Kaçan: Me serî li ber ti zextan netewandiye, natewînin

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Kaçan: Di têkoşîna 27 salan de me serî li ber zext, êriş û tevgerên êsîrgirtinê netewandiye, ji niha û pê ve jî natewînin. Em rûmet û kerameta Iraqê diparêzin, rêz ji hiqûqa wê re digirin, divê ew jî rêz ji bo me bigire.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan bal kişand ser hewldana dorpêçêkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve û diyar kir ku di encama hevdîtinan de lihevkirine ku rêz ji bo penaberan bê dayîn.

Kaçan li ser aloziya 27’ê Kanûnê ya Iraqê ku xwestin dora wargehê bi têla dorpêç bikin, berxwedana gel, helwest û hevdîtinên di navbera şandeya wargehê û Iraqê de hatine kirin bersiva pirsên ANF’ê da.

- Xelkê Mexmûrê xwedî dîrokek dirêj a berxwedanê ye û serî li ber ti zalim û rejîmê ne tewandiye. Ev vîna berxwedanê ya vî gelî ji kur tê ji bo me hinek qala vê bikin?

Dîroka Mexmûrê ya 27 salan, dîrokek tejî berxwedan û xwedî jiyaneke birûmet e. Piraniya Mexmûrê gelê herêma Botanê ye. Ji Şirnex heta Colemêrg, ji Colemêrg heta Sêrtê weke herêma Botan tê nasîn. Dema li dîroka Kurdan dinêrin, Botan di aliyê tekoşîn, berxwedan û ruhê serhildanê de, li ber dijmin xwedî sekin û helweste. Ev gel gelê Botanê ye, yên wan navçe û bajaran e. Bi xwezayî li gorî dîroka derbasbûyî, heta roja îro, ev gel xwedî dîrokek tejî berxwedan, jiyanek birûmet ku ti carî li ber zilm û zordariyê serê xwe netewîne û li berxwe bide ye. Ev gel, ji sedema polîtîkaya înkar û îmhayê; ya cewisandinê, ya girt û kuştinê ji gund, navçe û herêma Botanê, zext û zoriya dewleta Tirk a dagirker qebûl nekirin, sîstema cehşîtî û cerdevantiyê a ku li hember Tevgera Azadiya Kurd rabin û zarokên xwe qetil bikin li ser wan ferz dike, qebûl nekirin. Li ber zilm û zordariya dewleta Tirkiye, serî rakirin, lewra Tirkiye ji salên 90 heta 94’ê, polîtîkayeke ya tinekirin, li ser tevahî bajarên Kurdistanê, bi taybet jî gundê Kurdistanê pêk anîn. Di encama vê polîtîkayê de bi hezaran gund hatin şewitandin, bi milyonan Kurd neçarî koçberiyê bûn. Ji van gundên hatibûn ş ewitandin, gundê me jî di nav de, bûn hedefa dijmin, hem bi firokeyan, tank û topan êrîş li ser hatin kirin. Gelek welatparêz, zarok û jin, hatin qetilkirin; lewra neçar bûn penaberî Başûrê Kurdistanê bibin.

Di dîroka penaberiyê de jî ji salên 93-94 heta roja îro, çawa Tirkiye li ser gundê me, navçeyên me, zext û zordarî pêk anî, me teslîm bigire; gike kole. Li ber Tevgera Azadiya Kurd rake. Me ji bo ev yek qebûl nekir, penaber bûn. Tirkiye ti demê dev ji vê polîtîkaya xwe ya qirker û tineker berneda. Piştî em penaber bûn jî, derbasî başûr bûne, zext û êrîşên Tirkiye ya di tevahî pêvajoya jiyana me ya penaberiyê de jî dom kir. Bi rê û rêbazên cihê dewam kiriye. 

Sedemê esasî yên wargeh wargeh em bi cih bûn û me war li pey xwe hişt heta hatina Mexmûrê, êrîş û zextên dewleta Tirk a dagirker bûn. 

- Ti demê zext li ser xelkê Mexmûrê ne qediyaye, taybet piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya sala 2014’ê dîsa di 17’ê Tîrmeha 2019’an em dibînin ku konsepta êrîşan veguherî dorpêç, girtin, mirinên bi guman ê di girtîgehên PDK’ê de, vê pêvajoyê gel çawa borand, jiyan çawa derbas bû?

