Kadîr Înanir û Amedî li hev civiyan

Lîstikvanê sînemayê û derhêner Kadîr Înanir li Amedê tevlî kombûnekê bû.

Lîstikvanê sereke yê fîlmê "Kapi" (Derî) Kadîr Înanir, li Diyarbakir Forûm AVM'ê tevlî kombûnekê bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, endamên Meclîsa Aştiyê ya Dayikên Aştiyê û hevşaredarên HDP'î yên navçeyên Amedê jî di nav de zêdeyî hezar kes tevlî kombûnê bûn.

Înanir silav da endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dayika Fetûllah Yîgît ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye bi Nafiye Yîgît re sohbet kir.

Yîgît ji Înanir û civakê tev xwest ku bibin dengê mirovên di greva birçîbûnê de ne. Yîgît got, "Bi navê Dayikên Aştiyê, di serî de Kadîr Înanir em ji her kesî dixwazin ku ji bo bicihhatina daxwazên zarokên me yên di greva birçîbûnê de ne bi berpirsyarî rabin û wezîfeya xwe pêk bînin."

Yîgît piştî ku bal kişand ser grevên birçîbûnê û daxwazên çalakgeran, xavika spî ku sembola aştiyê ye xist stuyê Înanir.

Kadîr Înanir jî bi bîr xist, yekemcar sala 1971'ê ew hat Amedê û got, "Wê demê li Tirkiyeyê mirov ji bo bibin xwedî wesayit diketin rêzê. Wesayit kêm bûn. Mirov ji bo bikevin rêzê, pişk diavêtin. Dema ku bi şensê ji wan re wesayit derketibûya dibûn xwedî wesayit. Ez jî bi komeke qelebalix hatibûm. Min nûmareyek kişand. Mirovên xwedî şens wê biçûya wesayita xwe bianiya. Gelekî mirovan dixwestin bibin xwedî wesayit, min jî wê demê tenê gotinek got. Jiyana xwe ji şensê re nehêlin. Îro jî heman tiştî dibêjim. Hûn bi xêr hatine."

Piştî vê axaftinê Înanir û yên pê re ketin salona sînemayê û li fîlmê "Kapi" temaşe kirin.