Kalkan: Yên ku polîtîkaya qirkirinê afirandin, hêzên global in

Dûran Kalkan: Di bingeha polîtîkayên heyî de zîhniyet û siyaseta qirkirina Kurdan heye ku jê re pirsgirêka Kurd tê gotin. Ev jî polîtîkayeke gerdûnî ye. Ew xwediyê polîtîkaya qirkirinê ne."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser stratejiyên NATO, DYE û Ewropayê yên têkildarî êrişên dagirkeriyê û polîtîkaya 'Osmaniya Nû' û qirkirinê ya dewleta Tirk bersiv da pirsên me. 

Stratejî û ajandaya NATO’yê bi taybetî ya DYE’yê bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re çi ye?

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, ji serweriya qirker-mêtinger a li ser Bakurê Kurdistanê û êrişên qirker ên li ser vê bingehê têne meşandin cuda nîne. Lewma armanca êrişên dagirkeriyê yên navborî mîna li Bakurê Kurdistanê ji her awayî ve tunekirina hebûna Kurdan û bicihanîna qirkirina Kurdan e. Armanca sereke û ya bingehîn teqez ev e. Dewleta Tirk û hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ya vê demê bi rengekî eşkere dîtine ku di serî de li Rojava û Başûrê Kurdistanê eger li parçeyên din ên Kurdistanê kiryarên qirkirinê nekin, eger pêşketinên Kurdan ên derketine holê ji holê ranekin, tenê bi êrişên qirkirinê yê nli ser gelê li Bakurê Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, yanî nikare Kurdan qir bike. Ji ber ku pêşketinên demokratîk û azadîparêz ên li parçeyên din bandorê li hev dikin, li parçeyên din jî dibe sedem ku têkoşîna demokrasî û azadiyê li qadên hişmendî, rêxistinî û çalakiyan bi pêş bikeve.
Wê demê eger dewleta Tirk dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî, neçar e ku êrişên qirkirinê yên li ser azadî û hebûna Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi rengekî hevgirtî bimeşîne. Dewleta Tirk û hikumetên wê ji êrişên 40 salên dawî yên li dijî PKK’ê ji bo îmha û tasfiyeyê meşand ev encam wergirtiye. 
Bi kurtasî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê mirov dikare qala du armancên girîng bikin: Bêguman di detayan de hîn bêhtir armancên xwe hene. Mînak êrişên dagirkeriyê yên navborî weke amûrek ji têkoşîna herêmî, ji têkoşîna berjewendiyan a global tê dîtin. Lê belê tevî van du armancên bingehîn ên diyarker hene.
Ya yekemîn; Qirkirina Kurdan. Yanî armanca esasî ya êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, tunekirina hişmendî, îrade, rêxistinî, destketiya Kurdên azad, bi kurtasî tunekirina hebûna Kurdan e. Di asteke welê de ne tenê ji aliyê hêza leşkerî, çalakiya siyasî, avaniyeke aborî û rêxistinî ve, di asta hebûn û azadiyê de dixwaze tiştekî bi navê Kurdan nehêle.
Ji xwe dewleta Tirk bi vê armancê li Bakurê Kurdistanê serî li her rê û rêbazê dide û êrişên ji bo qirkirinê dike. Ji qirkirina çandî heta komkujiyên fîzîkî, yanî heta qirkirinê her tiştî dike. Guhertina demografiyê, koçberkirina Kurdan ji cih û warê xwe û bi esasî jî asîmîlasyonê dike. Çand, ziman, dîrok her tiştên Kurdan qir dike û dixwaze Kurdan bike Tirk, hebûna Kurdan bike netewetiya Tirk û bi vî rengî li cîhanê tiştekî bi navê Kurdan nehêle.
Heman armanc armanca êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Ya rast jî ev e. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku îradeya Kurd ê azad bê şikandin, destketiyên Kurdan bê tunekirin, statuyên Kurdan ên niha li du parçeyan çêbûne ji holê rakin, qirkirina Kurdan li van parçeyan jî bike. Ji xwe kiryarên li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê li pêş çavan e. Ti cudahiya van ji kiryarên li Bakurê Kurdistanê nîne.
Yanî li cihê ku hatine dagirkirin, dewleta Tirk, hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê qirkirinê dike. Heman tiştî bi êrişên dagirker ên li ser Heftanîn, Metîna, Zap, Bradostê dike, gav bi gav dixwaze bixe meriyetê. Lewma êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê divê weke êrişeke bingehîn a qirkirina Kurdan were dîtin. Armanc ji êrişa li ser PKK’ê bi temamî wiha ye. Ji ber ku PKK di her astê de azadî û hebûna Kurdan temsîl dike û hêza bingehîn a pêşvebirina vê yekê ye. Ji bo hebûn û azadiya Kurdan bê tunekirin, beriya her tiştî divê hebûna PKK’ê bê tunekirin. Ji ber vê yekê jî PKK’ê dike hedefa xwe ya sereke.
Armanca duyemîn a bingehîn jî ew e ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike, Kurdistana Osmanî ya berê tevlî nava dewleta Tirk bike û bi vî rengî li Rojhilata Navîn dest bi belavkariyek bi navê ‘Osmaniya nû’ bike. Ev armanc berê jî bi rengekî veşartî hebû, niha jî ji aliyê hin derdoran ve bi rengekî eşkere tê bilêvkirin. Nirxandin û pêkanîna vê armancê bi rengê îttîhatî, yanî Enverî û bi rengê Kemalîstî ji aliyê nuansê ve cudahî hebe jî ji aliyê cewherî ve ti cudahî di navbera wan de nîne.
Pêkanîna vê armancê ji aliyê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ve tê wateya yekkirin û hevparekirina herdu awayên Enverî û Kemalîstî. Di avabûna siyaset û zîhniyeta dewleta Tirk de di serî de Rojava û Başûrê Kurdistanê armanca belavbûn û berfirehbûna li xaka Osmanî ya berê heye. Ji xwe îttîhatperestan, Enveriyan ev yek bi rengekî eşkere kirin. Kemalîstan jî hinekî veşartî hewl dan vê bikin. Mînak desteserkirina Hatayê vê yekê îfade dike. Her wiha em zanin ku heman Mûstafa Kemalî wasiyet li dewleta Tirk kiriye ku dema firsend dît, xaka ku weke ‘Mîsakî Mîllî’ tê pênasekirin bi dest bixe. Lewma weke armancekê, hedefa dewleta Tirk ew e ku li herêmê belav bibe, desteser bike û bibe hêzeke emperyalîst a herêmî.
Lê belê ji bo pêkanîna vê yekê ji ber ku şert û mercên guncaw divê, her tim bi awayekî eşkere nayê bilêvkirin. Dema ku şert û merc guncaw dibin, firend û îmkan peyda dibin hewl didin ku gavên bi vî rengî biavêjin. Bi kurtasî divê mijar di vê mijarê de hîn bêhtir hay jê hebe û bi rengekî hesas nêzîk bibe. Yanî her tim bi rengekî eşkere vê armancê nameşîne.
Divê piştgiriya NATO û DYE’yê ya ji bo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û stratejiya wan a di vê çarçoveyê de li ser bingeha van armancên dewleta Tirk bê nirxandin. Lewma DYE û NATO piştgiriyê dide êriş û siyaseta qirkirinê û mêtingeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan. Ji ber ku dewleta Tirk sînorên siyasî ji xwe re dike esas û diparêze ku ev sînorên siyasî bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatin danîn, bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re hate xurtkirin, ji aliyê DYE’yê ve hate pejirandin û NATO’yê bicihanîna wê kir berpirsyariya xwe. Em zanin ku ev sînorên siyasî jî Kurdistan kiriye çar parçe, serweriyek qirker a li ser Kurdistanê ya bi tunehesibandina Kurdan, ji aliyêa dewletên cuda ve hatiye qebûlkirin. Lewma serweriya mêtinger-qirker a dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê DYE û NATO’yê ve nayê redkirin, berevajî vê yekê tê esaswergirtin û pejirandin.
Ya rast kêfxweş in ku ev serweriya qirker-mêtinger a Kurdistan parçe kiriye ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Di vê çarçoveyê de jî piştgiriyê didin. Sekna wan a bingehîn ji bo destekdayinê ye. Hem qebûl kirine ku dewleta Tirk li Kurdistanê weke hêzeke qirker-mêtinger bi kar bînin, hem jî ev hêz piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn tevlî nava NATO’yê kiriye û bi vî rengî ew parastiye. Bi vê berpirsyariyê piştgiriyê didin siyaset û zîhniyeta dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan. Dewleta Tirk jî sûdê ji vê werdigire, hem li Bakurê Kurdistanê êrişên qirkirinê dimeşîne, hem jî heman êrişan li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengê dagirkerî û desteserkirinê dimeşîne. Bi esasî di vir de yekîtî û hevkariyek ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve heye.
Baş e, gelo qet cihêkarî di navbera wan de nîne? Bêguman heye. Beriya her tiştî di şêweyê meşandina siyasetê de dem bi dem ji hev cuda ne. Ya rast ev rewş di navbera dewletên navborî de jia liyê berjewendiyên aborî û siyasî ve dibe wesîleya şer û nakokiyan. Yanî DYE û dewletên cuda yên NATO’yê ji zehmetî û astengiyên zîhniyet û siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan sûdê werdigirin, berjewendiyan bi dest dixin. Bi vî rengî siyaseta dewleta Tirk hîn bêhtir bi ser şerê dijî Kurdan ve dibin, di encamê de jî tengav dikin, Tirkiyeyê dike hewcedarê xwe û ev jî dibe sedem ku Tirkiye derfetên xwe hîn bêhtir pêşkêşî berjewendiyên van dewletan bike. Em zanin ku ev yek nakokî û şerê berjewendiyan ê kapîtalîst û navbera dewletan e.
Tevî vê yekê cudahiyeke din jî bi vî rengî derdikeve holê. Dewleta Tirk ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve dixwaze her tiştên bi navê Kurdan tune bike, DYE û NATO jî tunekirina Kurdan di vê astê de esas nagirin. Ji ber ku berjewendiyên wan di vê de nîne. Em bêjin ku Kurd bi temamî hate tunekirin; hatin asîmîlekirin û ew kirin Tirk, Fars, Ereb. Di rewşeke wiha de ji ber ku Kurd namîne hingî pirsgirêka Kurd jî wê nemîne.
Di rewşeke wiha de wê çi bibe? Di navbera Kurdan û Tirkiye-Sûriye-Îran-Iraqê de wê nakokî û şer nebe. Di rewşeke wiha de jî wê DYE, NATO û dewletên din nikaribin ji şer û nakokiyan sûdê werbigirin, wê firsend û derfet nemîne ku berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ser vê ava bikin. Ji ber ku ji hebûna pirsgirêka Kurd û li ser vê bingehê jî ji nakokî û şerê Kurdan ên bi Tirkiye-Îran-Iraq-Sûriyeyê re dewletên NATO û DYE, Rûsya û dewletên cîhanê hemû ji aliyê aborî û siyasî ve sûdê werdigirin. Ji ber ku ev nakokî û şer dewletên Tirkiye-Îran-Iraq-Sûriyeyê lawaz dikin, wan bêhtir mehkûmî piştgiriya derve dikin, bi vî rengî jî bêhtir dikin hevpar û neçar dihêlin ku ji DYE, ji NATO’yê piştgiriyê werbigirin. Ji bo vê jî bêguman gelekî tawîzan didin. DYE û NATO’yê ji bo karibin tawîzê werbigirin jî alîgirê nakokî û şerê heyî ne. Naxwazin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê qadên wan ên berjewendiyên siyasî û aborî ji holê rabin. Dema ku pirsgirêk hebe û li ser vê bingehê jî di navbera Kurdan û Tirkiye-Îran-Iraq-Sûriyeyê de narkokî û şer dewam bike, dewletên navborî dikarin sûdê ji vî şerî û nakokiyan werbigirin. Lewma DYE û hêzên din ên NATO’yê naxwazin ku Kurd bi temamî tune bibe.
Baş e çi dixwazin? Ji aliyekî ve naxwazin ku Kurd bi temamî tune bibin, li aliyê din jî naxwzin ku Kurd li Kurdistanê di nava yekîtiyê de sîstemeke azad û demokratîk ava bikin. Dema ku ev bibe wê nakokî û şerê navbera Kurdan û dewletên din ji holê rabin. Ew her tim dixwazin pirsgirêka Kurd hebe û li ser bingeha vê pirsgirêkê jî di navbera Kurdan û Tirkiye-Îran-Iraq-Sûriyeyê de şer û nakokî dewam bikin. Hem polîtîkayên xwe yên têkildarî dewletên navborî hem jî polîtîkayên xwe yên têkildarî Kurdan bi vî rengî dimeşînin.
DYE û NATO’yê ‘Stratejiya xwe ya têkildarî KCK’ê li ser van esasan ava kirine û hîn jî dewam dikin. Di polîtîkayên xwe yên têkildarî KCK’ê de weke karê destpêkê piştgiriyê didin dewleta Tirk. Bi her awayî piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk ên qirker-mêtinger-dagirker û desteserker.
Ya duyemîn jî armanca dewleta Tirk a bi temamî tunekirinê napejirînin. Mîna dewleta Tirk naxwazin ku Kurd bi temamî tune bibin, lê belê dixwazin ku îradeya wan a azad, demokratîk û fikrî, lewma jî hêza wan a rêxistinî û çalakiyê tune bibe. Yanî KCK’ê naxwazin. Ji ber ku ew îradeya Kurd a azad îfade dike.
Baş e daxwaza wan a têkildarî KCK’ê çi ye? Dixwazin ku KCK jî mîna PDK’ê be. Li dijî KCK’ê ne. Lewma bi her awayî piştgiriyê didin êrişên tunekirin û tasfiyekirinê yên dewleta Tirk ên li dijî PKK û KCK’ê. Di van êrişan de dewleta Tirk dixwaze PKK’ê û KCK’ê bi temamî tune bike, DYE û NATO jî dixwazin bi temamî tune nebin, lê belê bibe mîna PDK’ê. Yanî dixwazin ku PKK û KCK mîna PDK’ê bin.
PDK’bûyîn tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku li şûna yekîtiya neteweyî ya Kurd li ser bingeha berjewendiyên malbatî-eşîrî tevbigere. Di çarçoveya berjewendiyên herêmî-parçeyê de tevbigere. Li şûna hebûn, yekîtî, hevigrtin û îradeya Kurd ê azad, tê wateya meşandina polîtîkayeke hevkar, teslîmkar û berjewendîperest. Yanî tê wê wateyê ku zîhniyet û siyaseteke ku têkilî û tifaqa îro ya navbera PDK û AKP-MHP’ê qebûl dike, bê pejirandin. Siyaseteke ku îro di vê astê de tifaqê bi faşîzma AKP-MHP’ê re dike, eşkere ye ku li dijî tifaq û têkiliya bi hêzên demokratîk ên Kurd re ye, li dijî demokrasiya Kurd e, li dijî azadî û yekîtiya Kurdan e.
Temsîla çi dike? Ji bo berjewendiyên malbat û xaneya xwe, derfetên Kurdan hemûyan seferber dike, nirxên demokratîk neteweyî yên Kurdistanê difiroşe, bi hêza herî qirker, dijminê Kurdan, herî dîktator û herî paşverû ya faşîzma AKP-MHP’ê re tifaqê û têkiliyan li ser berjewendiyan datîne, vê yekê temsîl dike. Ajandaya DYE û NATO’yê ya têkildarî KCK’ê ji vê yekê pêk tê. Hewl didin ku KCK’ê mîna PDK’ê ber bi siyaset û zîhniyeteke teslîmkar, hevkar, dûrî yekîtî, hebûn, demokrasî û azadiya Kurdan ve bikişîne. Dixwazin ku KCK’ê ji KCK’bûnê derxînin, veguherînin, bikin mîna PDK’ê û bi vî rengî veguherîne hêzeke Kurd a li gorî berjewendiyên DYE û NATO’yê tevdigere. Eşkere ye ku siyaseteke bi vî rengî di asta stratejîk û taktîkî de plan kirine û dimeşînin.