Dema em bên pêvajoya 2014’an û şûnde, zext û zor, zilm û zordarî êdî bi şêweyeke zelal, fîzîkî jî zêde bûn. Sala 2014’an pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê, bi pilan xwestin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a xwedî seknek berxwedêr a pêvajoya borî nekarî bilav bike, xwestin bi destê DAÎŞ’ê belav bikin, parçe bikin. Carekî din komî ser hev nebe. Bi hatina DAÎŞ’ê ya li ser xelkê Mexmûrê, avakarê DAÎŞ’ê taybet serçete Erdogan, hevalbendên xwe hebûn. Lewra, êrîşa li ser Mexmûrê, ne ji rêzê bû. Armancek cuda li pişt bû. Di heman şeva êrîş ser wargehê de, Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay raste rast li ser tv, çapemeniyê daxuyanî da û got; ‘Deriyê me yê Xabûr ji gelê me yê Mexmûrê re vekiriye dikare, vegerin Tirkiye.’ Ev nîşaneya nîşaneya hevkariya wan a bi DAÎŞ’ê re, armanca wan a têkbirin û valakirina wargehê bû. 

Piştî 2014’ê pîlanên wan ên qirêj bi ser neket, DAÎŞ têk çû. Wargeh komî ser hev bû, vegeriya. Berxwedana xwe domand. Vê carê dest bi êrîşên esmanî kirin. Ji sala 2017’ê dest bi êrîşên esmanî kirin. Bi qasî 6 caran êrîşên esmanî pêk anîn, di van êrîşan de; gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ziyanên madî çêbûn. 

Ji sala 2019’an û vir ve dorpêça PDK’ê, êrîşên DAÎŞ’ê û êrîşên balafirên Tirkiye, ev hersê ne ji hev qut in. Di çarçoveya yek polîtîkayê de tê kirin. Em gelê Mexmûrê vê yekê wisa digirin dest. Em xwedî jiyanek birûmet in, me ji bo jiyaneke bi rûmet û azad terka warê bav û kalê xwe kir, serî netewand, koletî qebûl nekir. Hem li gund û hem jî pêvajoya penaberiyê. Dorpêça PDK’ê, êrîşên DAÎŞ’ê û êrîşên balafirên Tirkiye ya li ser me, vala derketin. Bi berxwedan û sekna birûmet a gelê Mexmûrê, çiqas êrîş hebin, dema em li gorî dîroka berê qiyas bikin, wê ti êrîş nekare, çoka me bide erdê û serî bide tewandin. Heta jiyanek birûmet wê ev helwesta gelê me dewam bike. 

- Demê dawî ji bo çareserî û xebatên xizmetguzariyê ya ji bo xelkê Mexmûrê ku hem wek erdnîgarî di bin serweriya İraq’ê û dîsa saziyên Neteweyên Yekbûyî de ye bi erkên xwe rabin, hevdîtin hatin kirin. Ew hevdîtin li ser çi esasî hatin kirin, ji bo me bêjin?

Xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, li Zaxo sala 1994’ê bi greva biçrîbûnê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya destpêka avabûna wargehê pêk anî, bi berxwedana xwe ya bi rojan ketina grevên biçîbûnê û sekna xwe, daxwazên xwe bi Neteweyên Yekbûyî daye qebûlkirin. Nasnameya penabertiya siyasî standiye. Xelkê Wargeha Şehşîd Rûstem Cûdî penaberên siyasî ne. Bi xeyal û armanca rojekê bi şêweyek azad vegere Bakurê Kurdistanê, bi nasnameya xwe, çanda xwe ya azad, bi serbilindî bijî. Ev xeyal me li ser lingan hişt. Ji roja destpêk Penaberî heta roja îro, hem NY hem jî saziyên navneteweyî yên girêdayî mafê mirovan, em înkar nakin, gelek alîkarî pêşkêşî me kirine. Di warê jiyanî, perwerde, civakî, xizmetgûzarî û tenduristî de. Di wargehên borî de, gelek caran alîkariyên pêwîst kirin. Gelek caran li gorî erk, mîsyon û berpirsyariyên xwe jî, erka xwe pêk neanîne. Em pirê caran di nava zor û zehmetiyan de jiyan, ev rewş heta wargeha Mexmûrê dom kir. Di sala 98’an de dema em hatin Mexmûrê, weke gelê Mexmûrê ew dem pêvajoya rejîma Baas a Sedam bû. Gelê Mexmûrê dîsa, li Mexmûra ku hêvî ne dihat kirin zindiyek bijî, dar nebû, av nebû. Erdek hişk û zuha weke çolekê bû. Gelê Mexmûr ê gelê Botanê kedkar û karker bû, bi keda xwe, xwêdana eniya xwe ev wargeh kir cihê jiyanê. Ji beriya her tiştî saziyên xwe yên fermî yên jiyanî ava kir. Xebateke kolektîf, 5 avahî ji bo dibistanan bi kelpîçan hatin çêkirin. Bi xebatek kolektîf, mamoste û hemû beşên civakê, hem saziya Malabatên Şehîdan çêkir, Dibistan û Tenduristî çêkir. Ev berxwedan û sekna kir ku Neteweyên Yekbûyî vegerin wargehê. Bi îdayên dewleta Tirk ên ji rastiyê dûr, vegeriyan. Ketin ferqê ku kêmanî kirine, şaş bûne, vegeriyan. Ji wê pêvajoyê heta 2014’ê ximetên ji bo wargehê hebûn. Danûstandin hebûn. Lê em nikarin bêjin li gorî zagonên xwe bikin, xwedî li me derketine, em nikarin bêjin qet tiştek jî nekirine. 

