Jinên Kurd û Fransayî li Festîvala Rojbîn li hev kom bûn

Jinên Kurd û Fransayî li Festîvala Jinan a Rojbîn (Fîdan Dogan) a 3'emîn li hev kom bûn.

Festîvala Jinan a Rojbîn (Fîdan Dogan) a Sêyemîn li Parîs Creteil Pompadourê pêk hat û jinên Kurd û Fransayî ji gelek bajarên Fransayê tevlî bûn.

Ji Berdevkên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Şengul Karaca di destpêka festîvalê de axivî.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) peyamek şand festîvalê û festîval silav kir.

Di peyamê de hate ragihandin, Festîvala Jinan a Rojbîn bûye festîvaleke daîmî ya ku peyamên siyasî, çandî, polîtîk û civakî yên jinan tê dayin û hate gotin, "Bi festîvalên bi vî rengî jin li dijî sîstemê çalakiyên alternatîf ên çandî û siyasî pêk tînin, îradeya jinan bêhtir nîşan didin ku ev yek hevdîtinên hevpar ên jinan her sal xurtir dike. Em hêvî dikin ku bi karên bi vî rengî wê eniya jinê ya demokratî hîn bêhtir bibe xwedî zemîna rêxistinbûnê û rola xwe ya dîrokî pêk bîne."

Hevkoordînatora Partiya Çep a Fransayê Danielle Simonnet jî li festîvalê axivî. Simonnet got, ew piştevaniya jinên Kurd û festîvala Rojbîn dikin.

Di festîvalê de koma govendê û hunermend Meral Alkan, Denîz Deman, Xecê Yaşar, Rûken Newa û Dîlana Rojarya û Pinar Aydinlar derketin ser dikê.

Ji bo zarokan jî du parkên lîstikê hatin amadekirin.