Ajandaya Ewropayê bi taybetî jî ya Elmanyayê ya têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê çi ye?

Beriya her tiştî em vê yekê bêjin ku Elmanya blokeke serbixwe nîne. Eger tiştekî bi vî rengî hebe jî wê gelekî lawaz be. Ji blokeke serbixwe wêdetir, mirov dikare bêje ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, berjewendiyên xwe yên siyasî û mêtingeriyê datîne pêşiya her tiştî.
Sekna siyasî ya dewleta Elmanyayê ya vê demê wiha ye. Ne ku em vê dibêjin. Hîn çend roj berê Şansolye Merkel jî ev rewş bi vê gotinê eşkere kir; “Rewşa me ya siyasî xwe dispêre berjewendiyên aborî û mêtingeriyê.”
Ji bilî vê yekê bi NATO’yê re di nava ahengiyê de ye. Ya rast yek ji dewletên ku di vê demê de herî zêde pêwîstiya xwe bi NATO’yê heye dewleta Elmanyayê ye. Bi vî rengî dişibe dewleta Tirk. Çawa ku dewleta Tirk gelek lawaziyên xwe bi xwespartina li NATO’yê çareser dike, ewlehiya xwe bi rêya NATO’yê pêk tîne, mirov dikare ji bo Elmanyayê jî heman tiştî bêjin. Lewma hin cudahiyên berjewendiyên aborî hebin jî, hin nakokiyên ji ber vê yekê hebin jî nerast e ku mirov bêje Elmanya xwe ji NATO’yê vedigire yan jî blokeke cuda ava kiriye. Ji ber ku di pratîkê de rewşeke bi vî rengî nîne.
Eger mirov rewşa Elmanyayê bi vî rengî pênase bike hingî dikarin bi hêsanî helwesta Elmanyayê ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê fêhm bikin. Ji ber vê yekê, li gel her tiştî jî li ser bingeha berjewendiyên aborî nêzî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dibe.
Dema ku Tayyîp Erdogan li Neteweyên Yekbûyî nexşeyek pêşkêş kir û got, ji Idlibê heta Dêrikê wê Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji hêzên heyî paqij bike û penaberan li wir bi cih bike, binesaziya vê amade bike û projeya razemeniyên malî û aborî yên ji bo vê yekê pêşkêş kir, dewleta destpêkê ya ku ragihand ku vê yekê dikare binirxîne û tevlî bibe Elmanya bû. Nêzîkatiya xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî bû.
Em zanin ku Elmanya dema ku firsendê dibîne têkiliyên xwe yên aborî û malî yên bi Iraqê re di asta herî bilind de dimeşîne. Bi Îranê re jî ku di navbera wê û DYE û NATO’yê de nakokî hene, Elman di asteke pêş de têkiliyên malî û aborî dimeşîne. Di vê dema dawî de ev têkilî hîn bi pêş ve çûne. Bi heman rengî bi Rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê re jî di nava têkiliyên malî û aborî de ye, di nava wan hêzan de ye ku herî zêde piştgiriyê dide Rêveberiya Federe û dixwaze razemeniya aborî û malî li Başûrê Kurdistanê bike. Beriya her tiştî Elmanya li ser vê bingehê li nêzîkatiyên dagirkeriyê dinihêre.
Eger rêveberiyên Îran-Iraq-Hewlêrê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ranabin, berevajî vê yekê piştgiriyê didin vê dagirkeriyê, hingî eşkere ye ku Elmanya jî wê li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê nebe, wê piştgiriyê bide dewleta Tirk. Li pişt polîtîkayên Elmanyayê yên piştevaniyê feraseteke bi vî rengî ya berjewendiyên aboriyê heye.
Li aliyê din Elmanyayê timî xwestiye ku Rojhilata Navîn ji aliyê Tirkan ve bê birêvebirin û serweriya wan lê hebe. Împaratoriya Elman ji aliyê dîrokî ve berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî li ser bingeha kontrolkirina Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn daniye rûniştandin. Têkiliyên xwe yên bi Împaratoriya Osmanî re bi vî rengî daniye. Ji aliyekî ve xwe dispêre vê yekê û dixwaze çavkaniyên dewlemend ên Rojhilata Navîn talan bike, li aliyê din jî li gorî têkoşîna bi Îngilistanê re di ser Rojhilata Navîn re dixwaze xwe bigihîne Hindistanê. Lewma têkiliyên bi Osmanî re niha bi dewleta Tirk re li ser vê bingehê dewam dikin. Elmanyayê her tim piştgirî daye polîtîkayên belavker û serwer ên dewleta Tirk ên li ser Rojhilata Navîn. Ji ber ku dema bi vî rengî be hesabê wê dike ku hîn bêhtir dikare xwe bigihîne çavkaniyên Rojhilata Navîn. Lewma dagirkirina Rojavayê Kurdsitanê, Başûrê Kurdistanê, herêmên cuda yên Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta Tirk ve, her wiha desteserkirina van herêman ji aliyê dewleta Tirk ve ne xema Elmanyayê ye. Dibe ku eger hêzên cîhanê bi giştî li ber rabe, ew jî weke ku li ber radibe xwe nîşan bide, lê belê wê bi rengekî veşartî piştgiriyê bide dewleta Tirk. Divê ev yek bê zanîn. Ji ber ku sekna xwe ya stratejîk a dîrokî bi vî rengî destnîşan kiriye. Sîstema berjewendiyan a sermayeya Elman li ser vê esasê ava bûye. Ji ber vê yekê DYE û Elmanya ne li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ne. Berevajî, piştgiriya van êrişan dike. Dema ku vê bi rengekî eşkere neke, yan jî nikaribe bike teqez vê yekê bi rengekî veşartî dike. Hem polîtîkayên têkildarî Îranê û Başûrê Kurdistanê hem jî têkiliyên siyasî û aborî û nêzîkatiya stratejîk a li dewleta Tirk vê polîtîkayê lê ferz dike. Heta ku sermayeya Elman bi vî rengî serwer be û polîtîkayê bimeşîne, di vê sekna polîtîk a Elmanyayê de guhertinek çênabe.
Ev piştgirî bi çi rengî bi awayekî eşkere tê kirin? Bi rengekî veşartî li ser bingeha kîjan tifaq û têkiliyan her wiha bi kîjan cûreyên rêxistiniyê tê meşandin? Bêguman pirsên mijara gotinê hêjayî lêkolînê ne, wezîfeya eşkerekirina rastiyê destnîşan dike. Ji ber ku hin tişt bi rengekî têkilî û tifaqên veşartî têne meşandin, lewma eşkere nabin, li çapemeniyê nayên belavkirin, ji aliyê raya giştî ve nayên zanîn. Di vir de divê bê eşkerekirin ku Elmanya bi kîjan tifaq û têkiliyên veşartî piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk. Her wiha pêwîstî bi wê yekê heye ku piştgiriya bi eşkere tê dayin bêhtir bê teşhîrkirin.
Em bala xwe bidin ser; ji Efrînê heta Avaşîn, Zap û Xakurkê çekên ku dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de bi kar tîne çekên NATO’yê ne. Çekên DYE’yê ne, çekên Elmanyayê ne. Bi panzerên Elman vê dagirkeriyê dike. Li kolanên Efrînê panzerên Elman digerin û qirkirina Kurdan dikin. Aliyekî veşartî yê vê yekê nîne. Lê belê çapemenî bi têrkerî vê ranaxe pêş çavan, piştgiriya eşkere ya Elmanyayê ya li vê qirkirinê deşîfre û teşhîr nake. Halbûkî divê were kirin. Beriya her kesî divê çapemeniya Elman vê bike. Divê demokratên Elman vê bike. Ji ber ku rewşeke bi vî rengî zerara herî mezin dide demokrasî û azadiya Elmanyayê. Sermayeya Elman xurt dike. Lewma gelê Elman lawaz dike. Karker û kedkarên Elman li hemberî sermayeya xurtbûyî bêhtir lawaz dike. Elmanyayê dixe wê rewşê ku piştgiriyê dide faşîzm-mêtingerî û qirkeriyê. Lewma demokrasî û azadiya Elman lawaz dike. Ev rastiyeke li pêş çavan e.
Wê demê divê her kes vê rastiyê bibîne, bi taybetî demokrat û şoreşgerên Elman vê polîtîkayê eşkere bikin, teşhîr bikin û li hemberî vê jî têkoşîneke xurt bimeşînin.
Pêvajoyên diyarker ên dema derbasbûna Împaratoriya Osmanî ber bi dewleta Tirkiyeyê ve çi ne? Bûyerên ku ev derbasbûn pêk anî çi ne? Veguherînên diyarker ên vê demê çi ne? Ya ku ji Împaratoriya Osmanî weke mîrate ji Komara Tirkiyeyê re ma çi ye? Polîtîkaya Tirkkirinê û qirkirina gelan rola xwe di vê pêvajoyê de çi ye?

