REXNEDAYÎN Û SERASTKIRINEK BÛ

Li ser vî bingehî sala 2001’ê got: “Rewşa me tengezariyeke îdeolojîk e, nav PKK’ê biguherin, PKK wiha nameşe, ev rewş ne layîqî PKK’ê ye.” Sala 2002’an rêxistin wiha derbasî Kongreya 8’an bû. Piştre ev dahûrandin, lêpirsîn kûr bû, çareserî bi guherîna paradîgmayê bû. Guherîna paradîgmayê a rastî mîna dîrokî di meşa azadiya mirovahiyê de rexnedayîn û serastkirinek bû, guherînek ji kokê ve bû. Berxwedana gelê Kurd a tim hatiye perçiqandin û serketin bi dest nexistiye cihê rexneyê ye, di vê bê rastkirin. Tevî ku têkoşîna PKK’ê wiha fedayî tê kiri, bi komployeke navneteweyî, weke rexnedayineke ku neçareserkirina pirsa Kurd, derxistina çareseriyê bû. Di vê çarçoveyê de Rêbertî di astekî kûr û dorfireh de lêpirsîn kir. Di encama vê de xeta îdeolojîk-polîtîk û hişmendiyeke ku çereserkirina hemû pirsgirêkên ku sîstema desthilat û dewletê derxistî holê û di asta dîrokî û yekpareyî de li xwe digire derketiye holê. Em ji bo vê dibêjin pradîgma. Ev yek pir mezin û girîng bû. Lê ya esas îdeolojiyeke ku xwe dispêre rêgezên azadî-wekhevî ya mîna sosyalîzmê, bi rêbaza zext û mêtinger a amûra mîna dewletê derket holê ku pratîze nabe. Sosyalîzmê ji dewletê rizgar kir. 

Şêwazê rêveberinê ya mîna demokrasî ku gel bi xwe xwe rêvebibe, derket holê ku nabe parçeyek ji siyaseta sîstema dewletê ya tekparêz, zext û mêtingeriyê esas digire. Demokrasî û sosyalîzim ji dewletê hate rizgarkirin. Sîstema dewlet û desthilatê tişta herî kûr û şaş dabû avakirin ev bû. Hewla azadiyê ji destpêkê ve xirakiribûn. Tevî ku têkoşînek mezin bi cesaret û fedekarî şer hatibe kirin û serketin hatibe bidestxistin jî, hemû hewlên azadiyê di dîrokê de windakirin, bi sîstemê re bûna yek, ji vê çavkaniya xwe girtibû. Sîstemeke ya ramanê ku bikare pêşiya vê bigire, serketinê bîne û mayînde bike derxist holê. Em ji bo vê dibêjin ‘Têgîna Modernîteya Demokratîk’ em dibêjin ‘Paradîgmaya Civaka Demokratîk’ a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya civakê. Xwe dispêre îdeolojiya sosyalîzma demokratîk, demokratî û sosyalîzim gihand hev. Azadî, wekhevî, bi civakê re ew û demokratîk bi rêveberiyên xweser re gihand hev. Ji siyasetê rêxistinkirina konfederalîzma demokratîk pêş xist, cudabûna xwe bi azad rêxistin kir, di nava rêveberiya demokratîkê de sîstma xwe pêş xist. Li şûna navendîbûnê rêxistinkirina li ser girse, xwecihî û civakî pêş xist. Bi vî rengî xeteke îdeolojîk-polîtîk û hişmendiyeke ku çareseriya pirsgirêkan peyda dike derxist holê, hem jî pêşketinên bi dest xistî, xeteke ku serketinê biparêze derxist holê. Neçareseriya xwe çareser kir.

