Jiyanek ji bo dozê: Zulkuf Gezen

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zulkuf Gezen sala 2019'an çalakiya fedaî kiribû. Dayik Havva Gezen qala kurê xwe Zulkuf Gezen kir.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7'ê Mijdara 2018'an de ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hate destpêkirin, bi beşdariya bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê pêl bi pêl mezin bû. Piştî mehekê 30 girtiyan çalakiya xwe veguherandin Rojiya Mirinê. Çalakî di roja 200'î de piştî ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê karîbûn serdana Girava Îmraliyê bikin hate qedandin. Di nava 200 rojên çalakiyê de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çalakiyên fedaî hatin lidarxistin. Çalakgerê destpêkê jî Zulkuf Gezen bû.

Gezen li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê piştî roja 17'an a greva birçîbûnê dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve li Stenbolê hate revandin û bi zordarî bi balafirê birin Amedê. Ji bo bi lez û bez bê veşartin jî gef li malbata Gezen hate xwarin. Ji ber gefên polîsan cenaze bêyî merasîmê hate veşartin.

HEM DIXEBITÎ HEM JÎ DIXWEND

Malbata Gezen ji Amedê ye û demeke dirêj li navçeya Sûrê ma. Dayik Havva û bav Şeyhmûs Gezen zarokên xwe di nava şert û mercên giran de mezin kirin. Zarokên wan jî dema ku mezin bûn dest bi kar kirin û hewl dan alîkariya aborî bi malbata xwe re bikin. Zulkuf jî ji aliyekî ve dixebitî ji aliyekî ve diçû dibistanê.

JI HER KESÎ HEZ DIKIR, HER KESÎ JÊ HEZ DIKIR

Dayik Havva Gezen bi serbilindî qala kedkariya kurê xwe Zulkuf kir û got, "Zulkuf û birayên wî bi firotina avê, bi boyaxkirina pêlavan hewl didan ji malbatê re bibin alîkar. Pereyê ku qezenç dikir hem bi malbata xwe re parve dikir, hem jî ji bo dibistanê bi kar dianî. Di temenê biçûk de ji aliyê derdorê ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Rojekê bi tenê jî bi hevalên xwe re şer nekir. Di têkiliyên hevaltiyê de kolektîf bû, nanê xwe bi derdora xwe re parve dikir."

HER KESÎ BI FEDAKARIYA WÎ ZANÎ BÛ

Zulkuf di dema xwendina lîseyê de li dermanfiroşekî dest bi kar kir. Li gel çûyîna kar û dibistanê her wiha gîtarek jî ji xwe re kirî û li Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê dest bi kûrsê kir. Zulkuf ku gelek kar bi hev re kir, li vê derê bû xwedî nasnameya polîtîk.

Dayik Havva Gezen anî ziman ku piştî Zulkuf dest bi karên polîtîk kir weke malbat bala wan jî hîn bêhtir çû ser nirxên neteweyî û got, "Zulkuf bi taybetî di Serhildana Amedê ya 2006'an de têkoşîna xwe diyar kir. Cîranên me yên qala wê demê dikin, her gavê dibêjin ku çawa alîkarî bi mirovên li bendan dikir, çawa fedakarî dikir. Zulkuf ji mirovên xwe, ji gelê xwe hez dikir."

12 SAL BÛ KU GIRTÎ BÛ

Zulkuf piştî Serhildana Amedê 40 rojî dîlgirtî ma û dûre hate berdan. Lê belê piştî salekê careke din hate girtin. Ji sala 2007'an heta şehadetê Zulkuf dîlgirtî bû. Malbata wî jî 12 salan di çûn û hatina hevdîtinên li girtîgehê de gelekî zor û zehmetî kişand.

Dayik Havva Gezen qala pêvajoya girtîgehê ya kurê xwe kir, "Dema ku em çûn hevdîtinê, tevî ku ew di rewşeke zehmet de bû hewl dida moralê bide me. Dema ku ji bo hevdîtinê em diçûn Gîresûn û Tekîrdagê, xelkê wan deveran mîna cinawiran nêzî me dibûn. Ji ber Kurdîtiya me, xwe ji me vedigirtin. Dema ku me Zulkuf didît, hingî pirsgirêkên me hemû ji bîra me diçûn. Dema ku em dihatin malê jî Zulkuf mîna çîrokekê timî li ser zimanê me bû."

JI BO XATIRXWESTINÊ GERIYA

Dayik Havva Gezen li ser pêvajoya şehadeta kurê xwe Zulkuf got, "Ji xwe greva birçîbûnê dewam dikir û em hemû bi fikar bûn. 15 rojan carekê mafê axaftina bi telefonê hebû. Çend roj beriya şehadetê geriya û bi min re axaftineke bi hestewarî kir, bêguman min fêhm nekir. Ji bo xatirxwestinê geriya bû. Ji nexweşxaneyê li me geriyan û agahiya şehadetê dan. Destpêkê me bawern ekir. Me got ku nûçeyek derew e, ji bo ji aliyê psîkolojîk ve bandorê li me bikin ev agahî dane. Piştre em li girtîgehê geriyan, hîn bûn ku agahî rast e. Ji xwe şeva destpêkê cenazeyê wî bi lez û bez revandin û anîn Amedê. Hîn cenaze di balafirê de bû polîs hatin malê û bang li bav û birayên wî kirin. Xwestin ku çawa cenaze gihîşt Amedê divê yekser veşêrin. Me jî got ku em ê serê sibehê veşêrin.

POLÎS BI RENGEKÎ EŞKERE GEF XWAR

Her ku me digot ku em naxwazin cenazeyê xwe bi lez û bez veşêrin, polîsan gotin ku li ser medya dîjîtal ji bo beşdariya li merasîma cenaze bang hatiye kirin, eger bi lez veneşêrin ew ê veşêrin, eger ji serê sibehê re bihêlin wê êrişî darbestê bikin. Ji xwe cenaze di destê wan de bû. Ji balafirgehê yekser birin goristanê. Li gora ku berê kolandibûn veşartin. Ne hiştin ku em wecîbeyên olî bi cih bînin, ne jî hiştin ku xizmên me bên goristanê. Piştî ku hate veşartin dema me dest bi xwendina duayê kir, gotin 'Bilezînin, em ê nikaribin li benda we bisekinin' û her kes belav kirin. Bi kurtasî cenaze revandin, li me hemûyan dan û gef xwarin."

Piştî şehadeta Zulkuf, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ûgûr Şakar jî çalakiyên fedaî kirin.