Ya yekemîn Fermana Tanzîmatê ya sala 1839’an e. Fermana Tanzîmatê pîvanên destpêkê û bernameya derbasbûna ji Osmanî ber bi dewleta netewe ya Tirk ve destnîşan kir.
Ya duyemîn jî ragihandina Meşrûtiyetê ya sala 1876’an e. Piştî Tanzîmatê, avabûna Meclîsî Mebûsa ya Osmanî qonaxa duyemîn a derbasbûna ji Osmanî ber bi dewleta netewe ya Tirk e.
Bûyera sêyemîn jî ragihandina Meşrûtiyetê ya Duyemîn e ku sala 1908’an pêk hat. Jinûve vekirina Meclîsî Mebûsa kir ku sîstema Osmanî bi temamî ji holê rabe, Cemiyeta Îttîhat û Terakkî bibe rêveber û bi vî rengî pêvajoya veguherîna ber bi dewleta netewe ya Tirk hîn bi lez pêk were. Li ser bingeha van bûyeran dewleta Tirk a heyî bi esasî ji aliyê rêveberiya Cemiyeta Îttîhat û Terakkî hate avakirin.
Em dikarin bi vî rengî jî bêjin: Rêveberiya Îttîhat û Terakkî pro-dewleta Tirk e. Proto tîp a dewleta Tirk weke rêveberiya Îttîhat û Terakkî ava bûye. Ya ji vê û pê ve jî fêhmkirina rast û têrker a rêveberiya Îttîhat û Terakkî ye, nirxandina pêvajoya derbasbûnê ya ji rêveberiya navborî ber bi avabûna Komara Tirkiyeyê ya Kemalîst. Tê zanîn ku ev pêvajoya derbasbûnê di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê de pêk hatiye, Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser têkçûna rêveberiya Îttîhat û Terakkî pêk hatiye.
Divê em ji bîr nekin ku Mûstafa Kemal jî generalekî endamê Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ye. Klîka Kemalîst jî parçeyek ji Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ye, weke hizbekî wê ye. Teqez ji Îttîhat û Terakkî cuda nîne. Lê belê polîtîkayên Talat, Enver û Cemal Paşa û polîtîkayên Mûstafa Kemal Paşa tam li hev nayên. Cudahiya navbera wan bi vî rengî ye: Talat, Enver û Cemal Paşa bi rengekî eşkere polîtîkayên emperyalîst dimeşandin, xwedî wê armancê bûn ku Împaratoriya Osmanî ber bi Tirkîtiya Asya Navîn ve belav bikin, lê belê Mûstafa Kemal ev polîtîka nepêkan-sivik didît, hewl da hebûna Osmanî biparêze, di polîtîkayê de nêzîkatiyên hinekî şênber û rasteqîn nîşan dida. Xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya siyasî bû. Ji bilî vê yekê ti cudahî di navbera wan de tune ye.
Em bala xwe bidin ser piştî Kongreyên Sêwas û Erzîromê karê destpêkê yê ku Mûstafa Kemal kir di 23’ê Nîsana 1920’î de li Enqereyê meclîseke nû vekir. Ev bi xwe nîşan dide ku çiqasî xwe dispêre Fermana Tanzîmatê û Meşrûtiyetên Yekemîn û Duyemîn.
Dema ku li Enqereyê meclîseke bi vî rengî ava bû, kadroyên rêveberiya Îttîhatiyan li Stenbolê li hev civiyan û destpêkê tevlî vê meclîsê nebûn. Lê belê beşeke girîng a beşdarên kongreyên Sêwas û Erzîromê endamên Îttîhat û Terakkî bûn, lewma ku li Enqereyê Meclîsa ava kirin parçeyek ji Tevgera Îttîhat û Terakkî bû.
Ji vê jî wêdetir dema ku li Enqereyê meclîs ava bû û Stenbol ji aliyê dewletên dijber ve hate dagirkirin, kadroyên îttîhatperest ên li Stenbolê li hev civiyan ketin wê rewşê ku êdî nikarin erka rêveberiyê bi cih bînin. Piştî ku hate fêhmkirin bandora meclîsa li Enqereyê wê zêde bibe, hemû jî parçe bi parçe, bi awayekî veşartî yan jî eşkere ji Stenbolê bar kirin Enqereyê û bi vî rengî kadroyên Îttîhat û Terakkî tevlî avabûna Komara Tirkiyeyê bûn. Dewamiyeke bi vî rengî jî heye. Di serî de Îsmet Înonu kadroyên payebilind ên ku dewleta Tirkiyeyê avakirin hema bêjin hemû jî endamên Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ne. Tenê Talat, Enver û Cemal Paşa li derveyî vê man. Ji bilî wan hemû kadroyên îttîhatperest tevlî damezrandina Komara Tirkiyeyê bûn. Ya rast di nava Komara Tirkiyeyê de serweriyeke tam bi dest xistin. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin dikare bi hêsanî were gotin ku dewleta Komara Tirkiyeyê dewama rêveberiya Îttîhat û Terakkî ye. Veguherîn, derbasbûna ji Stenbolê ber bi Enqereyê ye. Tevgera Kemalîst ku klîkeke hîn lawaz bû, veguherî hêza sereke. Li şûna Împaratoriya Osmanî navê ‘Dewleta Komara Tirkiyeyê’ hate bicihkirin. Guhertin bi esasî ev bûn.
Ji bilî vê yekê ji aliyê siyaset û zîhniyetê ve rêveberiya Îttîhat û Terakkî bi temamî dewam kiriye. Dema ku Talat, Enver û Cemal Paşa ji rêveberiyê hatin xistin û Mûstafa Kemal Paşa kete şûna wan a rêveberiyê, cudahiya feraseta siyasetê ya ku me li jorê qalê kir, pêk hat. Polîtîkayên Enver Paşa yên belavker, emperyalîst, girêdana bi Tirkîtiya Asya Navîn re red kir û di polîtîkayê de xeteke hîn şênber, rasteqîn, objektîf nirxand û meşand. Bingeha siyaseta Kemalîst bi vî rengî ye. Ev yek jî nîşan dide ku Mûstafa Kemal ne li dijî fikir û polîtîkayên Talat, Enver û Cemal Paşa ye, lê belê di pratîkê de derfet nedît ku bi cih bîne. Mûstafa Kemal fikrên Enver şaş nabîne. Tenê ji aliyê pêkanînê ve guncaw nabîne, bawer nake ku pêk were. Şert û mercên siyasî û leşkerî yê wê demê derfetek ji bo pêkanîna polîtîkayên bi wî rengî nedida. Ji ber vê yekê jî şaş û metirsîdar didît.
Ji xwe di pratîkê de yê ku piştrast bû Mûstafa Kemal bû. Li gel hewldanên xwe hemûyan jî Enver Paşa ji têkçûneke mezin nekarî rizgar bibe. Destpêkê Împaratoriya Osmanî ya mezin tune kir, piştre jî xwe ber bi facîayê ve bir. Li hemberî vê yekê jî Mûstafa Kemal hîn bi rengekî objektîf tevgeriya, bi rasteqînî nêzîk bû, li gorî rewşa şênber siyaset meşand. Ev jî bû sedem ku sînorên heyî yên Komara Tirkiyeyê esas bê wergirtin û dewleta netewe ya Komara Tirkiyeyê ava bibe.
Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ava bû, rêveberiya Kemalîst, polîtîkayên Enver red kir. Lê belê ji bilî vê yekê siyaset û zîhniyeta Îttîhat û Terakkî weke xwe meşandiye. Siyaset û zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ya şerker, neteweperest, qirker, dijminê gelan û çandan, ji bilî Tirkan nenaskirina mafê jiyanê ji bo civakên etnîkî yên cuda û armancên dagirkeriyê ji xwe re kir esas.
Em bala xwe bidin ser; xwedî li Qirkirina Ermenan derket. Piştre jî di sala 1924’an de dewleta Komara Tirkiyeyê qirkirina Asûrî-Suryaniyan kir. Rûm qir kir. Qirkirina Kurdan jî ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û vir ve kiriye bingeha polîtîkayên xwe hemûyan. Yanî zîhniyet û siyaseta nijadperest, şoven, neteweperestiya Tirk, Pan-Turkîst, Tûranî ya Îttîhat û Terakkî weke xwe kiriye esas û gel, civak, çand û zimanên li Anatolî û Mezopotamyayê qir kiriye, dane ber asîmîlasyonê û polîtîkaya Tirkkirinê meşandiye.
Qirkirin bi rêbaza komkujî, tehcîr, guhertina demografiyê û asîmîlasyonê bi xurtî bi kar anî. Komara Tirkiyeyê siyaset û zîhniyeta qirker a ji Îttîhat û Terakkî dest pê kir mîna xwe wergirt, her wiha kûrtir kir û hîn bêhtir bêperwa meşand. Polîtîkayên ku îro faşîzma AKP-MHP’ê dimeşîne, dijminatiya li Kurdan, qirkirina Kurdan, dijminatiya li Ermenî-Rûm û Asûriyan bi rengekî şênber vê yekê radixe pêş çavan. Dema ku mirov bala xwe bide ser gotin, îdeolojî, propagandaya fermî ya Tirk, perwede û bazirganiya Tirk ev rastî wê bi rengekî şênber bê dîtin.
Li aliyê din di serî de parçeyên din ên Kurdistanê, belavbûna li herêmê û li gorî derfetan desteserkirina xaka Osmanî ya berê weke siyasetekê gav bi gav ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatiye meşandin. Desteserkirina Hatayê, dagirkirina Qibrisê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, her wiha polîtîkayên li ser Lîbyayê, rewşa tevlîbûna li şerê navbera Azerbaycan-Ermeniyan, têkiliyên bi Qatar û hêzên mîna wê re vê polîtîkayê bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
Mûstafa Kemal polîtîkayên belavkarî û dagirkeriyê yên Enver şaş dît, lê belê dema ku şert û merc û derfet dît jî ev yek gav bi gav bi cih anî, siyaseteke bi vî rengî meşand. Li pêş çavan sînor ji xwe re kir esas, gotinên aştiyane bilêv kir, lê ji aliyê ajandaya veşartî û feraseta esasî ve jî firsend afirand, şert û merc guncaw kir, belav bû û siyaset û zîhniyeta dagirkeriyê ya li qadên cuda belav bibe meşand. Gotina ‘Aştî li welêt, aştî li cîhanê’ ya Mûstafa Kemal gotineke welê ye ku dema firsendê bibîne dagirkeriyê bike û di serî de Kurd şerê xwe yê qirkirinê yê li dijî gelan veşêre. Bi vê gotinê qirkirin, dagirkerî û desteserkariya ku dikir, dinixumand û hewl da veşêre. Vê demê herî zêde faşîzma AKP-MHP’ê vê rewşê nîşan dide, bi cih tîne.
Ji xwe Tayyîp Erdogan bi rengekî eşkere ragihand ku ew rast nabîne ku tevgera Kemalîst ev polîtîka bi rengekî veşartî meşandiye, divê ev yek bi rengekî eşkere bê kirin. Dijberiya li Lozanê, her wiha eşkerekirina armancên xwe yên dagirkeriyê têkildarî parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, destwerdana li gelek qadên Rojhilata Navîn, meşandina polîtîkaya dagirkeriyê, qalkirina li gotina ‘Osmaniya nû’ vê rastiyê bi awayekî eşkere radixe pêş çavan.
Em bala xwe bidin ser, pêvajoya ji Tanzîmatê heta dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê yekpare ye. Qonaxên xwe yên cuda hene; qonaxek Tanzîmat e, qonaxek Meşrûtiyeta Yekemîn e, qonaxek Meşrûtiyeta Duyemîn e û Îttîhat û Terakkî ye. Qonaxeke xwe jî damezrandina Komara Tirkiyeyê ya Kemalîst e. Qonaxa dawî jî darbeya leşkerî faşîst a 12’ê Îlona 1980’î û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku bi vê darbeyê hate afirandin. Nuqteya ku ev pêvajo gihiştiye, komar, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Divê em bi vî rengî bêjin. Ji xwe ji Tûranîbûnê, ji qirkerî û şerxwaziyê, ji êrişên dagirker û qirkeriyê yên li dijî Kurdan, ji qirkirina Ermenan û dewamkirina dijminatiya li Ermenan, ji şandina leşkeran ber bi Lîbyayê ve, ji tevlîbûna li şerên Qatar-Yemenê tê dîtin ku komareke Îttîhatperest e. Eşkere ye ku heman polîtîkaya rêveberiya Îttîhat û Terakkî ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ye û xwedî wê armancê ye ku li hemberî têkçûna di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dixwaze bi ser bikeve.

Di avakirina dewleta Tirk de têkildarî ajandayên aktorên navneteweyî, Ewropa bi taybetî jî Elmanya û Brîtanya, her wiha Rûsyayê, hûn dixwazin çi bêjin?

Em baş zanin ku di avakirina dewleta Komara Tirkiyeyê de bi esasî Elmanya û Brîtanya berpirsyar in. Nakokî û pevçûna navbera dewletên Elmanya û Brîtanyayê û sermayeyê Elman-Îngiliz dewleta Komara Tirkiyeyê ya îro afirandiye. Ev rastî ne cihê nîqaşê ye. Bi esasî di çaryeka dawî ya sedsala 19'an de û di nîvê destpêkê yê sedsala 20'an de şerê li ser Osmanî şerê Elman û Îngiliz bû. Şerê Cîhanê yê Yekemîn şerê Elman-Îngiliz e. Împaratoriya Osmanî di encama vî şerî de parçe bû. Dewleta Komara Tirkiyeyê li ser kavilê vî şerî ava bû. Her çend Elmanya di şer de têk çû û li cîhanê û Rojhilata Navîn a piştî şer ava bû weke ku xwedî gotinê nebû dihate dîtin jî, nêrîneke bi vî rengî nerast e. Beriya her tiştî ji bo afirandina encameke bi vî rengî Elmanya û Îngilistanê rola sereke lîstine.
Her wiha di mijara jinûve birêxistinkirina cîhanê û Rojhilata Navîn de, di avakirina dewleta Komara Tirkiyeyê de hêz û hebûna sermayeya Elman, lewma siyaseta Elman her tim bi bandor bûye.
Bêguman di qebûlkirina tevgereke bi vî rengî ya Kemalîst de û di pêvajoya avakirina Komara Tirkiyeyê de tevî Brîtanyayê Fransa û Rûsya ya Sowyet du dewletên xwedî roleke girîng bû. Fransayê bi Brîtanyayê re hevkarî kir û tevlî avakirina Komara Tirkiyeyê bû. Weke ku tê zanîn ya ku bi tevgera Kemalîst re peymana destpêkê çêkir, lewma tevgera Kemalîst bi rengekî fermî nas kir dewleta Fransayê ye. Hîn di destpêka sala 1921'ê de bi peymana Enqereyê re dewleta Fransayê tevgera Kemalîst bi rengekî fermî nas kiriye.
Li aliye din piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de li gel Brîtanyayê dewleta ku herî zêde rol lîstiye Fransa ye. Parçekirin û parvekirina Rojhilata Navîn bi temamî di encama tifaq û pevçûna Îngiliz-Fransayê de pêk hat. Vana hem tifaq kirine hem jî li ser parvekirina Rojhilata Navîn şerê parvekirinê kirine. Ji ber vê yekê berpirsyariya Fransayê jî heye. Sermayeya Fransayê her tim xwedî wê armancê bûye ku parekê ji dewlemendiya Rojhilata Navîn werbigire.
Îngilistan destpêkê hewl didan Osmaniyan biparêze, li ser bingeha hebûna Osmaniyan nehêlin ku Elmanya di ser Rojhilata Navîn re xwe bigihîne Hindistanê. Dema ku dît ev nepêkan e, ji destpêka sedsala 20'an û pê ve li ser parçebûna Osmaniyan û bidestxistina Rojhilata Navîn stratejiyeke polîtîk afirand û ev yek jî heta têkoşîna parvekirinê ya Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve bir. Bûyereke polîtîk afirandin ku Împaratoriya Osmanî hilweşand, Rojhilata Navîn jî li gel Fransayê di çarçoveya berjewendiyên xwe de ava kir.
Di vir de divê qala rola Rûsya ya Sowyetan bê kirin. Dema ku tevlî pêvajoyeke bi vî rengî bû Rûsya Çarlik bi Îngilistanê û Fransayê re li hev bûn, di nava tifaqê de bûn. Piştre Rûsya Sowyetê ya ku piştî Şoreşa cotmehê ava bû, her çend di çarçoveya tifaqa Çarlik a bi Îngilistan û Fransaye re tevlî vê pêvajoyê nebû jî ji bo parastina berjewendiyên Rûsya Sowyetê di bin navê 'Stratejiya Parastina Şoreşa Cotmehê' de di serî de damezrandina dewleta Komara Tirkiyeyê tevlî gelek bûyerên nû yên li Rojhilata Navîn û Asya Başûr bû. Tevlî avabûna sîstemên siyasî yên nû bû. Lewma di serketina tevgera Kemalîst de, yek ji dewletên ku piştgirî û hêza herî mezin di asta pratîk û polîtîk de da damezrandina dewleta Komara Tirkiyeyê, Rûsya Sowyetê bû. Ev yek jî qaşo ji bo Parastina Şoreşa Cotmehê û misogerkirina ewlehiya başûrrojavayê Yekîtiya Sowyetê kirin.
Avabûna dewleta Komara Tirkiyeyê ji bo ewlehiya xwe guncaw dîtin, lewma gelekî piştgirî dan tevgera Kamalîst û dewleta Komara Tirkiyeyê. Sekna hevkariyê û rastiya qirker a vê dewletê; dijminatiya wê ya li Ermenan, Kurdan, Asûrî û Rûman ji nedîtî ve hatin. Li ser vê bingehê ji bo berjewendiyên 'guncaw' dîtin û piştgiriya pratîk û polîtîk dan avabûna dewleta komara Tirkiyeyê ya nijadperest-şoven û qirker. Her çend tevgera Kemalîst û dewleta Komara Tirkiyeyê di nava têkilî şerê bi Îngilistan, Fransa, Elmanya û hêzên mîna wan re ava bû jî di pêvajoya derbasbûna ji Osmanî ber bi Komara Tirkiyeyê ve û dewletbûna tevgera Kemalîst de ji aliyê polîtîk û pratîkî ve yek ji hêzên ku piştgiriya herî zêde da Rûsya Sowyetê ye û ev rastî ne cihê nîqaşê ye.
Polîtîkaya Sowyetê ku bi esasî teng, berjewendîperest, dûrî rastiyên îdeolojîk e û berjewendiyên xwe di ser her tiştî re dibîne, heman piştî Şoreşa Cotmehê bi têkiliya ku bi tevgera Kemalîst û dewleta Komara Tirkiyeyê re danî, ava bû. Qirikrina Ermen-Kurd-Asûrî-Rûm a bi destê Îttîhat û Terakkî, tevgera Kemalîst û dewleta Komara Tirkiyeyê ve hate kirin ji nedîtî ve hat û dest ji pîvanên sosyalîst, pîvana mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan ku Lenîn destnîşan kir, dûr ket. Ev pîvan dema ku li berjewendiyên Yekîtiya Sowyetê hat hingî bi cih hate anîn, dema ku hinekî zor da berjewendiyan, dest jê berdan. Hîn wê demê pîvanên sosyalîzmê di ber pîvanên polîtîk ên ji bo berjewendiyên Yekîtiya Sowyetan hate fedakirin. Tê zanîn ku Yekîtiya Sowyetan piştre ji îdeolojiya xwe dûr ket, veguherî revîzyonîzmê û li ser vê bingehê hilweşiya.
Rastiya Yekîtiya Sowyetan ku berjewendiyên dewleta hegemonparêz di ser her tiştî re girt, ji destpêka salên 1920'î û pê ve bi polîtîkayên li pêşberî Komara Tirkiyeyê meşand, dest pê kir. Helwesta wan ku li dijî têkoşînên Kurdan, Ermenan, Asûriyan û Rûman piştgirî dan Komara Tirkiyeyê, raxist pêş çavan ku li gorî pîvanên xwe tevnagere, dema ku bi berjewendiyên wan ên siyasî re nakok be hingî pîvanê ji bo berjewendiyên siyasî feda dike. Eşkere ye ku Rûsya Sowyetan di avakirineke bi vî rengî de ya Komara Tirkiyeyê, her wiha di serweriya zîhniyet û siyaseta ku Kurd, Asûrî, Suryanî, Rûm qir kir a li Anatolî û Mezopotamyayê berpirsyariya xwe heye. Ev zîhniyet û siyaset bi piştgiriya ji hêzên navborî wergirtî hebûna xwe dewam kir û heta niha jî hukmê xwe pêk tîne.