PKK’ê siyaset û hişmendiya ku ber bi Komploya Navneteweyî ve bir derbas kir. Bi vê yekê komplo derbas kir, sîstema desthilat û dewletê ya ku komplo derxistin holê derbas kir, ji ber ku desthilat û sîstema dewletê, sosyalîzim-çep bi xwe ve dabû girêdan. Me gotibû bi derketinê re PKK xwe ji vê qût kiribû, bi hişmendî û xet bi paradîgmayê bi temamî qût bû. Veqetandin heta wir dom kir. Ji vê zelaltir veqetîn çêbû. Sîstema desthilat û dewletê ya komplo derxist holê, derbas kir, da nîşandan ku ji derveyî vê sîstemek heye, ji bo gelan, civakan sîstemek bikare bijî derxist holê. Bi vî rengî komplo hate derbaskirin. Di asta ramanê de têk çû. Çawa ku em dibêjin berxwedana Zindanan rejîma 12’ê Îlonê di warê îdeolojîk de têk bir, bi guherîna paradîgmayê komploya navneteweyî, sîstema desthilat û dewletê ya wê derxistî holê, di warê xeta hişmendî û îdeolojîk-polîtîk de têk bir. Hate nîşandan ku ji derveyî vê hişmendî û siyasetek din heye, ya rast jî ew e derxist holê. Ev rewşeke dîrokî bû. Bi vî rengî rêya têkoşîna li dijî komployê vebû, rêbazên wê pêş ketin. Der xist holê ku li dijî komployê têkoşîn bê kirin, wê serketin bi xwe re bîne. Ev pêşketin partî û civakê ji nû ve perwerde kir, gelê Kurd ji nû ve perwerde kir, ji nû ve rêxistin kir, hişmendî, xeta îdeolojîk-polîtîk, terz, stratejik û taktîkên wê li gorî vê pêş xist û bû partiyeke nû. Rêveberiye civakî ya nû pêş ket, rêxistinên jin û ciwanan bi xwe re derxist holê. Xweparastin li gorî vê hatin teşegirtin. Civak li ser vî bingehî hate perwerdekirin, bi vî rengî hêza têkoşînê ya li dijî komploya navneteweyî û têkbirina komployê bidest xist. Ber bi têkoşîneke wiha çûn. Heta niha bi kêmaniyên xwe ve jî têkoşîn tê kirin. Partî dike, gel dike. Xeta û kêmanî hene. Em van tim di civînan de dinirxînin. Dikin mijara rexne û rexnedayînê, hewl didin çareser bikin. Li rê û rêbazên ku baştir paradîgmaya Rêbertiyê fam bikin, bixin meryetê, digerin. Di vê mijarê de tim xeta û kêmanî derdikevin holê.

Di pratîkê de nebesiyên xwe dibinim, hewl didin bi rexnedayîn-rexnekirinê van mijaran derbas bikin û çareser bikin, a esas li ser bingehê guherîna paradigmayê re bi paradîgmaya nû têkoşînê dikin. Hêza têkoşînê ya partî û gel a li dijî komployê vê guherîna paradîgmayê bû. Ev neba, ne mimkûn bû têkoşîn bê kiri. Wê demê yan em ê tine biba, yan jî teslîmî komployê bibûna. Em ê bigihaba asta ku daxwazên komployê pêk bînin. PKK û Tevgera Azadiya Kurd ne tine bû, ne jî teslîmî komployê bû. Li dij komployê têkoşîn dike, hişmendiya asta vê derbas kiriye, têkoşîneke di asta pratîkê de wê têk bibe dike. Ji derveyî vê sîstemeke alternatîf pêş bixe, nûnertiya wê dike. A eleqeyê dikişîne ev e. Rewşek wiha sînorên Kurdistanê derbas kiriye, li Rojhilata Navîn û cîhanê eleqeya ji bo vê pir e. Jin, ciwan, kerker, kedkar eleqe nîşan dide, hewl dide fam bike, qebûl bike; pir ked tê dayîn ku pêşketinên wiha çêdibe. Vê yekê di hişmendiya komplogeran de guherînek çawa çêkir. Eger em bên ser vê mijarê hinek cuda dibe. 
Di vê nûqteyê de dikarim vê bejim; ji bo rêveberiya DYE’yê li xwe mikur were, çend caran min bang kir, gelek deng derneket. Bîll Clînton kal bûye, berî bimiribûna tiştên kirî li xwe mikurbihata, wê fêdeyek bitaba gelê Emerîka û mirovahiyê, vê bikira wê ne xirab ba. Ya wî jiya kesê nejiya. Dîsa ne tenê kesek, yên di nava rêveberiyê de cih girtin, ewilê ev zanîn: ji xayînan agahî girtin, xwe spartin vê, wisa zanî ku wê bi rehetî Rêbertiyê tine bikin. Plansaziya 9’ê Cotmehê wiha bû. Dema ku bi ser neketin, xwe spartin bandorên hêzên navneteweyî, dest bi şopandineke tund û revînê kirin, gotin em ê wiha îmha bikin. Ew jî nebû. Neçar man ku radestî Tirkiye bikin, li gorî hiqûqê tevger bikin. Dema ku ber bi pêvajoyeke wiha diçû, radestî Tirkiyeyê kirin û piştî 15’ê Sibatê hate bihîstin ku Rêber Apo hatiye revandin, rastî bertekên tund ên gelê Kurd hatin Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê M. Allbrîght ê komplo koordine dikir got: “Em li benda nerazîbûnan bû, lê ne evqasî.”Bi vê yekê li xwe mikur hat ku ketine nava hesabên şaş. Wiha nirxandin. Li bendê bûn ku Tirkiye bidarve bike. Rêbertî bi hewldanek mezin diyar kiribû ku komplo bi qasî li dijî gelê Kurd e, ewqaî jî li dijî civaka Tirkiye û dewleta TC’ê ye jî, hinek derdorên Tirk qane kir û wisa darvekirin da rawestandin. Li gorî gelek derdoran ev encam wê qet derneketiba. Ji ber ku hiqûqa TC weke ku bide nîşandan darezîn dike hema piştre bidarve bikira. Bi rastî jî ketibû haleke wiha ku wê wisa biba û bawer kiribûn.

