Kalkan: Ji bo têkbirina faşîzmê divê têkoşîn bê geşkirin

Kalkan: Divê têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasiyê hîn bi xurtî bê meşandin. Her kes li cihê lê ye divê têbikoşe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan 1'ê Gulanê, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, şewba vîrûsa koronayê nirxand û got, "Şerê taybet ê li Kurdistanê şerekî qirkirinê ye. Lewma pîvan, exlaq û hiqûq ne xema wê ye. Armanca xwe tunekirine, qirkirine. Biryara xwe li ser vê daye û li gorî wê dimeşîne."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya rêxistiniya li dijî êrişên faşîzan û got, "Yên karibin tevlî gerîla bibin bila tevlî bibin, yên karibin derkevin serê çiyê bila derkevin, yên nikarin bila li bajaran bike, têkoşîna siyasî bimeşîne, têkoşîna civakî bimeşîne, lê bila her kes têbikoşe. Divê mirov tiştekî ji faşîzmê hêvî neke. Bi hêvîkirinê jî tiştek bi dest nakeve."

Hêzên cîhanî ku hêla koronaya kirine hincet û desthilat mafê karker û kedkaran zêdetir desteser kirin, mafên ku mirovan bi berdêlên mezin bi dest xistin ji dest wan têne standin. Di rewşeke wiha de kekdar dive çi bikin, divê têkoşîneke çawa bidin?

Di pirsê de yên ku hatine diyarkirin rast e. Vîrûsa koronayê ku kirin rojev bi rastî jî bêhna mirovan çikand. Rewşeke pir nû derxiste holê. Jiyana civakî û şexsî ya berê ji holê rakir. Bi milyonan mirov mirin. Bi sed milyonan mirov nexweş ketin. Her roj li nav civakê tirseke mezin tê afirandin. Zorê li mmirovan, civakê dikin ku zêdetir bikevin ber kontrola pergalê, li gorî berjewwendiya hÊzên dewlt û desthilata berdest tevbigerin. Bi vê çarçoweyê zexteke pir zêde, qanûnên nû, nêzîktêdayinên nû hene. Mirov bi gotina, ‘li mal bimîne’ kirin hepse. Cîhan ji hela pergala berdest ve kirine heps. Qadên ku mirov jê re ‘mal’ dibêjin û weke qadên rehet ên jiyanê didîtin niha ji bo wan kirine girtîgeh. Zorê li mirovan dikin ku li wir bimînin, ji her cure têkiliyên civakî qut bikin. Vê jî rê li ber hêrsê vekiriye. 

Destpêkê mehên çile û sibata 2020’an bi internet, televizyonê mirov hatin tirsandin û pergala zextê zêdetir hate geşkirin. Bi demê re ev tirs bû hers. Dema ku mirova ndît ku ev çiye, ji çi çêbûye, çi encam bi xwe re aniye mirovan dîwarên tires şikandin, li şûna tirsê hers derkete holê. Ev rastiyek e. Baş e ev hers çawa dikare bibe rêxistinî. Encex ev dibe: Ev hers dibe ku biqulibe her helwestê, serhildanê, tevgereke hilweşîn vê derxîne holê lê nikare rêxistinî be. Ji ber xwe ve dibe, bi rengê geşedanên kêlîkan dikare derkeve holê, nayê zanîn wê çi encaman bîne, biçe kû, ev nayên zanîn. Encex geşedan vê derxin holê. Baş e mirov divê çi ji vê hêrsa mezin bike. Li şûna ku mirov li hêviyê bimine ku hêrs biqulibe ser raperînê, çalakiyê, heke mirov dixwaze biqulibe ser têkoşîne rizgariyê, bixwaze bibe çalakiyeke rêxistinî, bi plan û bi zanebûn naxwe divê mirov mirov hêrsa biqulîbîne ser hişmendiyê. Yanî li şûna ku mirov li hêviyê be ku hêrs biqulibe ser raperînê, divê mirov hêrs biqulîbîne ser fikrê, rêxistiniya Wê bike, li gorî rêxistiniyê plan, bernameyan deyne û rêxistinî be. Ji bo rêxistiniyê jî bîrewerî hewce ye, tenê bi hers û helwestê rêxistinî nebe. Encex bi rêxistiniyê bibe. Naxwe heke em dixwazin hêrsê biqulibînin ser rêxistiniyê divê mirov biqulibîne ser bîreweriyê. Ji bo ku mirov biqulibîne ser bîreweriyê divê mirov deyne holê bê ka ev jehra ku jê re vîrûsa korona tê gotin ji hêla kê ve, li kûderê, çawa derxisstin holê, çawa tê rêvebirin, bi rengekî rast ji mirovan re bibêje, civakê li ser vê agahdar bike, bike ku jê serwext bibin. Ne tenê vîrûsa koronayê wiha bi hezaran vîrûs heke ku jiyanê jehrî dikin. Naxwe divê mirov pergala kapîtalîzmê ku vîrûsê derdixe holê rast bide naskirin. Divê mirov rastiya modernîteya kapîtalîst, pergala desthilat û dewletê ya berdest, hişmendî û siyaseta zilamê serwer, ne tenê bi asta têgînî vebêje, bi rengekî ku xweş were fêhmkirin deyne holê, civak, mirovan bi vê çarçoweyê haydar bike û perwerde bike.