Di asta herêmî û global de hûn ajandaya heyî ya Tirkiyeyê çawa dinirxînin? Di ajandaya Tirkiyeyê de bi giranî 'Neo Osmanî' tê çi wateyê? Vîzyona wê ya li ser herêma me çi ye? Bingeha xwe ya vê polîtîkayê çi ye? Û çawa ava bû?

Rêveberiya Îttîhat û Terakkî dixwest bibe hêzeke emperyalîst a global. Bi siyaset û zîhniyeteke bi vî rengî tevlî şerê parvekirinê yê emperyalîst bû. Dewleta Komara Tirkiyeyê jî dixwaze bibe hêzeke herêmî, hegemonîk û emperyalîst. Belavbûna li asta global, li ser vê bingehê jî veguherîna hêzeke emperyalîst pêkan nabîne. Derfetên wê guncaw nabîne. Weke xeyalperestiyê dinirxîne. Lê belê li şûna wê di wê baweriyê de ye ku dikare bibe hêzeke emperyalîst û hegemonîk a herêmî. Zîhniyet û siyaseta xwe li ser bingeha armanceke wiha ava dike. Siyaseta xwe ya global jî ji bo wê bike hêzeke herêmî-hegemonîk li ser bingeha stratejî û taktîkên bi vî rengî dimeşîne. Li asta plana global karên xwe yên dîplomatîk, têkilî û nakokiyan bi vê armancê dimeşîne. Armanca xwe ya stratejîk teqez ev e. Di vê mijarê de li asta herî pêş tawîzan dide. Xwe dispêre hêzên mezin ên global. Têkiliyên xwe yên bi Îngilistan, Îsraîl, Elmanya û DYE'yê re li ser vê bingehê ye. Tevlîbûna li nava NATO'yê jî teqez di vê çarçoveyê de bû.
Wekî din polîtîkaya gefxwarinê û şantajê dimeşîne. Yanî ji bob ibe hêzeke emperyalîst a global di asta global de di polîtîkayên xwe de li ser sê hîman dimeşe; yek ji wan dayina tawîzan e. Asta û derfetên xwe yên stratejîk pêşkêşî bazarê dike. Dewleta Komara Tirkiyeyê di vê mijarê de bi rastî jî weke rêveberiyeke bazirganiyê ye. Bazirgan e. Ji Mûstafa Kemal heta niha hikumetan hemûyan polîtîkayeke bi vî rengî meşandine.
Ya duyemîn jî xwespartina li hêzên mezin e; destpêkê Elmanya, piştre Îngilistan-Îsraîl, her wiha piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi DYE'yê re têkilî danî û kete nava NATO'yê.
Ya sêyemîn jî polîtîkaya gefxwarinê û şantajê dimeşîne. Ev jî bi esasî di dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê de gihîştiye asta herî bilind. Beriya vê dewleta Tirk kêm jî be bi rengekî veşartî bi destê MÎT'ê hewl dida polîtîkayeke bi vî rengî bimeşîne. Gef li hêzên cuda dixwar. Provokasyon dikir. Lê belê ev rewş bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê re veguherî polîtîkayê. Bû xwedî rêxistin, bû xwedî sîstemê. Gelek rêxistiniyên çete ava kir. Ji Ocakên Osmaniyan heta bi jinûve avakirina MÎT'ê, heta jinûve birêxistinkirina kontr-gerîla, bi destê AKP-MHP'ê Komara Tirkiyeyê veguherî dewleteke çete ya faşîst. Ji sînorên Komara Tirkiyeyê derket û bi rêxistinên DAÎŞ, El Qaîde, jê jî wêdetir bi rêxistiniya Îxwanî Muslîmîn re têkilî danî û li Rojhilata Navîn têkiliya bi çeteyên netewperest ên xwe Îslamî didîtin gihand asta herî bilind, Tirkiye, navê Îslamê bi vî rengî bi kar anî û veguherand navenda çetetiyê. Hemû rêxistinên çete yên li Sûriyeyê, Tirkiyeyê weke navenda xwe dibînin, xwe ji wir xwedî dikin. Di dawiya dawî de DAÎŞ'ê xwe spart dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê, xwe ji wir xwedî kir. Têkiliya bi El Qaîdeyê re jî bi taybetî di ser Sûriyeyê re bi rêya têkiliya bi El Nûsrayê gihand asteke bilind.
Bi xwespartina li rêxistinên bi vî rengî yên çete, ji Ermenistanê heta Lîbyayê, ji wir heta Lîbyayê û her devera Rojhilata Navîn veguherî amûrek şer û dagirkeriyê. Lê belê qîma xwe bi vê jî nayne. Rexistiniya çete ya navborî ji Efrînê heta Xakurkê li navenda Kurdistanê, mîna dewleteke çete li ser xakê bi cih dike, xwe dispêre vê û siyaseta şantaj û gefê li dijî qada navneteweyî dimeşîne. Eşkere ye ku ji DAÎŞ'ê heta El Qaîdeyê gelek hêzan li ser vê bingehê bi kar tîne. Komkujiya Parîsê yek ji mînakên herî şênber ên vê yekê bû. Bi destê DAÎŞ'ê ji Elmanyayê heta Îngilistanê û Fransayê li tevahiya Ewropayê, her wiha li Emerîkayê û her qada cîhanê êrişên terorê da kirin, zext li dewletan hemûyan kir ku piştgiriyê bidin polîtîkaya wan bi taybetî jî piştgiriyê bidin polîtîkaya Qirkirina Kurdan û belavbûna li Rojhilata Navîn. Bi rastî jî li pişt êrişên DAÎŞ'ê hemûyan dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê heye. Cîhan tev bi vê yekê zane. Ji xwe reveberiya Rûsyayê ya heyî jî bi belgeyan ev yek raxistibû pêş çavan. Ji bo welatên din jî nêzîkatiyeke bi heman rengî heye. Li ser nêzîkatiyên polîtîka global a dewleta Komara Tirkiyeyê ya heyî bi esasî ev dikarin bên gotin.
Eger mirov bala xwe bidin ser wê were dîtin ku di navenda van polîtîkayan de armanca ji bo Qirkirian Kurdan, weke hêzeke emperyalîst a global belavbûna li Rojhilata Navîn heye ku dixwaze vê yekê bi dewletên cîhanê bide qebûlkirin. Bêguman stratejiya rasteqîn a dewleta Komara Tirkiyeyê ev e.
Her wiha eşkere ye ku stratejiya polîtîk a ku jê re 'Osmaniya nû' yan jî 'Neo Osmanî' tê gotin li ser vê bingehê hatiye avakirin. Di bingeha vê de jî rastiya armanca bûyîna hêzeke hegemonîk a global a Împaratoriya Osmanî heye. Lewma rêveberiya Osmanî her tim xwedî xeyal û daxwaza wê yekê bû ku timî bibe hêzeke hegemonîk-emperyalîst-global. Bi vê xeyalê û daxwazê rêveberiya Îttîhat û Terakkî û rêveberiya Enverî bi rengekî eşkere tevlî şerê cîhanê bûn. Ji Fatîh Mehmet heta îro li nava Împaratoriya Osmanî daxwaza wê yekê hebû ku bibe hêzeke hegemonîk a global. Rêveberiya Îttîhat û Terakkî ev polîtîka nû kir, di nava şerê cîhanê de kete pey vê xeyala xwe. Em vê yekê ji aliyê dîrokî ve zanin.
Belê, dewleta Komara Tirkiyeyê ya heyî nikare siyaset û zîhniyeta bibe hêzeke global-hegemonîk bimeşîne. Ji ber ku vê yekê rasteqîn û pêkan nabîne, nake. Naxwe ne ku naxwaze yan jî zîhniyeta xwe ne bi vî rengî ye. Ji ber ku pêkan nabîne vê nake. Li şûna vê yekê wê siyaset û zîhniyetê dimeşîne ku Kurdan qir bike, Kurdistanê bi temamî bike Tirk, li Rojhilata Navîn jî bibe hêzeke emperyalîst a hegemonîk û cîhanê bi vê polîtîkayê bide razîkirin. Siyaset û zîhniyeta esasî ya dewleta Komara Tirkiyeyê ya heyî bi vî rengî ye. Ajandaya veşartî ya polîtîk a tevgera Kemalîst ev bû. Di nava rêveberiya AKP-MHP'ê de ev ajanda veşartî eşkere bû. Bi şênberî hate bilêvkirin û bi rengekî eşkere xistin meriyetê. Ya ku niha tê meşandin jî teqez ev e.
Ev polîtîka veşartî hate hiştin û bi rengekî eşkere nehate bicihanîn. Çi bû ku faşîzma AKP-MHP'ê ev yek bi rengekî eşkere meşand, vegot, parast û li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî weke nexşeyekê pêşkêş kir? Ji vê yekê jî hêzên global berpirsyar in. Dewleta Komara Tirkiyeyê di pratîkê de bi avêtina gavan hate vê rewşê. Ji Qirkirina Ermenan dest pê kir heta Qirkirina Kurdan ev yek dewam kir. Ti ji van nehate astengkirin, ti ji hêzên cîhanî li ber vê yekê ranebûn. Bi kurtasî piştgirî dan. Qirkirina Kurdan ku di bin navê 'têkoşîna dijî terorê' de hate meşandin ji aliyê NATO'yê ve 37 sal in tê destekkirin. Şerê ku Komara Tirkiyeyê ji sala 1985'an û vir ve li dijî PKK'ê dimeşîne bi esasî ji aliyê NATO'yê ve tê meşandin. Ev şer li biryargehên NATO'yê biryar li ser tê dayin, tê plankirin û şerê navborî bi her cûre piştgiriya leşkerî û siyasî ya NATO'yê tê meşandin.
Ji ber vê yekê zîhniyet û polîtîkayên 'Neo Osmanî' bi rengekî eşkere diparêze û dimeşîne. Dengê xwe li Qirkirina Ermenan nekirin, dengê xwe li Qirkirina Kurdan nekirin. Li Amed, Dersim, Agiriyê li ber qirkirina Kurdan ranebûn, ev yek ji nedîtî ve hatin û piştgirî dan qirkirinê. Piştre dewleteke bi vî rengî tevlî NATO'yê hate kirin û hate ewlekirin. 37 sal in ji aliyê NATO'yê ve li dijî PKK'ê şer tê meşandin. Têkiliyên Tayyîp Erdogan ên bi Îxwanî Muslimîn, DAÎŞ û El Qaîdeyê ji nedîtî ve hatin. Dema ku piştgiriyeke eşkere ji êrişên çeteyan, ji êrişên DAÎŞ'ê re hate dayin, ev yek ji nedîtî ve hatin. Ji vê jî wêdetir qaşo li dijî DAÎŞ'ê şer dike di sala 2015'an de di navbera Komara Tirkiyeyê û DYE'yê de koalîsyoneke duyemîn a sexte hate avakirin.
Ji ber ku bi vî rengî bû, dewleta Komara Tirkiyeyê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ev ajandaya xwe ya veşartî îro eşkere kir, siyaset û zîhniyeta navborî bi eşkere meşand. Hêz jê wergirt. Cîhan lawaz dît. Bi wê ferasetê ket ku jê hebû kes nikare pêşî lê bigire. Hinek jê bi gef û şantajê, bi çalakiyên terorê tirsand, hinek jî bi dayina gelek tawîzên aborî û pêşkêşkirina derfetên Tirkiyeyê bêdeng kir. Di asta global de hêz û dewletan ji vê yekê re gotin 'erê'. Di encama berjewendiyên aborî de çavên xwe jê re girtin, destek dan, piştgirî dan, li ber ranebûn û di bin dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya niha de veguherandin hêzeke bi vî rengî ya êrişkar.
Belê ev hêz îro cinawireke. Hîtlerî, Mûssolînî û Saddamiya vê serdemê ye. Zerara herî zêde jî li Kurdan dike. Her roj Kurdan qir dike, dijminatiyê li Kurdan dike. Ev rastiyeke. Herî zêde Kurdan zerar jê dîtine. Lê belê divê her kes bi vê zanibe ku Hîtlerî, Saddamî piştî ku xwe ewle kirin çawa ku gef li cîhanê xwarin û zerar dan berjewendiyên hemû dewletan, çawa ku veguherîn hêzeke dijminê mirovahiyê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê jî, dewleta Komara Tirkiyeyê jî veguheriye cinawirekî bi vî rengî yê global, veguheriye dewleta terorê û êrişkariyek ji bo tevahiya mirovahiyê metirsîdare.
Niha her kes zerarê dibîne. Eger ev hêz ji holê neyê rakirin, neyê guhertin, eger Tirkiye ji vê siyaset û zîhniyetê neyê rizgarkirin û neyê demokratîkkirin, dema bê bi qasî Kurdan wê zerareke mezin li gelên Rojhilata Navîn hemûyan, li mirovahiyê, jin û ciwanan bibe.
Dewletên ku niha sûdê ji siyaseta heyî ya faşîzma AKP-MHP'ê werdigirin wê sibe gefê ji vê cinawira terorê bixwe û zerareke cidî bibînin. Ev hêz wê veguhere asteke bi vî rengî.

