Kakeyî: Di doza Birêz Ocalan de ti yasayeke navneteweyî nehatiye pêkanîn

Parêzer û şarezayê yasayên navneteweyî Hejar Kakeyî: Di doza Birêz Abdullah Ocalan de ti yasayek navneteweyî nehatiye pêkanîn.

Roja 15’ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Kenya Nayrobiyê bi komployeke navnetewî û bi tevlêbûna îstîxbaratên Emerîka, Israîl, Tirkiye û çend welatên din ên endamê NATO’yê hat destgîrkirin û piştre radestê Tirkiyê hat kirin. Ew yek piştî ku yek ji welatên mîna Rûsya, Hollanda, Îtalya û Yewnanîstan amade nebûn ku mafê mayina wek penabereke siyasî bidin wî pêk hat.

Piştî revandin û destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dadgeha Tirkiyê destpêkê biryara îdamê derheqê Ocalan da, lê piştre ji ber xwedîderketina gelê Kurd û dostên wê û zexta navxweyî û navnetewî biryara hatibû dayin weguherandin cezayê girtîgehê ya heta hetayî. Niha jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 22 salin ku li Girava Îmraliyê ya li behra Marmarayê ya Tirkiyê girtiye.

Di vê pêvajoya 22 sal girtîbûnê de çendîn car dewleta Tirk a faşîst tecrîd xistiye ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nehiştiye ku parêzer û xizmên wî pêre hevdîtinê bikin. Her wiha çendîn car di girtîgehê de rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bûye û niha jî ti kes têkildarê jiyan û rewaşa tendirustiya wî xwedî agahî nîne; ji ber ku hatiye tecrîdkirin û rê nayê dayin ku parêzer û xizmên wî pêre hevdîtinê pêkbînin.

Dewleta Tirk di meha Tîrmeha 2011’an de deriyê Îmraliyê li ser parêzeran girt û tecrîdek di asta herî bilind de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist meriyetê. Vê yekê hêrs û nerazîbûna gelê Kurd zêdetir kir û li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat berxwedanî destpêkir.

Têkildarê ne yasayî bûna şêwazê revandin û destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha mafê girtiyên siyasî ya di çarçoveya yasayên navnetewî de û ev tecrîda girankirî ya li ser wî tê pêkanîn, parêzer û şarezayê yasayên navnetewî Hejar Kakeyî ji ANF’ê re axivî.

‘BI ZEXTEKE NAVNETEWÎ RÊ NEHAT DAYIN MAFÊ MAYINA SIYASÎ BIDIN BIRÊZ OCALAN’

Parêzer Hejar Kakeyî di destpêka axaftina xwe de qala yasayên navnetewî yên ji bo dayina mafê penabertiya siyasî kir û got: “Dema kesek mixalif ê welatekê bibe penaxwazê welateke din, li gorî yasayên navnetewî pêwîste mafê mayinê jê re bê dayin. Weke mînak Birêz Ocalan dema hat neçarkirin ku ji Sûriyê derkeve û ber bi welatên Ewropa koç bike ku destêka gera wî derbasî Îtalyayê bû lê wî welatî qebûl nekir ku mafê penaberiya siyasî bide wî. Di demekê de ye ku li gorî yasayên navnetewî ew kesên ku metirsî li ser jiyana wan heye pêwîste mafê penabertiyê ji wan re bê dayin û mafên jiyana wan were parastin. Her wiha di demekê de ku welatî bi domdarî mafê penabertiyê li welatên Ewropayê werdigirin, lê bi zexteke navnetewî komployek hat kirin û rê nehat dayin mafê mayina siyasî bidin Birêz Ocalan.”

‘BI RÊBAZEKE BI TEMAMÎ DERYASAYÎ BIRÊZ OCALAN HAT REVANDIN’

Kakeyî bal kişande ser revandin û destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir: “Mixabin ji bo destgîrkirina Bırêz Ocalan komployeke navnetewî hebû ku ji aliyê çend welatên hegemon û bi hevkariya ligel dezgeha îstîxbaratê ya Tirkiyê (MÎT) pêk hat. Li wir bi rêbazeke bi temamî deryasayî Birêz Ocalan hat revandin, destgîrkirin û birin Tirkiyê.”

‘EVANE MAFÊN BINGEHÎN ÊN GIRTIYEKE SIYASÎ NE’

Parêzer Kakeyî di berdewama axaftina xwe de têkildarê mafê girtiyên siyasî û wiha pêde çû; “Ne tenê Birêz Ocalan belku hemû girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê hatine girtin, hin mafên wan hene wek hevdîtina bi xizmên xwe, gihandina nûçe û weşanên taybet bi nûçe û rojevê ji wan re, pêkanîna pêywendiya telefonî ligel xizmên xwe û dîtina parêzerên xwe di dema pêwîst de. Evane tenê mafên bingehîn ên girtiyeke siyasî û asayî ne, lê ji bo kesekê ku pêşengiya hêzeke siyasî dike ev yek xwedî rêbazên yasayî yên cuda ye; ji ber ku pêwîste ew kes bi domdarî di nava pêywendî de be û pêwîste doktor bi berdewamî çavdêriya rewşa wî ya tendirustî bikin da ku xwe tu bûyereke cuda yê neyê xwestin neqewime.”

‘LI WELATÊN DÎKTATOR JI YASAYÊN NAVNETEWÎ RE TI NIRXEK NAYÊ DAYIN’

Kakeyî her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk yasayên navnetewî pêk nayine û wiha axaftina xwe domand; “Mixabin li welatên dîktator ji yasayên navnetewî re ti nirxek nayê dayin. Tirkiye yek ji wan welatan e ku ti nirxekê nedaye yasayên navnetewî yên ji bo parastina mafên mirovan. Em dibînin ku çend salin li ser Birêz Ocalan tecrîd heye û rê nayê dayin ti hevdîtinek bi malbat û parêzerên wî re pêk bê. Her wiha rê nayê dayin ku doktor ji bo ku bizanin rewşa Birêz Ocalan baş e biçin gel wî. Ev hemû tiştane diyar dike ku li pişt vê tecrîdê armancek heye.”

‘DI DOZA BIRÊZ OCALAN DE TI YASAYEKE NAVNETEWÎ NEHATIYE PÊKANÎN’

Parêzer Hejar Kakeyî têkildarê bêdengiya aliyên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan a li hemberî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bal kişande ser bê helwestiya wan aliyên ku behsa mafê mirovan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hemû wan welat û rêxsitinên cîhanî ku rojane behsa mafê mirovan dikin, mixabin ti carê nebûye ku derbarê meseleyekî bi vî rengî helwest nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda girankirî lewaz bike. Niha bi dehan serokên berê yên welatan heye ku li welatên din tên ragirtin, hemû wan serokane ku di Buhara Erebî de penaberî welatên din bûne niha karên xwe yên siyasî dikin. Ewane hemû di çarçoveya destûr û yasayên navnetewî ji bo parastina mafê penabertiya siyasî de ye, lê mixabin tişta ku diqewime eve ku di doza Birêz Ocalan de ti yasayeke navnetewî nehatiye pêkanîn ji bo parastina wî di çarçoveya yasayên parastina mafê penabertiya siyasî ya wî.”