Ji vî alî ve ji bo ku bîreweriyeke zêde çênebûye ev hêrs nabe rêxistin û çalaki. Çalakiyeke bi pergal, encamgir dernakeve holê. Li ser vê mijarê bi rastî jî pir kêmasî hene. Helwesta hin derdoran dibe ku weke kêmasi were dîtin lê ji bilî van hin derdor bi zanebûn vê dikin. Ango ji bo ku hêrs nequlibe ser fikre û ji bo ku rastiya ku pergalê ev mîkrob afirandiye neyê fêhmkirin bi zanebûn hewl didin. Desthilat û pergala dewletî, hêzên modernîteya kapîtalîst vê pir bi zanebûn dikin. Dewlet, hikûmet dikin, bi zanîngehan didin kirin, bi lijneyên ku jê re ‘lijneyên zanyariyê’ vê didin kirin, bi çapemeniyê, her kesî ji vî alî ve bi kar tînin. Ji bo ku neyê fêhmkirin ku ev jehr ji kû derketiye, tê çi maneyê, hewldaneke bi zanebûn heye, lêkolînan dikin, plan û programan dertîni holê, mixabin çapemenî, hüner, wêje li ser vê mijarê bi zanebûn weke amûreke kêrhatî ya dijminane tê bikaranîn.
Divê mirov vê rastiyê bibîne, ango yên ku evjehra ku zindiyan, mirovan dikuje afirandin her wiha nahêlin ku rast were fêhmkirin jî. Ji bo ku rast neyê fêhmkirin û nebe rêxistinî û çalakiyeke encamgir hewldaneke bi zanebûn û rêxistinî didin. Divê em vê rastiyê bibinin. Mixabin gelek derdorên ku vê rastiyê nabînin, rexneyî nêz nabin têne vê lîstikê. Ên ku ji xwe re çepgir, sosyalist û şoreşger dibêjin jî dibine amûra vê û bi plan têne arestekirin. Divê mirov vê rastiyê aşkere bike. Li ser vê mijarê divê bi rastî î mirov helwesta hêzên çepgir, sosyalist û şoreşger renxe bike û divê bi rexnedayîn nêz bibin. Wiha pênasekirina vê jehra ku pergala kapîtalîst derxistî holê, ku hişmendiya zêdetir kar afirandiye, weke ku hêleke giştî be, weke ku ne hatibe hilberandin lê ji ber xwe ve derketibe holê, bi vî rengî dîtin û nirxandin nehişt ku rast were fêhmkirin. Vê jî xizmet da yên ku ev hêl afirandin û li ser vê kar bi dest xistin. Bobeleke sirûştî nîne ev .Çi eleqeya vîrûsa koronayê bi sirûştiyê heye, li laboratûvarê derkete holê. Di nîqaşên DYE-Çînê de ev bi zelalî hate dîtin. Li laboratûvaran derkitiye holê, ji bo zêdetir kar, jehreke wiha xirabûna rewşa madî derxistiye holê. Ev pergal bi van kirinan wiha bi milyonan jehr hildiberîne.

Niha ku rastî ev e, bi gotinên ,’hêleke sirûştî ye, ziyanê did her kesî, zengîn jî dimirin, cihêkariyê nake’ li derdorê gerandin, rastî veşartin, civak rast perwerde nekirin. Kê ev êrîş, li kûderê, çima ji bo çi derxiste holê, ji vê çawa sûd werdigirin, naxwe têkoşîna dijî vê tê çi maneyê, çawa mirov dikare têbikoşe, li dijî vîrûsa koronaya mirov çawa dikare xwe biparêze, mirov çawa dikare xwe ji jehreke wiha xilas bike? Bersivên rast nedane van pirsan. Bi min her kes divê xwedî wijnda û rexnedayî nêz bibe. Ên ku şaşî kirin divê bibêjin, ‘me şaşî kir’ û ji xeletiya xwe vegerin. Ên ku kêm şanî dan divê bibÊjin, ‘me kêm şanî da’. Lê ev nakin, li ser van mijaran pir kêm in. Piştî ku vîrûs guherî û cureyên wê yên kujer derkete holê vê care dibêjin, çima wiha bû, em ê çawa xilas bibin, nêzîkatiyên wiha şexsî, bifikar derketin holê. Herî pir hers çêdibe, venaguhere helwesteke cidî. Heke mirov bala xwe bide ser li hemû deverên cîhanê hin helwest çêdibin lê bi vê hers û helwestê nabe.
Wekî tiştekî ev çend xirab ji ber xwe ve li nav civakê hêrseke wiha tine naxwe heke mirov vê rast bibîne, huner, wêje, siyaset, rewşenbîr rast fêhm bike û rastiyan ji jinan, ciwan, karkeran û civakê re bigotana, bi vê çarçoweyê bîrewerî hebûna wê rêxistinî derbiketa hole. Ango wê ne bi vîrûsa ku pergalê afirandî bi pergalê re têbikoşiyana. Divê mirov vê bibêje: Li şûna têkoşîna dijî cisman mirov bi siha wan re têbikoşe serkeftin nabe. Têkoşîna Donkîşotî tiştekî bi xwe re nayîne. Heke mirov bi çarçoweya, ‘ez çawa dikarim ji jehra hewldana zêdetir kar a pergala modernîteya kapîtalîst xwe biparêzim’ tevbigere, mirov nikare xwe biparêze. Heke wê hişmendî û siyseta ku ew jehr derxistî hole, wê pergala ku ew daniye hole ji hole ranekî, neguherînî ev jehr ji hole ranebe. Yek wê biçe yeka dî bikeve şûna wê, yek wê biçe sê wê werin. Divê mirov vê zanibe. Divê mirov nekeve wê fikrê ku ji ber xwe ve ji hole rake.
Naxwe divê mirov ne bi encamp lê bi sedeman re bilebike. Ji bo ku mirov encamekê ji hole rake divê mirov sedemên ku ew encamp anîne ji hole rake. Dema ku mirov encamekê ji holê rake wê encameke dî bikeve şûna wê. Bêyî ku sedeman ji holê rakî bi têkoşîna dijî encaman mirov tin encamê bi dest ve nayîne. Mirov encamekê ji holê rake yeka dî wê bikeve şûna wê. Naxwe bîreweriya rast ew e ku mirov sedema vî karî deyne holê. Çima bû, çima hêleke wiha ya kujder derkete holê, kê derxist? Ev ji ber xwe ve nebû, ne bi sirûştî bû. Ên ku wiha dibêjin derewan dikin an jî ti tiştî fam nakin, pir nezan in. Haya wan ji rastiya cîhanê, jiyanê, pergala modernîtya kapîtalîst nine, haya wan ji rêgeza zêdetir kar tine. Ên ku ev cîhan di dest wan de ye bi çi re dilebikin, çi karî dikin, naxwe qet bi van tiştan nizanin. Naxwe sirûştî nine. Heke ji sirûştê çêdibe ev bobelat ne ji ber xwe ve hildibere, xirbûna sirûştê vê bobeletê tine, em dixwazin vê bibêjin. Şoreşa ekolojîk ji ber vê girîng bû. Hişmendî û nêzîkatiya ekolojîk ji bo vê girîng bû. Lê ku wiha nebe, bi gotina ,’sirûştî’ heke bixwazî sûcdar fihil bikî, ti encamp bi dest me ve naye. Ne ji sirûştê tê, ji ziyana sirûştê, ji hilweşandina wê û qirkirina wê tê, êrîşa ser sirûştê vê tine. Naxwe divê mirov êrîşkar zevt bike. Sirûşt vê naafirîne, ên ku êrîşê tînin ser sirûştê vê tînin, naxwe kî êrîşê tine divê mirov bi qerpika wan bigire, êrîşkaran derxîne holê û li gorî wê têbikoşe û rêxistinî bibe. An na mirov dare nebîne tenê li dijî siha wê bilebike, ev ne bîreweri ye, ne zanebûn e, ti encamê nayîne. Heke ev rastî wiha were zanîn feydeya wê, wê hebe.