Têkildarî bingeha polîtîkayên krîmînalîzekirina PKK'ê hûn dixwazin çi bêjin, ku di bin navê şerê dijî terorê de tê meşandin. Vê krîmînalîzekirinê bandoreke çawa li tevgera Kurd kir? Her wiha şerê li dijî terorê nêzîkatiya hêzên global a têkildarî Kurdan çawa guhertiye? Mînak; xelata ku DYE'yê li hemberî 3 rêveberên payebilind ên KCK'ê diyar kiriye, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Civata navneteweyî tevgera Kurd weke rêxistineke sûc radigihîne, lê destûrê dide qirkirina Kurdan ku bi destê Tirkiyeyê tê meşandin? Gelo sedema vê çi ye?

Hêzên dewletê yên navneteweyî tevgera Kurd weke rêxistineke sûc ragihandin û destûrê didin qirkirina Kurdan a bi destê dewleta Tirk. Ji vê jî wêdetir piştgiriyê didin qirkirinê. Ev ji ber çi ye? Ji ber ku zîhniyet û siyaseta ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tune bike, siyaset û zîhniyeteke global e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd ji aliyê van hêzên global ve hatiye afirandin. Ev hêzên dewletan ên navneteweyî çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin. Ji ber ku hegemonya global-dewletperest siyaset û zîhniyeta parçekirina Kurdistanê û serweriya qirker a li ser Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn afirandin. Kurdistan parçe kirin, şerê qirkirinê yê hin dewletan li ser Kurdan afirandin û nakokiyên kûr û şer di navbera Kurdan û van dewletan ava kirin. Ji xwe re kirin kar ku li ser Rojhilata Navîn şer û nakokiyan biafirînin, serweriya xwe li ser vê yekê ava bikin, nakokî û şerê li Rojhilata Navîn bi rê ve bibin, dewlemendiyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi xwespartina li van nakokî û şer talan bikin.
Ji ber vê yekê ji vê siyaset û siyaseta ku Kurdistan parçe kiriye û Kurdan qir dike, zerarê nabînin, lê jê sûdê werdigirin. Qezenca aborî jê werdigirin. Divê em vê yekê bibînin û zanibin. Lewma parçekirina Kurdistanê, meşandina qirkirinê li ser Kurdan, qebûlnekirina hebûn û azadiya Kurdan tê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd ji aliyê hêzên dewletê yên global ve hatiye afirandin û naxwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji hebûna vê pirsgirêkê sûdê werdigirin. Ji ber berjewendiyên xwe naxwazin çareser bibe. Eger çareser bibe, dema ku nakokî di navbera Kurdan û dewletên din ên Rojhilata Navîn de ji holê rabû, wê nikaribin sûdê jê werbigirin, wê berjewendiyên wan bi dawî bibe. Ji bo berjewendiyên xwe destûrê didin êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan. Li ber ranabin. Ji nedîtî ve tên, jê jî wêdetir piştgiriyê didin.
Yanî bi meşandina têkiliyên berjewendiyên aborî, bi firotina çekan, di bin navê sîwana NATO'yê de li ser bingeha 'peymana NATO'yê bi piştgiriya leşkerî û siyasî ya ji bo Komara Tirkiyeyê, piştgiriyê didin êrişên qirkirinê yên Komara Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Ne tenê ji nedîtî ve tên, ne tenê destûrê didin, di heman demê de piştgiriyê didin û aliyekî wê ne. Bûne hevparê sûcê qirkirinê yê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan dimeşîne.
Yên ku alîgirê dewamkirina pirsgirêka Kurd in, yên ku naxwazin çareser bibe hêzên dewletperest ên global in. Em komploya navneteweyî ji bîr nekin; Rêber Apo berê xwe da Ewropayê û têkildarî pirsgirêka Kurd li ser bingeha pîvanên demokratîk û mafên demokratîk neteweyî yên neteweya Kurd bernameyek pêşkêş kir. Eşkere ye ku li hemberî vê yekê êrişeke çawa hate kirin, DYE, CIA'yê çawa lêpirsîn kirin, komploya 15'ê Sibatê çêkirin, Rêber Apo çawa 23 sal in li Îmraliyê di nava sîstema êşkence û tecrîdê de dihêlin û pirsgirêka Kurd bêçareserî dihêlin. Ev hemû nîşan didin ku li ser bingeha pirsgirêka Kurd dixwazin şer û nakokî bên kûrkirin û dewam bike. Em vê yekê bi rengekî zelal dibînin.
Kê êriş bir ser Rêber Apo? Rêber Apo li Romayê çi îlan kir? Yekîtiya Ewropayê çima xwedî lê derneket? DYE çima bi rengekî çareseriyê nêzîk nebû? Hemû ji ber van sedeman bû. Beriya her tiştî divê em vê rastiyê bibînin. Di bingeha polîtîkayên vê demê hemûyan de polîtîka û zîhniyeta qirkirina Kurdan heye ku jê re pirsgirêka Kurd tê gotin. Ev jî polîtîkayeke global e. Siyaset û zîhniyeteke ku hegemonya dewleta global-kapîtalîst afirandiye. Ew xwediyê polîtîkaya qirker in. Ji ber vê yekê yên ku ev pirsgirêk afirandine ew in. Yên ku sûdê jê werdigirin ew in. Yên ku li ber çareseriyê radibin ew in. Lewma li ber wê siyaset û zîhniyetê radibin ku ew dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, hebûn û azadiya Kurdan diparêze, hişmendî û îradeya azad a Kurd, rêxistinî û çalakiya wê afirandiye, li ser bingeha mafên demokratîk neteweyî yên Kurdan dixwaze siyaset û zîhniyeta qirker ji holê rake û Kurd di nava yekîtiyê de demokrasiya xwe ava bikin. Piştgiriyê dide siyaset û zîhniyeta ku pirsgirêka Kurd afirandiye. Ji bo vê têkoşînê jî mafdar nîşan bide jê re dibêje 'Ez li dijî terorê têdikoşim'. Pênaseya 'terorê' di vê serdemê de bi vî rengî tê bikaranîn. Mixabin terorîzm daniye vê astê. Kirine pênaseyeke welê ku dijberê xwe pê sûcdar bike. Dema ku teror-terorîst tê gotin her tişt tê rawestandin.
Dewleta Tirk li ser vê bingehê şerê qirkirina Kurdan ê li dijî PKK'ê û gerîlayên PKK'ê dimeşîne bi gotina 'têkoşîna li dijî terorê' pênase dike. Dewletên ku pirsigrêka Kurd afirandine û sûdê jê werdigirin, yên ku çareseriyê naxwazin xwe li vê pênasekirina Komara Tirkiyeyê digirin û bi vî rengî pirsgirêka Kurd didin dewamkirin, piştgiriyê didin şerê qirkirina Kurdan ên ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve tê meşandin. Bi kurtasî hincetekê jê re diyar dikin. Divê mirov ji vê re bêje 'kirasê hiqûqî lê kirine'. Dibêjin 'Mafê dewleta Tirk heye ku li dijî terorê têbikoşe, em jî piştgiriyê didin vê têkoşînê'. Baş e dewleta Tirk ji kê re, ji çi re dibêje teror? Ji Kurdan re dibêje teror. Ji hebûn û azadiya Kurdan re dibêje teror. Tu li dijî wan şer dike. Ji ber ku dewleta Tirk ji Kurdan re dibêje 'teror', gelo tu jî bi heman rengî Kurdan weke terorîst dibîne? Tu têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe yên demokratîk neteweyî weke terorîzmê dibîne, red dike? Tu alîgirê qirkirina Kurdan e? Divê vê yekê bi rengekî eşkere bêje. Bi pênaseya 'terorê' dinixumînin, kirasê hiqûqî lê dikin.
Bi vî rengî hewl didin şerê qirkirinê û sûcê li dijî mirovahiyê veşêrin. Vê yekê jî bi zanebûn û bi xwesteka xwe dikin. Bi plankirî dikin. Bila nebêjin ku bi nezantî yan jî bêyî fêhmkirinê vê dikin. Berevajî, bi daxwaz û zanebûn, bi plankirî dikin.
Ji bo kirasekî bi vî rengî yê hiqûqî lê bikin di nava 40-50 salên derbasbûyî de gelek provokasyon kirin, lîstik lîstin. Divê ev yek jî bê zanîn. Em zanin ku ji bo pênaseya 'dewleta Tirk li dijî terorê şer dike' rewa bike, gelek provokasyonên hundirîn û derve di dema derbasbûyî de kirin. Yek ji van jî sala 1981'ê hewldana sûîqestê ya Mehmet Alî Agca ya li dijî Papa bû. Mehmet Alî Agca yekî MHP'î bû. Endamekî kontr-gerîla bû. Girêdayî dewleta Tirk, MÎT a Tirk bû. Li navenda Ewropayê çek li Papa kişand. Êrişek di vê astê de kir. Diyare ku gelek piştgirî wergirt. Ji Ewropayê jî hinekan piştgirî dan. Em vê yekê ji bo çi dibêjin? Çi eleqeya hewldana sûîqestê ya MHP'iyekî ya faşîstekî ya li dijî Papa bi şerê li dijî Kurdan, şerê li dijî PKK'ê û şerê qirkirina Kurdan re heye? Pêwendiya xwe wiha ye: Bi êrişeke wiha xwestin nîşan bidin ku li Tirkiyeyê teror çiqasî metirsîdar bûye, dewleta TC çiqasî di bin gefa terorê de ye, ev yek gefê li cîhanê jî dixwe, lewma têkoşîna dewleta TC a li dijî terorê mafdar e, rewa ye. Xwestin vê têgihiştinê belav bikin. Li ser vê bingehê nerewatiya darbeya leşkerî faşîst a 12'ê Îlonê xwestin veşêrin. Hewl dan mafdar nîşan bidin. Lewma xwestin ku piştgiriya ji bo darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê tê dayi mafdar nîşan bidin. Navê 'terorê' lê kirin.
Bêguman pênaseya 'terorê' ya bi çalakiya terorê ya kontr-gerîla Mehmet Alî Agca destnîşan kirin, bêyî ku cihêkariyê bixe navberê piştre li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan bi kar anîn. Bi gotina, 'Em li dijî terorê têdikoşin, binerin terorê êrişî Papa jî kir, ewqasî metirsîdar e' li dijî terora ku êrişî Papa kir, mîna ku li dijî kontr-gerîla têdikoşe li dijî Kurdan, li dijî têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan li dijî PKK'ê têkoşiyan, şer kirin. Şerê li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan bi vî rengî nixumandin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, ji bo karibin kirasekî hiqûqî li êrişên li dijî PKK û Kurdan bikin, Gladyoyê di 28'ê Sibata 1986'an de Serokwezîrê Swêdê Olof Palme qetil kir. di cih de derew kirin û gotin, 'PKK'ê kir, Kurdan kir'. Bi vî rengî gefa terorê ya li Tirkiyeyê ku ji sûîqesta li dijî Papa dest pê kir, bêyî ku pênase bike bi sûcdarkirina PKK'ê ya di kuştina Palme de, yekser PKK weke hêzeke terorê ya navneteweyî nîşan dan û êriş kirin. Her tişt spartin wê. Ev ji bo wan hedefeke rast bû. Ji ber ku kesekî weke Palme, qetilkirina serokwezîrê dewleteke weke Swêdê, qetilkirina lîderekî sosyal demokrat ê ku dixwest di asta navneteweyî de bi bandor bibe, bêguman bi ti awayî rewa û mafdar nedibû. Hêza ku ew yek kir bêguman wê ji aliyê gelan ve jî ji aliyê dewletan ve jî metirsîdar bihata pênasekirin, bi ser de biçûna ku bi vî rengî jî kirin. Li dijî PKK'ê dest bi êrişê kirin. Xwe spartin vê yekê û belav kirin ku PKK rêxistineke 'terorê' ya çiqasî metirsîdar e. Xistin lîsteyên terorê. Li dijî PKK'ê planên êrişên yên hevpar amade kirin. Li ser vê bingehê biryara NATO'yê ya şerê li dijî PKK'ê dan. Li Ewropayê PKK'î hatin girtin. Kurd hatin girtin, dozên Dusseldorfê ava kirin. Çawa ku di dema Hîtler de li sosyalîstan, li şoreşgeran provokasyon kirin, doz li wan vekirin û bi vî rengî êrişî wan kirin, heman provokasyon vê carê li dijî Kurdan, li dijî pêşengên wan ên azadiyê yên şoreşger li dijî PKK'ê kirin. Hem piştgirî dan hemû êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê yên li dijî gerîla, jin, ciwan û tevahiya gelê Kurdistanê, hem jî rewa kirin, ev yek jî di asta navneteweyî de kirin. Gelek dewlet tevlî van êrişan bûn. Li Elmanyayê doz vekirin. Îngilistanê piştgiriya herî mezin dan Komara Tirkiyeyê (TC). Ji xwe DYE'yê piştgirî dabû darbeya 12'ê Îlonê. DYE di çarçoveya NATO'yê de çawa ku şerê li dijî PKK'ê da ser milê xwe, komploya navneteweyî jî kir. Kirin ku êber Apo bê revandin, li Îmraliyê bê bicihkirin, 23 salan di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl bê girtin.
Piştî ku ev polîtîka teşhîr bûn û nema karî bê meşandin, ji bo nîşan bidin ku ev tê dewamkirin, têkildarî sê hevalên me yên di koordînasyona tevgera me de cih digirin biryara girtinê dan. Ya rast biryara qetilkirinê dan. Dewleta TC li dijî rêveberên PKK'ê lîsteyan amade dike; sor, kesk, zer, grî û yên di wê lîsteyê de bi namerdî qetil dike. Bi piştgiriya ji NATO'yê werdigire, bi hêza teknîkê, bi îstîxbarata ji CIA û PDK'ê werdigire van komkujiyan dike. DYE'yê jî bi heman rengî lîsteya xwe amade kiriye.
Em bala xwe bidinê, faşîzma AKP-MHP'ê li dijî PKK'ê lîsteyan amade dike û DYE amade dike. Çiqasî dişibin hev. Amadekirina lîsteyeke bi vî rengî ji aliyê DYE'yê ve rewatiyê dide êrişên dewleta TC ên ji bo qetilkirina rêveberên PKK'ê, her wiha teşwîq dike. TC bi hêza ji vê wergirtî bi hêsanî li dijî PKK'ê bi her cûreyî êriaşn dike, Kurdan qir dike.
Di vê mijarê de dek û dolabeke welê heye ku li gel eşkerebûnê jî bi provokasyonan di sîstema derewîn de guhertin nayê kirin. Sermeselê, tevî ku eşkere bû bê Mehmet Alî Agca çi ye, bandora wî hînê ji holê ranebûye. Bi rengekî eşkere diyar bû ku yên Olof Palme qetil kirin ti pêwendiya xwe bi PKK'ê re bi Kurdan re nîne, ispat bû. Lê belê di êrişên ji ber kuştina Palme de li Kurdan û PKK'ê hatin kirin, di biryarên di vê der barê de hatine wergirtin guhertinek jî nehatiye kirin. Di polîtîka û zîhniyetê de guhertin nîne. Her wiha rexnedayinek an jî nêzîkatiyek ku ya hatiye kirin şaş nîşan bide nîne. Lewma polîtîkayeke cuda nîne. Berevajî vê yekê di bin hincetên cuda de careke din dibêjin 'PKK rêxistina terorê ye' û hewl didin li dijî rêveberiya PKK'ê biryaran bidin.
Di Tîrmeha 2015'an de AKP û DYE'yê li hev kirin; qaşo li dijî DAÎŞ'ê tifaq kirin. TC tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bû, ji DYE'yê piştgirî wergirt, ev piştgirî jî di şerê dijî PKK'ê de bi kar anî. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi 70 balafiran êrişî kampên PKK'ê kir. Faşîzma AKP-MHP'ê heta niha ne DAÎŞ'iyek kuştiye ne jî darizandiye. Berevajî, malovaniyê ji DAÎŞ'ê re dike. Çûn û hatina DAÎŞ'ê hemû di ser Tirkiyeyê re tê kirin. Lê belê li gorî DYE'yê, dewleta TC li dijî DAÎŞ'ê şer dike! Lewma jî piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Faşîzma AKP-MHP'ê jî wê piştgiriyê digire û li dijî PKK'ê bi kar tîne. Gelo rêveberiya DYE'yê bi vê nizane? Baş pê zane. Bi zanebûn dike. Lê belê kirasekî hiqûqî lê dike. Qaşo dibêje 'Em ji bo şerê dijî DAÎŞ'ê vê dikin'. Dema ku tengav dibe dibêje 'Em li dijî Kurdan nakin' lê belê piştgiriya ku dide di şerê dijî Kurdan de tê bikaranîn. Ya rast DYE jî, Elmanya jî, Îngilistan jî baş bi vê zanin. Lê belê ji bo raya xwe ya giştî bixapînin dinixumînin. Bi vî rengî zemînê ji dewleta TC re amade dikin ku şerê qirkirinê li dijî Kurdan bimeşîne. Ev jî tê wateya dewamkirina pirsgirêka Kurd. Bi Kurdan re nakokî û şerê dewletên heyî dewam dike. Ji vê nakokiyê û vî şerî DYE jî, Elmanya jî yên din jî qezenca aboriyê bi dest dixin. Kurd dibin hewcedarê wan. Bi vî rengî tevî ku piştgiriyê didin qirkirina Kurdan jî bi rengekî sexte weke dostê Kurdan xwe nîşan didin.
Li aliyê din dewleta TC jî, Îranê jî, Iraqê jî, Sûriyeyê jî hîn bêhtir hewcedarî xwe dikin. Lewma berjewendiyên aborî hîn zêdetir dikin. Ji mêtingeriya Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye tevahiya Kurdistanê para herî zêde werdigirin. Çavkaniyên dewlemendiyê yên van deveran talan dikin. Gelekî sûdê ji vê digirin. Pereyan qezenç dikin. Ji bo pere qezenç bike qirkirina Kurdan a heyî dimeşînin, destûrê didin ku bê meşandin, teşwîq dikin, zîhniyet û siyaseta qirkirinê li ser piyan dihêlin. Makevin nava têkoşîneke demokratîk a vê yekê biguherîne. Ji vê jî wêdetir, yên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşin, yên ku ji bo jiholêrakirina siyaset û zîhniyeta qirker têdkoşin weke terorîst radigihînin û êrişî wan dikin. Di astên cuda de tevlî van êrişan dibin. Sîstemeke bi vî rengî hatiye avakirin. Xefikeke Kurd a xwe dispêre derewan, provokasyonan, siyaset û zîhniyeta qirker û li ser vê jî pereyan qezenç dike hatiye danîn.
Kurd li xefikê hatine bicihkirin û asêkirin. Dema ku têdikoşin weke terorîst têne ragihandin. Dema ku tênekoşin jî tune dibin. Hebûna wan ketine nava xefikeke bi vî rengî. Bi dewamkirian vê yekê hewl didin sûdê ji vê werbigirin. Ji vê pereyan qezenç dikin, dixwin, dewlemend dibin. Lanet li wê dewlemendiyê bê, li wan bila bibe jehr, ziqqim. Divê mirov vê bêjin. Bi vî rengî li ber rabin û teşhîr bikin.
Kar welê hêsan, bê armanc û bêberjewendî nayê meşandin. Haya her kesî ji berpirsyariya xwe heye, li holê sûcek heye û hevkariya sûc heye. Li dijî Kurdan hevkariya sûc hatiye avakirin û ev yek jî heta xwe dispêre Qirkirina Ermeniyan, Rûm, Asûrî û Suryaniyan. Lewma ev hevkariya sûc eger eşkere bibe wê her kes neçar bimînin ku hesab bidin. Ji vê ditirsin. Ji bo eşkere nebe tifaq û têkiliyên herî qirêj û veşartî ava dikin û şerê êrişê dimeşînin.