Bi hewldana mezin a Rêber Apo, bi desteka partî û gel pêşiya vê hate girtin. Digotin; ‘Apo qediya, PKK jî herî zêde dikare 6 mehan li ber xwe bide.’ Piştî 6 mehan û şûnde PKK neqediya, bihara 1999’an gelek rojnameyan nivîsand, nirxandin kirin. Ev hemû vala derket. Dawiyê Horşît Tolum got: ‘Me sîstemek wiha ava kir ku, darvekirin carekê dikuje, li vir wê her rojê hezar carî bimire, tiştek ji vir rizgar nabe.’ Rêber Apo ji wê sîstemê rizgar bû. Bi guherîna paradîgmayê re zayîna siyemîn a Rêbertiyê pêk hat. Li dijî kompoya navneteweyî hişmeniyek ku wê derbas bike, xeteke îdeolojî-polîtîk, terzê têkoşînê vnek derxist holê, vê gihand PKK’ê gelê Kurd û mirovahiyê. Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmralî parçe kir. Polîtîkaya rizandinê ya Îmralî têk çû. Têkoşîna Îmralî bi ser ket. Wisa hesab kirin ku wê rêbetiyê di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi fetisînin, di warê îdeolojîk-polîtîk de têk bibe, tine bike. Rêber Apo zayîna Rêbertiyê ya herî mezin liv ir pêk anî. Sînorên Kurdistanê, asta neteweyî derbas kir, bû kurewî, gerdûnî. Giha asta ku bû Rêberê hemû hejaran, hêza gihandina wî pêk hat. Vê ramanê hem afirand, sûd ji derfetên pir kêm girt, ramanên xwe nivîsand, gihand partî, gel û mirovahiyê. Wiha sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmralî parçe parçe kir û têk bir. Dema ku hev hemû bûn, rastiya Rêbertiyê ji nû ve bi cidî hate nirxandin. Bala we kişandibe, Rêbertî di gelek qonaxan re derbas bû, gelek hesab xira kir. Li ser bingehê wan hesaban planên hatibûn amadekirin tarûmar kir. Di encama vê de her kes hê cidîtir nêzîk bû, ji nû ve dinirxîne, rastiya Rêbertiyê baştir fam kirin.
Wiha fam kirin: Hê zêdetir xeter dîtin. Ji ber wê hikûmeta AKP-MHP’ê ya heyî li ber çavan hiqûqa xwe ya faşîst jî bi cih neanî. Li Îmraliyê li ber Rêbertiyê dengê xwe dernexistin. Li Îmraliyê ‘h’ hiqûqtê jî nemaye. Ti hiqûq nemaye. Li ber çavan, hikûmeta AKP-MHP’ê çi dixwest dikirin. Bala we bikişîne, ne ji DYE’yê, Îngîltere, Îsraîl û Ewropayê dengek dernakeve. Tiştekê nabêjin. Ev bêdengî tê wateya ku hikûmeta AKP-MHP’ê tişta dixwaze bila bike. Ya ew dikin, erêkirina vê zextê ye.