Piştî 2014’ê şikestinek mezin li Iraqê çêbûn. Penaber çêbûn, bi hinceta penaber zêdebûne. Bi milyonan penaber hene, ji bo me tiştek nehate kirin. Heta em dikarin bêjin, ji valahiya Iraqê derketî, wargeha me ma bê parastin, tenê nav ma. Di bin sêwana NY’yê li Iraqê ye, tenê nav ma. Di emel û pratîkê de ti gavek ji bo alîkariyê nehate kirin. Demek dirêje, bi salan e, ji bo gelê Mexmûrê pêwîstiyên herî mezin ên weke erzaq nayê kirin, gaz nayê dayîn. Ji bo perwerdehiyê ti xizmetek nîne, ji bo tenduristî nîne. Ev rewş, bi xwe re, valahiyek çêkir. Bû sedem ku êrîş ser me çê bibin. Ji ber ku Iraq erkên xwe bi cih neanî, NY em tenê hiştin, tenê nav ma. Dewleta faşîst a Tirk ev ji bo xwe fersend dît, bi gef û êrîşên xwe yên fîzîkî êrîşên hewayî dan destpêkirin. Piştî ev êrîş berdewam kirin, di raya giştî de bi tekoşîna gelê me û serhildanê, dost û nasên Kurdan, saziyên civaka sivîl, kesayetên navdar, guh dan dengê me, xwe gihandin NY, Iraqê û her cihî. Iraq xwest li vir, li beramberî Tirkiye ji bo parastinê hinek gav bavêjin. Ev daxwazên me jî bû. Li ser vî esasî piştî êrîşa 5’ê Hezîranê pêk hat. Trafîkek ya danûstandinê destpê kir. Şandeyên me çûn Bexda û ew hatin. Me xwest pêvajoya berî DAÎŞ’ê çawa be heman rewş bikeve meryetê. Li ser vî esasî hinek hevdîtin pêk hatin. Ji Meha Hezîranê heta roja îro ev hevdîtin berdewam kirin. Herî navîna meha Mijdarê şandeyeke ya 20 kesî, weke encama tevahî hevdîtinên me, hatin li wargehê serjimêriyek kirin. Ev xalên ku niha tê qalkiri, me wan li hev kirine. Em nabêjin em li gel dewletekê muzakere kirine. Em daxwazên xwe yên mirovî, pêşkêş kirine. Em dizanin Iraq dewleteke, em gelê penaber, em mêhvanên Iraqê ne, Iraq li me bûne xwedî. Em li ber zagonan rêzdarin. Tiştên dewleta Tirk li ser Iraqê ferzdike, li ser me pêk bîne, em naxwazin Iraq bê lîstikên wan. Iraq ji jiyana me û pêjeroja me berpirse. Nabe dewletek Tirk a faşîst, axa Iraqê derbas bike, were bi kêlometreyan, li vir gelek sivîl û penaber di bin serweriya Iraqê de ye bombe bike û şehîd bike. Ev ji bo Iraqê şerm e. Ji bo NY rûreşiyeke. Ji bo vê, wan jî di hevdîtinên xwe de qal kirin, em pir êşiyan ku ev êrîş hene, li gel dorpêça PDK’ê û êrîşên DAÎŞ’ê. Êrîşên DAÎŞ’ê neqedîne. Sibata 2020’ê me şehîd û birîndar da ji ber êrîşên DAÎŞ’ê. Şandeyê jî xwest weke 2014’ê dîsa îdareyek ji Iraqê li Mexmûrê bicih bibe. Navenda Polîsan li Mexmûr bicih bibe. Seytere