Rola PKK'ê li nava sîstema KCK'ê û li nava tevahiya tevgera Kurd çi ye?

Beriya her tiştî divê ev tespît bê kirin: Ya yekemîn PKK ne mîna PDK'ê yan jî rêxistinên din ên Kurdan rêxistineke malbatî, xanedan an jî eşîrî nîne. Berevajî vê yekê Tevgereke Azadiyê ya Neteweyî ya Kurd e ku xwe dispêre kes ê azad, civaka demokratîk û gelê Kurd. Lewma îdeolojî, siyaset, stratejî û taktîkên PKK'ê bi berjewendiyên malbat, xanedan û eşîrî diyar nabin, bi berjewendiyên têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd diyar dibe. Siyaset û zîhniyeta PKK'ê bi temamî li gorî pîvanên azadiyê û hebûna Kurdan, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tên diyarkirin.

PKK sînorên siyasî yên heyî li ber çavan bigire jî rêxistineke parçeyekî nîne, lewma parçebûna Kurdan, sînorên hatine danîn rewa nabîne. Tevgereke herêmî nîne. Rewş berevajî vê ye. Belê sînorên siyasî li ber çavan digire, lê belê tevgereke welê ye ku Kurdistanê yek û yekpare dibîne, civaka Kurd bi rengekî neteweyeke yekpare pênase dike, li nava tevahiya civaka Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, li nava jin, ciwan, karker û kedkaran, li nava civatên olî û civaka demokratîk xwe bi rêxistin dike, lewma tevgereke ji neteweya demokratîk e. Hemû cihêrengiyan hemûyan di nava demokrasî û azadiya Kurdistanê de, li ser bingeha xweseriya demokratîk temsîl dike, nakokî û şer ji holê radike û yekîtiya civakî diafirîne.
Bi kurtasî PKK tevgereke eşîrî û herêmî nîne, di heman demê de tevgereke ji neteweperestiya Kurd jî nîne; tevgerek ku tenê ji bo birêxistinkirina Kurdan dixebite û Kurdan esas werdigire nîne; tevgereke ku tenê di nava dewlemendan de xwe bi rêxistin dike û dewlemendan ji xwe re dike esas nîne. Tevgereke welê nîne ku tenê li nava mêran, li nava jinan xwe bi rêxistin kiriye, tenê li nava Misilmanan xwe bi rêxistin kiriye û olên din ji nedîtî ve tê nîne. Tevgereke welê nîne ku tenê Misilmantiyê esas digire û Elewiyan û mezhebên din ên Îslamî ji nedîtî ve tê. Berevajî vê yekê ol, mezheb, koma etnîkî, nasnameya xwe ya neteweyî çi dibe bila bibe, herêma xwe kîjan be bila bibe mirovên li Kurdistanê hemûyan li ser xeta neteweya demokratîk esas werdigire, hemûyan weke gelê xwe, weke bingeha xwe dibîne. Di nava hemûyan de kar dike û xwe birêxistin dike.
Li aliyê din PKK ne mîna di serî de PDK û hin rêxistinan nîne ku pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi kar tîne û bi vê yekê hewl dide serweriya xwe misoger bike. Berevajî, xwe, hebûna Kurdan û azadiya wan ji bo biafirîne û biparêze dest bi têkoşînê kiriye, bi vî rengî berê xwe daye armancekê, tevgereke wiha ya azadî û hebûnê ye; Tevgera ewlekariyê ya Kurdan e, tevgera parastina azadî û hebûna Kurdan e, tevgera xweparastinê ya Kurdan e.
Divê PKK, gerîlayên wê, rêxistiniya wê ya gel teqez li ser vê bingehê bêne nirxandin. Di vê mijarê de tevgereke fedayî ye. Tevgereke ku xwe ji bo azadî û hebûna neteweyî feda kiriye. Tevgereke welê ye ku li dijî êrişên li ser Kurdan ji bo parastina azadî û hebûna Kurdan bi rengekî fedayî şer dike, hebûna xwe ji bo têkoşîneke bi vî rengî feda dike, xwe bi vî rengî feda dike ji bo têkoşînê. Yanî tevgerek ji bo berjewendiyê nîne, tevgerek ji bo serwerî û desthilatdariyê nîne. Tevgereke welê nîne ku li ser Kurdan serweriya xwe çêbike. Berevajî, tevgereke welê ye ku hewl dide êriş û serweriya qirker-mêtinger a li ser Kurdistanê bişikîne, hebûna Kurdan misoger bike û azad bike, bibe hêza xweparastinê ya parastina azadî û hebûna Kurdan.
Bi heman rengî mirov dikare cudahiya PKK'ê ya ji rêxistinên din ên Kurdan destnîşan bikin: mînak, tevgereke têkoşînê ye. Tevgereke ku ji têkoşînê natirse. Bi gotina 'derfetên min, firsenda min nîne' xwe ji têkoşîna li dijî êrişên qirker-mêtinger venagire, ne tevgereke ku xwe ji têkoşînê vedigere. Berevajî, her roj şehîd dane, bi her awayî berdêl daye, di xeta fedayî de têdikoşe.
Partiyên din ên Kurd çi îfade dikin? Pasîfîst in, teslîmkmar in, berjewendîperestin, desthilatdarîperest in. Yên çekdar nîne? Hene. Sermeselê em pratîka PDK'ê binirxînin; dema ku êriş bibe direve. Wê çekê li dijî gel bi kar tîne. Li dijî dijmin, li dijî qirkeran û mêtingeran bi kar nayne. Li hemberî êrişên Saddam timî reviyan. Li hemberî êrişa DAÎŞ'ê reviyan. Em van baş zanin.
Gelek ji rêxistinên din ên Kurd teslîmkar in, pasîfîst in. Tênakoşin. Li hemberî êrişên qirker-mêtinger li ber xwe nadin. Newêrin li ber xwe bidin, vê fedakariyê nakin. Berdêla wê nadin pêş çavên xwe. Berevajî vê yekê, têkoşîna herî pasîf datîne ber xwe. Nêzîkatiya 'Em hinekî bi Kurdî biaxivin, ji bo Kurdan hinekî propagandayê bikin' nîşan didin. Ji vê wêdetir gavekê neavêjin. Rêxistineke berxwedanê, tevgereke têkoşînê nînin, nekarîn wêrekî û fedakariya wê biafirînin. Dayika berdêleke bi vî rengî nadin ber çavên xwe. Lê PKK di vê mijarê de li ser xeteke lehengiyê têdikoşe. Tevgereke rasteqîn a fedaî ye. Di vê mijarê de ti astengî li pêşiyê nîne.
Mirov dikare cudahiya PKK’ê ji rêxistinên din ên Kurdan, rola PKK’ê ya li nava têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurdistanê, rol û pênaseya wê ya li nava tevgera Kurd û tevgera neteweyî ya Kurd a giştî bi vî rengî pênase bike. Vê pênaseyê mirov dikarin berfirehtir bikin. Bêguman ji rêxistinên din gelekî cuda ye. Kes nikare bişibîne hev. Divê ev cudahî bê dîtin.
Partiyên din piranî ne tevgereke neteweyî ne. Tevgereke xanedan e, eşîrî ye, hinek jî malbatî ye. Her tişt ji aliyê malbatekê ve tê diyarkirin. Rêveberî hemû di destê malbatê de ye. Ji bav radestî kur tê kirin. Ti eleqeya xwe bi demokrasiyê, bi netewetiyê re nîne. Dixwazin sîstema xanedaniyê ya beriya sedan salî îro li Kurdistanê temsîl bikin. Mixabin navê ‘Partiya Demokrat’ li xwe dikin û mixabin hêz û dewletên ku ji xwe re ‘Hêzên Demokratîk ên Cîhanê’ dibêjin, saziyên cuda yên navneteweyî wan weke hêza demokrasiyê dibînin, weke hêza neteweyî ya Kurd dibînin û piştgiriya wan dikin. Îronî û nakokî di vir de ye. Hêzên ku van dikin gelo nizanin bê PDK çi ye? Nizanin ku hêzeke çawa ya malbatî û eşîrî ye? Zanin. Lê belê di ser wan re siyaseta xwe ya berjewendiyan dimeşînin. Ji bo xatirê berjewendiyên xwe rastiyan bi aliyekî ve dehf didin, dinixumînin, di şaşitiyê de dimeşin. Berjewendiyê ber çavê her kesî reş kiriye. Li vî cîhanê fen, lîstik û derew nemaye ku ji bo xatirê berjewendiyan hatiye kirin.
Em bên ser têkiliya navbera PKK û KCK’ê; PKK partiyeke, hêzeke rêxistinî, îdeolojîk, felsefî ye, rêxistineke. KCK jî sîstemeke rêxistinî û siyasî ya gelekî têgihiştî û rêxistinbûyî, neteweya demokratîk e ku em jê re konfederalîzma demokratîk dibêjin. KCK rêxistinek nîne. Hinek bi vî rengî fêhm dikin, bi vî rengî pênase dikin. KCK teqez ne bi vî rengî ye. Rêveberiya siyasî ya demokratîk, siyaseta demokratîk, neteweyeke demokratîk a rêxistinbûyî û xwedî sîstem e. KCK îfadeya van hemûyan e. Yanî sîwana rêxistiniya gel ê rêxistinbûyî ye. Tevgereke gel a demokratîk e, sîstemeke civakî, rêxistinî û polîtîk e. Ev rêveberî rêveberiya netewe dewletê nîne. Ev rêveberî konfederalîzma demokratîk e, rêveberiya gel a demokratîk e, sîstemeke demokratîk a xwerêvebirina gel e.
PKK ruh, hest, fikir, xeta îdeolojîk-rêxistinî ya tevgereke bi vî rengî ya gel e, lê belê rêveberiya wê nîne. KCK jî rêveberiyeke demokratîk e, rêvebirina xwe bi xwe ya gel e, vê rêveberiyê jî bi rêya komunan, bi rêya meclîsan dike. Rêveberên xwe bi hilbijartinê tên, bi hilbijartinê diçin.
Yanî rêveberiyeke gel a demokratîk e. Eger li ser bingeha yekgirtina beden û ruh bê nirxandin; PKK ruh e, KCK jî beden e. Lewma rola PKK’ê ya li nava KCK’ê ruh e, xeta neteweya demokratîk e, felsefe ye, avakirina îdeolojiyê ye, li ser vê bingehê perwerdekirina civakê ye, piştgiriya ji bo rêxistiniya civakê ye. Rêveberî gel bi xwe ye, navê sîstema rêveberiyê jî KCK ye. Têkiliya navbera PKK û KCK’ê bi vî rengî ye. Rola PKK’ê ya li nava KCK’ê di pênaseya KCK’ê de teqez li ser vê bingehê ye.
Gelo KCK tenê bi perwerde û birêxistinkirina PKK’ê dibe? Na. PKK jî di nava vê de hêzeke bingehîn e, hêzeke ku xeta neteweya demokratîk, xwerêveberiya xweser a demokratîk, sîstema konfederalîzma demokratîk afirandiye. Lê belê hin rêxistin û komên ji PKK’ê ji hin aliyan ve cuda ne jî cihê xwe di nava KCK’ê de digirin. Ew jî dikarin gelê Kurd perwerde bikin, bi rêxistin bikin. Dikarin tevlî nava rêveberiya KCK’ê bibin. Yanî di nava KCK’ê de tenê PKK nîne. Ne tenê feraseta PKK’ê heye.
Bi şertê ku konfederalîzma demokratîk qebûl bike, hemû rêxistinên cuda, hêzên îdeolojîk dikarin tevlî rêveberiya KCK’ê bibin. Dikarin tevlî nava KCK’ê bibin. Bêguman li gorî pîvanên KCK’ê bi hev re dikarin tevlî nava rêveberiya demokratîk bibin ku KCK temsîla wê dike. Lê belê bi PKK’ê re nabin yek. Wê demê wê PKK’ê re tifaq kiribin. Wê di nava têkiliyeke dostane de bin. Lê belê weke partiyên cuda wê têkoşîna xwe ya îdeolojîk bimeşînin. Ji bo têkiliya PKK-KCK’ê ev pênase dikare bê kirin.
Ya ku dihate plankirin û xwestin ew bû ku KCK li ser bingeha siyaseta demokratîk, rêxistiniyeke bêşer be. Lê belê TC’ê firsenda vê neda. Derfetên legal nedan. Mijar gihîşt asta şer. Lewma sîstema KCK’ê bi têrkerî nehate birêxistinkirin, nehate pêşvebirin. Şerê heyî vê rewşê tengav dike, asteng dike. Ev mijareke cuda ye. Lê belê Rêber Apo û rêveberiya PKK’ê nexwest bi vî rengî bibe. KCK’ê xwest bi dewletên heyî re di nava rewşeke bêşer de têkiliyê deyne û xwe bi rêxistin bike. Ji vî alî ve gelek caran kete rewşa agirbestê, karê têkilî-tifaqê meşand, lê belê siyaset û zîhniyeta ku Kurdan tune dihesibîne û dixwaze tune bike bi destê TC’ê li ser bingeha faşîzma AKP-MHP’ê ev yek red kir, êriş kir, şer kir. Şer û neçareseriya heyî li ser vê bingehê derkete holê. Naxwe ev hemû ne rewşeke ku KCK’ê dixwest. Bi taybetî jî PKK’ê nedixwest ev bibe, lê belê nekarîn pêvajoyê bi rê ve bibin. Berevajî, zîhniyet û siyaseta ku Kurdan tune dihesibîne û dixwaze tune bike, pêvajo bi rê ve bir. Ev şer jî ji aliyê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ve hate destpêkirin. Berpirsyar ew in. Niha jî ew dimeşînin. Divê ev rastî bê zanîn.