TÊKOŞÎNA XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTIYÊ HER KU BELAVÎ CÎHANÊ DIBE DITIRSIN

Li ser vê pirsê weke encam dikarim vê bînim ziman; Me hewlda bi awayekî berfireh vebêjin. Rastiya Rêbertiyê hê baştir fam kirin. Meznahî û cidyeta vê yekê fam kirin. Wê wisa hesan nikarin têk bibin, bi serneketina polan û pêkanînên ku berê amadekiribûn re dîtin û fam kirin. Li ser vî bingehî hê dijminan nêzîk bûn, hê cidî girtin dest. Zêdetir yekbûyî bûn. Li dijî Rêbertiyê dijminahiya xwe hê kûrtir didomînin. Ev rastiyeke. Ji wê zêdetir jî hinek jî di nava xwe de teqdîr kirin, mirov dikare bifikire, yên wiha mirov hebûn. Hinek rêveber ji nav derketin. Mînak aliyên cuda derketin. Mînak, yê herî zêde piştevaniyê dide vê polîtîkayê Îngîltere ye, herî zêde jî karker û sendîkayên Îngilîz xwedî li Rêber Apo derketin. Du bere derketin holê. Eyneya ku bi têkoşîna di vê pêvajoyê de derketî holê ye, encama wê ye. Li DYE’yê jî bereyên wiha dikare derkeve. Caranan bi rengên cêwaz li xwe mikur tên. Bandorên wiha hene. Rêbertî bi kûranî lêkolîn dikin, mîna berê wisa hesan nagirin dest, ji nirxandinên Rêbertî yên li ser wan hatîn kirin sûdê digirin. A herî şênber vê dike Tayyîp Erdogan e. Ji bo Tirkiyeyê ji nû ve ava bike, xwe dispêre dahûrandinên Rêbertiyê pirsgirêkên xwe dixwaze çareser bike û dixwaze sîstemê li ser lingan bihêle.

Sîstema modernîteya kapitalîst a kurewî jî vê dike. Mamosteyên wan ên aqilmend, komên ramanê dikin. Ji dahûrandinên Rêbertiyê hewl didin ji bo xwe encamekê jê derxînin, xwe li gorî wê ji nû ve ava bikin, li ser lingan bihêle, emrê xwe dirêj bike. Mirov vê hîs dike. Rewşek wiha jî hebû. Dema ku vê têkoşîn raya giştî bandor kir ketin nava zehmetiyê. Ciwan, jin, karker û kedkar her ku xwedî li têkoşîna azadiya Kurd, têkoşîna PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo belavî cîhanê kirin, tirsiyan, diveciniqîn. Hê baldartir nêzîk bûn. Tenê bi têkoşîna îdeolojîk, guherîna ramanê, guherîna ji kokê ya sîstemê ne mimkûn bû. Divê vê têkoşîna îdeolojîk bi têkoşîna siyasî-leşerî li ser yekbûna terz û rêbaza rast têkoşînek dûr û dirêj bike, vê sîstemê derbas bike, ev kesîn e; xwediyên sîstemê li jin, kerker, kerdar û ciwanên ku xistiye di bin zextê de û hejar kirî, vê yekê baştir dîtin. Dikare sîstema desthilat û dewletê bê derbaskirin, sîstema modernîteya kapitalîst bê têkbirin, sîstemek alternatif bê avakirin, azadî û demokrasî bê avakirin û jiyîn. Bi asta ramanê ya ku bi guherîna paradîgmaya Rêber Apo derxistî holê re, têkoşîna li ser vî bingehî li Kurdistanê hate kirin, bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê kir ku ji bo mirovahiyê zanbûn û hêviyek wiha derkeve holê. Di vê wateyê de 1917’an Şoreşa Rûsya hêviyek dabû avakirin, ew hê zêdetir bûna xwedî hêz û hêviya bûna desthilatdar çêkiribû, pêşketin pir lez pêkhatibûn. Ev yek ji aliyê gelekan ve hatibû qebûlkirin, dibe ne di wê astê de be, lê ji kûranî ve yên ji vê bawer kirin, fam kirin di warê yên di ferqa wê de bûn, bi qasî Şoreşa Cotmehê heta hê zêdetir guherîna paradîgmaya Rêber Apo dîsa têkoşîna li ser vê bingehê li Kurdistanê tê kirin, mîna pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê hêviyeke dîrokî derxist holê.