polîs hebin. Saziyên Navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî bên û biçin, di warê mirovî de alîkarî bikin. Li ser vî esasî me li hev kir. Tenê daxwazek me çêbû ji wan, me got, sîstemeke me ya 27 sal em dimeşînin heye. Ev sîstema me çiye? Em xwe bi xwe di hundir de pirsgirêkên xwe çareser dikin. Hemû saziyên me hene, ev sazî bê ku hem NY, hem jî Iraqê derdorî xwe bixe zoriyê; gelê xwe bi rêve dibe. Me got hûnê jî rêz bide civaka vê sîstema me. 27 salên me yên penaberiyê heye, divê qet û qet dorî wargehê têl neyê kirin. Ev daxwazên me yên esasî bû. Ewan jî li Bexda di asta herî jor de soz dan, gotin; ‘em ê rêz bidin jiyana we ya hundir. Em ê bi tu rêbazê xwe têkelî hundirî we nekin. Lê divê ew tiştên Tirkiye îdîa dikin neyên kirin.’ Me got ev tişt durî rastiyê ne, dikarin bên serjimêriyê, lêkolîn bikin. Ser vî esasî serjimêrî jî kirin. Nasnameya me nû çêkirin. Hemû gelê wargehê serjimêriya wan çêbûye, ji hêla wezareta navxweyî, koçûkoçberiyan bi serpereştiya NY nasname hate dayîn. Îro em bi wê nasnameyê dijîn, li tevahî Iraqê derbasdare. Li ser vî esasî li hev kir. Ev hevdîtin hîn encamên neketine pratîkê, tenê merkez polîsan hatiye vekirin. Seytereyê de polîsan çêbûye. Îdareya wan piştî serê salê wê bên. Serjimêrî hê tam neqediyaye. Em û Iraq li ser van li hev hatin û razî bûn. Di vî alî de nêzîkatiya gelê me ya çêker ya ji bo aramiya Iraqê, ya ku di dema hatina DAÎŞ’ê de jî, ji bo parastina destkeftiyên gelê Iraqê berdêl dayîn, ev nêzîkatî me dîtin. Bi çavê xwe dîtin Tiştên Tirkiye, PDK li ser gelê me dibêjin, weke gelek terorîst, leşkerî nav dikin, bi çavê xwe dîtin, ev dûrî rastiyê ne. Ev bêbextî ne. Ji ber ku di çavê Tirkiyeyê de, zarokekî 1 salî, ji nû dayîk bûyî, zaroke 7 salî ji ber ku xwedî nasnameya Kurd e, terorîst e. Yan tu Kurd bî, weke kole bî; kurdê min bî. Na eger Kurdê azad bî, tu terorîstî. Em Kurdên azad in. Em ne leşkerî ne, rast e em fikrê Rêber Apo diparêzin. Em li pey şehîdên xwe, li pey tekoşîna xwe ya azadiyê ne. Ev gel berdêl dane, zarokên wan şehîd dane. Îro jî bi sedan ciwanên vê wargehê li ser çiyayên Kurdistanê têkoşîn dikin. Em ne gelek leşkerî ne, em sivîl in. Me bi dehan car vê gotiye, bi çavê xwe dîtin, rastî li ber çav e. Bi xwe ji me re gotin, ew tiştên me dîtîn, berî ku em ji Bexda hatin, tiştên me bihîstîn. Ji erd heta ezman ferq heye. Di vî alî de dilxweşiya xwe nanîn ziman. 