Hişmendiya sosyalîzmê ya paradigmaya civaka demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî holê, çawa li têkoşîna karkeran dinere? Hûn Partiya Karker a Kurdistanê çawa li têkoşîna karkeran dinerin? Pirs û peywira têkoşîna karkeran a Tirkiyê û Kurdistanê çiye?

Di pirsa beriya niha de me bersiva vê da. Heke yên di pirse de rast bin ev çi nîşan dide, tenê vê diçespîne: Naxwe ên ku bi vîrûsa koronayê dixwazin mafê karker û kedkaran desteser bikin, mafê wan ji dest wan distînin, ji bo ku vê rewşê ku mafê wan yek bi yek ji dest wan bistînin derxînin holê, ev vîrûs hilberandin. Tenê ev rastî derdikev holê. Ev hê jî pêş ve diçe. Êrîşa ji bo zêdetir kar ji bo ku zext û zordariyê li ser civakê geştir diki, bi zanebûn ev vîrûs derxistin holê. Naxwe beriya bê ka em ê çi bikin û çawa bikin divê mirov birpirse bê ka divê mirov çawa têbikoşe. Ango divê mirov pirse rast deyne holê, çareseseriyên pêkan deyne holê. Em pirsê datînin holê, te divê ji bila din av çarçoweya rêgeza zêdekar kar a pergala kapîtalîst de derketie holê, encama di navbeyna wan de naguhere. Vîrûseke wiha danîn holê, li nav civakê gerandin, tirsandin, zêdetir zext û zordarî danî n, wiha kedxwariyê dikin, bi her awayî sûd werdigirin.
Malnişîn kuştin, ji meaşê wan sûd werdigirin. Ya dî, mirov deqandin, zêdetir zext û kedxwariyê dikin. Sê, bi hinceta ku kargeh naxebitin mirovan ji kar derdixin, wiha pergala ku dixwazin ava dikin. Ya dî, li ser vê bi bihayan, enflasyonê li gorî pergala xwe rê ve dibin û kar dikni. Gelek tiştên din jî bi dest ve dibin. Yên ku pêşî têne bîra min ev e, ratiyên li ber çavan. Gelek tiştên din hene, mêtingerî hene, ji vê kar dikin, divê mirov li ser van hemû tiştan lêbikole. Gelek tiştên dîti hene û divê em van qebûl bikin. 
Naxwe divê mirov çi bike. Divê mirov rast fêhm bike û rast bibêje. Ev ne hêl an jî bobelatee sirûştî ye. Ev êrîşek e. Çaw ku pergala modernîteya kapîtalîst bi zext û kedxwariyê êrîşê tîne ser civak, sirûşt, jin, karker, kedkar, ciwanan, ji bo zêdetir kedariyê, ji bo detkeftiyan zêdetir bike, vê êrîşa vîrûsa koronayê tîne. Ji bo zêdetir kar, ji bo zêdetir kedxwariyê vê êrîşê tîne. Çilo jî derketibe holê, dawiya dawî weke amûreke êrîşê tê bikaranîn.
Naxwe divê mirov çi bike? Li dijî yên ku vê bi kar tînin, derxistine holê divê mirov têkoşîneke bi bîrewerî, rêxistinî bike. Ji bo vê jî divê mirov vê rastiyê bibîne. Dijmin kî ye? Kî neqenciyê dike? Çima dike? Divê em bersiva van pirsan bidin, mirov dijmin nas bike, li dijî wê rêxistinî bibe û têbikoşe. Ên ku ji kar hatine derxistin divê bibinin, ên ku ji kar nehatin derxistin jî, ên ku beriya niha ji kar hatine avêntin û yên ku piştî mehekê hatine avêtin divê bibinin ku ev êrîş dijî wan e, wê hemûyan ji kar derxînin, bila hemû bi hev re li ber xwe bidin. Bila karker grêvan bikin. Heke li hemû cîhanê karkeran grev birikirana kapîtalîzm wê di rojekê de hilweşiaya. Hewceyî bi bîreweriyê heye, bi rêxistiniyê, piştevaniyê û têkoşînê.
