Jinên DBP’yî biryara ‘seferberiya rêxistinî’ dan

Encamnameya Konferansa Jinê ya Rêveveberiya Xwecih a DBP’ê hate eşkerekirin. Jin xwedî li Efrînê derketin û li dijî desthilatdariya faşîst biryara seferberiya rêxistinî dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) encamnameya konferansa bi şiyara "Em ji bo xaka xwe, Serokê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin” eşkere kir. Encamname ji aliyê alîkara hevseroka şaredariya Batmanê Semra Guneş ve hat xwendin.

‘LI EFRÎNÊ DI SERÎ DE JIN HEDEF IN’

Semra Guneş bal kişand êrîşên ser Efrînê yên didomin û got: “Êrîşên li dijî Efrînê li hember rêveberiyên xweser, jiyana civakî, komunal û demokrasiya rasterast a jinan û gelan pêk tên. Ev êrîş ji aliyê dewletên emperyalîst û netew-dewletên  modernîteya kapîtalîst ên weke Tirkiyê, Rûsya, Emerîka, Sûriyeyê û çeteyên girêdayî wan ên weke OSO û DAÎŞ’ê pêk tên. Gelên Efrînê di pergala dewleta Sûriyeyê de cih nagirin û ne li ser xeta çeteyan in. Ew jiyana xwe li dijî pergala faşîst ava dikin û diparêzin.”

‘TECRÎD Û FAŞÎZMA REWŞA AWARTE ‘

Semra diyar kir ku rewşa awarte ya piştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate girankirin kete dewrê de, faşîzm hê zêdetir bû.

REXNEDAYÎN

Semra got: “Di vê pêvajoyê de hemû dînamîkên ku muxalîfên AKP’ê ne, faşîzm wan ji xwe re dike hedef. Faşîzm li gorî karekterê xwe êrîşên dijwar bir ser rêveberiyên xwecih de tîne. Bi her awayî rêveberiyên xwecih û jin herî zêde rastî êrîşan hatin. Li hember van serdehatinan, li şûna em têkevin nav berxwedana dorfireh, hevalên jin ên di rêveberiyên xwecih de ji hev belav bûn.”

Semra Guneş herwiha bi bîr xist ku 93 hevalên wan ên hevserokên şaredariyan hatibûn girtin, 6’an ji wan ceza xwariye û 30 jî hê di girtîgehê de ne.

BIRYAR

Biryarên di konferansê de hatin girtin:

* Şerê li hember gelê Efrînê tê meşandin, li hember jinê û avabûnên demokratîk ên bi pêşengiya jinê pêk tên. Ji ber wê divê piştgiriya bi Efrîn û jinên Efrînê re bê bilindkirin.

* Li dijî desthilatdariya faşîst seferberiya rêxistinî û meşandina têkoşînê

* Hevserokatî û pergala jinê destketiyên bingehîn ên têkoşîna jînê ne, wê bê mezinkirin û meşandin

* Li hember êrîşên zehniyeta nêr a li ser qadên jinê wê qadên têkoşîna alternatîf bên avakirin

* Li hember faşîzma xwe dispêre zayendîperestiyê bi hemû rêxistinên jinan re çêkirina kampanyayan.

* Li hember jin û zarokên ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têne xwedîkirin tacîz, tecawiz û şixulandina wan zêde bûye; di vî warî de li hember polîtîkayên kiryaran bêceza dihêlin, platformên têkoşînê bêne avakirin

* Ferzkirina yek îpî xwe dispêre têgihiştina zayendîperestî, hewce ye berxwedana girtiyan bê xurtkirin

* Li dijî bêhiş û bêçand hiştina di bin navê bajarvaniyê ku dixwazin li Sûr, Nisêbîn û Cizîrî pêk bînin, di nav tevnên piştgiriyê de cih girtin.