- Li gorî daxuyaniyên ji aliyê Meclîsa Gel ve hate dayîn, di gelek mijaran de li hevkirin pêk hatin, li gorî vê hêzeke asayî vegere û dîsa saziyên İraqî û NY vegerin ser erka xwe, çibû ji nişkave Iraqê 27’ê Kanûnê bi hêzên leşkerî xwest dora wargehê bi têlan dorpêç bike?

Dema em tên 27’ê Kanûnê, rastî ev li gel nûnerên em yên hevdîtin pêk anîn, weke reşeke şok bû. Çima? Çima em bi niyetek ewqas baş, em nêzî hiqûqa wan dibin, çima em gel xwe bexş û dilsozê nirxên Iraqê û gelê Iraqê û destkeftiyên wan in, çima 27’ê Kanûnê Iraqê bi gavekê xwest, weke kole, weke êxsîran xweste dorî wargehê bigire. Me raste ji wan re nav kir, ya ku li me hatî kirin bêbextî ye. Me 27 sal in qebûl nekiriye, vê qebûl nakin. Ev ya hatî kirin, me ji Iraqê hêvî nedikir. Ji ber ku wan got, hûn mêhvanên me ne, em neçarin we biparêzin. Gelo parastin, zindanek servekirî avakirine. Weke PDK pêk anî, 2 sal zêdetire, dorpêç heye. Gel ew jî dixwazin me bêxin qefesê. Eve mêhvanperweriya Iraqê. Me ji bo wan gotiye derveyî wargehê, hemwelatiyê dervey zagonê Iraqê tevger bike, şaştiyek bike, sûcek bike, wê li gorî zagonên Iraqê bê cezakirin. Ji bo vê, pêngava, hewldana dorî wargehê têlkişandin, gelê rabû serxwe. Rê li ber aciziyek mezin vekir. Tevahî gel herikîn qadê. Berê xwe dan navenda Iraqê. Şandeya me hevdîtin kir. Nûnerên hêzên Iraqê yên Mexmûrê raste rast li gel Bexda li gel cihê peywendîdar têkilî danî û aciziyê em gihand wan. Ev heldan pêngav sekinîn, soz dan ku carekî din wisa nekin. Xwestin em jî li gel Bexda hevdîtinên pêwîst bikin. Pirsgirêkên derketîn çareser bikin. Ev daxwaza me ye jî. Em gelê Mexmûrê, em nealîgirên aloziyê ne. Em li vir, demkî ne; kengê li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn a Tirkiye guhertinên pêwîst di aliyê netewa Kurd de, hema di aliyê hemû kêmnetewan de çêbû, tevahî gelên ji ber siyaseta dijminane ya Tirkiye penaber bûne, wê vegerin ser axa xwe, bijîn. Ji bo wê em dibêjin em demkîne. Divê Iraq jî, vê dema pêşiya me, li şûna çavê Tirkiye li me binêre, zextê bike. Em dixwazin di qada navnetewî piştgirî bide, li ser Tirkye zextê bike. Tirkiye gav bavêje, ev şerê tê meşandin, raweste. Pirsa Kurd çareser bibe, nasnameya Kurd were naskirin. NE ku gelê Mexmûr, bi milyonan gelê penaber bûne vegerin ser axa bav û kalên xwe. Şer kuştin û tevlîhevî rabe. Ji bo wê Iraq di rewşeke zor de ye. Em vê dizanin. Iraq lewaz e, di bin êrîşan de ye. Tayber vê dawiyê çawa DAÎŞ dijminê mirovahiyê gelek berdêl bi Iraqê da windakirin, îro jî dîsa 3 leşkerên Iraqê li çiyayê Hemrînê jiyana xwe ji dest dane. Di vê mehê de bi dehan leşker û sivîl hatine kuştin. Xeteriya DAÎŞ’ê heye. Xêrnexwazên gelan ên Iraqê jî li ser masê ne, li ser kar in. Tam di vî wextî de weke gelê Mexmûrê em naxwazin, bi ti aloziyekê re rû bi rû bên. Em amade ne, ji bo parastina destkeftiyên gelên Iraqê tevahî erkê dikevin ser milê xwe pêk bînin.

- Herî dawî daxwaz û banga we çiye?

Weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ev daxwazê me ji Iraqê û NY heye; ji dost û saziyên civaka sivîl heye. Ji Hêzên Navnetweyî û taybet gelê Kurd ê çarparçeyên Kurdstan û derveyî Kurdistanê heye divê tekoşîna me ya birûmet de, car bi car êrîşên li ser me çêdibin, li ber bêdeng nemînin. Em ti caran li beramberî cewisandin, zilm û zordariyê em ê serî netewînin, em ê li ber xwe bidin. Divê xeta berxwedanê de, di vê meşa jiyana birûmet de, em dixwazin tevahî gelê Kurd û tevahî dostên Kurdan, saziyên mafê mirovan herêmî û derve li gel me cih bigirin û piştgiriya pêwîst bidin me.