Heke tu tênekoşîn alyê dijber te parçe dike, yek bi yek bi ser te de tê û di halê qels de bi ser te de digire û encamê distîne. Naxwe qels nebe, parçeyî nebe, bîrewer be, rêxistinî be, tifaqê bike, hêza xwe bike yek û têkoşîneke bîrewerî bike. Tenê bi encamê re na, bi sedemê re bilebike, ji ber ku, heke vê ji holê ranekî nikarî encamê tine bikî. Karker bi têkoşînê nikarin vîrûsa koronayê ji holê rakin, ne ku karkeran derxistiye holê ku ji hoê rakin, ne jinan hilberandiye û ku hilberînê rawestînin û ji holê rakin, ên ku ew hilberandin li hoê ne, naxwe divê yên ku ev hilberandina ji holê werin rakirin. Divê mirov pergala ku ev hilberandî ji hoê rake, divê mirov vê hişmendî û siyasete ji holê rake. Naxwe li dijî vê hişşmendiya ku vê iyasetê û vê hişmendiyê daniye holê têkoşîneke rêxistinî bike. Partiyên karkeran ên sedsalî hene, sendîkayên karkeran ên sed û pêncî salî, hemû di zorê de ne, karker ji kar têne derxistin, heke vê rastiyê bibinin û hemû rêxistiniyeke hevpar pişt bidana hev dikarîbûn pêşî li vê bigirin, hinekî çalak bibin, bi teqezî dikarin asteng bikin.
Lê ku wiha neyê kirin, herlbet bi têkoşîna şexsekî, du şexdan mirov nikare pêlî li hêla vîrûsa koronayê bigire, wiha bi têkoşîna şexsek, du şexdan be ji vê re têkoşîna Donkîşotî tê gotin, bi Donkîşotî nabe. Bi çi dibe, bi rêxistiniyê. Bi bîrewerbûnê dibe. Lê mirov ji bîreweriya rast dûr dikeve û ev encam dertê holê. Ne ku mirov nikare têbikeoşe lê heke ev nêzîkatî neyên guherandin, heke mirov dev ji tenê xwe parêziyê neqre, heke ev lîberalîzm neyê şikandin, mirov ji jiyana xwe, ji iyana mirovî bi asta zêde berpirs nebin û il gorî vê tevnegerin nikarin van hêlên wiha û pergalên ku van derdixin holê hilweşînin. Divê mirov pergala pençeşêrî ku van nexweşiyan derdixe holê, hişmendî û siyaseta ku vê derdixe holê divê mirov hilweîne, ji bo vê bîrewer bibe û bi berpirsyarî tevbigere, wêrekî û fedekarî hewce ye, hewceyî bi rêxistinî û helwesteke yekere û çalakiyê heye.

Ekonomî-polîtîkaya faşîzma AKP-MHP’ê kiriye ku komek mirov zêdetir zengîn bibe û milyonan mirov hejar bin, hewceyî gezek nan bibin. Mirov li ser çopan nên didn hev, bi hezaran mirov bêgav man bêyî ku desthilatê bistînin ji kar veqerin, ên ku ji kar hatine derxistin xwe dikujin. Ev rewş hatiye rewşeke wiha ku eniya desthilatê jî nema karibe veşÊre. Li dijî vê partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên kedê divê têkoşîneke çawa bidin? Ji bo çareseriya vê pirsê, ji bo hilweşandina desthilata faşîst hûn modêleke çawa way çareseriyê pêşniyar dikin?

Pirsê rastî bi rengekî kurt û gewherî vegotiye. Ji ber vê jî, çareserî jî jixwe ji ber xwe ve jê derdikeve. Faşîzma AKP-MHP’ê rejîmeke şerê taybet a dirinde ye, ku li cîhanê mînaka vê nîne, her cure amûr û rêbazê bi kar tîne, guh nade ti rêgeza sincî û hiqûqî. Di serî de li Kurdistanê li Tirkiyê bi rengekî berfireh şerekî wiha taybet dike. Şerê taybet ê li Kurdistanê şerê qirkirinê ye. Ji ber vê guh nade ti pîvana sincî, hiquqî. Ji ber ku armanc jixwe tinekirine, qirkirin e. Biryara xwe li ser vê daye û wiha dike û hemû aliyên şerê taybet bi rengekî bêkêmasî bi cih tîne. Ji aliyê aborî, sosyal, çandî, siyasî, îdeolojîk, psikolojik, leşkerî ve vî şerî dike.