Hûn çawa dinirxînin ku KCK xwe weke aktorekî navneteweyî dibîne û mîna rêxistinên navneteweyî û hikumetan têkiliyê bi aktorên din ên navneteweyî re datîne? Armanca herî dawî ya KCK’ê ya li herêmê çi ye? Dixwaze ji aliyê aktorên din ên navneteweyî ve çawa bê pênasekirin? Dixwaze bi wan re têkiliyeke çawa çêbike?

Me pênaseya KCK’ê di pirsa beriya niha de kir. Ji ber vê yekê jî KCK (Koma Civakên Kurdistanê) têkiliya bi civak, hêz, rêveberên gel ên demokratîk ên li herêmê û cîhanê, tifaqa bi wan re weke siyaseteke bingehîn a derve dibîne û dipejirîne. Lewma hêzeke herêmî nîne, lê di heman demê de tevgereke teng a neteweyî jî nîne. Tevgereke bi armanca jiyana hevpar a gelan e ku xwedî nêrîneke herêmî û global e. Aktorekî herêmî û global e. Lewma ji xwe re dike esas ku bi hêzên gel ên demokratîk, bi rêveberiyên demokratîk, saziyên demokratîk, rêxistinên siyaseta demokratîk de di asta herî bilind de têkilî û tifaqê deyne, bi wan re tevgerên herêmî û global ên hevpar ava bike, Konfederalîma Rojhilata Navîn, Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê bi rêxistin bike, Tevgerên Demokrasiyê yên Global biafirîne. Xwe weke parçeyek ji van dibîne. Ji ber vê yekê jî ji xwe re weke kar dibîne ku tevgerên konfederalîzma demokratîk ên global û herêmê biafirîne, kongreyên demokratîk-global bicivîne, bi hemû hêzên demokratîk re di asta neteweyî de, di asta rêxistiniya jin û ciwanan, di asta tevgerên kedkar de têkiliyê û tifaqê ava bike. Ev gelekî normal e, xwezayî ye, bi wate ye. Yanî şertekî feraset û siyaseta konfederalîzma demokratîk e.
Li aliyê din bêguman ne tenê hêzên gel ên demokratîk her wiha di asta global de hêzên dewletê û desthilatdariyê hene. Sîstema netewe dewletê heye. Yekîtiyên ku dewletan di asta global de ava kirine hene. Têkiliyên KCK’ê yên bi dewletan re girîng e. Rêber Apo ev yek weke dewlet zêdek demokrasî pênase kir. Xeta xwe ya teorîk bi vî rengî ye. Yanî netewe dewlet zêdek konfederalîzma demokratîk.
Hêz û sîstemên ku netewe dewletan temsîl dikin eşkere ne, têne zanîn. Hêzên ku konfederalîzma demokratîk temsîl dikin jî KCK û hêz û rêxistinên mîna KCK’ê ne.
Niha armanca KCK’ê ew e ku gel têkilî û nakokiyan, netewe dewlet û konfederalîzma demokratîk bi hev re bin. Xet û feraseta PKK’ê bi vî rengî ye. Lewma KCK jî ji aliyê siyasî ve vê yekê datîne ber xwe. Ya rast naxwaze ku dewletan bi temamî ji holê rake, yan jî bi temamî dijberiyê li dewletê bike. Ji xwe eşkere ye ku ev jî nepêkan e. Ew bi xwe rêveberiyeke dewletê nîne. Rêveberiya gel a demokratîk e. Yanî demokrasî ye. Ti dewlet nikare bibe demokrasî. Dikare li ser demokrasiyê hesas be. Ya ku ji dewleta dixwaze ew e ku li ser demokrasiyê hesas be. Yanî, xwerêveberiya demokratîk a gelan qebûl bike. Li ser bingeha siyaseteke demokratîk a bi xwerêveberiyan re xwedî têkilî û nakokiyan be. KCK bi vê daxwazê diyar dike ku dewlet û demokrasî dikarin bi hev re bin, li ser bingeha siyaseta demokratîk dikarin di navbera hev de têkoşîna demokratîk bimeşînin, bi vî rengî li gel hev bin. Dixwaze ku ji aliyê wan ve jî bi vî rengî bê naskirin, bê pênasekirin û qebûlkirin.
Eger dewlet KCK’ê weke xwerêveberiya demokratîk, weke rêveberiya demokratîk a gel qebûl bikin, KCK jî wê dewletan nas bike, qebûl bike. Yanî dixwaze ku bi wan re rêveberiyê parve bike. Bi vî rengî dixwaze dewlet û demokrasî bi hev re bin. Lê belê eger dewletek demokrasiyê, KCK’ê nas neke, bi wê re xwerêveberiya demokratîk qebûl neke, pê re negihêje çareseriyekê, ev yek şer û nakokiyê bi xwe re tîne. Ya rast nakokiyê vediguherîne şer.
Berê li ser bingeha siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê li çareseriyê dihate gerîn, ji ber vê yekê çareserî pêk nehat û şer qewimî. Dewleta TC’ê ya heyî KCK qebûl nekir, xwest tune bike. Doz lê vekir, girt. Ev jî nebû li dijî KCK’ê şer ragihand. Ji bo KCK’ê bi temamî tune bike, ji bo rêxistiniya gel a bi rengê KCK’ê û xwerêveberiya gel bi temamî ji holê rake, ev şer da meşandin.
Ji payîza 2015’an û vir ve ev êriş dewam dikin. KCK jî li dijî vê li ber xwe dide. PKK ku hêza hebûn û azadiyê ya Kurdan e, hêza xweparastinê ye, li ber xwe dide, şer dike. Şerê heyî bi vî rengî rû da.
Ji ber vê yekê divê paradîgmaya nû ya PKK’ê, xeta wê ya xwerêveberiya demokratîk, feraseta konfederalîzma demokratîk rast bê fêhmkirin û nirxandin. Gelek hêz vê yekê berevajî dike. Hêzên dewletê rast nanirxînin. Dema ku xwerêveberiya gel tê gotin, yekser tunekirinê fêhm dikin. Weke dijminatiyeke mezin dinirxînin. Ev rast nîne. Ew bi vî rengî helwest bê nîşandan wê şer rû bide. Her kes neçar e ku li ser demokrasiyê hesas be.
Bûyerên ku vê dawiyê li DYE’yê qewimîn, li cîhanê qewimîn, nîşan dan ku dewlet neçar e ku li ser demokrasiyê hesas bin. Divê hebûna demokratîk a gel qebûl bikin. Êriş nekin, dijminatiyê nekin. Hebûna demokratîk, xwerêveberiya demokratîk a gelan qebûl bikin.
Eger ev nebe wê dewletên heyî jî nikaribin hebûna xwe dewam bikin. Cîhanê ber bi qiyametê ve dibin. Rewşa îdeolojîk li holê ye; ziwatî, şewat, lehî, cîhan dike hawar. Ji ber sekna siyasî û îdeolojîk a dewletan ku demokrasiyê qebûl nakin, her tiştî ji bo berjewendiyan dike û xwe dispêre qezenca zêde, rewşeke bi vî rengî rû dide. Pêşîgirtina li vê yekê bi esaswergirtina xwerêveberiyên demokratîk dibe.
Nêrîna KCK’ê û şêweyê ku hêzên din bi çi rengî divê li KCK’ê binerin bi kurtasî dikarin bi vî rengî vebêjin. Li ser vê bingehê, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî KCK ji xwe re dike esas ku bi dewletan re di nava têkiliyê û têkoşînê de be. Dixwaze têkoşînê li ser bingeha siyaseta demokratîk bike. Naxwaze bi şer bike. Eger dewlet serî li şerê çekdarî nede KCK serî li şerê çekdarî nade. Lê belê eger êrişa çekdarî li dij bê kirin, wê li ser bingeha xweparastinê bi rengekî rewa xwe biparêze. Ji bilî vê yekê tiştekî ku bike nîne. Lewma KCK dixwaze ku dewlet wê rast fêhm bike, pênase bike û weke xwerêveberiya demokratîk nêzîk bibin.
KCK her wiha dixwaze ku hêzên din ên gel, hêzên demokrasiyê, tevgerên demokrasiyê wê rast pênase bikin û bi van hêzan re danûstandin û têkiliyeke xurt pêk bîne. Bi taybetî ji xwe re dike armanc ku bi xwerêveberiyên demokratîk, rêveberiyên gel, hêzên gel ên demokratîk, tevgerên ekolojîst û femînîst re têkilî û piştevaniyeke xurt biafirîne, kongreyên demokrasiyê yên herêmî û global bi tevgerên demokrasiyê pêk bîne. Li ser vê bingehê dixebite. Ji bo têkiliyeke bi vî rengî bang li wan dike.
 Bi dewletan re jî dixwaze ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî di nava têkiliyê de be. Nêzîkatiya xwe ya li dewletan teqez bi rengê têkilî û têkoşînê ye. Ne tenê têkiliyê datîne û xwe ji têkoşînê vedigire, ne jî tenê têdikoşe û xwe ji têkiliyê vedigire. Dixwaze hem têkiliyê deyne, hem jî têbikoşe. Ev yek mecbûriyete. Lê belê têkoşînê jî teqez li ser bingeha siyaseta demokratîk bi pîvanên demokratîk dimeşîne. Naxwaze veguherîne şer. Bi vî rengî dixwaze ku ji rêxistiniya gel a demokratîk, ji pirsgirêkên ji ber sîstema dewlet û desthilatdariyê rû dane çareseriyê peyda bike; her cûre newekhevî, koletî, zext û mêtingeriyê ji holê rake, yekîtiyên konfederalîzma demokratîk ava bike ku her kes bi rengekî azad lê xwe bi rêxistin bike. Bi vî rengî dixwaze pirsgirêkên civakî çareser bike, cîhanê û mirovahiyê ji binê pirsgirêkan derxîne, cîhanê bike qadeke hîn jiyanî, azad û demokratîk. Hewldanên xwe li ser vê bingehê ye. Têkiliyên xwe jî li ser vê bingehê dimeşîne. Derfetên xwe ji bo afirandina cîhaneke demokratîk, azadîparêz û alternatîf seferber dike.