Rêber Apo di serî de pozîsyona DYE, Îngîltere û Îsraîl û dîsa rol û mîsyona saziyên navneteweyî û welatên YE’yê ya li ser avakirina sîstema êşkence ya Îmralî û domandina wê kifş kiribû. Polîtîkaya îro ya van hêzan ya li Îmralî çiye?

Ev pirs hinek dişibe pirsa beriya ê. Di wê astê de me hewl da hinek bersiv bidin. Dibe hinek tiştên kêm mayîn li ser zêde bikin, wilo temam bikin. Ev ne îdîayeke ku van hêzan komplo birêve bir, yên ku sîstema Îmralî ava kirine û birêve dibin. Encamên şênber hene. Rêbertî got: ‘Dema birim Îmralî yên ewilê ez pêşwazî kirim, nûnerên CPT’ê bûn.’ CPT avadaniyeke ya Ewropayê ye. Yekîtiya Ewropa bi DYE’yê re birêve diçe. Bi îmzeya Serokatiya DYE’yê, bi biryara DYE’yê, pêkhatina komploya 15’ê Sibatê ya pêk hatî bidin aliyekê, dema Rêber Apo birin aliyekê bû bi rûyê Yekîtiya Ewropa hat. Piştrast bû ku Yekîtiya Ewropayê Îmralî ava kiriye. Ji xwe yê ku biryara giştî ya komploya navneteweyî da serokê wê demê Bîll Clînton bû. Yên ku komplo plan kirin, gotin; ‘me amade kir û da îmzekirin’ îlan kirin. Wezareta Karê Derve ya DYE’yê birêvebir, girt ser xwe. Mînak, li ber nerazîbûnên li dijî Komploya 15’ê Sibatê jî gotibû: ‘Em li benda nerazîbûnan bûn, lê ne evqasî’ girt ser xwe. Hewldana tesfiyekar a provakatîf a li hundir dihate sepandin, dema hate tesfiyekirin, dîsa DYE xwedî li vê derket. Gotin; ‘me tam nekarî PKK’ê tesfiye bikin, plana me tenê sedî 50 pêk hat.’ Yanî êrîşa tesfiyekirinê ya DYE’yê û projeya wê ye li xwe mikur hat. Di vê astê de DYE xwedî li êrîşên li ser PKK’ê derket. Êrîşeke ku ew bi xwe dike hebû, yên din dişibin wê.

Mînak li Îtalyayê, hikûmeta di bin serokatiya Massîmo D’Alema konferanseke Kurd di asta Ewropayê de lidar xist, xwest li çareseriyê biger. Çû Elmanya, Fransa. Xwest di asta Yekîtiya Ewropayê de bike. Hema di cih de derî girtin. Hikûmeta Îtalya destek neda. Ji bo wê li Romayê çareserî pêş neketin. Dema ku Rêber Apo çû Romayê ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsa Kurd derfetê çareseriyê di tepsiya zêr de pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir. Dibe ku li Ewropayê bûyereke welê ku bandorê li hemû cîhanê bikira derketa. Lê li wir, yekîtî, siyaset û demokrasî vê vînê nîşan neda, tiştek wiha nekir. Hê Rêbertî neçûyî Roma, li Elmanyayê biryata girtinê ji bo Rêber Apo hatibû derxistin. Biryareke girtinê ya ji doza Dusseldorfê hatibû girtin bû. Nehatibû rakirin. Ji xwe dema Rêber Apo çû Rûmayê diviya bû dewleta Elmanya wî bixwesta, dibe hema d icih de bigirta. Lê Elmanya biryara girtina Rêber Apo rakir, heman demê sînorên xwe jî girt û Rêber Apo weke ‘kesê nayê xwestin’ îlan kir. Tirsiya ku wê Rêber Apo bi xwe bê û xwe bispêre wê biryarê û bixwaze kar bê kirin. Vê ji bo ku komplo ji aliyê kê ve û çawa hate birêvebirin dibêjim. Komplo van hêzan birêve bir. DYE, Îngîltere û Îsraîl birêve dibin, pêşengtî dikin. Dewleta Îngîlîz hewl da ku neyê xuyakirin, yê siyaset diyar dikir ew bû. Yê ji kûranî ve kar dikir ew bû. Ji xwe Îsraîl hêza sermayeye bû. Mînak di rêvebirina komployê de pir bandor bû. Dema ji Romayê hate vegerandin pir bandor bû. Ev rastiyeke. Ji xwe DYE’yê birêve bir, DYE di êrîşa li ser Rêber Apo de ji dewletan û rêxistinan desteka pêwîst girt. Her kesên xwedî paradîgmaya desthilatdar û dewletparêz dema ku pêwîstiya DYE’yê pê hebûn, destek xwestin hema destek dane. 