Şer ji her alî ve tê kirin, dizî, fihûş, madeyên hişbir geş dikin. Pîvanên sincî ên civakê ji holê radikin, civakê bêrûmet dikin. Her kesî dikin sûcdar, bêrûmet dikin, dikin ku nikarin li hev binerin. Hunerê heta dawî ji bo vê bi kar tînin, medyayê jî, her derewê bêyî ku fedî bikin bi rehetî dibêjin. Dibêjin, ‘derewekê çil carî dubare bikî mirov ji rastiya wê bawer dike’. Ne çil carî, hezar carî dubare dikin. Aliyekî vê yê girîng jî aborî ye. Rêber Apo ji vê re ‘bîo-desthilatdarî’ got. Ango pêşî ji dest distînin, piştre weke ku ji bêrîka bavê xwe dabin piçik û pariyan didin û mirovan hewceyî xwe dikin. Li ser çopan komkirna nan jî wiha, niha jî patat û pîvazan didin. Jinekê got, em li ser wê xetê ne, em wê jinê pîroz dikin. Wiha got, ‘’Em pîvaz û patatan naxwazin, em ne hewceyî wî ne, em ji kesî alîkariyê naxwazin, bila pîvaz û patat jê re bin, em ji birçîna jî bimirin vê nabin.’’ Helwesta rast ev e. Li kuçeyên Amedê, li deverên din zarokan, mirovan didin bezandin. Şerm e. AKP koma dizan e, hemû Kurdistan şelihand, xwar.

Tayyîp Erdogan ê ku ji birçîna dimir niha bûye zengînê cîhanê. Niha radibe pîvazan difiroşe Amediyan. Li deşta Amed patat û pîvan pir lê şîn dihat, ji destê civakê stand, niha weke ku ji berîka bavê xwe dide, tevdigere. Divê mirov êrîşê bibe û bistîne, an jî hilweşîne, bişewitîne. Wiha nabe, bîo-desthilatdarî ev e. Mirovan neçar dikin. Berê ji bo ku bibe desthilat çay belav dikir, komir dida. Niha patat û pîvazan dide. Ev rêbaza şerê taybet e. Mesele ne ew e ku tiştinan bide hinan, mesele ne alîkarî ye, ne standina wan hejaran e jî, ya esasî propaganda ye. Qemyonê derdixe holê, belav dike, nîşan dide, mirov hev dişon, cîhan dibêjin Kurd wiha ne. Ê ku dibine ji mirovbûna xwe şerm dikin. Ne yê ku didin wan, hîs û ramanên her kesî dişon, vê weke şerê psikolojik dike. Rûmet, anora mirov, nirxên wan nahêle, êrîşeke ev çend hov tînin. Ev zelal e.

Di vê rewşê de divê mirov çi bike? Rast e, êrîş hene, zev, bejahî, gund vala kirin, lê divê mirov lê raneweste ku venegere gundên xwe. Li şûna ku ji bo çend pîvazên ji qemyonan têne avêtin bistînî, pê li hev bikî, li çiyayên Amedê, ji kevir û xaka wê ji her devera wê dikarî bi hezaran kilo pîvaz, patat, her tiştî hilberînî. Niha leşker wê jî bi zorê radikin, hemû gund vala kirin, naxwe divê mirov vegere gundê xwe. Divê mirov alîkariya hev bike. Divê mirov ji bo van tiştên wiha li xwe nenihe, divê em alîkariyê bidin hev. Helbet ev civak bîrewer, rêxistinî ye, divê em rêxistinî bin û têbikoşin. Heke wiha heqaretê li me dikin, heke pîvaz û patatê ji bo ku rûmeta me bişkînin bi kar tînin, naxwe divê mirov bîrewer be û, rêxistinî be, ji bo ku vê pergalê hilweşîne divê mirov her cure têkoşînê bid. Kanî ew hêza civakî ya dinamik, kanî ew ciwan. Ev hêz divê rast tevbigere, li dijî şerê taybet divê em rast têbikoşin. Ji bo vê jî divê mirov xweş rêxistiniya xwe bike. Ne ku mirov nikare têbikoşe, piştre li bajaran tî birçî bimînî û bibêjî, ‘dewlet vê bide min, li kû yî, hikûmet ka tu li kû yî’’, lê hikûmetê jixwe bi zanebûn tu anî wir, ji bo ku tu lava jê bikî, heke wê tiştek bida te jixwe tu nedianî wir. Ji bo ku tiştekî ji te bistîne, ji bo ku tu lava jê bikî tu anî wir, naxwe tu yê li ber xwe bidî, têbikoşî, gundê te vala kirin, her kes bila biçe gundê xwe, bi xweşî bijî, her tiştê wan heye. Vîrûsa korona tine, çiyayên Kurdistanê paqij in, hewa wan xweş e, ava wê xweş e, ti vîrûs tine, her derfet heye. Nehewceye hilberandinê ye, tenê giya jî bidi hev bi xweşî bijî. Li şûna ku li deşta Amedê bi pey pîvazekê bikevî, biça çiyayên Kurdistanê, tije pîvaz in, tije zad e. Divê mirov van bibîne û bi kar bîne. Lê wiha neke, ji bo ku dijmin hinekî zor kir gundê xwe berde, biçe bajaran, kar tine û û piştre bibêje, ‘dewet çima nade min’, ev nabe, ev dewlet ddixwaze me bikuje, tine bike, fermana me hemûyan daye.

