Kakeyî: Êrişa li ser Mexmûrê sûcê şer e; divê bersiveke Iraqê hebe

Pisporê yasayên navneteweyî Hejar Kakeyî nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Mexmûrê da û got: "Tirkiye li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê sûcê şer dike."

Hefteyek beriya niha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 20 caran Şengal û Mexmûr û çendîn car navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin, ku di encamê de li Mexmûrê 2 kes şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Têkildarî deryasayîbûna êriş û bombebarankirina wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, her wiha bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê wê ve ku li gorî yasayên navneteweyî wek sûcê şer ê li dijî mirovatiyê tê hesibandin, parêzer û pisporê yasayên navneteweyî Hejar Kakeyî ji ANF’ê re axivî.

'EW PEYMAN BI RÛXÎNA REJÎMA BAAS RE BI DAWÎ BÛYE'

Parêzer û pisporê yasayên navneteweyî Hejar Kakeyî işaret bi binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk kir û got, "Ti peymaneke fermî di navbera her du welatên Iraq û Tirkiyeyê de nîne ku Tirkiye bikare her cûre operasyonê li nav xaka Iraqê pêk bîne. Ew peymana Tirkiyeyê ya bi rejîma Baasê re ku salên 80’an çêkiribûn û Tirkiye timî ji bo operasyonên xwe rewa nîşan bide behsa wê dike; ew peyman bi rûxîna rejîma Baas a sala 2003’an re bi dawî bûye.

Ji aliyê yasayên navneteweyî ve her liv û tevgerekî leşkerî yê Tirkiyeyê ya li nav xaka Iraqê, binpêkirina serweriya Iraqê ye û pêwîste hikumeta Iraqê pêşiya wan êrişên Tirkiyeyê bi taybetî yên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê pêk tîne bigire."

'DI ÊRIŞA LI SER MEXMÛRÊ DU SÛCÊN LI DIJÎ HIKUMETA IRAQÊ HATINE KIRIN'

Kakeyî bal kişande ser êrişa li ser wargeha penaberan a Mexmûrê û wiha pêde çû: "Di êrişa li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de du sûcên li dijî hikumeta Iraqê hatine kirin ku yek ji wan binpêkirina serweriya wê ye ku balafirên Tirkiyeyê li nava xaka Iraqê ew wargeh bombebaran kirine û mirovên sivîl kirine armanc. Ji aliyê din ve jî ew wargeh, wargeheke fermî ye ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatiye naskirin ku penaber ên siyasî lê dijîn ku ji tirsa kuştinê ji aliyê Tirkiyê ve penaha xwe anîne Iraqê û wargehek ji bo wan hatiye çêkirin."

'TI HINCETEK BI VÎ RENGÎ TUNE YE'

Parêzer Kakeyî derbarê êrişên Tirkiyê yên bi hinceta parastina asayîşa welat de wiha nêrînê xwe anî ziman; "Ya dewleta Tirk ango behsa parastina asayîşa welat ji hebûna PKK’ê di wargehê de dike, ti hinceteke bi vî rengî tune ye. Xewna Tirkiyeyê tenê tesfiyekirina PKK’ê nîne; weke mînak li Şengalê PKK nîne belku hêza Êzidxanê heye. Raste li ser fikrê Apoyî xebatên xwe birêve dibin lê di çarçoveya Heşdî Şebî ku girêdayî pergala parastina Iraq in de ye."

'HIKUMETA ERDOGAN BI TEQÎNA GEL RE RÛ BI RÛ YE'

Kakeyî di beşek din a axaftinên xwe de işaret bi sedemê zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên li xaka Iraqê kir û wiha pêde çû; "Tişta ku niha Tirkiye bi zêdekirina êrişên xwe dike ev e ku Tirkiye dixwaze xewna dewleta Osmanî careke din zindî bike. Lê niha Tirkiye di navxweyî de ji ber çendîn qeyranan ku ji wana hilweşîna aborî, daketina nirxê pereyên wê û sînordarkirina azadiyan e tengav bûye. Lewma sedemek din a zêdebûyîna êrişên Tirkiyeyê çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku Erdogan û hikumeta wî di nava hewldanê de ne ku van qeyranên ku di navxweyî de dijî bi van rêyane veguhazîne ji derve. Ji ber ku niha hikumeta Erdogan bi teqîna gel re rû bi rû ye."

'EMERÎKAYÊ ÇIRA KESK JI ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RE PÊXISTIYE'

Pisporê yasayên navneteweyî Parêzer Hejar Kakeyî da zanîn ku hikumeta Iraqê li hemberî hemû êrişên ku li ser xaka Iraqê tên kirin bêdeng e û wiha axaftina xwe domand; "Pêwîste hikumeta Iraqê li ser binpêkirinên ku Tirkiye li hemberî Iraqê pêk tîne xwedî bersivek be. Em dizanin ku ezmanê Iraqê bi destê hêzên koalîsyonê ya bi serkêşiya Emerîkayê de ye, li gorî wê diyar dibe ku Emerîka çira kesk ji balafirên şer ên Tirkiyê re pêxistiye ku êriş bikin. Pêwîste hikumeta Iraqê ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîna lezgîn bike û li dijî Tirkiyê gilî bike."

'JI BO TIRKIYÊ BINKETINEKE DIN A NAVNETEWEYÎ BÛ'

Kakeyî di beşên din ê axaftinên xwe de destnîşan kir ku hemû wan êrişên dewleta Tirk çavkaniya xwe ji binketinên wê digire û wiha axaftina xwe domand: "Hemû wan pirsgirêkên ku Tirkiye ji bo Iraqê û bi taybetî ji bo gelê Kurd çêdike, çavkaniya xwe ji binketinên ku Tirkiye pêre rû bi rû maye digire, bi taybetî di wê êrişa dawî ya li ser girtîgeha li Hesekê ku êriş serketî nebû û di encamê de bû sedemê kuştina xelîfeyê çeteyên DAÎŞ’ê li navçeyên di bin desthilatiya Tirkiyê ku ew jî ji bo Tirkiyê binketinekî din ê navnetewî bû û îsbat kir ku Tirkiye piştewaniya çeteyên DAÎŞ’ê dike ku xelîfeyê yekem ê çeteyên DAÎŞ’ê jî bi heman şêweyî li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de hate kuştin. Tirkiyê ji bo weguhaztina bera van binketinên xwe êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê kir."

'ÊRIŞÊN LI SER WARGEHA MEXMÛRÊ SÛCÊ ŞER E'

Di dawiyê de jî têkildarê sûcê şer yê dewleta Tirk ku li hemberî wargeha penaberan a Mexmûrê pêkanî parêzer Hejar Kakeyî ragihand; "Wargeha Mexmûrê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û her kes dizane ku ew wargeh, wargehekî sivîl e û xelkê penaber ê siyasî lê dijî. Ew êrişên Tirkiye li dijî wargeha Mexmûrê dike ji aliyê siyasî ve wek sûcê şer tê hesibandin. Pêwîste li ser wan sûcên şer ên dewleta Tirk li ser wargeha Mexmrûrê pêk aniye lêkolîn bên kirin."