Ev rewş hata Rêxistina Rizgarya Filistînê jî diçe. Nûnerê FKO’yê jî çû Romayê, piştgirî da birêveçûna komployê. Li gorî xwe pêşniyara Rêbertiyê bibe cihekê hewl dabû pêş bixîne, lê eger ku wan bikira wê CÎA’yê dest danîba ser. Di wê astê de zelal bû. Kar heta vê astê çûbû. Rêbertî ji bo vê gotibû; ‘hevaltiya kêm’. Yên ku li ser navê PKK’ê kar dikir, gelek kesên karên têkiliyên derve dikirin, li welatên lê ketinbûn bin kontrola îstixbarata wan welatan û hatibûn bikaranîn, derketibû holê. Em ev hemû di pêvajoya komployê de dît. Divê ev yek bê zanîn. Yek; hinek derdorên şoven û miletperest ên li Tirkiyeyê bi gotinên; ‘Me wiha kir, wiha serketin bi dest xist, Apo girt û anî’, şovan dikin. Dema ku Rêbertî derket derveyî welat Ecevît li ser hikûmetê bû. Dema ji Kenyayê hate revandin û birin Îmraliyê serokwezîr Ecevît bû. Qaşo şaştiya kirîn wê bi Ecevît rast bikira, lê Ecevît gotibû; ‘DYE û yên din, çima Apo radestî me kir, min ev yek qet fam nekir.’ Birina Rêbertî ya Îmralî û d îsa dema komploya navneteweyî dihate birêvebirin, ti bandoreke TC’ê nebû. Ji derveyî tiştên DYE’yê xwestîn pêkanîna wan tiştek din nekir. Tenê gef li Sûriyeyê kir. Gotin TC ‘Îtalya protesto bike, ambargo pêk bîne’, TC’ê jî pêk anî. Gotin ‘Bi Rûsyayê re Peymana Tora Şîn pêk bîne’, ew kir. Tirkiye tiştek nekir, tişta jê hate xwestin kir. Bi kinayî yê birêvebir, biryara ka wê çi bê kirin DYE û yên din bûn. Divê teqez ev yek bê zanîn. Di vî alî de hinek derdorên li Tirkiyeyê ‘me wiha kir, li dijî PKK’ê û li dijî terorê wiha bi ser ketin…’ ev cûre gotin tenê çîrok in, berovajî jihev ketin, her tiştê xwe firotin cîhanê, wijdana dewletê firotin berjewendiyên xwe. Mîna dewletên din ji bo serketina komployê tişta ket ser mila kirin, tişta ji wan hatin xwestin kirin. Ne xwedî vîneke wilo bûn ku xwe birêvebirin. Ew girîng bû.