Ji bo ku Rêber Apo tine bikin ev 23 sal in êşkenceyeke wiha dikin, her roj li dehan hevrêyên me didin, zexta herî giran dikin, ev nayên dîtin, mirov dikare ji van bixwaze? Ew tiştekî nade mirov, ne nan, ne kar, ti xêr jê naye, heke tiştekî bide jî ew jehr e, ji ber ku te bikuje dide, naxwe ne ji bo ku te xilas bike, an jî te baş bike. Divê Kurd xweş zanibin, jin û ciwanê Kurd divê zanibin. Divê gel û kedkaarên Tirkiyê zanibin. Faşîzma AKP-MHP’ê wiha ye, tiştekî dî nade mirov. Naxwe divê mirov tiştekî ji van hêvî neke, nestîen. Li dijî pergaleke wiha divê mirov zêdetir rêxistinî bibe, têkoşîna rêxistinî geş bike. Divê mirov hişk bi têkoşîna azadiyê, bi têkoşîna demokrasiyê ve xwe bigire, divê mirov zêdetir tevlê bibe, her kes li cihê lê divê têbikoşe. Rewşên wiha divê bişkîne, bi vê çarçoweyê rêxistinî bibe, bîrewer bibe. Her cure derfetên me yên têkoşînê hene. Ên ku tevlê dibin bila tevlî nav gerîla bibe, werin ser çiyan, ên kun nikarin werin li bajêr bila biki, ên têkoşîna siyasî didin bila siyasete bikin, ên ku têkoşîna civakî dikin divê têkoîna vê bidin lê divê her kes têbikoşe. Divê mirov tiştekî ji vê faşîzmê hêvî neke û nexwaze. Divê mirov nekeve wê fikra ku tiştekî jê hêvî dike û bi ser bikeve.

Divê çi were kirin? Divê têkoşîna dijî vê mirov qebûl bike û vê li ber xwe deyne. Her kes wiha bike faşîzm wê di rojekê de tine bibe. Lê ku her kes wiha neke nabe. Heke ji faşîzmê hêvîdar bî, destê xwe li ber kesên ku jejhrê didin vekî, ber bi yên ku didin birevî, bibêjî, zêdetir bide min ew ê jî zêdetir jehrê bide te, mirina bi her rengî layiqî te bibîne. Naxwe divê mirov nekeve wî halî. Her tişt li ber çavan e, divê mirov rêxistiniya xwe bike û li ber xwe bide. Faşîzm rêxistiniya xwe dike, divê civak jî rêxistiniya xwe bike. Me modêlên rêxistiniyê li ber xwe daniye û bi vê çarçoweyê em şer dikin. Ciwan li kûderê ne, keç û kur her kes divê şer bike, li kûderê şer be divê li wir bike. Divê mirov nebêje, ‘ji min re çi’, her kes divê bi berpirsyarî tevbigere. Divê hemû dînamîkên civakê zanibin ku dijmin bêrûmet dike. Yê ku vê dike divê mirov lêbixe, rêxistinî bibe. Ew rêxistiniya çeteyan dike, her roj li te dixe, dişkîne, naxwe tu jî rêxistinî bibe, lêbixe, bişkîne, kesî bi destê te girtiye? Lê nabe ku mirov bibêje bila hin kes ji li şûna min lêbixe, min xilas bike, tu yê bikî, tu yê bi berpirsyarî rabî, divê her kes bi vê berpirsyariye be. Hîsa netewî ev e, hîsa civakî ev e, berê eşîrên Kurd xwedî li hev derdiketin, eşîr xwe lê derdiket, malbat jî wiha, niha wan jî jehrî dikin. Qet nebe jib o vê divê em li hev xwedî derkevin. Bêhtir rêxistinî bibin, bibin yek, civak têbikşe, dema ku wê demê lêda, naxwe em tîm bi tîm têbikoşin, du kes du kes têbikoşin, ji hemûyan hesab bipirsim, em ji van çeteyên faşîst, ji hêzên ku şerê taybet dikin, ji kujer û tecawizkaran hesab bipirsin. Çima napirsin? Rêxistinî ev , têkoşîn ev e. Tenê ku hesab ji wan were pirsîn mirov bi helwesteke rast e û têdikoşe.

Li gorî vê tabloya ku we li jor diyar kiriye û rola HBDH’ê çawa dinirxînin, divê ji niha û şûnde têkoşîneke çawa bike?

