'Jiyana hevjîna azad xeta azadiyê ye'

Gerîlayên HPG'ê bi ronahiya hişmendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl didin di kesayetiya xwe de guhertineke bingehîn çêbikin û destnîşan dikin ku ev hewldana wan a ji bo guhertinê wê her tim dewam bike.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya HPG'ê Firat Cesûr bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî û bla kişand ser têkoşîna zayendî û guhertina zîhnî. Cesûr got, "Nêzîkatiya li gorî pergala kapîtalîst jinê jî, zilam jî dike kole."

Wek tevgera azadiyê û gerîlayên HPG hûn 8'ê Adarê çawa pêşwazî dikin û ji bo we tê çi wateyê?

8'ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê wek roja têkoşîn û berxwedanê tê dîtin. Jinên kedkar wek mîrateyeke giranbiha diyarî tevahî jinên azadîxwaz kir. Serokatî li hember mêtîngeriya li ser jinê bîrdoziya rizgariya jin afirand. Bêguman di çarçoveya vê bîrdoziyê de zanistiyên pir mezin jî çêbûn. Em dikarin weke zayîneke nû binirxînin. Hem mizgîniya biharê hem jî ji bo jinên cîhanê pir pîroz û watedare. Em jî weke gerîlayên HPG'ê di nava vê mozaîka rengan de 8'ê Adarê pêşwazî dikin.

Wek tevgera PKK'ê li hemberî pergala heyî armanca we jiyanek alternatîf afirandine. Serokê Tevgera Azadiyê Birêz Abdullah Ocalan di nav vê jiyanê de ji bo jina azad Zîlan û ji bo zilamê azad jî Fikrî Baygeldî mînak dide. Hûn ji bo ku vê biafrînin di tevgera xwe de têkoşînek çawa didin?

Di vê xetê de Serokatî dixwaze jina azad û zilamê azad biafirîne. Di vê çarçoveyê de ku Serokatî diyar kiriye em dixwazin têbikoşin. Li gor wê çarçoveyê em perwerde dibînin. Lêhûrbûnên me jî di wê çarçoveyê de ne. Li ser şopa Fikrî Baygeldî em dixwazin vê armancê pêk bînin. Zilamê desthilatdar li ser vê bîrdoziyê cilên pergalê ji xwe dike û yê xeta azad dixwaze li xwe bike. Pêwîste em vê di hişmendiya xwe de pêk bînin. Helbet zehmetî jî tê kişandin, ji ber ku zihniyeta ku pergal li ser me ferz kiriye em dixwazin di xeta zilamê azad de pûç bikin. Ev jî hewldanên mezin dixwaze. Dem bi dem kêmasî rû didin. Bi salan li gor pergala kapîtalîst em jiyan. Ji ber wê em dizanin ku derbaskirina vê hêsan nîne. Mezinkirina malbatê jî ya zarokê xort li gor pergalê ye. Şewazekî wisa mezinbûn dihêle ku di her alî de ev zihniyet di kesayet de bi cih bibe. Di vê zihniyetê de jin bindest e, zilam jî serdest e. Kesayetek wisa tê avakirin. Li hember zilamê klasîk di kesayet de afirandinên zihnî pêş dikeve. Bi şewazê evîneke ji rêzê nêzbûn nayê qebûlkirin. Ev nêzîkatî ne zilam azad dike ne jî jinê li cewhera wê vedigerîne. Nêzîkatiyên li gor pergala kapîtalîst jinê jî zilam jî dike kole. Ger em dixwazin xwe azad bikin pêwîste em têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê jî qebûl bikin. Serokatî behsa jiyana hevjîna azad dike. Ger em vê pêk bînin em dikarin azad bibin. Jiyana hevjîna azad xeta azadiyê ye.

Herî dawî der barê 8'ê Adarê peyamek ku hûn bixwazin bidin heye?

8'ê Adarê destpêkê li dayikan, hemû hevreyên xwe yê ku li dijî pergala desthilatdar li ber xwe didin û hemû gelan pîroz dikim.