Jinên Kerkûkî: Bi azadiya Birêz Ocalan civak azad dibe

Jinên Kerkûkî komploya navneteweyî şermezarkirin û gotin, "Komploya 15'ê Sibatê ji bo gelên bindest hemûyan bi taybetî jî ji bo jinan rojeke reş e."

Jinên bajarê Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û ji bo azadiya civaka Kurd bi giştî û bi taybetî jinan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

JINÊN KERKÛKÊ XWEDÎ LI OCALAN DERDIEKVIN

Rojnamevana bi navê Xelat Şiwanî komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Rêber Ocalan pêşeng û şoreşgerekê mezin ê gelê me ye ku roja 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navnetewî hat destgîrkirin. Em wek jinên Kerkûkê pir bê êşiyan û ew rewşê me nerihet kir; ji ber ku Rêberê me bi hêz û mezin e û em xwedî lê derdikevin.”

‘HEWL DAN KU ÎRADEYA GELÊ KURD BIŞKÎNIN’

Xelat Şiwanî bal kişande ser armanca komployê û diyar kir; “Dewletên dagirker bi vê komploya navnetewî û zilmkirina li Kurdan re hewl dan ku îradeya gel bişkînin, lê îradeya gelê Kurd ji ya ku dijmin bikarin bişkînin qawîmtir e.”

‘DAXWAZA ME YA SEREKE AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN E’

Rojnamevana jin her wiha îşaret bi kampanyaya ‘Azadî ji Bo Ocalan’ jî kir û wiha pêde çû, “Bi rastî jî cihê mixabiniyê ye ku kesek jêhatî wek Birêz Ocalan li girtîgehê ye, hêvîdarin ku civaka navnetewî li hemberî binpêkirinên ku li dijî netewa Kurd tên kirin bêdeng nebe. Lê mixabin dewletên heyî timî berjewendiyên xwe li ser hemû mafên neteweyan dizanin, eger daxwazên Kurdan li ber çavan bê girtin vê çaxê daxwaza me ya sereke eve ku Birêz Ocalan bê azadkirin. Ji ber ku Birêz Ocalan xweşewîstê hemû gelê Kurd e. Tirkiye bi hewldanên xwe nikare îradeya gel bişkîne. Çiqasê zilm li gelê Kurd bê kirin ewqasê bihêztir dibe.”

‘BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN CIVAK AZAD DIBE’

Xelat Şiwan di dawiya axaftina xwe de wiha behsa bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser azadiya jinan kir; “Birêz Ocalan her tim xwedî li mafê jinan derketiye, ji ber ku baweriya wî bi hêza jinan hebûye. Timî piştewanê jinan bûye ku hêza jin a pêkanîna her tiştî heye, lewma bi azadiya Birêz Ocalan jin azad dibe û hemû civaka Kurd li her çar beşên Kurdistanê azad dibe.”

‘15’Ê SIBATÊ ROJEKÎ REŞ E JI BO HEMÛ GELÊN BINDEST’

Çalavana Mafê Jinan Dilvan Ekrem jî komploya navnetewî şermezar kir û wiha nêrînên xwe yên di vê derbarê de anî ziman, “Em wek jinên Kerkûkê û jinên çalakvan ên Kurd roja 15’ê Sibatê ku komployeke navnetewî bû wek rojeke reş li hemberî hemû gelên bindest ên cîhanê bi giştî û bi taybetî li beramberî jinan dibînin, ji ber ku Rêber Apo bi rêya hizr û felsefeya xwe her tim hewl daye prisgirêka azadiya jinan û neteweyên kêm hejmare û gelên bindest çareser bike. Welatên sermayedar jî wan hewldanên Rêber Ocalan wek metirsiyekê li ser pergala sermayedarî dît.”

‘PERGALA SERMAYEDARÎ BIHEVRE JIYANA GELAN WEK METIRSÎ DIBÎNE’

Dilvan Ekrem têkildarê tirsa sîstema sermayedarî ya ji hizra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Azadkirina Rêber Ocalan dibe sedemê çareseriya bi giştî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsgirêka azadiya jinan. Welatên sermayedar Rêber Apo wek metirsiyekê li ser pergala xwe dibînin, ji ber ku hizra Rêber Ocalan li ser bihevre jiyana gelan tekez dike ku welatên sermayedarî bihevre jiyana gelan wek metirsî li ser berjewendiyên xwe dibînin.”

‘PÊWÎSTE JIN TEVLÊ KAMPANYAYA AZADÎ JI BO OCALAN BIBIN’

Çalakvana jin Dilvan Ekrem destnîşan kir ku divê jin tevlê kampanyaya ‘Azadî ji Bo Ocalan’ bibin û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî; “Em jinên bajarê Kerkûkê tevlê kampanyaya ‘Azadî ji Bo Ocalan’ dibin û li hemû jinên Kurd û cîhanê dixwazin ku tevlê vê kampanyaya ji bo azadkirina Birêz Ocalan bibin. Her wiha ji parlementer, kesayetiyên siyasî û rewşenbîr û hemû çîn û kesimên civakê dixwazin ku tevlê bê kampanyayê bibin. Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan xizmeta çareserkirina bi giştî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybetî ximetê ji doza rewa ya gelê Kurd dike.”