Erê bi awayê herî giran êrişên faşîst û qirker ên li Kurdistanê tê dîtin û ku jixwe li her dera Tirkiyeyê belav bûne. Hemû karker, karmend, jin, ciwan û kedkarên Tirkiyeyê kirine hedef. Xwezaya Tirkiyeyê dişewitînin, ji Behra Reş heta Behra Spî, ji Egeyê heta Marmarayê her derê hildiweşîne. Civakê diqedîne, faşîzma AKP û MHP’ê xwezayê qir dike. Faşîzm tê wateya êrîşkariya bi hemû hêlan e. Faşîzma AKP û MHP’ê di çarçoveya şerê taybet de bi metodên herî hovane vî tiştî dike û êrîşkariyeke dîktatoriyel e. Ji ber vê jî divê li Kurdistan û her dera Tirkiyeyê berxwedaneke piralî were nîşandan. Çawa ku faşîzm ji her aliyan ve êrîş dike, wê jin, ciwan û karker jî bi her alî li ber xwe bidin. Şoreşger û sosyalîst jî wê li ber xwe bidin, tifaqan ava bikin û bibin yek. Wê xwe perwerde bikin, li her derê li ber xwe bidin.
HBDH wekî tevgera berxwedana ji her aliyan ve ava bû. Di 12’ê Adara 2016’an de dema ku faşîzma AKP û MHP’ê Cizîr û Sûr di serî de xwest bajarên Kurdistanê hilweşîne û li Kurdistanê qirkirinê bike û Tirkiyeyê têxe bin dîkatoriyeke faşîst, kes û rêxistinên şoreşger ên li Tirkiye û Kurdistanê hatin ba hev û li dijî êrîşkariya berfireh a mêtinger û qirker ji bo ku berxwedana ji her alî ya gelan û berxwedana demokratîk û antîfaşîst derxînin holê, HBDH ava kirin. Gotin “Wê faşîzm hilweşe, gelên me bi ser bikevin.” Diyar kirin ji bo ku gel bi ser bikevin divê dîktatoriya faşîst hilweşe, ji bo hilweşandina dîktatoriya faşîst berxwedana antîfaşîst ji xwe re kirin esas. Aliyê siyasî yen berxwedanê jî heye. Aliyê ekonomîk, civakî û exlaqî yên vê berxwedanê jî heye. Ev berxwedan di her alî de berxwedan e. Li hemberî şerê taybet a faşîst, berxwedana demokratîk a şoreşgerî û ji her alî ve ye. Berxwedana sosyalîst a azadîxwaz e. HBDH tê wate vî tiştî. Di sala şeşan de jî têkoşînê li ser vî esasî dimeşîne. Têkoşîna xwe ya pênc salan li ser vî esasî meşand. Di 1’ê Gulanê de li ser vî bingehî pêngava xwe ya ‘Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin’ di 1’ê Gulanê de wê derxe asta herî bilind. Bang li ciwan û jinan, karker û kedkaran kirine ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan. Ji bo berxwedana antî faşîst bang hatiye kirin. Em bawer in wê li Tirkiye û Kurdistanê û li derveyî welat bi alayên HBDH’ê dakevin qadan. HBDH wê bibe tevgera ku 1’ê Gulanê baş fêm kiriye û wê bi xurtî dide jiyîn.  Wê hemû milîtanên HBDH’ê li gorî ruhê yekîtî û têkoşîna 1’ê Gulanê wê tevbigerin û têbikoşin. Wê 1’ê Gulanê bikin lûtkeya têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê. Wê li zindanan, çiyayan, bajaran, bi çekan, bi siyasetê, bi ferasetê, bi exlaq û çalakiyê li ber xwe bidin. Li her dera ku êrîşkariya faşîzmê wê heye wê li ber xwe bidin. Ji xeynî berxwedana ji her alî tu rêyeke din tune. Faşîzm tê wateya êrîşkariya ji her alî ve, ev êrîşkarî jî bi berxwedana herî alî dikare were şikandin. 
Wê HBDH di sala xwe ya şeşemîn de bê berxwedana ji her alî bi xurtî bimeşîne. Wê pêşengiya şoreşger a gelên li Tirkiye û Kurdistanê a li dijî faşîzma AKP û MHP’ê careke din nîşanî her kesî bidin. Wê peywira xwe ya pêşengtiya şoreşgerî nîşan bidin. Wê karker û kedkaran bi awayî rast serwext bikin, piştgiriyê bidin rêxistinkirina wan, pêşengtiyê bike, di çalakiyan de wan bi rê ve bibe û wan seferber bike. HBDH li dijî faşîzma AKP û MHP’ê dahatû û hêviya Tirkiyeyê ye, îradeya wê ye, dahatûya azad û demokratîk e. Faşîzma AKP û MHP’ê digot qey ew ê karibin li Tirkiyeyê tevgerên şoreşger û çepgir û sosyalîs qir bikin, wê pêkutiyan li Kurdan bikin û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têxe bin hukmê xwe. Faşîzma AKP û MHP’ê digot qey ew ê karibe wê tevgerên şoreşger û sosyalîst ji hev qut bike, lê tiştekî wisa pêk nehat. Vê rewşa HBDH’ê feraset, siyaset û hevrêtiya vî tiştî faşîzma AKP û MHP’ê qir kir. Avabûna HBDH’ê darbeya herî mezin e ku li faşîzmê hatiye xistin. Bi têkoşîna xwe ya pênc salan ev rastî îspat kir. Li ser esasê ku digot wê ev nikaribin têbikoşin û temenê wan dirêj be, zextên herî mezin pêk anîn, girtin, qirkirin û bi fesadiyan xwestin yekîtiya wan xera bikin lê ev hemû tişt hate pûçkirin. Li hemberî êrîşan çalakiyên tolhildanê yên milîs û gerîlayên HBDH’ê her roj li faşîzmê da. Yekîtiya feraseta rêhevaltiyê û rêxistinkirina wê ava kir. Jin û ciwan ji bo xurtkirina têkoşîneke bi bandor berê xwe dan rêxistinkirin û çalakiyan. HBDH ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê bû hêzeke xurt a fermandariyê. Alternatîfa demokratîk a şoreşger a li dijî êrîşkariya faşîst derxist holê. Niha jî di sala şeşemîn de ji bo vê berxwedana antîfaşîst bi ser bixe, pêngava ‘Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin’ bi xurtî didomîne. Di 1’ê Gulanê de ev pêngav wê bibe lûtkeyeke mezin. Hebûna HBDH’ê wê hêzeke xurt bide pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, wê girseyan bêtir bikişîne 1’ê Gulanê û berê wan bide têkoşînê. Em li ser vî esasî nêz dibin. 1’ê Gulanê ya dostên xwe yên di nav HBDH’ê de ji dil pîroz dikin. Em bawer dikin ku wê 1’ê Gulanê bibe cejna serfiraziyê ya Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk.