Di nava şert û mercên heyî de gelo pêkane ku di bin hukmê rejîma AKP-MHP’ê de pêvajoyeek aştiyê dest pê bike? Gelo pêkane ku Erdogan ji bo pêvajoyeke aştiyê bê qanihkirin? Eger pêkane be hingî pêwîstî bi çi heye? Yan jî hûn bawer dikin ku divê hikumeteke nû ya xwedî nêzîkatiyeke cuda ava bibe?

Bêguman tiştekî ku nepêkane nîne. Her tişt, kêm be jî derfetên xwe yên pêkhatinê heye. Ev derfet kêm e, zêde ye; ev mijareke cuda ye. Lê belê kêm jî be derfetê pêkhatina her tiştî heye. Di vir de ya girîng ew e ku derfet û firsend rast bêne nirxandin û armanc bi cih bê anîn. Lewma, gelo pêkane ku Tayyîp Erdogan ji bo pêvajoyeke aştiyê bê qanihkirin? Ev dibetî kêm e û derfetên xwe gelekî kêm e, di asteke bilind de derfet ji holê rabûne.
Berê pêvajoyên bi vî rengî pêk hatin. Tayyîp Erdogan jî bi hin nêzîkatiyên xwe mîna ku nîşan bide ew ji vê yekê re vekiriye, lê neçû serî, pêk nehat. Çima? Em balê dikişînin ser du sedeman; ya yekemîn qada derve teqez firsend û derfet neda çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşveçûna pêvajoyeke aştiyê ya li ser vê bingehê. Berevajî, neçareseriya pirsgirêka Kurd, şert li Tirkiyeyê ferz kirin. Gelek hêzên derve, gelek dewletên derve di daxuyaniyên xwe de mîna ku alîgirê aştiyê, çareseriya demokratîk in û li dijî şer in xwe nîşan dan. Hewl didin ku bi vî rengî bandorê li raya giştî bikin. Lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Em vê baş zanin. Eger bi vî rengî bûya sala 1998-1999’an dema ku Rêber Apo berê xwe da Ewropayê, derfetên çareseriya pirsgirêka Kurd hatin pêşkêşkirin. Wê demê wê ti dewletî ev derfetên çareseriyê red nekiribûya. Elmanya û Fransa wê Îtalya bi tenê nehişta. DYE wê komploya 15’ê Sibatê pêk neanîbûya.
Lewma helwesta dewletan a li pêşberî pirsgirêka Kurd eşkere ye. Maskeyên li ber rûyê wan ketin. Alîgirê neçareseriya pirsgirêkê ne, dixwazin pirsgirêk dewam bike. Bi vî rengî dixwazin li ser bingeha pirsgirêka Kurd nakokî û şer dewam bike. Berjewendî û sûdê jê werdigirin. Bi ser hêzên ku çareseriyê dixwazin ve diçin. Bi vî rengî zext li Tayyîp jî kirin. Herî zêde tehde li PKK’ê kirin. Êrişî Rêber Apo, êrişî PKK’ê kirin. Dema ku rêveberiya me agirbes ragihand, li Ewropayê derfet nedît ku ji bo ragihandina agirbestê daxuyaniyeke qanûnî bide. Gelek caran li me ferz kirin ku ‘Hûn ê agirbestê ranegihînin, şer dewam bikin’. Ev zext û ferzkirin carna eşkere bû carna jî veşartî, carna bi gotinê, carna jî di pratîkê de bû. Ya ku li me hate ferzkirin şer û neçareserî bû. Me ji ti dewletê zextek ji bo çareseriyê, bernameya çareseriyê, projeya çareseriyê nedît. Kes bi vî rengî derneket pêşiya me. Berevajî, bi me re têkilî danîn, fikir, siyaset û nêta me hîn bûn; dema ku nêta me ji bo çareseriyê bû, ji bo agirbestê bû, bi armanca têkbirina vê yekê êriş kirin. PKK dema ku di pêvajoya agirbestê de bû li lîsteya rêxistinên terorê ya Ewropayê hate bicihkirin, ne dema ku şer dikir. Lewma divê mirov zanibin ku ev dewlet çi dixwazin.
Ji Tayyîp Erdogan hebû ku ev dewlet hemû çareseriyê dixwazin. Jê hebû ku alîgirê Kurdan e. Lewma got, ‘Eger ez pirsgirêka Kurd çareser bikim wê piştgiriyê bidin’. Lê belê di demeke kurt de dît ku rastî berevajî vê yekê ye. Bi vî rengî piştgirî ji derve nedît. Ji derve ve nehate birêvebirin. Tayyîp Erdogan hêzeke ku ji aliyê DYE’yê ve li ser desthilatdariyê hatiye bicihkirin, bi piştgiriya derve bûye rêveberî. Lewma van dewletan, DYE, NATO’yê çi bixwasta ew dikir. Şer xwestin, rewş jî ber bi şer ve çû.
Li aliyê din bêguman dewleta TC’ê heye, rêveberiya wê ya kûr û veşartî, kontr-gerîlla heye. Neteweperest e, faşîst e, Tûranî ye, nijadperest e, şoven e. Devlet Bahçelî endamekî wê rêveberiyê ye. Hêzên mîna MHP’ê hêzeke dewletê ye ku ji aliyê wê rêveberiyê ve hatiye avakirin. Hêzên paramîlîtere.
Bi Tayyîp Erdogan re jî rehekî neteweperest heye. Bi temamî ne ji wan hêzan jî be, bi bandora wan hêzan e. Li aliyê din, mîna hêzên derve van hêzan jî zext kirin. Ev hêzên rasteqîn ên dewleta hundirîn-kûr ne alîgirê çareseriyê ne, lê alîgirê neçareseriyê ne. Alîgirê aştiyê nîne, alîgirê şer e. Bi vî rengî Tayyîp Erdogan bi rê ve birin. Di encamê de jî pêvajoyeke bi vî rengî ya şer rû da. Îro bi MHP’ê re di nava tifaqê de ye.
Ya rast Tayyîp Erdogan derfet û firsendên demokratîkkirina Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd bi giranî tune kir, qedand. Krediya ku jê re hate dayin qedand. Kurdan bi rastî jî krediyeke mezin dan wî. Gelek caran agirbest hate ragihandin, hevdîtin hate kirin. Bûn alîgirê çareseriyê. Ji pêvajoyên çareseriyê re gotin erê. Kesî bi qasî Kurdan piştgirî, firsend û derfet nedan Tayyîp Erdogan. Lê belê ev firsend û derfet rast û bi têrkerî bi kar neanî, lewma qedand. Hêzên cuda jî bandor lê kir. Bi MHP’ê re tifaq kir. Li şûna bibe hêzeke ku aştiyê pêk bîne û pirsgirêka Kurd çareser bike, bi ber bayê siyaset û zîhniyeteke welê ket ku qirkirina Kurdan bibe serî, komploya navneteweyî bi ser bixîne, bi vî rengî pirsgirêka Kurd, Kurdan tune bike, Kurdan qir bike, asîmîle bike û bi vî rengî çareseriyê peyda bike. Veguherî hêzeke siyasî ya bi vî rengî. Tifaqa heyî ya AKP-MHP’ê tifaqeke bi vî rengî ye.
Beriya her tiştî divê xwe bi temamî ji MHP’ê vegire, jê dûr bikeve. Bi MHP’ê re nikare pirsgirêka Kurd çareser bike, nikare aştiyê misoger bike. Di halê hazir de pêkan xuya nake ku AKP xwe ji MHP’ê vegire, Tayyîp Erdogan li derveyî MHP’ê siyasetê bimeşîne. Eger ji MHP’ê dûr bikeve dikare tiştekî bi vî rengî bike? Mîna berê girseyeke xwe nîne. Ji nava wan du partî ava bûn. Tevî ku Kurdan û bindestan gelek caran piştgirî dan, ev piştgirî bi rengekî nebaş bi kar anî, nekarî binirxîne. Lewma baweriya jê dihate kirin, êdî ji dest daye. Tayyîp Erdogan bêje ku ez ê vî karî bikim jî êdî ji Kurdan, jinan, Elewiyan, karker û kedkaran nikare zêde piştgiriyekê werbigire. Kes jê bawer nake.
Lewma di asta nepêkane de zehmet e ku êdî Tayyîp Erdogan polîtîkayeke cuda bimeşîne. Zehmet e ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd aştiyekê biafirîne, polîtîkayeke bi vî rengî bimeşîne. Zehmet e ku xwe ji MHP’ê vedigre, jê dûr bikeve. Zehmet e ku piştgiriyeke bi vî rengî werbigire. Eger ewqasî xwe li siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst-nijadperest negirtibûya, ewqasî êrişî Kurdan nekiribûya, piştgiriya civakî biparasta, bêguman di rewşeke bi wî rengî de hêzên derve jî bi rengekî hevgirtî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştî bixwasta û ferz bikira, hingî tiştekî bi vî rengî dibû. Lê belê di halê hazir de hêzên derve tiştekî bi vî rengî nakin.
Tayyîp Erdogan ji MHP’ê qut nabe. Piştgiriya civakî ya navxweyî jî ji dest daye. Jê jî wêdetir ji sala 2015’an û vir ve ji rêveberiyên TC’ê yên heta niha bêhtir bi rengekî hovane û qirker êrişî Kurdan kir û dike. Li Bakurê Kurdistanê tiştek nema ku neanî serê gel; gor xera kir, êriş bir ser pîrozmendiyan, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê gihand asta herî bilind, bi her cûreyî heqaret li jinan kir, bi êrişkariyeke hovane nîşan da ku wê nirxên mirovahiyê ti carî qebûl neke. Qîma xwe bi vê jî neanî, niha bi heman rengî êrişî Rojavayê Kurdistanê dike; li Efrînê, Serêkaniyê komkujiyan dike, êrişî Başûrê Kurdistanê dike; li Bradost, Heftanîn, Metînayê komkujiyan dike, gundan vala dike. Lewma veguherî qirker û komkujerê herî mezin ê li dijî Kurdan. Di nava 6 salan de tiştek nema ku nekir. Êdî nepêkane ku Kurd baweriya xwe bi vê rêveberiyê, bi Tayyîp Erdogan re bîne û jê çareseriyê hêvî bike. Teqez bawerî bi vê yekê nîne. Wê demê ya mayî têkbirina Tayyîp Erdogan e. Rêyeke cuda nîne.
Tirkiye bi Tayyîp Erdogan demokratîk nabe, pirsgirêka Kurd jî pê re çareser nabe. Ev derfet qediya ye. Ev şens û firsend qediyane. Lewma ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi rêveberiyeke nû heye. Pêwîstî teqez bi rêveberiyeke nû ya demokratîk heye ku li demokrasiyê vekiriye, demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze, çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze, ya rast li ser bingeha azadiya Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze, bi demokratîkkirina Tirkiyeyê re pîvana çareseriya pirsgirêka Kurd, bernameyeke bi vî rengî datîne heye.
HDP ji bo avakirina rêveberiyeke bi vî rengî dixebite. Ya ku dibe asteng ew e ku muxalefet xwe nade ber vê yekê. Di nava CHP’ê de di nava rêveberiya CHP’ê de hinek hene ku astengiyan datînin. Yanî di nava Tifaqa Millet de astengî hene.
Ev rewş dibe asteng ku ji aliyê rojane ve rêveberiyeke çareseriyê bê afirandin, muxalefet bê vê astê. Lê belê di vê mijarê de helwesta derve jî girîng e. Çareserî divê navxweyî be, lê belê siyaseta derve jî ji bo Tirkiyeyê girîng e. Helwesta NATO, DYE û Ewropayê ji bo Tirkiyeyê diyarker e. Ji bo CHP’ê jî diyarker e.
Eger hêzên derve bi rastî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin, eger demokratîkbûna Tirkiyeyê ya xwe dispêre azadiya Kurdan dixwazin, eger dixwazin ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd aştî bê Tirkiyeyê, eger Tirkiyeyeke bi vî rengî dixwazin û nîşan bidin ku ew rêveberiyeke bi vî rengî ya Tirkieyyê dixwazin, hingî tercîhên siyasî li Tirkiyeyê dikarin biguherin. Meylên siyasî yên ku li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze aştî û demokrasiyê pêk bîne dikarin derkevin holê. Di nava partiyên muxalefetê yên heyî de rêveberiyên bi vî rengî dikarin çêbibin. Ji ber ku gelekî bi derve ve girêdayî ne. Bandora derve gelekî li ser heye.
Ya din jî têkoşîna navxweyî ye. Têkoşîna ji bo perwerdekirina gel, têkoşîna demokrasiyê ya antî faşîst, di serî de jin, ciwan, karker, kedkar, Elewî û gelên bindest divê armanca xwe avakirina rêveberiyeke demokratîk a alternatîf a li ser bingeha neteweya demokratîk be.
Rêveberiya AKP-MHP’ê bi rastî jî tehde li civakê kir, tengav kir. Di nava van şert û mercan de siyaset û zîhniyeteke dûrî AKP-MHP’ê û li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd misogerkirina aştî û demokrasiyê li nava civaka Tirkiyeyê dikare rû bide û bi ser bixîne. Lewma têkoşîna navxweyî di asteke diyarker de xwedî wezîfeyên mezin e û hêzên demokratîk-şoreşger divê têkoşîneke antîfaşîst a bi bandor û rast bimeşînin. Feraseta wan divê rast be, bernameya wan rast be, di nava yekîtiyê de bimeşin, hem jî hêzên derve bi rastî jî Tirkiyeyeke demokratîk bixwazin. Divê Tirkiyeyekê bixwazin ku pirsgirêka Kurd çareser dike. Divê li ber rêveberiyeke Tirkiyeyê ya nijadperest-faşîst rabe. Divê li ber rêveberiya Tirkiyeyê rabe ya ku Kurdan qir dike. Divê nebin hevpar û hevalbendên faşîzmê û qirkirinê. Berevajî, divê li ber rabin. Eger bi vî rengî bibe hingî wê rêveberiyeke demokratîk a alternatîf li Tirkiyeyê karibe gelan hemûyan temsîl bike, dîktatoriya faşîst-nijadperest a Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ji holê rake û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad biafirîne. Kurdistana azad wê bibe Tirkiyeya demokratîk, Tirkiyeya demokratîk jî wê bibe Rojhilata Navîn a demokratîk. Bi rastî jî wê ji bo mirovahiyê, li ser bingeha azadiya jinê jiyaneke demokratîk û azad pêşkêş bike.