Jinên Colemergî li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên Colemergî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ''Em tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin.''

Meclîsa Jinan a Colemergê ya HDP'ê û TJA'yê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniya çapemeniyê dan.

Wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Gzel, Dayikên Aştiyê û endamên TJA'yê tevlî daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya HDP'ê ya Geverê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û azadiyê pêk bînin'' hate vekirin.

Guzel li daxuyaniya çapemeniyê bal kişand ser polîtîkayên zext û zordariyê, dyar kir bi van polîtîkayan dixwazin Kurdan bêdeng bikin lê Kurd serê xwe li ber van polîtîkayan natewînin.

Guzel got heke Kurd bi dijminatî nehatana dîtin li Roboskê 34 kes nedihatin kuştin,wê komkuj bihatana darizandin û cezakirin.

Guzel her wiha bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş jî û got dewleta Tirk dixwaze cenazeyên girtiyan ji zindanan derkeve.