Di serî de jin, ciwan, karker û kedkar, hêzên antî faşîst û antî kapîtalîst divê 1'ê Gulana 2021'ê çawa pêşwazî bikin?

Min destpêkê jî got, 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê ya kedkar û karkeran e. Jinên xwedî keda mezin, ne tenê kedkarên li cihekî dixebitin, ew ji kedkariya dayiktiyê heta kedên din, gelek kedkariyê temsîl dikin. Lewma 1'ê Gulanê cejna jinên kedkar hemûyan e. Yên ku armancên 1'ê Gulanê herî zêde di ruh, hest, fikrê xwe de vedihewînin, ciwan in. Lewma 1'ê Gulanê cejna ciwanan e, roja ciwanan e. Ji sedî 99 ê Kurdan kedkar û karker in. Lewma 1'ê Gulanê mîna Newrozê cejna Kurdan e. 1'ê Gulanê mîna 8'ê Adarê cejna jinê ye. 1'ê Gulanê cejna ciwanan e ku her rojê mîna cejnê di asta têkoşînê de derbas dikin. Ji ber vê yekê ev hemû beşên civakê; karker, kedkar, jin û ciwan, gelê Kurd wê li her cihî dakevin qadên 1'ê Gulanê, dakevin kolanan, dirûşmên yekîtî, piştevanî û têkoşînê bilind bikin, daxwaza azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê bikin. Wê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin. Wê azadiya jinan biqîrin. Wê biratiya gelan biqîrin. 1'ê Gulanê wê bi reng, kelecan û coş bijîn. Wê cejna xwe ya azadiyê li her cihî bilind bikin. Dirûşmên azadiyê wê hîn bi xurtî biqîrin. Weke min destpêkê îfade kirî di nava pêngavekê de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Di salvegera 22’emîn a Komploya 15’ê Sibatê weke tevger, gel û dostên xwe ji bo şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmralî, li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ketin nava berxwedanê. Bi rastî jî di 8’ê Adarê Şoreşa Azadiya Jinê li cîhanê deng veda. Hişmendiya serwer û siyaseta mêr xiste nava tirsê. Bû hêviya hemû hejaran, cesaret û fedekarî belav kir. Azadiya jinê bi azadiya civakê, wekhevî û jiyana demokratîk û rizgariya gelan re bû yek. Newroz li ser vê bingehê bû yek ji Newrozên herî girseyî û coş a deman. Bû lûtkeya Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’. Gelê Kurd, hêzên demokrat-şoreşger ên Tirkiye û hemû dostan li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yekîtiya xwe ya herî xurt avakirî nîşanî dost û dijmin û her kesê da. Li Amedê, Wan, Qendîl û Kobanê Newroz hate pîrozkirin. Li Başûr û Rojava jî. Li hemû bajarên Ewropa pêk hat. Berxwedana mezin a Garê û ruhê serketinê piştî bi hezaran sal şûnde Newroz bi destê Kawayên Hemdem ji nû ve zindîbûn di Newroza borî de hate jiyîn.
Hefteya Lehengiyê û çalakiyên rojbûnê ya 4’ê Nîsanê li ser vî bingehî hatin pîrozkirin û jiyîn. Niha 1’ê Gulanê bi bandora van, li ser bingehê van hemû pêşketinan, wê bihêje lûtkeyeke nû. Wê ji bo pêngava me bibe lûtkeyek nû. Wê bibe lûtkeya têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wê bibe lûtkeyek nû ya têkoşîna Kurdistanek azad, Tirkiyeke demokratîk û demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Jin, Ciwan û Kurd wê dîsa qadan tije bike, li kolanan bin. Karker û kedkar wê biherikin qadan, hêzên demokratîk, wê di nava yekîtiyekê de li dijî sîstema modernîteya kapitalîst, wê li dijî her cûre êrîşên madî, çek, vîrûs û îdeolojiyê wê bi ruhê 1’ê Gulanê derkevin holê û bêjin; ‘Em hene, em ê cîhanê ava bikin, jiyana azad û demokratîk ava bikin’. Ev kesî ne. Rewşa cîhanê jî wiha ye. Rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê jî wiha ye.Em ji vê bawerin ku 1’ê Gulanê wê bibe qonaxek nû. Divê gelê me li her cihê lê mîna tevlîbûna Newrozê, tevlî pîrozbahî û çalakiyên 1’ê Gulanê bibin. Çawa ku vê li Kurdistanê bikin, li Tirkiye, Ewropa û li kîjan cihê Kurdistanê dibe bila bibe, karker, kedkar, jin, ciwan bi hev re 1’ê Gulanê bikin roja piştevaniyê, têkoşînê, azadî û serketinê.
Ji vê bawer in, li ser vî bingehî carekî din di serî de 1’ê Gulanê li karker, kedkar, gel, jin, ciwan, hemû şoreşger û sosyalîstan pîroz dikim; bang li her kesê dikim ku vê 1’ê Gulanê bike 1’ê Gulanê ya herî dîrokî û bi wate. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serketinê dixwazim.