Jinên ji Bakurê Sûriyeyê li Hambûrgê qala şoreşê kirin

Li Hambûrgê bi navê "Yekîtiya jinan wê rê li ber azadiyê veke" panelek hate lidarxistin.

Panela ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin êvara Yekşemê li zanîngeha Hambûrgê pêk hat.

Nûnerên jinên Kurd, Suryanî û Ereb ên ji Rojava hatin, weke qiseker tevlî panelê bûn.

Di panelê de ku nivîskar Anja Flach moderatora wê bû, qala rola jinê ya di nava Şoreşa Rojava de hate kirin.

JIN BÛN XWEDÎ BIRYAR

Avîn Sewaîd bi navê Kongreya Star axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi keda jinê tê hûnandin.

Sewaîd wiha pê daket: "Rêberê me dibêje 'Heta jin azad nebin, civak azad nabin'. Em bi vê felsefeya rêberê xwe dixebitin. Bêguman tecrûbeyeke ji 40 salî heye. Bi vê şoreşê re jin di warê leşkerî, parastin, aborî, edalet, perwerdeyê de bûn xwedî biryar. Biryarên têkildarî jinan ji aliyê jinan bi xwe ve tên dayin."

LI PÊŞIYA SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ HÎN JÎ PIRSGIRÊKA MÊR HEYE

Sewaîd da xuyakirin ku sîstema hevserokatiyê hîn bi temamî bi cih nehatiye û got, "Di vî warî de hîn pirsgirêk hene. Mêr hîn jî seroka jin weke alîkara xwe dibîne. Hîn hin mêr hene ku mohra hevserokatiyê weke 'mohra suleyman' xistine bêrîka xwe. Jin jî gelek caran bi xwe re nabînin ku li ber vê yekê rabin."

Avîn Sewaîd destnîşan kir ku ew dixwazin jin bi temamî li ser piyan bisekinin, biryarên xwe bi xwe bidin û got, ji bo vê yekê ew li herêmê bi jinên Ereb, Asûrî, Êzidî û Tirkmen re bi awayekî hevpar tevdigerin.

LI ŞEHBAYÊ PIRSGIRÊK HENE

Sewaîd bi dewamî got, "Destpêkê dibe ku me zor û zehmetî kişand, lê em gelekî bi pêş ve çûn. Ji meclîsan heta jiyana rojane em xwe li her cihî bi rêxistin dikin. Bêguman kêmasî gelek in. Gelek pirsgirêkên mirovên piştî dagirkirina Efrînê çûn Şehbayê hene. Ji ber ku dor li mirovên li Şehbayê hatiye girtin, nikarin biçin Helebê jî ku bi 20 kîlometreyan dûr e. Zarok nikarin perwerdeyê bibînin. Li nava mirovên piştî dagirkeriyê li vir li hev civiyan gelek nexweşî der bûn. Gelek jinên ku digotin 'dagirker nikarin tiştekî bi me bikin' û ji Efrînê derneketin, bû hedefa destavêtinê û hatin revandin. Divê em teqez alîkariyê bidin mirovên xwe yên li Şehbayê."

JI BO PARASTINA XWE ME NEÇARÎ DEST AVÊTIN ÇEKÊ

Nûnera jinên Suryanî Nazîra Goreya jî bi bîr xist ku gelê Asûrî-Suryanî di dîrokê de her tim zilm û zordarî dîtiye û got, "Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir, çi hat bi serê hindekahiyên din, heman tişt hat bi serê me jî. Ji ber ku em Suryanî civakeke vekirî ne, yekser bûn hedefa wan. Ji bo xwe ji metirsiyê biparêzin, me tevî jinên Kurd xwe parastin û têkoşîneke hevpar dan. Çarenûsa hemû mirovên li wê derê bi hev ve girêdayî ye. Tevî ku em qet hzji çekê nakin, ji bo em neyên kuştin û destavêtin li me neyê kirin, me rahiştin çekê. Em niha xwe li dijî metirsiyê diparêzin. Bêguman em dixwazin li qadeke demokratî bi awayekî bêtirs bijîn."

ESARET WEKE AZADIYÊ PÊŞKÊŞÎ ME KIRIN

Qisekera dawî ya panelê, jina Ereb a bi navê Khawla Alîşa Alhammoûd bû. Alhammoûd anî ziman ku ew ji Reqayê hatiye û got, "DAÎŞ'ê dema ku Reqa dagir kir, soza da ku wê di nava pîvanên Îslamî de azadiyê bîne. Lê belê hemû mafên me ji me stendin û em li malê kirin hepsî. 5 salan jiyaneke mîna ya koleyan li ser me ferz kirin. Piraniya me weke hevsera duyemîn û sêyemîn ji xwe re girtin. Yên ku qanûnên xwe yên Îslamî ferz kirin, bi her şêweyî êşkence li me kirin. Yên ku li ber rabûn jî kuştin. Piştî ku me fêhm kir ev zordarî nabe ku wiha dewam bike, me xwe bi rengekî veşartî bi rêxistin kirin. Li ti deverê mafê jiyanê nas nedikirin. Piştî ku Reqa ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hate rizgarkirin, me dît ku em ji nû ve afirîne. Gelek mirovan çarşefa reş çirandin û daketin qadan. Em deyndarê şervanên Kurd in."