Jinên ku tevlî nava refên gerîla bûn: Divê jin ên ciwan bi berpirsyarî rabin

Jin ên ciwan ên Rojavayî ragihandin ku ew tevlî nava refên PKK'ê bûne û diyar kirin, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Komek ji jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî nava refên PKK'ê bûn û li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

"Em; jin ên ciwan ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser Rêberê xwe weke tecrîda li dijî tevahiya mirovahiyê dibînin. Bi rêya vê tecrîdê dixwazin pêşî li îdeolojiya azadiya jinê ya Rêberê me bigirin. Bêguman ji ber ku nekarîn îrade û îdeolojiya Rêberê me têk bibin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê.

Lê belê li hemberî berxwedana gerîlayên YJA Starê ku her der kirine qada têkoşînê û li hemberî berxwedana jin ên berxwedêr ên ku felsefeya Rêber Apo pejirandine, nekarîn bisekinin û bi vî rengî armanca zîhniyeta desthilatdarîperest bi cih nehate anîn. Gerîlayên YJA Starê bi pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê re careke din nîşanî dagirkeran dan ku nikarin li herêm û çiyayên Kurdistanê bimînin, wê rê nedin zîhniyeta baviksalar.

Dagirkeran bi rêya êrişên şerê taybet ên mîna; destavêtin, fûhûş, xapandina jin ên ciwan, revandin, destavêtin, destdirêjî û windakirina jin ên ciwan xwestin ku vê têkçûna xwe binixumîne. Her wiha di encama xiyaneta Kurdên xayin ên li Başûrê Kurdistanê, jiyana jin ên ciwan bi kapîtalîzmê û şerê taybet ve girê dan. Li hemberî van êrişan berpirsyariya ku dikeve ser milê me ew e ku bi erka xwe ya pêşengiyê rabin, bersivê bidin pêvajoyê, bi vî rengî berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî pêngava 'Werin cenga azadiyê, dem dema azadiyê ye' bibin.

Em dubare dikin ku ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi taybetî jî ji bo bîranîna şehîdên pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê em ê xwedî li têkoşînê derkevin, soz didin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bêguman jin ên ciwan ên cîhanê bi taybetî jî jin ên ciwan ên Kurdistanê divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji bo serketina dîrokî ya mirovahiyê berê xwe bidin çiyayên azad.

Em soza xwe ya serkeftinê di destpêkê de ji Serokatî, şehîdan, gelê Kurd û tevahî gelê cîhanê re, ji bo jinên ku bi zihniyeta baviksalarî hatiye kuştin nû dikin û em dibêjin 'Dem dema azadiya jinê, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê ye'."