SÎSTEMA ÎMRALÎ SÎSTEMA YÊN KOMPLO PÊKANÎN E

A duyemîn jî, mîna dewama wê sîstema Îmralî ne sîstemeke ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin. Sîstemek ku ji aliyê yên komplo birêvebirin derketiye holê. Rbertî li ser vê ev gotibû: “Yên ewilê ez pêşwazî kirim CPT bû, Ewropa û DYE bû.” Ji xwe yên revandibûn sîxûrên CÎA’yê bûn. Rêbertî ev gotibû; “Yên li balafirgehê min pêşwazî kirin ne Tirk bûn, bejin bilind û zer bûn.” Kongragerîlayên DYE’yê bûn. Girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Ji bo wê sîstema Îmralî sîstema yên komplo pêkanîn e. Modernîteya kapitalît a bi pêşengtiya DYE’yê de vê sîstemê birêve dibin. Ji xwe Rêber Apo jî ev yek nirxand û gotibû: “Li Îmralî TC bir ola gardiyantiyê rabûye. Xwediyên wê hêzên din in.” Ji ber wê Tirkiye li ser Îmraliyê ne xwedî gotina tenê ye. Gardiyantiyê dike, hêzên din biryarê digirin. Ji bo vê tecrîda li Îmralî û sîstema êşkencê ya li Îmraliyê êşkenceya fîzîkî û derûnî divê wisa neyê zanîn ku tenê TC dike. Hêzên ku sîstema Îmralî çêkirine birêvedibin. Polîtîkaya DYE û Yekîtiya Ewropayê ya li Îmraliyê çiye? Kirin pirseke wiha bê wate dima. Polîtîkayên îro çi bin, heman polîtîka bûn. Mirov nikare bêje pêkanîn û polîtîkayên wan cuda ye, li Îmraliyên tiştên cuda tê kirin, ramaneke wiha sexqet e. Berovajî li hev kirîne. Yên Îmralî avakirin, komplo birêve birin, polîtîkayên îro birêve dibin, ji bo Tirkiye tê gotin li gorî vê polîtîka bike û dike jî. Dibêje Tirkiyeyê tu wê gardiyantiyê bike, Tirkiye jî wiha dike. Ji bo dewleta TC’ê ne gotin; “Tecrîdê rakin, ev bêhiqûqî ye, hiqûqa xwe pêk bînin.” Diyare ev vê rewşê dixwazin. Divê teqez ev yek bê zanîn. Berovajî vê wê şaş û xapandin be.

Di vî warî de dixwazin komploya navneteweyî bidomînin. Polîtîkayên Îmralî, tecrîdeke giran a îro ye, êşkenceyeke fîzîkî û derûnî ye. Bi vê dixwazin komploya navneteweyî bigihînin serketinê, her cûre zextê li ser Rêbertiyê kûr dikin, li cihekê gavê bi Rêbertiyê bide paşve avêtin, vê dikin. Rewş gihaye wê nûtqeyê ku destpêkê dixwestin îmha bikin, piştre îmhakirin wê ji bo wan biba rewşek welê ji nav dernekeve. Gelo ma li Girtîgeha Amedê rewş wiha nebûbû? Bi vî rengî nêzîk nabin. Ne mimkûne ku wisa serbiketa. A ma bi zextê gavê bi Rêbertiyê bi şûn ve bide avêtin, li vir wê PKK’ê îmha bike yan jî tesfiye bike, ketin nava lêgerîna ku zeîf bikin, ji bo vê zextê dike. Di rewşa heyî de li polîtîkayên DYE’yê, di nava lêgerîna çareseriyê ya pirsa Kurd a DYE’yê de, cihê Rêbertiyê nîne. Cihê PKK’ê jî nîne. Di vê mijarê de bila kes xwe ne xapîne, vekirî dibêjim. Hinek derdor wisa zanin ku Emerîka polîtîkayeke cuda dike, pir serî li ber Emerîka ditewîne, bi vî rengî hewl didi raya giştî ya Kurd û girseya welatparêz bixapîne, kes bila bi vê nexape. Di polîtîkaya DYE’ya li ser Kurdistanê cihê Rêber Apo û PKK’ê nîne. Dirûşma wan wiha ye; ‘Ji Apo û PKK’ê re na, ji pêşketinên li parçeyên din ên Kurdistanê heta niha hatine avakirin erê’. Yanî di rewşa heyî de di polîtîkaya DYE’yê de cihê PKK’ê û Rêber Apo nîne. Dirûşma wê jî wiha ye; ‘Ji Apo û PKK’ê re na, ji bo pêşketinên heta niha li parçeyên Kurdistanê hatine avakirin erê’. Dixwazin Rêber Apo, PKK’ê tine bikin, wan pêşketinan bidin aliyê xwe, xeta PDK’ê bixin bin kontorlê, li ser xeta deewlet-neteweyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Di dema komployê de digotin; ‘Ji bo Apo’ na, ‘Ji bo PKK’ê erê’, Niha jî dibêjin ‘Na ji Apo û PKK’ê re’, ji bo ‘pêşektinên li parçeyên Kurdistanê avakirî erê’. Dirûşm ev e. Hemû polîtîka li ser vî bingehî tê kirin. Bi pêkanînên li Îmralî yên li ser Rêber Apo, li gorî vê tê guherîn, şekilgirtin. Polîtîkayên Îmralî yên DYE û Ewropayê divê çarçoveyê de tê kirin. 

Wê dewam bike...

ANF | Kalkan: Komplo êrîşa qirkirina Kurdan e (anfkurdi.com)